MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Ziman
  • Ferheng: soranî - kurmancî -Mm-

  • Ferheng: soranî - kurmancî
    Daner: Husein Muhammed: [email protected]


     

    Mm

    -m, -m- 1) min: dembînin min dibînin, dembîna min didît 2) -(y)a min: malekem mala min; -(y)ê min: espekem hespê min 3) (ez ...) me: Min mamostam Ez mamoste me

    ma (çiyayê / girê / zûrê) rût

    ma- ma-: maker maker, kera mê, dw nêreker; mê-, -marî: makew mêkew, kewmarî, dw nêrekew

    maç maç, ramûsan, ramîsan

                ~ kirdin maç kirin, maçî kirin, maçandin, ramûsandin

    maçe I hêstira mê, qantira mê

    maçe maçe, qeremaç(e), yek ji çar cûnên kartên kumkanê (lîstika kartan) e

    maçekî bn maçe

    maçmaçên hevmaçî, maçkirina hev

    maçûmûç maçûmûç, hev maç kirin û xwe li hev alandin

    mad bn mîd

    madde bn made

    maddî bn madî I

    made I 1) made, madde, bend, xal, paragraf 2) mijar, babet 2) made, tişt, materya

    made II berdesk, pate, tişta nanpêj hevîrî datîne ser û diavêje tenûrê

    made III pên, pehîn, pêhn, çift, refes, zîtik, zîçik, lêdana bi piyan / lingan

    maden kanza, maden, bn kanza

    madeperist madeperest, materyalîst

    madeperistî madeperestî, materyalîzm

    mader mader, mak, dayik, dê, deyk, da, bn dayk

    maderza zikmakî, xwezayî, xweriştî

    madeyî bn madî

    madî I madî, diravî, aborî, pareyî

    madî II medî, bn mad

    maf maf, heq: Azadî mafî her gelêk e Azadî mafê / heqê her gelî ye; par, behr: Mafit bem pareye niye Para / behra te di vî pareyî nîne; têkilî, pêwendî, pevgirê, pabendî: Mafî be ser qisekey minewe niye Ti têkilî bi gotina min re nîne

    mafûr mehfûr, merş, xalîçe, berrik, hêsîl, lop, mişot, mêzer, sucatk, xawlîçe

    mahek mahek, navê êşekê ye (ing. mumps, parotitis)

    mahî mahî, şaxên fîlan; tiştên ji şaxên fîlan hatine çêkirin yan bi wan hatine xemilandin

    mahîzerd gupik, gupîtk, lûtke, serê çiya, bilindtirîn cihê çiya (t yên rût ango yê ti tişt lê şên nabe)

    mak 1) mak, dayik; mak, kan, serekanî, cihê yan tiştek tiştek jê tê yan çêdibe 2) mak, gewer, bûnewerî, sirişta rast ya tiştekî ango ne tenê xwiyanga wê / wî 3) zêdeêş, pêveêş, komplîkasyon, êşek biçûk ya li gel êşa serekî ye

    makaw 1) makav, serekanî, ava serekî 2) cûnek şorbeyê ye

    maker maker, kera mê, dw nêreker, kerê nêr

    makermele xweşirînkirin, xweşirînkirina li ber dilê kesekî

    makew mêkew, kewmarî, kewa mê, dw nêrekew

    mal I mal, xaniyê / cihê malbatek lê dijî

                ~ be qur girtin mal (li kesekî) wêran kirin, ziyan(ek mezin) gihandin kesekî; Mal be qur gîrê, bo wat kird? Malwêran, te çima wa kir?

                ~ birîn (bo diziyan / xirabiyan) ketin malekê

                ~ û minal bn malûminal

                ~ xistin mal dan, barê mala xwe danîn û li cihekî bi cih bûn

    mal II mal, malûmilk, heyîn

    malat pez, koma mih û berx û beranan; terş, koma karik û bizin û nêriyan

    malawa: ~ bît! Malava (bî)! Mala te ava be! Bi xatira/ê te!

    malawayî xatirxwestin:

                ~ kirdin xatir xwestin Malawayî lê kirdîn Xatir ji me xwest

    malbend 1) malbend, bênvedangeh / rawestgeh in li ber rêyên karwanan 2) der, dever; war, welat 3) navend, cihê girse / gel lê dicive, meydana bûyeran

    maldar maldar, zengîn, dewlemend

    maldarî 1) maldarî, rêveberiya / karûbarên aboriya malê 2) maldarî, zengînî, dewlemendî

    malewe 1) malve, berev malê, ber bi malê ve: Eçim bo malewe Ez ê bi nik mal ve biçim 2) malbatî, ehlê malê, kesên ji malekê: Malewe çon in? Malbatî çawan in? Zarrûzêç çawan in?

