MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Natalia Varsova & Ebdulrehman Efîf: Min xewn bi te ve dît
  • Eyibê Milî: Mar û ekolojî
  • Yusuf Polat: Hevpeyivîn bi Şivan Perwer re
  • Têlî - stiranek dirêj ya gelêrî bi amadekariya Cankurd
  • Tengezarê Marînî: Rainer Maria Rilke
  • Nezîr Melle: Elbûm (11 helbest)

  • Hevpeyivîn bi Şivan Perwer re
    Yusuf Polat: [email protected]


    Dengê wî dinale, li nav çîya û newalên Kurdistanê, di dilê kurdan da...

    “Hevalê bargiran im
    hevalê şoreşvan im
    hozanê gelê bindest
    endamê Kurdistan im..
    ez dengê Kurdistan im
    ...“

    Hevkarê me Yusuf Polat bi Şivan Perwer re rûnişt, li ser xebat, berhemên û bîr û baweriyên wî yên di hin waran de, her wiha li ser planên wî yên pêşerojê sohbeteka dûr û dirêj kir. Em vê sohbetê pêşkêşî we dikin.


    Şivan Perwer û saza xwe

    - Kîngê û ji ber kîjan sebeb û bûyeran te dest bi hunermendîya muzîkê kir?

    - Niha dorhêla me bi rastî tijî muzîk e. Sebeb jî ew e ku hisîyata xelkê me pir kûr e. Xelkek e ku pir hatine perçiqandin; ji dîrokek kûr û dûr têt, ku qiymetên wî yên mirovatîyê hatîye qedexekirin. Ji ber wê jî hemû şêwayên xwe yên jîyanê bi muzîkê anîye ziman. Gava wênekêş an nivîskarekî xwe xistîye bin kar û barê wênekêşî an nivîsan, ya keda wan hatiye şewitandin, ya berhemên wan hatine wendakirin, ya jî hatine zîndankirin û kuştin. Civak hatine tirsandin, ji ber vê yekê jî berhemên niviskî zêde xuya nekirine. Vêca hemû berhem bêtir ketine nava hunerê dengbêjan. Dengbêjan ew wêje, destan, nivîs û rist hemû di heş û ramanên xwe de xemilandine û bi dengên xwe anîne ziman. Mirov dibîne ku “Mem û Zîn”, “Sîyabend û Xec” bêtir bi dengê dengbêjan hetine roja îro. Ji bilî seydayê Xanî nivîskar zêde li ser nesekinîne.Yên sekinîne jî berhemên wan ji hêla arşîv û pirtûkxanên xelkên dî ve hatine parastin. Mixabin kurdan bi xwe neparastine.. Ji ber ku hemû sazîyên kurdan ya hatine xerakirin, yan jî şewitandin. Yek rê hebû, ew jî muzîk û dengbêj bûn.

    Mirovan qiymetên civakî, dirokî û çandî ji her hêlên jîyanê dikanîbû bi tenê ezber bikira û bi dengbejîyê bianîya ziman. Di serê xwe de ragirtin û ragihandin, bi serê xwe wek fîlozofîyekê hunerekî mezin bû. Dengbêjên kurdan li ba min heryek fîlozof, nivîskar û zanayên mezin in ku wan bi malavayî, bi dengbêjîya xwe li ser bingeha çand û hunerê hemû qiymetên me yên şînas û giranbiha heta vê rojê anîn û ew spartin me. Lê dengbêjên me mixabin birçî û perîşan mirin. Sebeb jî ew bû ku em ne xwedî sazûman bûn. Min bi dengbêjîya xwe huner û muzîk xiste xizmeta sazûmanxwazî. Gelê kurd ne azad be, halê huner û hunermendîyê jî xirab e.

    Sebeb ev bû, min ew hunerê dê û bapîran xiste xizmeta ax û azadîyê. Ez bawer im dengbêjîya min berdewamîya wan kesên mezin û giranbiha ye.

    Helbet min dengbêjîya xwe ji navçeya herêma bakur girt. Muzîka me bi delal, lawik, lawje, destan, payizok û heyranokan, bi cuda cuda miqam û awazan pir dewlemend e.

