MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Reûf Bêgerd: Teqîn
  • Jiyanname: Şînî û şadî

  • Teqîn
    Reûf Bêgerd


    Nizanim ji kû dest pê bikim û çawan dawiyê li vê nameyê bînim! Belkî bi te namenivîsîn wek vexwarina avê yan kişandina hilmê asan e. Herçi ez im, ew ji min re mîna pêl û zivirokên deryayan ji avjenînezanan re ye. Ku name ji te re dinivîsim, ji her tiştî vediqetim, tenê ew ji min re dimîne ku hê zêdetir ber bi kûratiyê dadiçim, bi çûna mirovek destgirêdayî, bi kevirek giran ve bestandî ku ji jor ve berev binê deryayê tê avêtin.

    Ku name ji te re dinivîsim, li ber çavên min dibî sawêrek spî, berê xwe bidim kîjan alî, tu her lê yî. Yan dibî pênûsa di dest min de û hemî peyv û hevokên min yaxî û serberedayî dikî. Geh rengek î li nav daristanek dûr, deng vedidî, geh li çolistanek hişk û ziha li ber çavên min dibî av. Ez jî gavên xwe yên rêwenda bi dû te radikişînim û şopek zirav û nerêk li ser xîz radixîçînim. Dikevim, xwe digihînim kinarekê û li wir mit û bêpêjn dibim. Hingê hest pê dikim ku di navbera min û te de çolek bêdengî û biyaniyê heye. Mirinek hêdî-hêdî xwîna me dirêje ser xîz û qûm û xwîn jî çipe-çip di xîz de dadiherike bê ku xîz hest pê bike yan rengê xwe biguherîne.

    Bi şevan di odeyek 3x4 de bi tenê hildikurmim. Maseyek û du kursî, kitêbxaneyek û du guldank, wêneyek Sokrates û du tabloyên siriştê. Pencereyek ber bi wî baxçokî yê tu li bin tekane darbiya wî rûdiniştî û pirr dipûnijiyayî. Diyar e te gilî û gazinên xwe û wê dikirin. Tavilê çavên te dibûn deryayek şîn ya li qiraxên wê çeq û gupikên çendîn daran dikevin lerizînê û bi pêlekê dadiçemin û dadişkên lê bi veçopirîna pêlan ve dîsan serê xwe radikin û lûtkeyên wan digihin ber perrên esmanan. Di wê deryaya şîn de hemî raz û nehîniyên vê jiyanê tên dîtin: helbestên Homeros, kevirên Sîzîf, xewa Lincoln, xencereya Protos, qedeha dawîn a Sokrates û çiyayek gupika wî datewî. Jixwe tu dizanî ku tu tek hilm û henaseya germ bûyî di vê odeka sirr û sar. Carinan bişir û girnijek diket ser lêvên te lê min nedizanî ka çirûskek şadiyê ye yan xemek hemereng e. Min dixwest bibim hevalê bişirek rêving lê bêhemdî xwe neçarî pûnijîn û kûrramînê dimam. Ku çi davek pirça te biketa ser çavan, min dixwest bi hilmekê bidim aliyekî... Ey firişteya xemên vê odeya sirr û sar, tu li kû yî? Yan tenê mayî kaxezokek di nav berîk û cêba rêvingekî de qurmiçî û lewitî? Ma tu nizanî ku ez jî bûme nûçeyek bêmanşet û ti kovar û rojnameyên vê serdemê min nagirin nav xwe. Bi roj giyanê min hedan û aramî nîn e û bi şev gavên min sist û betilî berev têkçûnê dimeşin. Ey firişteyê germî û ronahiya odeka min, niha ez û tenêtî û sarma ne, sar e mîna zarokiya min, sar mîna şevên çiyayên welatê min. Tenêtiya min darek veder û varê ya çeq û çiqil şewitî ye li çol û biyabanekê. Ma di vê odeka sar û xalî ve ji bilî te kî bê bîra min? Ez dê bimirim û kes dê deriyê min nequte; ma kî li deriyê bêwelatek wek min dide? Rondik dikevin çavên min, dibin çip û dilop û digihin ser gep û alekên min. Ev girîn hevalek dilsoz û wefadar e, di dema xwe de tê. Dema dilop pirr dibin û gurr datên, çêj û tamek taybet didin giyanê min. Ku gewriya min ziwa dibe û sûravk dikeve ser lêvên min, bi hezaran yên mîna min kole û dayik û dezgir û evîndarên tenêtiya min tên bîra min, bîra cengawerek bi tenê, zindaniyek bi tenê, awareyek bi tenê... Tenêtî û girîn du hogirên dildarî hev in. Ez her şev, her roj pêşwaziyê li wan dikim, ew jî xwe diavêjin koş û hemêza min. Ew bi ser min de û ez bi ser wan de em digirîn ta em her sê dibin yek û bi hev re tabloyek gir û gewre çêdikin, tabloyê min û rondik û tenêtiyê.