    malewênçe cûnek giya ye

    malewmal mal bi mal: pişkinînî malewmal (lê)gerrîna mal bi mal

    malî xwemalî, xumalî, yên malê, malî; kedî, kehî, dw kûvî, kovî

    malîn malîn, maliştin, (bi firçeyê / gêzîk / motorê gilêşî) paqij kirin

    maloçke xanîk, mala / xaniyê biçûk û bêserûber

    malos mahû, beraza mê, mehû, mawî

    malran hatin malîn / maliştin

    malû bangurrdan, bagurrdan, mangêrr, mehlî, tapan, şûnkê serbanan, bangurrdank, alavek e li ser banan tê gerrandin daku ban bihêz bibe û dilopên avê tê neçin mal ve û malê şil nekin

    malûm malim, serekên dînî yên cihûyan (li şûna melayên misilmanan yan qeşeyên fileyan)

    malûminal zarrûzêç, erzûeyal, jin û zarrok

    malwêran malwêran, malkembax, malxirab, xwelîser

    malwêranî malwêranî, malkembaxî, malxirabî, xwelîserî

    malxo lêzim, dost, kesek ku ji malbatê tê hesibandin. (Agadarî: Di kurmancî de "malxwê" tê wateya "xwediyê / xudanê / zelamê malê"

    malyat maliyet, berhem, hate, dahate, kar, qazanc

    mam mam, ap, am, birayê babê yekî

    maman pîrik, jina di welidîna / çêbûna zarok de alîkariya diya zarok dike

    mambirayîme cûnek tirî ye

    mame mamo, apo, amo

    mamele bn mamile

    mamexeme xalxemo, kesê pirr xeman dixwe

    mamik mamik, tiştonek

    mamil mamil, mi'amil, kesa/ê bi berdewamî bazirganiyê / ticaretê li gel kesek din dike

    mamile mamilet, mi'amilet, bazirganiya / ticareta berdewam di navbera du hevpeymanan de

    mamilepeşîmanî pêşînat, beşek / pişkek ji bihayê tiştê dê bêt kirrîn ku yê bikirr dide yê firoşer daku ger yê bikirr paşî li bazara xwe poşman bibe û nexwaze tiştên sparişkirî bikirre hingê ev pişka / beşa pare bo yê firoşer bimîne

    mamir mamir, mamirk, mirîşkên ciwan, mirîşkên dê di nêz de bigihin jiyê / temenê hêkkirinê

    mamiz xezal, bn ask

    mamîl bn mamil

    mamîlan cûnek giya ye

    mamîran bn mamîlan

    mamk bn mamik

    mamleçûqe kum, kulav, t yê bi saqo / qapût ve

    mamnawendî navincî, tiştê ji mezinatiya / başiya / jêhatiniya xwe ve ne pirr mezin / baş û ne jî pirr biçûk / xirab

    mamo bn mame

    mamojin jinmam, jinap, jina mamê / apê kesekî

    mamosta mamoste, mamhosta, fêrker, dersdêr, wanedêr, hînker, kesa/ê dersan / waneyan li dibistanan yan fêrgehên din dide; bernav bo kesên xwenda / zana

    mamostayane mamosteyane, mîna / wek mamosteyan, hosteyane, bi hostetî

    mamotk jêhatî, bihinêr, kesa/ê baş dikare tiştan çêbike, kesa/ê ji destên xwe ve zîrek / jêhatî

    mamwesta bn mamosta

    man [-mên-] 1) man, xweragirtin, sekinîn, nelivîn, neçûn, nemirin, neguherrîn 2) grev, karnekirina ji ber nerazîbûnê

                ~ girtin grev kirin, ketin grevê, karê xwe rawestandina ji ber ku ji kardêra/ê xwe ne razî ye û dixwaze bi rawestandina karê xwe bandorê li kardêr bike daku daxwazên kesa/ê kar rawestandiye bi cih bîne

    manewe veman, li paş man; man, wek mêvan li derekê man

    mangir girevgir, kesa/ê karê xwe radiwestîne ji ber ku ji kardêra/ê xwe ne razî ye û dixwaze bi rawestandina karê xwe bandorê li kardêr bike daku daxwazên kesa/ê kar rawestandiye bi cih bîne

    -man, -man- me: namanbînin me nabînin, lêman dizîwe ji me diziye; -(y)a me: malekeman mala me; -(y)ê me: espekeman hespê me; -(y)ên me: espekanman hespên me

    mana wate, mane, me'ne

    manadar watedar, manedar, bime'ne

    manayî wateyî, maneyî, razber, abstrakt

    mandû westî, betilî, kerrixî, mandî, tehibî, te'ibî

                ~ bûn westîn, betilîn, tehibîn, te'ibîn, mandî bûn

                ~ kirdin westandin, betilandin, te'ibandin, mandî kirin

    mandûnebûnî mandînebûn, silav li kesek ji rêvingiyê tê / hatiye: "Xwedê qewetê bide" yan biwêjek wek wê

    mang 1) heyv, hîv 2) meh, heyv, heyamek salnameyî yê nêzî 30 rojî

                ~ gîran heyv xeyirîn, dema heyv bi temamî yan jî hin parçeyên wê tarî dibin û nayên dîtin