    “Delaaal e, hey lê lê delal
    Lê lê delal,
    Sala îsal ez heliyam, ê te tu çawan î …”

    Ev delal gelek gelek li hêla me hene, reng û dengê xwezayê ewqas rengîn û ciwan dikin û bi awazên delalên xwe dixemilînin. Ew bi wî awayî habûna xwe ya mirovayetî berçav dikin, xwe îfade dikin.


    Şivan Perwer û peyivîner Yusuf Polat

    -Gelo xeyala te, derdê te çi ye?.. - Di zaroktîyê de xeyalên min gelek dewlemend û rengîn bûn, ji bo pêşerojê min gelek tişt dixwast. Lê tu mezin dibî, gerek pir biaqil bifikiri.

    Dengxweşê me pir in, malbata me jî hemû deng xweş bûn, derdorê me jî were bûn. Me ji dengxweşîyê û hunermendan hez dikir; komikên muzîk û bilûrvanan, şivanan û derweş û her şêwe muzîkar dihatin cem me û diçûn. Oda me ya rûniştinê ya li gund gelek fireh bû, bavê min ji şivanan hez dikir, bi wan re rûdinişt, dûr û dirêj distiran, çîrok û xemîşok digotin. Hunermendan, çîrok û destanên kurdan yên kevn bi seatan distiran. Ez zarok bûm, min guhdarî dikir, hetanî nêzê destê sibê di nav wan de rûdiniştim. Dema ku min guhdarî stiranekê dikir, min ew hemû di yek carê de hildida, ew di serê min de rudinîşt. Dema ku min ew stiran roja din distira, bi rastî herkes şaş dima. Digotin çawa lo, wî şeva çûyî guhdar kir, îro jî hemûyî distirê.

    Ev ji ku tê? Mesele ew bû, ku min çîrok hemû ji serî heya dawî wek rêzekê di mejiyê xwe de diparast. Min car carnan ew şîrove dikir, berfireh dikir.

    Dengbêjek li ba me hebû, wî şevekê stirana “Caferê qereçî” got. Te ew bihistîye nebihîstîye nizanim. Min ew stiran hemû, ji serî heta dawî, di serê xwe de girt û bi xwe jî tiştin bi ser xistin û stira. Îcar însan roja din şaş mabûn.

    Civatê bang min dikir, kêfa xwe danîn, dilê xwe şa dikirin - Ango ew tişt bûbûn bingeha muzîka te?

    - Erê, bingehek muzîkî hebû, hezkirinek me jî hebû û pê re jî mesela me ya rastî û realîteya me hebû, ku li ser muzîkê rûnişt. Wan hemû di nav hev de cih girt û di warê kar û hizmetê de jî qismetê min ew ket, min bi wî awayî dest bi hizmetê kir.

    - Gelo armanca muzîka te heye û çi ye ?

    - Armanc helbet heye. Gava min dît ku muzîk wê bêtir xizmeta fikr û ramana netewî, pêşketina kurd û Kurdistanê bike, min dît ku hezkirineka pir heye, daxwazî zêde ye, min dest bi muzîkê kir. Di vî warî de gelek hevalen jî ez teşvîq dikirim û digotin, te kaset û plak çênekir, bila be, ji bo kurd û Kurdistan bistirê, ew ê hizmeteka pir û pir baş be…


    Şivan Perwer û Nêçîrvan Barzanî, serokê Hikûmeta Kurdî li Hewlêrê

    - Şivan Perwer li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê tê hezkirin û guhdarkirin. Tu vê bi çi ve girê didî?

    - Ez wê bi çand tiştan ve girê didim. Neyar hunermendan ji nav kurdan hildibijêrin û ew klasikên kurdî yên hêja digrin, li ser melodîya wê bi şêweyek tirkî, erebî yan jî farsî didin stirandin. Ev bêtir dibe sebeba asîmîlasyonê. Ez di şûna wan hunermendan de bim, ji bo pere, ya ji bo xwenasandinê, xwe pêşandanê ez tucarî li miletê xwe vê zulme nakim. Ez ê xwe pêşin bi şaxsîyeta xwe û zimanê xwe, bi miletê xwe bidim qabûlkirin, pê ra jî wî zimanê delal bi wê armanca xweş bikar tînim.

