Ne baş e bextreş bî lê baş e bextreş bûbî.
Georges Brossin de Méré

Kêf jiyanê dirêj dike; xem derd û kulan dide.
pendek çînî

Rondik qedera mirovan in.
Vergilius Maro

Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin.
Marcus Tullius Cicero

Di girî de cûnek zewqê heye.
Ovidius

Kêf avis dikin, xem diafirînin.
William Blake

Lezetek hind mezin bû ew kurkkirina xeman di dilî de ku wî nedihêla ti xweşiya dinyawî yan kêfek dî wê rawestîne.
Mark Twain

Kêfxweşî bo bedenê baş e lê xem hêzên giyanî pêş dixe.
Marcel Proust

Xem me hemiyan dîsan dike zarrok.
Ralph Waldo Emerson

Bi xemên zarrokan nekene. Hemî êş û azar wek hev in.
Charles van Lerberghe

Ciwanî rondikan dinase bêyî xeman, pîrî xeman bêyî rondikan.
Joseph Roux

Nîne roj bê xem.
Lucius Annaeus Seneca

Xem mirovan bi cidî dide pûnijandin, têgihiştinê tûj dike û dilî dinermîne.
John Adams

Her dilî xemên xwe yên nehînî hene ku xelk nanase lew em pirrî caran dibêjin filankes sar dema ew bi rastî xemgîn e.
Henry Longfellow

Gelek kes bawer dikin ku xem beşek ji xweşiyên jiyanê ye.
Soren Kierkegaard

Nîne mezintir êş û azar ji hindê ku mirov di hejariya xwe de rojên xwe yên xweş bi bîr bîne.
Dante Alighieri

Xema borî zewq e.
Thomas Fuller

Şirîn e zewqa piştî xemê.
John Dryden

Li Xemistanê em hemî bi tenê ne.
May Sarton

Kesê pirr êş kişandiye, pirr fêr bûye.
stiranek Roland

Xem hişmendî ye.
John Keats

Xem bo me hişmendî ye.
Alfred Tennyson

Xem rastiyan nîşa me dide wek çawan şev jî stêran.
Philip James Bailey

Ma dê çi ji xewnên têrxem bo te bimîne ger jê hişmendiyê fêr nebî.
Maria Jotuni

Dilê min hind bi xemê hatibû dagirtin ku min dikarî hemî bajar pê bixeniqînim.
Harriet Beecher Stowe

Xemgîniya bêdeng ji hemiyan xeternaktir e.
Jean Racine

Xema ragirtî dilî dipeqîne.
pendek inglîzî

Dilê xwe nerm bike bi vegotina belaya bûye qedera te çiku veşartina kul û kovanan di avika xwe de dikele û difetise.
Publius Ovidius Naso

Tenê ew kes, yên ku fêrî nasîna xemê bûne, dikarin wê li gel xelkê parve bikin.
Sofokles

Dê siviktir bibe li te barê xeman ger te heval yan hevrêyek guhdar hebe.
Kallimakhos

Derman e parvekirina xeman bi heval û hevrêyan re lê xemên di dilî de veşartî ducarî xeman peyda dikin.
Edmund Spenser

Giriyê xwe nefetisîne!
Thomas Moore

Xeternak e xwe biavêjî ser text û kursiya xeman.
Henri Amiel

Xema min keleha min e.
Soren Kierkegaard

Xema me resen e ger kes ne şahid be.
Martialis

Bo xemikên sivik peyv pirr in lê peyvek jî peyda nabe bo kul û kovanan.
Samuel Daniel

Belayê em ji miriyan veqetandin û li gel yên sax kirin yek.
Juhan Viiding

Sarî û terkexemî bi asanî peyvan dibînin lê dostiya resen bi zimanê xeman û bêdengiyê dipeyive.
Jean-Jacques Rousseau

Ya herî giran xemgîniya bi tenê ye.
pendek frensî

Mirov dê neçar bibe jiyanek bêkêf bijî ger bikare bêxem bijî.
Publius Syrus

Xem her saetekê dikin deh.
William Shakespeare

Derd bi xwe derman e.
William Cowper

Dibînim ku xemên mezin derdên biçûk derman dikin.
William Shakespeare

Ji felsefeyê li dermanê derdan digerrim.
Marcus Tullius Cicero

Bo belayan felsefe vexwirakek derman e.
William Shakespeare

Nîne derd yê dem venemirîne.
Servius Sulpicius

Nikarî nehêlî firrindeyên xeman di ser serê te re biborin lê dikarî nehêlî ku ew hêlîna xwe di nav serê te re çêkin.
pendek çînî

Okyanos ne bêqirax e - xem jî ne.
Thomas Cambell

Nîne ti tişt yê nikare bibe sedema hem xeman û hem jî xweşiyan.
Lucius Annaeus Seneca

Xem tenê siya kêfê ye; kêf tenê rûpoşê xemê ye.
Laotse

Kêf û xweşiyên xwe çend xerc bikî, hind zêdetir bo te dimînin.
Ralph Waldo Emerson

Gelek mirov hind kêrxweş in hindî ku ew biryar didin ku kêfxweş bin.
Abraham Lincoln

Bawer bike kêfa resen tiştek cidî ye.
Lucius Annaeus Seneca

Divê bi cidî li tiştekî binerî ger bixwazî hin kêfê peyda bikî.
Oscar Wilde

Dibe salê carekê mirov heyto-hotê jî bike.
Aurelius Augustinus

Tenê kêf malê resen e, tiştên dî sexte ne.
Edme Boursault

Bêsûdtirîn roj ew e ya em nekenîbin.
Charles Field

Kenê zelal tenê ji kesên ji reh û rîş ve qenc tê.
Nîkolay Gogol

Ger li vê dinyayê xweşiyek hebe, bi wî kesî ye yê dilpak.
nenas

Jidestdana kêfê jidestdana hemiyê ye.
Stevenson

Ax ca çend watedar e ken! Ew kilîlê nivîsên nehînî ye, bi wî em her tiştê mirovî dinasin.
Thomas Carlyle

Baştir e ne li ser girî lê li ser kenî bêt nivîsîn ji ber ku ken taybetmendiya mirovan e.
François Rabelais

Enerjî kêfxweşiya herherî ye.
William Blake

Mirrûtokî ne ti dîn û ayîn e. Reftara xweş û bişir û girnij Te nêztirî Yezdan dikin, pirrtir ji dua û lava bikarin.
Swami Vivekananda

Bidestxistina kêfxweşiyê bi berxwedanê baştir e ji hindê ku radestî xeman bibî.
André Gide

Gul û firrinde mamosteyên şadiyê ne.
Soren Kirkegaard

Şampanya, muzîk û jina yê cîran.
Lord Byron

Xelkê kêfxweş bike û dê bibînî ku bi xwe jî kêfxweş dibî.
Friedrich Vischer

Hin kes kêfê parve dikin, hin jî wê diafirînin.
nenas

Rexek dinyayê nikare di kêfa rexê din bigihe.
Jane Austen

Li ber mirovan du rêç hene. Piştî pûnijînê yê hişmend rêça kêfxweşiyê dibijêre, yê bêhiş rêça zewqê.
Katha-upanishad

Ax ca çend baştir e ji kêfxweşiyê bikenî, ne ji girînê kêfxweş bibî.
William Shakespeare

Giriyê mirovan baştirîn mafê wan e.
Jacques Delille

Xemên sivik dengbilind in, yên giran lal in.
Lucius Annaeus Seneca

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]