MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Natalia Varsova & Ebdulrehman Efîf: Min xewn bi te ve dît
  • Eyibê Milî: Mar û ekolojî
  • Yusuf Polat: Hevpeyivîn bi Şivan Perwer re
  • Têlî - stiranek dirêj ya gelêrî bi amadekariya Cankurd
  • Tengezarê Marînî: Rainer Maria Rilke
  • Nezîr Melle: Elbûm (11 helbest)

  • Mar û Ekolojî
    Eyibê Milî: [email protected]
    Gulan, 2004-Amed


    1. Destpêk

    Li çol û çiya, kepir û beyar, daristan û deştên Kurdistanê mirov bi rêwîtî çolbir bigere, pirr-hindik mirovê mutleqe li maran rastwere. Li nav zeviyan, li baniyan, li çiyan, li zinaran, li rex çem û golan, li her derê mar hene. Welhasil ruhberek ji xwezayiya Welêt e.

    Li civatên kurdan gelek car mijar tê ser maran. Hinek dibêjin me marekî wiha dit, hinek dibêjin min marekî wiha kujt, hinek dibêjin marekî sor bera min da. Herkes bi awayekî qala maran dike. Hinek tew wer mezin dikin û dibên me ziyayek dit.

    Mirov bi kurtasî dikare wiha bibêje: ‘Li Kurdistanê di nav heywanê biyanî de mar ciyekî pêwist digre.’

    Di vê sedsala dawiyê de ekosîstem û agroekosîstema welêt bi destên dagirkeran hat guherandin. Di vê guherandinê de tu îrada me tune bû. Ji vê guherandinê gelek heywan û gelek nebatan zirar dît. Mar jî yek ji wan heywanên zirar dîtiye. Hîn jî wê pirr bê guherandin tu îrada me xuya nake. Lê Başûr jî hîn li serî ye, divê çer xwe di parêzin, wer jî ekosistema xwe bi zanistî û bi hesûdî biparêzin.

    Gelo mar bifêde ne an bizirar in? Ez ta niha bi çavekî nirxandinê li tu çavkaniyan rast nehatim. Lê mirov dikare wiha bibêje: Di edebiyata kurdî û di civatên kurdan de pirr nebaş tê zanîn. Kurdistanî ji nezanî dixwazin maran bikujin. Tu cara nabêjin em maran biparêzin.

    Loma min hewce dît ku vê nivîsê binivisînim.

    2. Di Çandê de Mar

    Di jiyanê de ciyê maran him bi erênî û him jî bi neyînî pêwîst e. Mar di ahenga xwezayi yê de xelekek pirr pêwîste. Mar kotinkerên biçûk (mişk, cirdon û cirdîxezalan) dixwin. Wexta kotînkerên biçûk zêde dibin, gelek nexweşiyên însên bi xwe re digerînin, tene û zaxîreyên embaran dixwin, dawiya payiz, zivistanê û biharê li teneyên çandî diçêrin, der hene eynî erdê rût dikin. Îcar ku pirr zêde bibin dev, poz û guhên zaroyê pêçekan jî dixwin. Mar kotinkerên biçûk; mişkan, cirdonan, cirdîxezalan dixwin û li ser zêdebûyina wan ciyekî pêwîst digrin. Însanan ev marîfetên wan dîtinê, famkirinê û ji wî alîyî de bi çavekî kêr lê mêzekirine.

    Her çiqas mar ji hêla xwarina kotinkerên biçûk û bihukên bizirar de bifêdene jî, însanan herdaîm mar bi bivik dîne û jê xof girtine. Gorayê efsanan marên mezin ji devê xwe agir derxistine. Carna mar wekî ejderha dîtine û jê re qurban serjêkirine. Di çîrokên li ser maran de gelek efsanê û sêhrê wan hatine qal kirin. Di Antîkdema Ûnanî de wek sembola tendurîstiye û rehetkirinê hatiye pejirandin. Loma ji wê wextê ta niha sembola hekîmiyê ye. Hekîm logo, arma û rozetên xwe bi mar kartînin.

    Di demê kevn de mar weke çekekê dihat bi kar anîn. Gelek caran însan ên bi hev re dujminatî û dijberiyê diajotin, ji bo kujtina hev marên bijahrî bera ser hev didan, yan jî ber didan ciyê raketina dujminên xwe.