    Gava Kurdistan azad be, xelkê kurd azad be, wê gave ihtîyac bi tiştên wiha pir namîne. Mirov êdî hunermendîyê dike. Bi navê hunermendekî kurd meriv dikare tirkî jî bistirê, erebî jî, farisî jî. Lê vê gavê ihtîyac gelek gelek bi stirana kurdî heye.

    Min di serî de dest avêt stiranên kurdî û bi kurdî stira, derd û kulên milletê xwe bi zimanê wî deranî. Kurd gava ew li ser derd û kul û azadîya wî bibêje helbet qîmetê dide wî.

    Wekî din, navçeya me zaravayekî cîwan diaxive. Bedirxanan ew hilbijartine, kirine bingehê rêzimana kurdî jî. Ez bawar im, ew zaravayê min, di wextê de, bi hemû Kurdistanê xweş hatîye, hezkirin û guhdarîkirineka fireh jê re peyda bû.

    Ya din ji deng e. Deng car caran bi hemû xelkê xwaş tê,jê tê hezkirin, tê guhdarîkirin. Noxtek din, şîrovekirina hunermend e. Hunermend çandî baş dikare şîrove bike, deng, melodî û armanc baş bi hevra girê dide, xelk jê hez dike. Ya din jî bijartina şêwayê hunerê, ya melodîyê, lihevhatina melodî û tekstê ye.

    Ew heyacan û ew xeyalên serê min, ew enerjîya min e, ku li hêla min e. Ev hemû gava ku digihîjin hev, hunermend bi carekê de komplet (temam) dibe. Di nav xelkê dunyayê de ji digerim, derim têm; di vî warî de jî gelek serfîraz û kêfxweş im, çi millet guhdarî min dikin, hez dikin û caraka din dixwazin. Ez di vî warî de bi rastî serbilind im ku huner û muzîka kurdî dikarim bibim ne tenê dîaspora kurdî, xelkê dunyayê jî.

    - Van salên dawîyê tu li pir hefle, şev û konsertên ewrûpayî jî beşdar bûyî, tenê ji bo ewrûpayîyan. Gelo Şivan dibe navnetewî?

    - Ewrûpî jî bala xwe didin ser muzîka min, dengê min û gelek caran jî bang min dikin, daxwazîyên min dipirsin û tûran çêdikin. Van 3-4 salên dawîyê tevî gelek festîvalên alemî bûm. Heta hinan ji wan xelat dan min, hinek hebûn hilbijartinên muzîkar û muzîkan kirin, hejmara yekem dan min, biryar dan ku albûman bi min re çêkin; niha li Swêdê yek çêkirin. li Îspanyayê çêdikin, li Fransayê yek derdikeve...
    Şivan Perwer û prenses Diana (li rastê)

    - Li Awustûryayê tiştekî balkêş bûbû, min ew di rojnameyên Almanyayê de xwendibû...

    - Erê, bi Kurt Ostbahn re me projeyek pir û pir baş danî, çapemanî û medyaya Ewistûryayê bi berfrehî li serê sekinîn.

    - Tesîra muzîka te di hişyarbûn û xwenasîna kurdan de çi ye?

    - Vêya tabî ku merivekî li derî min bi xwe şîrove bike, baştir dibe. Ez bi xwe nikarim bibêjim dengê min, muzîka min xweş e, kurdan ji min hez kirîye… Lê ez bi ku de derim, ez dibînim ku xelkê kurd bi heyacan û hezkirin û hin kes jî bi girî ber bi min tên, pir û pir kes bi dilekî mezin hez dikin. Ez dibînim ku, vê muzîkê gelek tesîr kirîye. Di vî warî de ez xwe gelek berpirsîyar û bextîyar dibînim; dixwazim wê xizmetê hîn baştir bikim; , warê xizmeta cihgirtî berfirehtir bikim. Bingeha wê çêkim ku di dîroka kurdan de dûr û dirêj rol bilîze.

    - Hezkirina te, hezkirina gel e yan jî ya muzikê ye?