                ~î çiwarde meha çarde(hî), meha tevav, dema meh bi temamî tê dîtin

                ~î dahatû meha bêt / were

                ~î raburdû meha borî / çûyî

    manga, mange çêl, çêlek, "gayên mê"

    mangane mehane, her meh; mehane, li gor mehan

    mangeşew 1) tavheyv, tavehîv, hîveron, ronahiya heyvê yan şeva ronahiya heyvê li dinyayê dide

    mangî mehî, bi mehan, li gor mehan; heyvî, bi heyvê, li gor heyvê

    manî bn mana

    maqûl maqûl, jêhatî, berkeftî, qenc, çê, baş, çak

    mar I mar, heywanek xwişok yê bi pirranî jehrawî ye

    mar II bn tarûmar

    marasa zivirrok, badok, badbadok

    marangaz marpêvedayî, kesa/ê marekî yan çend maran jehra xwe gihandiyê

    marçêwe çavmark, meroje, navê giyayekî ye

    mare mehr, mar, zewac, jin- yan mêrkirin

    mareke zîn; kurtan; têrr

    marekol dûpişk, bn dûpişk

    mareyî next, qelen, pareyê / malê malbata zavayî dide ya bûkê

    marezîw hezarpêk, navê heywanikek biçûk ya pirrling e

    marîfet marîfet, me'rîfet, xîret, namûs, şan, şeref; hinêr, şiyan, jêhatin, pêçêbûn

    marîje giyayek xwerbar e

    marmêlke margîsok

    marmasî marmasî, cûnek masiyên dirêj e ku dişibe maran

    marnegez cûnek pêlavan / solan e ta çokan dirêj e daku mar bi mirovî venedin / jehra xwe neavêjin mirovî

    maro beş, niqteya spî li eniyan hespan

    masan werimîn, perçivîn, pifîn, avisîn, pif bûn, bn awsan

    masandin werimandin, perçivandin, pifandin, avisandin, pif kirin [p-ya hişk wek pare / pere], bn awsandin

    mase bn mêz

    masî masî, masû, me'sî, lawirek avî ye

    masîgir masîgir, kesa/ê yan lawirên masiyan digirin

    masîgire masîgirk, navê firrindeyekî ye

    mast mast, şîrê germkirî û hêvênkirî û meyandî

    mastaw dew, mast û av û xwê (û cemed / bûz) têkilkirî / tevlihevkirî

    masulke, masûlke zeblek, masûlke, zevlek

    masûle I bilolk, gulolk, masûr, deziyên li hev alandî

    masûle II bn fîke

    maş maş, maşik, gulgiyayek xwerbar e ku libên wan dişibin nokan / nîskan / fasoliyan û bi taybetî di nav birincî de tê xwarin. Navê wê yê zanistî Phaseolus aureus e.

    maşe cûnek torran e bo masîgiriyê

    maşîn xwarin, xilas kirin

    maşînewe ramalîn, raheşandin, bi carekê xilas kirin (t dema kesek tiştekî bi tevayî diavêje devê xwe)

    maşot kirmik, kurmik, parazît

    maşqe bn aşqeûmaşqe

    mat 1) mat, ecêb, seyr, sosret, hêbet, heyirî 2) (bêdeng, kir) mit, kirr, bêdeng, bêpêjn

    mataw tavheyv, hîvron, tava heyvê / hîvê, şeva tava heyvê bihêz e

    mate (fêkî / keske / sebze) nîvgihiştî

    matemîn bêmad, bêxulk, aciz, nekêfxweş, bêzewq

    matemînî bêmadî, bêxulkî, acizî, nekêfxweşî, bêzewqî

    matik kil, rengê reş yê mirov li bijangên / mûjangên çavên xwe didin, bn arayiş

    matî 1) matî, ecêbî, seyrî, sosretî, hêbetî, heyirînî 2) mitî, kirrî, bêdengî, bêpêjnî 3) bêmadî, depresyon

    matlî cûnek tivengan / çekan e

    mator motor

    matore bn pirûpûç

    maw mayî, heyî, sax, nemirî; bermayî, jibermayî, zêde

    mawe 1) heyam, dem, mawe, midet, wext, çax; qeder dûrî 2) delîv, derfet, îmkan, rê

    maxolan xemgîrî, xemgînî, têrxemî, kovandarî; bêhedan, nerehetî, nearamî

    maxulya bn maxolan

    maye 1) nirx, biha, maye, sermaye 2) binas, sedem, semed, sebeb, serekanî, çavkanî 3) madde

    mayepût rût, rûtbûyî, kesa/ê ti pare yan maliyet nîne yan nemaye, kesa/ê ketiye rewşek kembax (pirr xirab) ya aborî

    mayedar mayedar, maldar, malhe, zengîn, dewlemend, kesa/ê di rewşek baş ya aborî de