    Hinek hindî li ber marên kedîkirî li tûtikê dixin û mar li ber dengê tûtika wan direqisin, ew pere qezenc dikin.

    Hinek însan di sîrkan de bi marên boa yê pirr mezin hereketê akrobatîk dikin û jê pere qezenc dikin.

    Gorayê mîtolojiyê, Gilgamêş li giyayê nemirinê gelekî geriyaye, dîtiye, çinîye. Îcar pirr westiyaye û giya li ber serê xwe daniye û raketiye. Mar xwe gihandiye ber serê Gilgamêş û wî giyayê nemirinê jê dizîye.

    Gorayê olî Adem û Hewayê ewilî di bihûştê de dijiyan. Wê demê di bihûştê de ne xwarin hebû û ne jî vexwarin. Loma her der paqij bû. Mar şeytên dike bin zimanê xwe û bidizî dibe bihûştê. Şeytan Adem û Hewayê dixapîne û sêvek pirr sipehî dide wan ku bixwin. Adem û Hewa sêvê dixwin û hewceyê derketina destavê dikin. Herdû jî ji bihûştê tên qewirandin. Loma insan ji maran nefret dikin.

    Gorayê baweriya bisilmanên sunî wexta mirov mara bibîne, mirov ban Ebûbekirê Sidîq ke, mar ji teqet de dikeve û mirov dikare bi rehetî bikuje. Loma bisilman wexta maran dibînin ban Ebubekirê Sidîq dikin û rikêbê maran dikin.

    3. Di Çanda Kurdan de ciyê maran

    Kurdistanî mara çawa dizanin? Mixabin bi kurtî mirov dikare bibêje: ‘Dujmin dizanin.’ Dujminên xwe yên rastî bi mara didin şûfandin. Nifira bi pêvedana maran li hev dikin. Mar niha li gundan jî kêm bûye, li bajaran bi xilbe însan tew mara nabînin. Lê mar di civaten de, stranan de, di pesnan da ciyekî mezin digre.

    Wexta yek li yekê din xe, dibêjin: “Law wer lêxist, eynî mîna mar pêveda, tajan pêxist.”

    Hinek ji yekî nefret bikin, dibêjin: “Law yekî wec reşê mîna mara ye.”

    Di Edebiyata Kurdî de ji maran re çend mînak li jêr hatine nivisandin.

    Hoşeng Broka di helbesta xwe ya bi navê ‘Eger Hat’ de li du ciyan wiha dibêje:

    şehweta „Eştara dayîk" 
    şehweta „Marê Buheştê"
    şehweta ezelê;
              
    Tu dibûyî 
    „72" poşmanî  „Gilgamiş";
    „72" xwelîserî „Angîdo"
    „72" „Marên eştarane" xapandin;
            
    Di stranek gelerî bi navê ‘LAWO LAWO’ de:
    O lawo lawo lawo, 
    Li ser xanî razawo, 
    Marê reş pêve dawo
    Ji xewka şêrîn bazdawo
    Xencer şûnê de mawo
    

    Cîhan Roj, di kovara Nivîs hejmara 13 de, di nivîsa bi navê ‘Qeder û Felek’ê de wiha dibêje: “Ew felek hê jî weke marê reş bi ruhê keçên delal de vedide, rastiyek e, kirêt e, li Batman e, li Başûr e, li biyaniyê ye...”

    Disa Cîhan Roj di helbestek xwe bi navê ‘Şewat’ de wiha dibêje:

    Ev dixan ji xaniyên cangorî bilind dibe 
    ne bêhna nanê genim jê tê
    ne jî bêhna bijênekên ji dawa mihên serhedê 
    reş  en di çavên almastî de 
    weke marê reş hildikişe.

    Salwa Gulî di helbesta xwe ya bi navê ‘Sîbera Gernijîne’ de wiha dibêje:

    Girnijîn birînêt min dipêçe 
    Giyanê min jî jehre mare, 

    Evîn Aydar di helbesta xwe ya bi navê ‘Îro Heştê Adarê’ de wiha dibêje:

    ..................................................,
    Dîsa mêr simêlên qijalik ba didin 
    Destên dewlemend, li mûyên marê reş in 
    ............................................................
    