    - Ez bawer im, ew herdu bi hev ve girêdayî ne, tu car ji hev nayên qetandin, yanî eger li ser mirovan tesîrek nebe, mirov nikare muzîkê jî çêbike. Hezkirina gel nebe, muzîk çênabe. Meriv dikare bo pereyan ji muzîkarî bike, lê muzîka ji bo mirovatîyê, bo xelasîyê heş û ramanên mirovatîye êdî xweştir e. Eger Helepçe nabûya, min jî stirana Helepçeyê çênedikir. Eger Kurdistan bindest nebûya, min stiranên ser Kurdistanê çênedikirin, eger azadî ne gerek bûya, min stiran li ser wê çênedikirin, eger Cigerxwîn nebûya min ji wî stiran nedigirtin, “kî ne em” nedigot. Yanî hertişt tesîrê li hevdu dike, civak, muzîk, mirov…

    - Em bên ser mijareke din. Dikarî derheqa peywandîya sîyaset, huner û hunermend de çend tiştan bibêjî?

    - Niha, di wî warî de êşên me gelek in (dikene); êşên me ji me ra kompleks çêkirine. Em bi kompleksên xwe gelek caran xwe dixwin, dikûjin û perîşan dikin. Belkî jî ew kompleks nebe, em ê hunerê hîn baştir, hunerê rehettir, medîtasyonal, natural, yê evînî çêbikin, ku mirov pê rehet bibe, kêfxweş bibe.

    Di destpêke de rola huner û hunermend pir mezin e. Car heye hundermendek dibe sebeb ku, miletek temamî bi xwe şiyar dibe, radibe, xwe organîze dike û xilas dibe. Hunermend di heşê wî gelî de ya dimîne, yan jî namîne, belkî ji tevî dîrokê dimeşe, diçe. Ew helbet bi hunermend ve ji girêdayî ye.

    Lê mixabin, ew sîyasetên ku di destpêkê de em hîşyar kirîne, ew hîn bendora xwe ya destpêkê dewam dikin. Çawa di nav gelekî de partîyên cuda cuda li ser pir dengî, pir rengî hene û lazim in, ev yek ji bo huner jî, ji bo xebata ticarî jî û ji bo ya dîplomatîk ya tekilîyên bi hemû dunyayê re jî lazim in, ji bo her awayê hêla jîyanê lazim in.

    Heqê tevgerên sîyasî tune ye ku bandorê li ser hunermendan deynin û bibêjin wek min bikin. Ew dibe şêweyeka diktatorî. Heta car heye li ser hunermend êrîş tên kirin. Te li hunermend da, te hunerê xwe qedand, ji ber ku ew hunermend mehçûb dibe, biçûk dikeve, dikeve bin bandoreke xirab, ruhê wî tê kuştin. Gazindên hunermendan di vî warî de gelek hene. Hunermend gerek azad, bifikir û serbilind be... ji alîyê din de ew ne heq e ku hunermendekî kurd qasî karkerekî maaş negire... Sîyasetên kurdan car hene, bang li hunermendên tirkan ên klasên sisîyan dikin û komek pere didin wan, lê yên xwe?..

    - Doza kurdan îro gihîştîye qonaxeke hesas, tê de rîsk jî û şans jî hene. Çi gerek e bê kirin da ku rîsk kêm û şans zêde bibin?

    - Belê, niha ez bixwe sî sal e di nav vê qerembolê da, di vê meydanê de diçim û têm. Ez yêk ji wan siwaran li hespê xwe me, ez jî di nav cirîda xwe de me. Yêk ji wan im ku, siwarê neketî me û hespê min jî newestîyaye. Em bi cirîd tên, tên…. nêzikî cihekî dibin ku, li ber me gelek bend hene. Em dikanin li wan astengan rast werin ku, nikarin jê derbas bibin, bikevin, yan ji em dikarin rîya xwe bi awayekî ji ser wan bibirin, rîya rastî ji xwe re bibînin. Ji ber ku rîyên din jî hene.