    mayedarî mayedar, maldarî, malheyî, zengînî, dewlemendî

    mayesîrî bawesîrî, basûrî

    mayewar, mayewer rastîn, heyî, nehewante

    mayin mahîn, mehîn, hespa mê

    mayinçe 1) ling, lûlaq 2) masûlke

    mayis bn ayar

    mazin bn mezin

    mazû mazî, mazû

    mazûlîkêş xweragir, mukum, dilsoz

    me- ne-, me- (pêşpirtikek e bo fermaniya ne-erênî): meke neke, meke, mebin nebin, mebin

    me'amele bn mamile

    mebest mebest, merem, mexsed, niyaz, armanc, nêt, niyet, daxwaz, hêvî, doz

    mebesthên erênî, avaker, biber, berhemder

    meclîs E civîn, meclis, civat, encûmen, korr

                ~ bestin / girtin civîn li dar xistin

    mecrîsok navê giyayekî ye li mêrg û çîmenan şên dibe

    mecûsî mecûsî, stêrxwîn (astrolog) yan sihrbazên zemanê berê

    meçek zend, bask, meçek, dest

    mefreq bronz, mefreq (cûnek kanza / maden e)

    meger meger, ger ne: Meger xom nekem Ger bi xwe nekim

    meges bn megez

    megez megez, pêşû û mêş û firrindokên din yên mîna wan

    megezxor megezxwer, heywanên pêşû û mêş û yên wek wan dixwin

    meha bn

    mehek bn sengî mehek

    mehik, mehk mehik, xwîndîtin, xwînçûna ji ber keçan / jinan, bênivêjî

    mehîr şorbe, mehîr, avik

    mehkem mukum, cihgirtî, xurt, tişta bi asanî ji cihê xwe nalive

    mehkeme E bn dadge

    mehşer bn rojî mehşer

    mekat bn merane

    mekir bn mekr

    mekîne mekîne, endaz, makîne, alav, amûr, hacet

    meko veşargeh, cihê xwelêveşartinê

                xo le ~ dan xwe li ber venan / vedan, xwe li ser rêya kesekî / heywanekî veşartin ta ku ew kes / heywan bêt û bikeve destê kesa/ê xwe veşartiye

    mekr E bn l

    mel bn balinde

    mela mela, mele, serekên dînî yên misilmanan (hevberî qeşeyên fileyan yan malimên cihûyan)

    melamet melamet, motîv; binas, sedem, semed, sebeb, ho

    melaq mewîj, mêwîj, tiriyê hişkkirî

    mel mit, kirr, bêpêjn, bêdeng, bêdeng û bêliv

    melaşû pidû, pidî, alûme, panika devî

    melayetî melatî, meletî, karê / pîşeya / jiyana melayan

    melayket E bn firîşte

    melazade melaza, ji binemala melayan, zarroka/ê mela

    melbend bn malbend

    mele ajnî, melevanî, avjenkî, sobahî, ajne, ajnê

                ~ kirdin ajnîn, melevanî kirin, ajnê kirin, avjenî kirin, xwe di avê xistin, çûn di avê de û tê de pî / ling li hewa gerrîn, xwe avêtin avê û tê de pî / ling ji erdê bilindkirî xwe livandin

    melega ajnîgeh, melevanîgeh, hewza / cihê ajnînê / melevanîkirinê

    melewan ajnîzan, ajnîvan, melevan, melevanîzan, kesa/ê dizane di avê de bilive bêyî ku bixeniqe

    melewanî ajnîzanî, ajnîvanî, melevanî, werzişa / spora yan zanîna / hunera livîna di avên kûr de

    melezan bn melewan

    melhem melhem, krêm, merhem, dermanek don e bi leş radidin daku nerm bibe yan ji nesaxiyekê bêt parastin

    melkeb zembîl sepet, selik, zembûlk

    melkesen cûnek kirmikan / kurmikan e

    melmel cûnek çît / qumaş e

    mem guhan, ew pişk ji leşê heywanên mê ya ku şîr tê de ye yan şîr jê tê

    memdar guhandar, ew cûn heywan yên ku guhan hene

    meme bn memk

    memîle serçiçik, sermemik, ew kuna / qula li memikên / bersîngên / bistanên jinan ya ku şîr jê tê

    memk memik, bistan, bersîng, çiç, çiçik, memk, ew pişk ji leşê jinan ya ku şîr tê de ye yan şîr jê tê