    * * *

    Di vê dûriya ji te de bi şev reşeba û ziryanek li min dide, dibe seyên har û direyin, se û kûçik min dorpêç dikin, bi kelbedidan û pencên xwe yên dirinde û çirrîk tên min, goşt, hestî, demar û masûlkeyên min dikevin erdê û di xwînek gurr û geş de digevizin, mase û kursiyên min sor dikin. Çavên min jî dibin govanên mirinek nimûneyî ku sedema wê tenêtî û xerîbî ye... Se pirr-reng in: reş, spî, boz, hin têrpûrt in, hin rût û bêgoşt. Odeya min tijî kûçik dibe. Hewar dikim lê dengê min nagihe kesî yan jî kes nîn e li hewara min bê. Ez li ber xwe didim, wek her candarek vê dinyayê yê li ber têkçûnê ye lê bi qîjîn û lezgînî berevaniya mana xwe dike. Pencên min tûj û kulm û mistên min kujende û mergayî ne. Diwestim lê xwe radest nakim; manê tu dizanî ev se dê çi bînin serê min! Radibim ser xwe, dizanim ku xwe diavêjim hemêza mirinê û ti tiştek min jê venade. Çavên xwe yên liyanbêj û duaker li alî digerînim: dîwar li min teng dibin, reyîna seyekî di mejiyê min dibe hilteqîna volkanekî, hildikeve û bi dîwarên min ve tê. Diwestim û dadikevim, bêpêjn dibim, vedimirim, wek vemirîna pêtek sor yê agir, mîna darijîn û xuricîna stêrekê, ta dibim xweliyek sar şibî odeyê... Ey firişteyê germî û gurriya vî dil û hindirî, ku li vir bûyî, ez û odeka min baxçe û gulên rengîn bûn. Niha jî va ye ez û odeya min, de tu li kû yî? Mayî? Yan kaxezek î di berîkek xuhdayî ya rêvingek westî de û hêdî-hêdî peyvên te jê diçe?

    * * *

    Ku te destê xwe dixist bin erzînka xwe û cigareyek vêdixist, dibû bêdengiyek tirsnak û dibûm bendewarî bahozek nedemî. Tu birkavek kûr bûyî lê çirûsk ji çavên te dibarîn. Xweliya di teblîka li ber te mîna tirsa min zêde dibû. Ji bêçaretiyê min xwe dispart mey û pênûs. Tenê min hingê serê xwe radikir û bala xwe dida serûçavên te dema min qedeha xwe radikir ber devê xwe. Pênûsa min mîna çavên te û giyana min ya hejayî germ û gurr bû, wêneyê me herduyan û vê gerdûna geremolî dikêşa û ez jî pê qane dibûm. Bi qedeha sêyem hefsarê ser û pênûsa min ji dest min derdiket. Te hevrikî bi min re dikir û ji min re digot:

    - Serxweşî hestkirina bi çi ye?

    - Hestkirina bi hebûna xwe, bi wan rastiyan ên wek din nakevin dest min.

    - Çima vedixwî ta ku bikarî bibêjî: ez jî heme?

    - Belkî...

    - Bêyî vexwarinê jî her heyî, diramî, dinivîsî û ji min jî hez dikî.

    - Ev jî beşek in ji tiştên din, ma çima nabe mirov ji gelek aliyan ve hest bi hebûna xwe bike?

    - Gelo ma ev ne êdî xweperestî ye?

    - Dibe ku xweperestiyê du wateyên cuda li bal min û te hebin. Tu ji serxweşiya min hez nakî, dizanî ez te dorpêç dikim lê herçi demên din in ez mit û bêpêjn im pêşberî te.

