Mihemed Elî,
Efrîn
Lê
anê....
Lê anê
bejin balavê Gêncî mi zirav e
Lê dayê
bejin balavê Gêncî min zirav e ji tayê nêrgizê
Êlkane
firqeta bayê eşqê lêdixê diçelqê û dihezê
Ne mila
xuva bihata li kuderê ne le kuderê..lê anê li qeza xetayê li ber pêla
deryê û dengizê
Ne
Gêncê min î bi rê ketî ji welatê dê û bava ji Sîwazê
Erê.....
Hele
rojikê ji rojê rebî alemê tu balê xwe pêde li halê mi bilmezê
meraqê
dila li mera dixê bi e'letê bi merezê
hele
rojekê sîwar be li hespê çal… tu va nişanê teresên Tirkan û Usmanliyan
bêxe ji omizê
Sîwar
be li hespê çal li hêteka çayê me yî Kurda ez ê bibêm Gêncê min î
bûye mêvanê mi talê..mi talqizê...lo lo lo lo
Êde
bajo Gêncê mi bajo ..law law law
Lê
anê..
Lê
anê bejin balavê Gêncî mi zirave
Lê
anê bejin balavê Gêncî mi zirave darek ji darê be'yvê şivek ji şivê
beyamê
Ne mila
xuva bihata li kuderê ne le kuderê.. li hembere deştaCûmê li pozê çayê
Bêrûtê li pesarî qudret Hemamê
Ne mi
bala xwe dayê li bejinê li balavê li yatamê
Bejin
balavê Gêncî mi li heve mîna şiva îmamê
Erê mi
bala xwe dayê di ber (pişta der bi rûsê ra dibirûsê kalan û qamê)
Gêncî
mi kê devê xwe bigerînê welat û mimlêketî xerîba û bajarî şamê
Mi go
de devî xwe gerand welatî xerîba mekev bajarî şamê
Tu kê
li ku bêlê mi karê mi mekirê mi belayê mi telamê
Ê de
bajo gêncê mi bajo bajo… rê dûrê mi bajo
Lê anê..
Lê anê
bejin balavê Gênc î mi dîsa zirave
lê anê
bejin balavê Gênc î mi dîsa zirave
Ji darî
ruman û rumbaza
Ne mila
xuva bihata li serê çiyan û li gaza
Ne bila
anê..rojek hilata ji kul û kedera dilê min û Gênc î mi ra mila
lêxista
li serê serhedê ez bi qurbano li nav sendelê berfê li gebaza
Bila
anê.. ji wê bi şûnda lêxista li kuderê ne le kuderê ..lê anê bila
lexista li çemê diclê û xabûrê di ber ra bihata dengî qamîş û saza
bila ji
wê bi şûn da lêxista li kuderê ne le kuderê li çelîka deşta sirûcê li
taqim î Kîka Kêtika Dudyan û Beraza
Lê anê
bila ji wê bi şûn da lêxista li kuderê ne le kuderê li Feratê bêrecikê
di ser ra bihata dengê qulingan û qaza
Bila ji
wê bi şûnda derbaskira hêteka çayê Kurmênc ciyê dîlbera bilmeza esmera
zeriyan û gerden gaza
Lê anê..
Lê anê
bila derbaskira bajarê Diyarbekira şewitî ciyê mêran ê mêrxwaza
Ne mila
ji wê bi şûnda lêxista li qerma Qereşdaxê li taqimî Dimilya Koçera û
saza
Bila
derbaskira bajarê Istanê li bajarê Istanê li Istembûlê lêxista li taxa
herraca ne rinda fesata bêbexta Anadoliya û canbaza
Xudê
xerakê dînê danînê malê xêrnexwaza
Gêncê
mino li me ra dihermînin bextan û miraza
Erê
mila miraz hazira bikira xwedê mirazê me herdu aşiqan û bilmeza
Hêvarek
ji hêvarê çarşemê
Hêvarek
ji hêvarê çarşemê bila li ber serê min û gêncî mi bihata dengê ruman û
tumbilbaza
De bajo
Gêncê mi bajo bajo..
Havîne..
Havîne
Gêncê mi havîne
Havîne
rê dûrê mi havîne
Havîne
havîna me bi tîne
Eza bi
birînim qanad û piyê li mi şikîne
Birînê
min li mi zengirîne
Dinya
tê dikê felekê felek jî xayîne
Ez bi
qurbano tiştik ji mera ra namîne
Ê li
taliyê ji mere ra bimîne
Gazik
dudu xasene Gêncî mino ya jî qalibik sabûne
Heger
çiqas merîkî zengîn û xwenedan bê kefen î xwe yî xase ye merîkî fiqare
bê kefen î xwe yî caw e di mabêna cêw û xêse da serî mi bi qurbano çar
metelîkin Gêncê mino ne jdîne
De bajo
Gêncê mi bajo bajo
Mixabin ji ber ku ez van
kilamên destanî mîna pirtûk amade dikin, weşandina hemû kilamê li vir
ne pêkan e. Ev tenê nimûne û beşeke biçûk ji kilamê ye
|