                ~ dan çiçik dan, şîrê memên / çiçikên xwe bo xwarinê dan zarrokekî

    memkbend bermemik, ew parçeya cil ya ku jin dixin ber memikên xwe

    memke memik, meme, botlê / şûşeya şîrê zarrokan dikinê û zarrok dikare piço-piço ji kunika wî şîrî bimêje û vexwe

    memkole memkok, çiçkok, memên / çiç(ik)ên biçûk

    men 1) min, mine, pîvanek giraniyê / qursiyê ya nêzî 3 kîlograman e 2) vê gotinê de: Her kes menî malî xoyetî Her kes hosteyê karên xwe ye

    mencel mencel, amanek mezin e t ji mis / sifir tê çêkirin

    menceloke mencelok, mencelên biçûk

    -mend -mend, paşbendikek e bo çêkirin hin navdaran ku wateya "kesa/ê tiştekî dike / dizane" dide: hunermend, karmend

    mendebûr pîs, genî, girrewî, fistewî

    mendîl cûnek çît / qumaş e

    mene bermayî, jêmayî, zêde

    menê giyayek bênxweş yê xwerbar e

    meng kûr (av û hwd)

    mengaw hewz, cihê av tê

    mengene mengene, alavek e bo şidandina / dewsandina hin tiştan

    mengî kûrî, kûrahî, kûratî

    mengîl bn mendîl

    mengul mengul, zengul û mengul, gulîfank, hin tişt in bo xemilandina dîwaran yan cihên din

    meqam miqam, kilam, stran

    meqest meqes, miqes (alavek pêbirrînê ye)

    mer mî, mih

    meran bn yasemîn

    merane mihane, mekat, baca mihan

    merc merç, şert, şirût, şert û merc, şert û şirût

    merd 1) gernas, egîd, mêr, mêrxas, wêrek, biste, aza 2) merd, kesa/ê amade ye malê xwe bo alîkarîkirina xelkê xerc bike, dijw temah, çepel, nemerd

    merdayetî 1) mêranî, mêrxasî, wêrekî, bistehî, gernasî, egîdî, azayî 2) merdî

    merdim mirov, meriv, mere, ademza, benîadem, ademîzad, însan

    merdum bn merdim

    mere azar, jan, êş, elem

    merekeb E ximav, hibir, mirekeb,

    merexes E destûrdayî, berdayî, bexşandî

    merexesî destûr, xatir, îzin

    merez merez, mixayir, mohaîr

    mereze zeviya birinc

    merg merg, mirin, neman

    mergemûş jehrek e t bo kuştina mişkan / curdan tê bikaranîn

    merheba merheba, silav

    merkane merkane (cûnek cerran / cerrikan e)

    merkez navend, merkez

    merkezî navendî

    mermer mermer (cûnek kevirê bihadar e)

    mesîhî file, mesîhî, xrîstiyan

    merûmalat terş, tewal, sewal, terşûtewal, kerî, pez

    merz tixûb, sinor, bn sinûr

    merze catir, catirî, catirk (navê giyayekî ye)

    merzekêwîle bn merzingoş

    merzingoş catira dêmî / beyaristanê / kûvî

    merzewan tixûbvan, sinorvan, kesa/ê çavdêriya / sereguhiya sinoran / tixûban dike; sinorî, tixûbî, kesa/ê li ber / ser sinoran dijî

    mesek bn mûşek

    mesel E mesel, metel, nimûne, mînak, wekok, wêne

    mesela mesele, bo nimûne, wek mînak

    mesîne mesîn, amanek avê yê lûlîdar e

    mest mest, serxweş, kesa/ê ketiye bin bandora alkoholê yan tilyakê (her wiha mecazî: kesa/ê bi kirina tiştekî zêde kêfxweş bûye)

    mestî mestî, serxweşî

    meşkale bn meşkole

    meşke meşk, pîstê / çermê / postê hin heywanan (t yê bizinan / çêlan) yê bo kêşana avê yan kana / kilana / kiyana mast daku bibe dew û don / nîvişk

                ~ jendin meşk kan / kilan / kiyan / kilandin / kiyandin / hejandin / livandin / anîn û birin daku mastê tê bibe dew û don / nîvişk

    meşkole meşkok, pîstok, postik, canteyek biçûk e ji pîstê / çermê hin heywanan tê çêkirin û hin xwirakên hişkkirî (bo nimûne hejîrên hişkkirî) tê de tên parastin

    meşq rahênan, ra-anîn, temrîn, meşq, xwefêrkirin, xwehînkirina bi kirinê / çêkirinê li derî dema bi rastî bûyerek diqewime, li derî dema pêşbaziyê / lîstikê

    meşqbîn rahênanker, meqşker, kesa/ê xwe bi meşqan fêr dike, kesa/ê bi meşqan tê hînkirin

    meşdader meşqder, rahênander, kesa/ê kesek dî bi meşqan fêr / hîn dike

    metarêz xendek, çeper, cihê leşker / pêşmerge bo xwe koliye û tê de li benda dijmin dimîne yan xwe ji dijmin diparêze

    metel mamik, tiştonek, têderxistinok, metel, metelok

                ~ dahênan mamik pirsîn

                ~ helhênan tê derxistin, mamik zanîn, bersiva mamikekê rast dan

    meth meth, pesn

    metirsî metirsî, tirs, fikar, endîşe; xeterî, talûkeyî, metirsî

    mewda I dev, devik (parçeya tûj / birrek ji kêrê / şûr û hwd)

    mewda II mijar, babet

    mewlû, mewlûd mewlûd, mewlîd, pîrozkirina (jidayik)bûna Hz. Mihemed pêxember

    mexaze mexaze, mixaze, dikan (t yên cilfiroşiyê)