    - Serxweşî û nivîsîna te jî tenê ji bo dagirtina valatiya te ye.

    - Her tiştî hesta xwe ya taybet li cem mirov heye. Mirov hene bi zengînî û jin û zarokan hest bi hebûna xwe dikin. Pirraniya xelkê dikare bigihe wan tiştan lê kêm kes dikarin bibin fîlozofên gir û hunermendên bilîmet û nivîskarên behredar. Hesta hebûnê di van de bitamtir e.

    - Tenê ew?

    - Çi dî?

    - Pa her kes dikare bibe dildarek mezin?

    - Mebesta te dildarek çawan e?

    - Dildarê reh û axê, sirişt û bedewiyê, Spartakos û azadî, Şirîn û Ferhad.

    - Pa tu bi xwe? Diyar e te şikek heye?

    - ...

    - Çima bêdeng î? Gotinên te car daristanek bêdeng in û tavilê tûfanên dijwar in. Pa çima basa dildariya min a mezin nakî?

    - Ez jî di vê de hest bi hebûna xwe dikim.

    - Bi min tu tenê mejiyê min reş dikî û çêj û tamek xweş ji kul û derdên min distînî.

    - Tu jî her wisan î. Binere, em hemî xwe rast û pak dihesibînin tevî ku em mijûlî çi bin jî.

    - Ji bilî te, kes min nawestîne lê nikarî vê rastiyê mandel bikî.

    - Kîjan rastiyê? Pirrî caran sed rûyên rastiyê derdikevin û yek jî ji wan ne yê rast e.

    - Rastiyên min di çavên te de ne, hemî tiştî di wê neynik û awêneyê re dibînim ya tu tê de yî.

    - Dildariyek naşî û cahilane ye.

    - Nikarim xwe ji wê dildariyê vebibirrim ya bûye xwîna nav demarên min.

    - Tu mîna kesên nav çîrok û romanan bi min re diaxivî, ew geh fîlozof û geh jî qeşmerokên bêwate ne.

    - De ka îca kî ji te fam dike?

    - Tenê dildariya min li te bûye seyr û sosretî, ez jî hest bi hindê nakim ku tu wek mirov ji min hez dikî.

    - Carinan tiştek, tenê tiştek dibe pirsgirêka hemî jiyanê. Ma tu nabînî cengawerek, azadîxwazek bo dildariya xwe dev ji hemî tiştê xwe berdide?

    - Tu dişibî wan evîndarên romantîk yên bi girîn û nalîn serikê xencereyan digihînin ser dilê xwe.

    - Di hemî tiştî de romantîk bim jî, di vê de na çiku li bal min tu ji takemirovan mezintir î, tu rastiyek î ku dixwazim bigihimê.

    - Madem te wa ye, ez û tu du tişt in ku li hev nakin ji ber ku ez wek mirov bi gel te re didim û distînim. Madem wa ye, çima derewan li gel min dikî?

    - ...

    Min firra dawîn ji qedeha xwe daqurtand û çavên min ketin ser hev. Bênek tûj a dûkêlê cigareyê giha ser poz û difina min û berev cegera min daket bedena min.

    * * *

    Yekem car û dawîn car bû sîngê min ji xwe re mîna rêborekî bikî warê bênvedanê, xemên min bikî çiraxan, pirç û pora te ji tilên min re bibe hêlîn ku tê de mit û bêpêjn bibin û bikevin xewek giran. Hestek şermîn û xweş mîna hespek bizdonek ez digirtim. Germayiyek bişewat û sojînok bi ser leşê min de hat. Min xwest bibim parçeyek sehol û qeşa û dîsan bihelim, mîna helîna findekê. Ode tam aram û hêwir bû û çavên min jî li bin banê wê mat û ecêbgirtî mabûn. Te got min:

    - Te çi ye? Raman û pûnijîn gelek kesan ber bi mejîreşiyê dibe.

    - Pûnijînê serek din jî heye, kêrek dudevî ye. Lê tu çima li gel min ji bilî çirûskekê, pêtekî ne tiştek î?

    - Çawan wa ye? Va ye mirovek sade û asayî me û li rex te me û destê te li ser pirça min e. Min jî serê xwe daye sîngê te yê germ. Tu çi din dixwazî?