    Eskerê Boyîk di çîroka xwe ya bi navê ‘Roj’ de wiha dibêje:

    “...dixwest marê reş bivîne, Qirêl nevîne...” 
    

    Seîd Dêreşî di helbesta xwe de wiha dibêje:

    “... Qelemê min yê xendiqî. Pêlên ava reş û dijwar. Digel xo birim ... Kete deşt û çol û berîya Marê heft ser. Xwîna kiçêt me hind vexar ...”

    Nivîsek nivîskar ne belî ye:

    “... Mirov digot qey marê reş li zimanê wî geriyaye: Deng û his jê dernediket ...”

    Dîlan Şewqî di helbesta xwe ya bi navê ‘NAVÊ TE’ de wiha dibêje:

    Gava navê te, tê ser ziman..; 
    dil bi ser dikeve…!!
    kêlîkekê an didwan, 
    carna wê şevê pê de.. 
    dibim wek marê perçivî; 
    xwe li hevdû dizîvirînim…!!
    
    Medenî Ferho navê romanek xwe ‘Marê di Tur de’ daniye.

    Di xevrişokan de jî qala maran dibe. Carna jî ji bo aşkirina zaroyan mezin qala mara dikin û wan ditirsînin.

    Li ser maran gelek gotinên pêşiyan jî hene. Hinek ji wan li jêr in:

    Mar bê jahr nîne, nabe.
    Mar e, ne cî û ne war e.
    Mar dibêje: min dikujî bi dujminatî, min veşêre bi dostî.
    Mar bi martiya xwe li ser avê bi mirovan venade.
    Mar qula xwe nas dike.
    Mar pûngê heznake, pûng li ber qula wî hişin dibe.
    Marê kor avzûnê nagre.
    Marê birîndar azirîye. Bi qisa xweş mirov maran ji qulan derdixe.

    Carna mirovên zana tabira xewnan jî bi mara şirove dikin. Wexta mirov xwarineke xweş bixwe û nede cîranê xwe, bişev mar tê xewna mirov. Wexta em zaro bûn, ji mezinên xwe re me qala xewna xwe dikir û me digot: “Îşev marekî sor bera min da.” Wan digot: “Te berve kê xwarin xwaribe marê wan hatiye te.”

    Di çanda kurdan de ciyê mara pirr fire ye, min bi kurtî nivisand.

    Divê îcar mirov vê pirsê bike: Mar di Edebiyata Kurdî de û gotinên pêşyan de çima hewqas cî girtiye?

    Ji bo mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov xwezayiya Kurdistanê ya kevn, ya ne guherandî, ya destê dagirkeran pê nebûye şirove bike.

    Berê sedsala 20 an tuxûbê daristanên Kurdistanê hîn pirr fire bû. Belkî carekûnîv li ya aniha bû. Ne kesê daristan dibirî û dibir difrot û ne jî kesê daristan dişewitand. Gelî û newal hemû dahl bûn. Gelek derên rast û nizm avzêm bûn û dora wan bi qamir û bi qaruç bû. Erd hemû beyar bûn. Li kepira, li mêrga, li newala pûş-palax, strî, gongil, kerbeş, kereng, guriz, tahlî, dirik û kelem xwe kîp dikir. Însanan cî li heywanet teng nekiri bû. Her heywan gorayî xwezayiya xwe zêde dibû an kêm dibû.

    Di ekolojiya Kurdistanê de mar jî cî lê fire bû û ciyekî pêwist digirt. Xwarin jê re pirr bû. Mişk, cirdon, kêrgoşk, çûk, hêk û çêlikên çûk û teyran pirr bû. Maran têr dixwar û zêde dibûn. Bi hemdê xwe mezin dibûn û ta hedê xwe gir dibûn. Li çolê, li xirba û ta li xaniya li her derê mirov mara didît. Yanê ji anuha pirr û pirr zêdetir bû.