    mexlûq, mexlûqat E afirandî, mexlûq, mexlûqat, heyber, xelk, hemû tiştên heyî yên jîndar

    mexşel pêtal, meşale, agirê mirov li gel xwe dimeşîne daku rêya mirov ron bike (wek sembol jî tê bikaranîn)

    mexte aheng, aştî, lihevî, tenahî

                ~ girtin li hev kirin, li hev hatin, aşt bûn, pêk hatin, aheng (di navbera du kesan / aliyan de) çêbûn / peyda bûn

    mey mey, bade, şerab, ereq, raq, alkol, alkohol, vexwirak, vexwarinên alkol tê

    meyan I 1) navber, navbeyn; nav, nêv, navend 2) dever, navçe, herêm, cih, war

    meydan II bn meydan

    meyandin meyandin, mehandin, tiştek ruhn / avî kirin tiştek nîvziwa (t şîr kirin mast)

    Meyandûaw Mezra Botan, Mezopotamya, Nêvduav, devera dikeve navbera Çemê Dîcle û Çemê Firat

    meyane 1) navincî, navîn, nave, nêve, ya ne zêde mezin û ne jî zêde biçûk 2) têkilî, nasîn

    meyanero rênerm, navrê, sernerm, dijw rêhişk, tundraw, ekstremîst, serhişk

    meyaneroyî rênermî, navrêyî, sernermî, dijw rêhişkî, tundrawî, ekstremîzm, serhişkî

    meyaneyî navincî, navîn, naveyî, nêveyî; rênerm, navrê, sernerm

    meydan 1) meydan, gorrepan, mêdan, rastgeh, çare [ç-ya req], cihê pan (û rût, t bêdar) 2) delîv, derfet, îmkan, rê

    meydandar şerrker (t di pevçûna navera du kesan de)

    meydandarî pevçûn, lêkketin, lihevxistin, şerrê navbera du yan çend kesan

    meyfiroş meyfiroş, badefiroş, kesa/ê meyê / badeyê difiroşe, xwediya/ê dikana meyê / badeyê

    meygêr meygêrr, badegêrr, saqî, kesa/ê meyê / badeyê raber dike

    meyî meyî, mehî, tiştê ku meyiye yan hatiye meyandin

    meyîn meyîn, mehîn, tiştek ruhn / avî bûn nîvziwa (t şîr bûn mast)

    meyl E hewes, gêwl, arezû, hez, dil, daxwaz, xwezî, xwestik, meyl

    meymûn meymûn, mêmûn, hin cûn heywanên destdar in; peyvek neşirîn e bo mirovan

    meymûnewan meymûnvan, kesa/ê meymûnan xwedî dike yan dielimîne

    meynet, meynetî E dijwarî, bela, êş û jan, kul û derd, tengasî, tengavî, bêçaretî

    meysaz meyçêker, meysaz, badeçêker, badesaz, hosteya/ê çêkirina meyê / badeyê

    meysazî meysazî, meyçêkirin, badeçêkirin, badesazî, hostetiya çêkirina meyê / badeyê

    meyser misoger, tekîd, te'kîd, bêguman, bêşik, pişrast

                ~ kirdin bi cih anîn, misoger kirin, tekîd kirin

    meystan meygeh, badegeh, meyistan, badestan, cihê mey / bade lê tê çêkirin

    meyter tîmarker, seyîs, meyter, kesa/ê matî ji hespan dike, kesa/ê sereguhiya / çavdêriya hespan dike, xulamê hespên axayê xwe û / yan mêvanên wî av û alif dide

    meyterî tîmar, seyîs, meyterî, sereguhîkirina hespan, matîkirina ji hespan, av- û alifdana hespan

    meyyan bn meydan

    mezat mezat, bazara lê tê gazîkirin ka kî dixwaze tiştekî bi bihayek girantir bikirre ew tişt tê firotin wî kesî yê amade ye herî zêde pare pê bide

    mezatxane mezatxane, cihê mezat lê tê kirin

    mezbete E gilî, gazin, gazinc, gazind, xwenerazîkirin

    meze çêj, tam, tehm

                ~ lê cûlan tam lê (xweş) hatin, çêj lê (xweş) hatin, jê hez kirin, li ber dilî xweş bûn

    mezedar çêjdar, bitam, tamdar, biçêj, tamxweş, çêjxweş

    mezin bn mezn

    mezirge mezirge, cih, dever (t yên pîroz / dînî)

    mezn gir, girs, giring; mezin

    meznayî bn meznî

    meznî mezinî, mezinahî, mezinayî; girî, girsî, giringî

    meznîxwaz mezinîxwaz, jixwemezintir, jixwezêde, kesa/ê her dixwaze (bi hêza / navdariya xwe) mezintir bibe tevî ku derfetên di dest de kêm in bo ku bigihe armancên xwe

    mê, dijw nêr; (mer) mî, mih, dijw beran

    mêbaz jinbaz, mêrê têkiliyên ne berdewam li gel jinan hene, mêrê "her roj" bi jinek nû re ye, mêrê "ji jinekê dibeze ya dî"

    mêbazî jinbazî, têkiliyên ne berdewam yê mêrekî li gel jinan

    mêçke serejin, jinanî, zelamê bi reftar û tevgera xwe ve mîna jinan

    mêgel kerî, celeb, pez, koma mihan

    mêj mêj, berê, berî demek dirêj

                le mêjewe ji mêj ve, ji berê ve, demek dirêj e / bû ku...