    - Sîngê germ ê çi? Piştrast im ji min dûr î, tenê leşê te li vir e.

    - Dûriya çi? Tu bi çavên xwe dibînî.

    - Giyan ronahiyek yezdanî ye û hemî jiyanê, hemî vê gerdûna geremolî ron dike lê leş tenê qoqelkek xirş û xalî ye.

    - Eger ez ne bedew û delal bam, te dê bihişta li gel te bim?

    - Nizam, tenê hindê dizanim ku dildariya te bahoz û ziryanek e û ez jî gumtilkek berfê yê beredayî me. Min kû ve bibî, li ber bextê te me.

    - Ji pirsa min nereve. Eger bi bejnûbal, bi serûçav kirêt bam, te dê ji min hez bikira?

    - Min ji te re go nizam. Dildariya min bi bejnûbala te mezin e.

    - Di xwe re nabînî bibêjî e yan ne.

    - Dikarim di heman demê de bibêjim herdu jî.

    - Ne... nikarî... dizanim ku dê piştî kêlîkekê poşman bibî, tu wisan rahatî û elimiyî.

    - Çima na? Ez jî yek ji wan bi hezaran belê û nexêr'an im, êdî çima ji min natirsî?

    - Dema serxweş dibî, raz û nehîniyên te di çavên te re derditeqin. Wisan hest dikim ku hemberî bûkeberfînekê rûniştime ku hilmên germ dikarin wê bihelînin. Ma çi ji wê asantir heye?

    - Wisan xweşbawer jî nebe.

    - Na... ez ji xweşbaweriya te ditirsim.

    - Bi milyonan mirovên mîna Rousseau hebûn û hene tevî ku kes wek wî ne rastgo bû. Ma kî li vir derewan nake? Tu jî.

    - Ez çima?

    - Li vir î û ne li vir î.

    - Tu marek qerimî yî. Dema tîroj li çavên te dide êdî...

    - Dibe her qerimî bim. Dema tîroj jî li min dide, kêz û margîsok di ser min re tên û diçin. Kî dê xwe ji min bide paş û perwa bibe?

    - Dibêjî qey felekê xezeb li min barandiye.

    - Hinde jî reşbînî?

    - Yê ji te hez bike, dê bikeve ber bi sedan pêl û gerdav û zivirokan, di encamê de jî mîna min...

    - Bes e, mar jî hind ne bijan e.

    - Baweriya te bi jana dildariyê nîn e. Pirrî caran dixwazim wan zarokên gelek jê hez dikim bigirînim.

    - Pa ew margîsok û kêzik te naêşînin?

    - Destê xwe bi serê wan de tînim.

    - Vêca Mesîhek î û avê jî şêlî nakî.

    - Wî jî dabû pey dildariyekê.

    - Tu zanî niha çavên te dişibin wê deryaya şîn ya hêwir û bêbizav in û tenê stêrên geş ên bêniqsan tê de dibiriqin.

    - ...

    Demekê me hay ji xwe bû ku hewayek sar em nêzî hev kirine. Rabû, rûyê xwe li min tal kir û ket pûnijînek kûr. Ji min re got:

    - Pûnijîn gelek mirov berev xwedayiyê dibe.

    Çav lê bûn pêt û rû li min sot. Bê ku ti bibêje, bû bahozek dijwar û bo cara dawîn ji odeka min derket.

    * * *

    Ey firişteya odeya sirr û sar a mijê girtî, hogira şevên min ên bêkesî û bêhêvîtiyê, niha li kû yî? Mayî? Yan jî rêvingek westî û betilî yî û bêşiyan î? Li kû yî, daku gilî û gazinên xwe yên nû ji te re bibêjim? Da çavek din li dilê min bigerînî û kul û kovanên min bijimêrî. Dem li birînên min rawestiye û kewan û hewan ji wan re nî ye. Niha sîsirrk û margîsok pirr in, ji berê pitir in; se û kûçik direyin û gef û hereşeyên mirinê li min dikin. Hingê me bi gilî û gazinên rojê, bi axîn û nalînên nav vê odeka kirr û bêpêjn, bi du awir û nîgayan ev gerdûn li gulolikekê dialand; me basa xewa nav daristanek çirr û asê, kaniyek ji reh û rîşên çiyayan hildizê û gupik û lûtkeyek kulavberfîn dikir. Lê niha ez tekçeng im, dişibim kevokek baskşkestî ya çavê wê li refa kevokên hilfirrî yên hevalên wê dikeve ku berev aso dûr dibin, hildikevin û datên ta ji ber çavan wenda dibin.