    Wê hîngê karê însên li çolê bû û li her derê li mara rast dihatin. Însan û mar; li rêwîtiyê an li kar ji nişkavê, ji xafilde li hev rastbihatana, dibe ku maran bera însanan de û tew pêveda. Di kultura me de hewqas cî girtiye herhal gelek car jî bi insanan vedaye û însan pê mirine, loma di gotinên pêşyan de û di Edebiyata Kurdî de pirr ciyekî mezin girtiye.

    Halbûku bi xilbe mar mirova bibînin direvin qulukan, cî tune kû xwe tê de veşêrin. Li ciyê kevir, qîş û zinaran xwe dixin qelşê zinaran. Yan dikevin nav quçan. Erdê rast ku qelş lê ketibe xwe berdidin qelşên erdê. Carna dikevin qulmişkan. Welhasil ew ji ber insanan qulik bi qulik direvin. Carna li şûvên nû rakirî nekarin bimeşin û ne jî qul hene xwe têxinê.

    Di rojê germ de, carna mar diazirin û berdidin insanan ku insan nebînin yan jî xwe ji ber xelas nekin, karibin bi mirova digrin. Carna bêhemd bi mirova digrin. Nişkave ya mirov pêlêbike, yan di bin gurzek giya de be û mirov ji nedive destê xwe terrake, wê hîngê dibe ku bi mirov vedin.

    Ji aliyê din de bi her gezkirin û pêvedana maran mirov namire. Hinek mar bijahrîne, hinek bêjahrine. Îcar hinek însan ji pêvedana wan fam dikin, ji wan re dibêjin ‘marmij’. Berê duxtor û serûm tune bû, aniha dîsa li her derê serûmên mara tune ye. Her babet serûm ji hev cuda ye. Yanê serûma cureyekî li ya din nayê. Marmij berê berê ji bo ku jahrî bi xwînê re li vucûd wernegere navbera birîn û govdeyê însên girêdidin, devê birînê bi kêrê cixîz dikin, hinekî diqelêşin û dimijin, tû dikin dîsa dimijin bi wî awayî nahêlin jahrî li vucût dawrive. Ji mêtina jajriyê diranê marmija zirarê dibîne û zû diweşin.

    4. Mar û hawîrdor

    Mar bi kotîngerên biçûk; mişk, cirdon, beq, hêk û çêlikên çûk û teyran û bi bihukan xwedî dibin, debra xwe bi wan tînin cî. Di vî warî de ji însanan û zîreetê re bifêde ne.

    Di xwezayiyê de beyî însanan wekî din dujminên maran hene. Bimemikên goştxur: Rovî, wawîk, pisika bejî û a kedî, kûze, kurbeşk, fisteq û jijo. Jijo wexta mar dixwe gerek di berre ya guriz, yan jî tolikê bixwe.

    Ji teyrên goştxur: Legleg, kund, qertel, başoke, baz û wekî din. Wexta teyr li erdê rast li maran rastwere, ji wan re mar mirî ne, nekarin ji ber van teyrana canê xwe xelaskin. Legleg û teyrên goştxur maran digrin nav pencikên xwe û bi hewa dixin, nêzîkê 200 m yî bilind dikin û ji jorda berdidin. Mar ji wê bilindayê dikevin û bigiranî birîndar dibin. Teyr wan rind dikujin û dibin hêlînên xwe. Li wir vediçêrin û didin ber çêlikên xwe. Legleg li çolê wer li mar û beqan digere. Nikil û çîpên wê dirêjin. Ji dur ve maran dibînin. Nikilê xwe mîna xençeran li serên maran dixin.

    Carna akreb jî bi wan vedidin û wan dikujin. Akrep wexta derdikevin ser maran, mar newêrin xwe tevbidin, zîq disekinin û xwe tew mirar dikin, tenê dela xwe dilivînin. Akreb bi seetan li ser wan digerin, ta ciyekî di çav xwe re dikin û pêvedidin. Marê ku akrebê pêveda di nav nîv seetê de dimre. Mar ji jahriya akreban re pirr qelsin.

    5. Di nav heywanetan de Cîyê Maran û Dan Senifandina maran

    Mar ji zikkişkan e. Mar nigên wan tune ne, bi zikkişkê hereket dikin. Mar, marîjok û marmasî zikkişkên nêzikê hev in. Kurdan ev nêziktiya dîtiye û ev navana lê kiriye. Marmasî di avan de dijîn û bimasiyan dişifin. Çend cûreyên gimgimokan jî ji zikkişkan e.