    mêjelak mejox, mejî (tenê bi wateya konkret)

    mêjû dîrok, mêjû, tarîx, zanista yan serpêhatiyên li ser demên berê yan bûyerên qewimî

    mêjûnas dîroknas, pisporên dîrokê

    mêjûnasî dîroknasî, zanista li ser dîrokê

    mêjûyî dîrokî, mêjûyî, tarîxî

    mêkut mîrkut, mîrqut, alavek mîna bivir e lê serikê wî girovir e

    mêkute xurî, xurîk (êşek e)

    mêlak hesk, mifsik, moçik, heskû, alavek ji kefçiyan mezintir e xwarin pê ji qazanan / qûşxanan dikin sênîkan

    mênge bn

    mêrd mêr, şû, helal, zelamê di zewacê de mêrê jinekê

                ~ kirdin mêr kirin, şû kirin, (keç / jin) zewicîn

                be ~ dan dan şû, (jin / keç) zewicandin

    mêrddar bimêr, mêrkirî, şûkirî, mêrdar, jina zewicî / zewicandî

    mêrdezime bn moteke

    mêrg mêrg, çîmen, çayir, giyastan

    mêrgole mêrgok, mêrga biçûk

    mêrguzar 1) şên, hêşîn, giyadar, cihê gul û giya lê şên dibin 2) baxçe, gulistan

    mêrû kêzik, hemû cûnên kêzikan yên difirrin û dimeşin

    mêrûgir kêzikgir, giyayên kêzikgir / kêzikxwer

    mêrûle mêrî, mûrî, morî, gêle, gêre, gêrik, mûr, mûhî (zool. Formicidae)

                ~ kirdin kizîn, kizkizîn, kizkiz kirin, hêdîka li ser agir kelîn

    mêrûxor kêzikxwer, heywanên kêzikan dixwin

    mêslezergo jale, lork, rolk, lavlavk (giyayek e)

    mêş mêş, lawirek firrok ya biçûk e

    mêşesî cûnek firrindeyan e

    mêşk mejî, mêjî, mêşk; hiş, aqil

                ~ birdin mejî reş kirin, wa kesek aciz / zivêr kirin ku êdî nizane çawan / çi bike

                ~ birîn aqil (ji tiştekî) birrîn, bawer kirin ku tiştek baş e

                ~ çûn gêj bûn, hay ji xwe neman

                ~ xoşe kirdin mejî şûştin, aqil xirrandin

    mêşkole mejîk, mejîçk, pişka biçûk ya mejî

    mêşrewên mêşrevînk, tiştên tên bikaranîn bo dûrxistina mêşan ji tiştekî

    mêtulke cûnek kêçan / spihan e

    mêw I mêw, dara tirî pê ve çêdibe

    mêw II find, şem, mûm, maddeyê find jê tên çêkirin

    mêwerd zevî, zeviya tovkirî ya piştî yekem barana payizê kêlayî

    mêwîn findî, mûmî, şemayî

    mêwuj, mêwûj mewîj, mêwîj, tiriyê hişkkirî

    mêx mîx, sing, kelem, bizmar, arêx, spîn

    mêxek navê hin cûn gulên mîxdar e

    mêxoş tirş-û-şirîn

    mêye bn

    mêyîne zayendmê, mêyîn, di rêzimanê de navdêrên mîna peyva "jin" ditewin

    mêz I mase, mêze, xwank, xank

    mêz II bn mîz

    mêzgird suhbeta li dor maseya / mêzeya girovirr; panel; gotûbêj

    mi'arize opozîsyon, mixalife

    micewir micewir, berdestiyê / berdestkê mizgeftê

    micro bn kiwêr

    mift belaş, herwe, bêpare, bêheq; pirr erzan

    miftî miftî, muftî, zanayek îslamê

    mihamî parêzer, avûkat

    mij I pêl, qurta / qurça li cigareyê yan qelûnê tê dan

                ~ lê dan pêl lê dan, pêlek jê kêşan: Mijêk le cigarekey xoy da Pêlek li cigareya xwe da