    Ew fikir û ramanên ku me sîh sal berî vê destpê kiribûn ne lazim in. Ew fikir li dunyayê hemî hatin gihertin. Îro sîstem û dezgah û pergal ji alîye coxrafî, aborî, sosyalî û çandinî bi her awayî hatîyê guhertin. Hêza gerdûnî tevlihev bû, serûbin bû. Şerê sar, yê ku heta 10-12 sal berî vê hebû, îro qadîyaye. Rewş ketîye warekî din. Ew sîstemên ku me li dunyaye jê hêvî dikirin, hemû faşil bûn. Kurd jî gerek di vî warî de bifikirin, carek din werin, li hev rûnên û bibêjin: “Birano, xwişkino ! Em wek miletekî gerek çi sîyaset û rêçan bidin ber xwe, em jî gerek rîya xwe ji sedî-sed biguherin û li gora xelkê dunyayê avadaniyakê bidin jîyana xwe ya ciwakî ya nû. Em wer bikin ku ji civaka dunyayê şûnda nemînin. Ne gerek e em tim û tim bibêjin sosyalîzm û sosyalîzm, ne gerek e ku em bibêjin komunîzm û komunîzm, kapîtalîzm û kapîtalîzm. Em bibînin ku civakên dunyayê di çi rêçayê de diçin, çî sîstemê ji xwe re çê dikin, em jî li gora wan ji xwe re çêkin. Êdî ne Nikaragua, ne Angola, ne Vietnam, ne Çîn û ne Ûris, ne Amerîka ne nizam kî têkilî konê me nebe, em di konê xwe de azad bijîn.

    Em civakek mezin in. Eger bi rastî em van guhertinan bikin, hêzek me ya pir mezin heye. Berî 10 salan em 40 milyon bûn, ez vê gavê dikarim bibêjim em 40-50 milyon in, yanî em civakek mezin in û me pir gav jî avêtine. Em nêzî armanca xwe bûne. Astengî li vir sekinîne, dikarin me bifelişînin, lê em dikarin wan derbaskin. Hespê me bi cirîd diçe, xurt e û neketîye jî.

    Gerek hunera kurdî roleka mezin bilîze, ji ber wê jî hunermend gerek xwedî, fikir û hişekî azad bin da ku azad û serbilind huner dayne; sîyasetmeder jî , tucar jî eynê wer bikevin qonaxekê. Kermendê kurd gerek dest bi hev din, karûbarê ticarî bilind bikin, kapîtal çêbibin, bi vê kapitalê dikarin xizmeta milletê xwe bikin.

    Civaka me hewceyê ku alîkarî û piştgirîyê ye; sîyaset divê destê xwe dirêjî hevûdu bikin. Girîngtirîn ew e ku enîyeke netewî çêbibe, ku her kurdek bikare tê de were ba hev. Konekî me hebe, em hemû li bin sîya wî bisitirin.

    - Di warê hevdurexnekirinê de di navbera kurdan de êş û xerabî zêde ye. Tu çi dibêjî?

    - Bi rastî ev pirsek gelek xweş e. Çewtîyeke mezin e, ku em însanan dikin bin kontrola xwe, wan dîrek rexne dikin û em haysîyeta wan dişkênin, fikir û ramana wan xirab dikin. Rexnegirî gerek ne ji bo ketin û xerakirina warê civakî û şexsî be. Mirov xwedî argument û fikir be, xwedî agahî be; dîtinên mirovan zelal û berçav bin, mirov bi xwe bawer û zana be. Ez hunermend im, eger ez di huner de gihîştime baş e. Ez baş huner dizanim, na nizanim? Yê ku sîyasetmedar e ji xwe pirs bike, ka ew sîyasetê dizane yan na!

    Rexne ji bo wê ye ku, wî kesî, merivî bi pêş xe, ne ku şûnda bibe, rewşa wî xirab bike. Karim sert rexne bikim, lê gerek fikra min fikreke berçav be, ku însan bikare tîbigihêje, fêdayekê li wan kesan û ciwakê jî bike. Rexne, divê hînekî li gora dinyaya pêşketî be. Kurd gerek gora dinyaya pêşkati gavan bavên û rexnegirîyê jî wek wan bikin. Mesela em bibêjin tevgera kurd li vir, li Awrûpayê xizmet dike, ne were ye? Gelo kî yê xizmetê bide? Yê ku li gora şert û ramanên welat gihaştîye, yan yê ku li Awrûpayê mezinbûye? Kesên ku civaka xwe û ya Awrûpa baş nas dikin gerek li ser îdarê bin. Hinge bêtir fêda wan ji welat rr jî heye. Bi rastî şertê welat û şartê vir pir cuda ne. Binêre, Li Kurdistana başûr, 12 salan îdare kete destê wan, bawer bike ji hemû dewlatên navçê pênce sal pêşdatir çûne. Kurd vê gavê musaîd in bi şêwayê pêşwerû û demokrat û modern sîstema xwe ya îdarî deynîn.