    Divê mirov maran bi du awayî bide senifandin. Yek gorayê ciyên ku lê dijîn, gorayê rengên wan û gorayê mezinbûyina wan. Dan senifandina din jî aliyê zanistiye.

    5.1. Gorayê ciyê ku lê dijîn, gorayê reng û teşeyê wan

    Gorayê rengên wan wiha tên nav kirin: Marê sor, marê reş, marê gewr, marê cûn, marê zer, marê belek, marê avî, marê biqoç, tîjmar, Marê Qafkort, Marê Çavpisik, Marê kur.

    Bi mezinbûyinê jî navên maran vana ne: şîrmar, tirmar, marê mezin, marê qertîş, marê kerre, ziya, ejderha û şahêmaran.

    Gorayê ciyê ku lê dijîn navê maran: marê bejî, marê avî, marê malan, marê zinaran.

    5.2. Senifandina Zanistî

    Mar ji heywanetên zikkişkan (Reptila) e. Ta niha dagirkeran û biyaniyan li Welêt li ser maran lêkolîn kirine. Bi taybetî surweya bi tena serê xwe li Kurdistanê çênebûye. Zanyarê dewletên dagirker û biyaniyan li hereman surwey çêkirine. Gorayî surweya wan ta niha ji şeş famîliyan nêzikê 37 cûreyên maran hatine tesbît kirin. Ez bawer dikim ev lîsteya wê ji zanîngehên Silimaniyê û Duhokê re bi fêde be.

    1) Boidae (Malbat: Family)
    Eryx jaculus (Bejna wî 70 cm ye)

    2) Colubridae (Malbat: Family)

    Coluber caspius (bejna wi 180 cm)
    Coluber jugularis (Mare reş, bejn 2 m)
    Coluber najadum (Marê zer, zirav, 140 cm)
    Columber nummifer (Marê cûn, bejn 150 cm)
    Columber ravergieri (Marê sermezin, 130-140 cm).
    Columber rubrices (100-110 cm).
    Columber schmidti (Marê sor, 160 cm)
    Columber ventromaculatis (Marê belek, bejn 1 m)

    Eirenis hakkariensis (Ewilî li Çolemergê/Hakkarî hatiye dîtin, loma ev nava lê bûye)
    Eirenis collaris (Marê stû bibazin)
    Eirenis coronella (Marê cûn)
    Eirenis decemlinatus
    Eirenus lineomaculatus
    Eirenus modestus
    Eirenus punctatolineatus (Marê Wanê).
    Eirenus rothi (Marê sor ê serreş)

    Elafe hohenackeri.
    Elafe longissima.
    Elafe quatuorlineata
    Elafe situla (Marê malan).


    Natrix natrix
    (Nîv aviye, him li reşayê him jî li nav avê dijî)
    Natrix tesselata (Marê avî, bê jahrîne, bi masiyan debra xwe dikin).

    Pseudocalamus persicus (Marê Îranî)

    Rhynchocalamus melanocephalus (Marê axê, heriyê).

    Sphalerosophis diadema (Marê Ruhayê, ta niha hew li Ruhayê hatiye dîtin.)

    Malpolon monspessulans (Marê qafkort)

    Telescopus fallax (Marê çav pisik)

    3) Leptotyphlopidae
    Laptotyphlops macrorhnchus (mar zurî)

    4) Typhlopidae (Malbat: Family)
    Typhlops vermicularis (marê tîjmar)

    5) Viperidae (Malbat (Family)
    Vipera ammodytes (Marê biqoç) Vipera barani (Marê biqoç). Vipera lebetina (Du diranê jahriyê li pêşiya çenga jorin, loma bi rehetî kanin bi mirov vedin û jahriya xwe bera canê mirov din)


    Vipera raddei.
    Vipera ursini.
    Vipera wagneri.
    Vipera xanthina

    6) Elapidae
    Walterinnesia aegyptia

    Cûreya Malpolon monspessulans (Marê Qafkort) û Telescopus fallax (Marê çav pisik) du diranên wan ên bi jahrî li paşya çenga jorinin, loma ku ciyê gez bike ne tilîbe zu-zû jahrî nagihîje canê mirov.