    Kevoka me jî piçekî dilive, radiweste û çavê xwe digerîne, ber bi esmanan û lekeyên ewran, berev rizde û zinaran, paşî darek berz û bilind a destê nêçîrvan jî mîna çengê wê yê şkestî nagihiyê; radiweste û hildiceniqe, westî û kerrixî ye û baskê xwe yê şkiyayî bi erdê ve radikêşe lê ne hevalek û ne jî hogirek jê re maye. Li vê dinyaya erjeng û samnak tirsa merg û mirinê wê di nav tirraşekê re mit û bêpêjn dike. Çavên wê dikevin ser hev û hemî vê yekê ew dîsan di xew de dibîne. Di vê bê-tu-yiyê de ez ev kevoka ji refê vemayî me. Tenê tu dikarî bê û çeng û baskan bi min ve çêbikî daku berev gelî û newalan hilbifirrim. Ê tu niha li kû yî? Gelo pirça te ya boş her wek xwe maye? Çavên te her ew deryaya mezin in? Bêna te her xweş e yan bûye bêna xuh û xwêdana hişkbûyî? Ê kî dê peyamek te bigihîne min? Tu bi xwe bûyî nûçeyên vê serdemê lê her nagihe min agayek ji te. Çavên min bi bendewariyê qerimîn.

    Lê dizanim ku peyamên qeza û belayan dema hatin li pey hev tên. Lew destê min li ser dilê min e, çavên min gir dibin, dibin çavên bajarekî, welatekî lê her te nabînim. Min xwe amade kir bo koçekê, bo barkirinek nû. Bi rê ketim lê di bênvedana yekem de li kinarî rûbarek bêpêl rawestîm. Min çok da erdê û wisan hest pê kir ku bi rûbar û xweda û heyv û stêran re bûm yek û bûm giyanek nûranî. Siriştê ez sermest kirim. Ku hatim ser hişê xwe, dilopek avê bi qepaxên çavê min ve zeliqîbû. Ku min çavên xwe vekirin, tu sawêrek spî bûyî û bi nik min ve dihatî.

    - Hemû vê zeviyê çima dipîvî?

    - Ez tenê sawêrek im.

    - Bi çav jî te nebînim, bûyî beşek ji min, pişkek ji hebûn û mana min. Di xwe de te û di te de hemî vê dinyayê dibînim.

    - Bimire û bi xwe re kul û derdên xwe binax bike.

    - Ketime pey sawêr.

    - Ji hemû vî agirê gurr sawêr vêca kêm bû?

    - Bêhêvîtî û tawan, tirs û tenêtî, xerîbî û bêsebrî, dilreqî û xezeb, birs û çewisandin, nepakî û nemerdî. Tevî van jî hêviya xweşbextî û dilpakiyê, rastgoyî û camêriyê, xweşbînî û zimanxweşiyê, bişirîn û dildariyê, dilovanî û mihrevaniyê heye. Bi min wa ye ku bûyerek her dê biqewime, tiştek dê her di dilê sîsirrk û margîsokan de jî biguhere, bûyerek mîna teqîna agireçiya û volkanekî, maden û kanzayekî, dê gelek axa genî û kevirên fistewî binoqîne û binerd bike.

    - Geşbîniyek xirrexavik û gelorane ye, wek din gerîna li hin tişt gerîna bêwec û bêmifa ye.

    - Gernasî û nemiriya mirov di hindê de ye ku dildariyek hebe ji ber ku ew jiyanê li ber mirov xweş dike û li dijî mirinê di rik diçe. Hin car ew dildarî asê dibe û carinan jî mîna meşîna li kolanek xalî jiyanê asan dike. Ew mirovê dê hema ji birsan bimire, hê jî di çavî de çirûskek heye û dixwaze bijî, dixwaze li ser rûyê vê dinyayê cihek xwe hebe, ji meziniyê hez dike, dixwaze ku dema xelk biçe ser gorra wî jê re bibêjin: "Bi rastî ev gorra wî ye!". Dizanim kes hene mişk in, kulî ne, gurên birçî ne lê ta mirinê pêlavekê nake piyan, cilekî lê nake. Hin caran mirov perîşan dibe lê gelek caran mirinê şermezar dike. Ev raz û nehîniya mezinahî û gewretiya mirov e, ev e raza didin pey lê şopa wê nayê dîtin.