    Rexne bila bê kirin, lê dostê kurdan kem in, bêtir divê kurd dostê hev bin; bo wê ji hewcaye ku rexneyên wan bi tolerans be, liberal û demokrat bin. Ýnsan xizmetê dike, ku xizmet kir şaşîyên wî jî pir in. Ez ê hingê rexna wî bikim, lê xizmeta wî jî ji bîr nakim, kî dibe bila bibe.

    Çima em ê bikin mesela Robespîyer û Dalton. Dalton hevalê Robespîyer yê herî baştir bû, qehremenekî gel bû, ew kuştin. Xelkê go, hûn çi dikin yaw, meriv Dalton dikuje! Go: “şorêş zarokên xwe dixwe“. Yani, bila îla şoreş me bixwe?! Ew çi mesele ye? Em şoreşê dikin ku em bijîn, şoreşê bijînin, em jîyana nû bibînin, azadîyê bibînin, kefxweş bin, govenda azadîyê em bigirin, ne em bimirin bavê min! Çima am qurban bibin? Ji ber vê yekê, me zaten qurban gelek dane! Xebat û xizmet ji bo çi ye?

    - Hunermedîya te heta niha di kijan qonaxan ra derbas bûye û gihîştîye kijan qonaxê?

    - Hunermadîya min li gora rewşa kurdan dimeşe. Kurd gihaştibe çi qonaxê hunera protest a Şivan Perwer jî gihîştîye wê qonaxê. Lê tiştin jî hene, em dibêjin li gora dîtinên merivan bi pêş dikeve. Gelo ma her kurdekî wek min dîtîyê an nedîtîye ew jî meseleyek din e.. Niha ez li hemû dinyayê digerim, min gelek çand, huner, welat, şêwe û sîstemên jîyanê dîtin. Xwezî û seltenatê wan dibînim û di min de gelek guhertunan dikin. Mesele tu derî Amerîkayê bi sîstema xwe rewşeke wê heye, tu diçî Rûsyayê hewakî din e, diçî Avusturalyayê awayekî din e, diçî welatê ereban wekî din e, tu diçî Afrîkayê bi awakî din e, her welatekî li gora xwe sîstemek danîye. Hemû cuda ne. Gava tu li Ewrûpayê dinêrî êdî ji hemû cihê dinyayê bêtir bi pêş ketiye, sîstema xwe bi rêk û pêk danîye, pîvana her tiştî ye. Tu derî Skandînaviyayê, dibînî welatê heri demokrat bi rastî ew in; Swêd, Norveç, Danîmark, Fînland, gelek demokrat in. Li gor vê jî fikra mirove çêdibe. Wan dîtinan di min de pir şikil daye, ez gava li xelkê xwe binêrim ez naxwazim mîletê xwe li jêr bibînim, tersê wê, ez dixwazim mîletê min rabe! Dîtinên min eger pêşketî bin, bi min re ê mîletê min jî bi pêş keve. Ji ber vê yêkê hunera me di warê jîyana sosyal, sîyasî û çandinî de roleka mezin listîyê û gihîştîye qonaxeke mezin, gelek pêşketîye. Têkilîyên min bi hunermendên dinyayê re gelek dibe. Lê di warê teorïk de kemanîyên me gelek in. Ji ber ku sazîyên me yên akademikî û yên enstîtusyonel baş nehatin demêzrandin, em vê gavê gerek e serî li wan bidin, xwe di warê teorîyê de ji bi pêş de bibin.

    - Di destê te de niha çi xebat heye? Me bihîst û em pê pir şa bûn ku te dil heye, di kaseta xwe ya nû de stiraneke ji yên kurdên Anatolîyê jî bistireyî. Peywandîyên te û kurdên Anatolîyê çawa ne?