    Du diranê jahriyê yê cûreya Vipera lebetina li pêşiya çenga jorin in, loma bi rehetî dikarin bi mirov vedin û jahriya xwe bera canê mirov din.

    Cûreyên bi nivîsê reş hatine xenikandin pirr bijahrîne.

    6. Biyolojî û ekolojiya maran

    Biharê marekî nêr û yek a mê diben cot. Çend rojan li derve bihev şadibin. Li hev dipiçikin û bihev ve dizeliqin. Gava mirov wan di vî halî de dibîne jî xwe ji însanan xwî nakin, narevin, berra însanan nadin û serbest bi hev şadibin. Gorayî baweriya kurdan divê mirov çaxa ew bihev şadibin nekuje. Dibêjin bira bihev şabibin, ew jî binefs in. Berevajî divê jinên ku wan di wê rewşêde dibîne şahr, temezî yan jî çarekan serê xwe bavê je nav wan û xwestikê ke bixwaze wê were cî. Loma gelek însanên bêhêvî dixwazin maran di wê rewşêde bibîne û xwastinekê bixwaze.

    Pê bihevşabûna wan re ya mê hêkên xwe dikin. Hêkên wan mîna yên çûkanê, hîn dirêjin, beriya wan kêm e, sipî-boz in. Hekên xwe di bin axê de dikin, ji xwe germiyan dide ser û jê çêlik derdikevin. Çelik mîna dê û bavê xwe ne.

    Mar salê du-sê caran kiras diguherin. Hercara kiras diguherin, sist dibin, dikevin ciyekî xewle û kras ji serî de diçire û mar jê derdikeve. Wexta nû ji kiras derdikeve rengê wan pirr dibiriqe.

    Mar bi zikkişikê hereket dikin, dişutifin. Carna ser giyayê qebal re xwe şûş dikin. Carna xwe ji erdê hol dikin. Zivistanê di bin axê de ji xwe re hêlîna çêdikin û hetanî bihar tê, dinê germ dibe, pûk û seqem xelas dibe hîn derdikevin.

    7. Cî li Maran teng bû

    Dewletên dagirker bi projeyên mezin û bi teknolojiya ziree’tê ekosîtem û agro-ekosîstem guherîn.

    1. Ewilê traktor ketin gundan, dest pêkirin çuqas kepir, beyar û çewlîk hebûn ajotin, erdê cot sal bi sal zêde bû û heta niha çar-penc car zêde bu. Helînên mar û mişkan xira bûn. Hêlînên kêzik û bihukên bin erdê xira bûn. Mîkrobiyosîstema bin erdê jî hat guherandin.

    2. Erdê ajotinê zêde bûn, erdê çêra terş kêm bû. Mera zêdetir bin pê bû. Deverên terş pirr lê çêriya mar li wir kêm bûn. Hêk û çêlikên maran di bin simên heywanan de telef dibin.

    3. Erozyonê (pişirandina axê) cî li maran teng kir. Daristan kêm bû. Erdê ajotinê zêde bû. Ax di ber avê çû. Herbî ku diçe erozyon zêde dibe. Li Tirkiyê Tema Vakfi li dijî erozyonê karekî baş dimeşîne.

    4. Avbend hatin çê kirin. Ciyê ku av têde gol bû ji dest maran çû. Îcar di qanal û herq û xendekan re av çû ser erdan. Bi erd avdayinê hêlînen mar û mişkan tije av bûn, cî li wan teng bû.

    5. Ji bona mişka, ji bona qimil erdê çandinîyê seran-ser bi dermanên kimyewî (sentetîkpretroid, organikfosfor, klorohidrokarbon, siyanur, çînkofosfur û hwd.) ve hatin derman kirin. Derman mişk û bihuk kujtin. Marên li rastê bûn ew jî bi ber bayê dermên ketin û mirin. Îcar Heywanetên bi mişk û bihukan xwe têr dikirin ew jî mirin. Li ser erdê laşê maran, laşê teyran û laşên mişkan rêz bûn. Ji bona van dujminên zireetê gelek derman dihatin avêtin.