    Tu bûyî çirûskek û zû ji min borî?

    * * *

    Tevî ku li koçek bêpeyam yî jî, lê te şopa xwe li ser wê rêyê hiştiye ya rêving taze lê meşîne. Arezûyên min jî bûne şopgir û gavên xwe dane dest rêyek bêqonax û serdemek bêdawî. Di vê odeka sar ve ji bilî wê şopa te, ne dengek, ne stranek rêvingek rêhinda, ne du dilop barana şevek payizê ku li cama pencereya min bidin û bêpêjn bibin nîn e. Hemî tiştên odeka min, pirtûkxaneya min, kursî û sendeliyên min, şewle û gulopên odeyê, serê mezin ê Sokrates jî, tozgirtî ne. Di wî serî re ez xwe û te jî dinasim. Lew ji mirinê narevim; eger birevim, di hemû tiştî de derew dikim. Di vê tozgemorkê de daran destên xwe yên rût berev esmanan dirêj kirine û bendewarî baranekê ne. Ey barana vê zeviya şeq-şeqbûyî vejînî, dê kengî bibarî? Kengî li nîveşevek payizê dê bibî hevala tenêtiya min û li derî û pencereya min bidî? Gelo hingê ez dê hest bi çi bikim? Wê şevê ez dê xwe bidim ber lehî û taviya barana payizê, mîna gul û giyayê beyî, pel û kulîlkên çilmisî, çel û ferşên tozewî. Tu dê bibî ew şeva payizê ya ji hemî şevên werzên din li min xweştir e. Birûsk û çirqînên ewran, şirrîna baranê, hejîna daran, zenga karwanek rêşaşkirî, şingîna pencereyekê, xatirxwestina refek qaz û qulingên koçer, nalîna wawikek bi şev lomedar û heyvek car-car serê xwe di nav lekeyên ewran re dertîne. Vêca nizanim ka ez dê bi van re bimirim yan vejîm, nizanim ka îca ez dê ji şiyan û taqet bikevim yan destên min ên sist dê xurt bibin û van bîr û yadgaran biparêzin.

    Firişte can... salên tirsnak û erjeng ên temen û jiyê min pirr bi lez tên û diborin lê xelas nabin. Demsalên wan hêwir û aram in, di odeyekê ve, di gorrekê de, ji bilî bêdengiyê ti li hewara wan nayê. Salên min dişibin dûkêlek zirav yan rêçikek êdî kes pê ve nemeşe yan kolanek çol yan gundek hetahetayî raketî. Min di vê gorrê de guhê xwe daniye ser dilê kevirên bin serê xwe. Wa hest pê dikim ku wan jî dilek heye lê dide. Lêdana wî basa dildarî û nemirî, qala rûbar û çiya û şevên payizê dike. Ez û ew hev hemêz dikin, gilî û gazinên xwe ji hev re dibêjin, em bendewarî kesek mîna xwe ne, bendewarî te ne. Tu carekê bûyî mêvan û te odeka min tijî heyv û stêr kir. Tek carekê te hilmek xwe li min kir û tu çûyî û êdî venegeriyayî. Ev mirovê kolewar, ev welatê biçûk bendewarî te ye... Ê tu li kû yî! Mayî? Xweliyek germ û sawêrek spî yî? Yan nameyek î ku di paxilekê de hêdî-hêdî peyvên wê jê çûne û xuh û xwêdanê reş kiriye? Çi bî jî, guh û çavên tev welatekî li te ne, ta tu neyê, ne bişirek dikeve ser lêvan û ne jî awazek şadiyê dixe dilî. De were, zû were, aniha jengê em girtin û mirina newext em dorpêç kirin.

    1985

    ji soranî: Husein Muhammed, 1/2003

    Çapa orîjînal: Teqînewe

    ____________________________________

    Ev çîrok di Antolojiya çîrokên kurdî de jî derketiye

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1