    - Belê niha çendek di dest min hene, le ew min têr nakin; hewayê wan xweş in, baş in. Lê ez dixwazin mena wan jî hîn pir baş û bi cih be. Bo wê jî min pir caran ji xelkê me yê Anatolîya navîn helbset û stiran xwestin; ez bi xwe bi rastî ji hemû mîlete kurd hezdikim û ji xelkê me yî Anatolîya navîn jî, ku bi sedsalan kurdîtîya xwe parastine û berdewam dikin, her fedakarîyê ji bo gelê kurd û Kurdistanê dikin. Ew jî li gora şêwayê jîyana xwe muzîkeka xwe dibêjin. Helbet berhemên xelkê me yî Anatolîyê yên taybatî hene û ez dixwazim ku ew taybetmendî di kasetên min de jî cih bigrin, bi wê jî min çendek ji wan hilbijartine û dixwazim di albuma xwe de yekê bînim ziman. Lê ez hîn dipêm, yeka hîn baştir were ji min ra. Bo wê ji ez ê kêfxwaş bibim ku , xwendevanên Bîrnebûnê (ev hevpeyivîn di Kovara Bîrnebûn de jî derketiye – MN) pêşî ji kerema xwe re tekîlîyê bi min re deynin û stiraneke hîn xweştir û bimahnetir bidin min.

    - Te kurdên Anatolîya Navîn kîngê nas kirin?

    - Ez zaro bûm, ez bawer im sala 1967an an jî ya 1968an bû, havîn bû, me genim diçinî, xwedîyê bîçerê bi bavê min ra bi kurdî deng kir. Gotin, ew ji Konyayê hatine. Îcar ez li vir şaş mam. Min go bavo, ma ew ne tirk in? Bavo go: kurê min, ew ji Konyayê ne, lê ne tirk in, li wir jî kurd hene. Ez çûm ba wan, min got: Apo hûn kurd in? Go: Aaaa! Wê gavê min dît ku kurd li Konyayê hene. Helbet gava ez hatim Enqerê, gelek heval û dostên min ji xwendevanên Haymana, Bala, Cîhanbeylî, Polatli, Kûlû, Kirşehîrê peyda bûn. Min ew baştir naskirin, ez çûm ba wan, malên wan û min dît ku ew hîn bi urf û edetên xwe gişî kurd in, ruhê wan ê kurdî ye. Gava min xwend, stira jî xwedî li min derketin, ji min hez kirin. Li Stenbûl û Enqerê hevalên me yî kurdên Anatolîya Navîn gelek hebûn û ruhê wan jî di meselên mîllî de gelek baş bû, me bi rastî, bi wan îftîxar dikir, serê me gelek bilind bû. Me dît ku, ruhê kurdî tu caran namire. Îcar ji wê gavê heta niha em di nav hevda ne, gelek dost û heval in, wan heta niha xizmetek mezin jî pêşkêş kirine.


    Şivan Perwer û kovara Bîrnebûn

    - Dikarî çend gotinan ji xwendevanê Bîrnebûnê ra bibêjî?

    - Bîrnebûn koverek pir delal e û navekî xweş jî li xwe kiriye. Çûyîn û hatina xelkê me yî wir berçav dikin, elbet bi mesela kurd û Kurdistanê ve jî girê didin, da ku xelkê me li wir çand, ziman û hunera xwe biparêzin. Bo wê jî xwendevan gerek xwedî li Bîrnebûnê derkevin, bihêlin bibe koverek birêkûpêktir û bêtir îmkanê wê çêbibin, belkî mehanî, yan jî panzdeh rojî bê çap kirin. Ev jî rê dide xelkê, ku li berhemên xwe yî netewî bêtir xwedî derkevin. Û ev teke kovar e ku bersîva kurdêne me yên Anatoliyê, agahîyê di derheqê wan de dide Kurdistanê jî, divê xelkê kurd bi taveyî li vî tiştî xwedî. Bîrnebûn bi zimanekî pir xweşik jî dinivîse, mala wan ava be. Ez gelek silavên xwe pêşkeşî wan dikim, hergav jî li gel wan im, çi awayî xizmet lazim bibe, ez hergav ji bo hertiştî hazir im ku piştgirîya Bîrnebûnê bikim.

    Mala te ava be!

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1