    6. Hinek fîrmayên mezin him ji bo serûmê çêkirinê, him ji bo xebata genetîkî li welêt beq, aqrep û mar berevkirin.

    7. Bi nezanî însan wan bi hovitî dikujin.

    Encam

    Di hawîrdorekê de hemû bican û bêcan ekosîstemê pêktînin. Zanîstiya ekolojiyê jî li ser ekosîstemê dixebite, lêkolîn û lêgerînan çêdike. Di ekosîtemê de bican ji fauna (koma heywanan) û ji flora (koma nebatan) yê pêktê. Bêcan jî hemû tiştên fizîkîne. Weke axê, weke avê, coðrafyayê û sirûştê.

    Di ekosîstema xwezayî de ahengek heye (biborînin berê hebû). Hemû jîndar mîna zîncîrekê biheve girêdayiye. Hinek jîndar biadanin, hinek xerîdarin. Yên xêrîdar bi yên adan disekinin, wan dixwin. Loma di xwezayiyê de ahengek heye, kîjan pirr bibe, dujmin û eduyên wê jî pirr dibin.

    Her jîndarek, her bicanek xelekek vê zincîrê ye. Ku ji vê zincîrê yek xelekek xirabibe jîndara xwezayî bi ser hevde hildişe û her jîndeya ji edu û düjminan xelas bibe hijmara wê zêde dibe. Loma carna em mêze dikin kulî zêde bûn, carna sinik (qimil, reqik) zêde dibe, carna mişk zêde dibin.

    Dewletên dagirker li welêt bi projeyên mezin û bi teknolojiyê ekosîstem guherîn, agroekosîstemeke nu pêbipê avakirin. Pesnê xwe dan ku çawa hatiniya gundiyan zêde kirin û tew me fam nekir ku çawa ekosîstem û agroekosîstema welatê me hate guherandin. Ahenga xwezayiya welatê me çi bi serîde hat me ferq nekir û fam nekir. Ez bawer dikim hîn jî em nizanin çi bi serê ekosîtema me de hatiye. Em ekolojî û ekosistemê nizanin ku em bizanibin çi bûye. Ekolojî, ekosîstem, ahenga xwezayî, faûna û flora, hawîrdor çi ye, çi nine, em nizanin.

    Ji zulman dagirkera pişta me serrast nebûye, me ber xwe nedîtiye. Me ne karîbû xwe biparêzin û ne jî ekosistema xwe. Bi pêşdaçûyina teknolojiyê re ji xwe ekosîstemê bihata guherandin û agroekosîstemek nû yê ava biba. Hima her tiştê bi pîvan û bi semt biba. Me nekarîbû biryar bida, loma dagirkera gorayî stratejî û ekonomîya xwe meşand, hîn jî gorayî stratejiya xwe dimeşînin. Em tew ne li ber tiştekîne jî.

    Berevajî divê mirov ahenga xwezayî bi parêze û maran jî biparêze. Mar ji dewlemendiya me ya biyolojîk û genetîk yek e. Heçku mar di ahenga xwezayiya welatê me de xelekek pirr pêwiste. Di ekolojiya Kurdistanê de ciyê mara girîng e. Mar bi hinek heywanên din mina mişkan, debra xwe dikin, wan dixwin û zêde dibin. Ku mar biqelihin, biqedin û ji vê xeleka ahenga xwezayiyê derkevin, ew heywanên din wê zêde bibin û her bî ku here ekolojî û ahenga xwezayiyê wê xirab bibe, emê di ber mişk û bihukan herin.

    Pirr cudayetiya cûreyên (biyodîwersîtî) maran dewlemendiya çavkaniya genetik a Welatê me ye. Divê em hawîrdora xwe, ekosîstema xwe biparêzin. Agroekosîstemê bisemt, bêzirar pêkbînin. Hemû cûreyên bicanan biparêzin. Daristana niha heye biparêzin û tixûbên daristanan fire bikin. Bi erozyonê re mucadele bikin.

    Çavkanî

    Baran, Ý. , M. K. Atatür. 1997. Turkish Herpetofauna (Amphibians and Reptiles). Republic of Turkey Ministry of Environment. Ankara.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1