    mij II mij, moran, dûman

    mijdane xelata didin kesa/ê mizgîniyekê radigihîne

    mijde mizgînî, mizgîn, nûçeya / peyama / xebera xweş / xêr

    mijdegar mizgînîber, kesa/ê mizgîniyan diîne

    mijer mêjer, kesa/ê tiştekî dimêje; mêjerk, alava tiştekî dimêje

    mijîn 1) mêtin, mêjan, mêhtin (zarrok: şîr ji memikên / çiçikên diya xwe kişandin devê xwe; têjikên heywanên guhandar: şîr ji guhanên maka xwe kişandina devê xwe) 2) mêjîn, av yan tiştek yê ruhn çûn di nav tiştekî re û êdî bûn beşek ji wî tiştî û wisan wenda bûn (t dema piçek av di nav axa ziwa re hişk dibe, hingê "av dimêje erdê")

    mijok mêjok, tişta tiştek din dimêje xwe (t perr ango kaxeza bo xiwakirina avê tê bikaranîn)

    mil sto, hustu; gerden

    milç, milçemilç, milçehûr milçemilç, xwarina / cûna / cûtina bi dengê bilind

    milk milk, malûmilk, mal, erazî, dewlet, heyîn

    milkûmal malûmilk

    miloziman lewçe, zimandirêj

    milwanke gerdenî, ristika gerdenê, kolye

    mijîn mêtin, mêjîn

    mil stu, hustu, sti, sto, stû, stuh, ew pişka ji leşê mirovan yan lawiran ya ku serî bi leşî ve girê dide (Agadarî: di kurmancî de peyva "mil" wateyek cuda dide: mil ew cih e ji leşî yê ku destên mirovan yan lawiran lê bi leşî / kelexî ve girêdayî ne)

                ~ berew cêgayek / şitêk nan berê xwe dan ciyekî / tiştekî, ber bi aliyekî meşîn / bi rê ketin

                ~ le çeqo sûtin stuyê xwe dan ber kêrê, serê xwe xistin belayê, xwe xistin talûkeyan / xeteriyan

    mile pêşbazî, pêşbirk, misabeqe, sîbaq

    milego bn milwanke

    milek bn şêr

    milema nefes, hilm, bên, henase, bênvedan, anîn û birina bênê / nefesê

                ~ nîştin bên(a kesekî) hatin, piştî bênbiserketinê dîsan bên vegerrînê normaliyê: Hêşta milemam nenîştibû, wutî: "Debê dîsan rabikeynewe." Hê bêna min nehatibû, got: "Divê em dîsan bibezin."

    mileqorte stulk, stuyê zirav û dirêj (yê firrindeyan yan ji qerfî yê mirovan)

    milequtê: ~ kirdin stuyê xwe dirêj kirin (daku tiştekî bibîne)

    milewan stubend, benda / benê li dor gerdenê / stuyî tê alandin

    milhur 1) stustûr 2) serhişk, înato

    milkeç sernerm, dijw serhişk; serşorr, dijw serbilind

    milmilanê hevrikî, rikeberî, milmilanê, berxwedan, dijberî, berrevanî

    milûçe jan, êş, azar

                ~ kirdin arîn, azirîn, êşîn, hest bi êşê / janê / azarê kirin

    milwanke gerdenîk, ristik, benî, ristika / zincîrka zêrrîn yan zîvîn ya t jin dikin gerdena / stuyê xwe

    min ez: Min kurd im Min nazanim Ez nizanim; min: Min nemdezanî Min nedizanî, Le min gewretir e Ji min mezintir e

    minal zarr, zarro, zarrok, zêç, biçûk, tifal, mirovên di jiyê / temenê kêm de; keç û kurrên kesekî, qîz û lawên kesekî; aqilsivik, kêmaqil, nezan, negihiştî, xeşîm, nefehma, cahil

    minalane zarrokane, zarrokşib, mîna / wek zarrokan

    minaldan zarrokdank, cihê zarrok tê de berî ku bêt dinyayê

    minalî zarrî, zarroyî, zarrotî, zarrokî, zarroktî, heyama kesek zarrok e / bû: Be minalî zor şîrîn bû Di zarrotiya xwe de pirr şirîn bû / Dema zarro bû, gelek şirîn bû

    minaloçke zarrok, zarrê biçûk, sava, biçkok

    minare minare, birca bilind ya mizgeftan

    mindal bn minal

    mine: ~ kirdin piştrast kirin, saxtî kirin, teselî kirin, axulme kirin, lê vekolîn daku bizane ka çawan e / rast e

    minet 1) minet, qencî 2) minet, texsîrî

                ~ bûn: Minetit nebê, çî ekeyt, bîke! Bêminet be, çi dikî bike (ez ji te natirsim)!

    minetbar minetbar, qencîbar, kesa/ê qenciyek lê hatiye kirin û ji ber hindê (hest pê dike ku) erkê wê / wî ye qenciyekê li kesa/ê qencîkirî bike; spasdar, kesa/ê ji qenciya li wê / wî hatiye kirin pirr razî ye û dixwaze spas bike

    minetbarî minetbarî, qencîbarî; spasdarî

    minêwnî bn xoperest

    mingin minminî, kesa/ê bi dengek nezelal (t yê ji kepê / difinê / pozê tê) yê mîna "minemin" dipeyive / diaxive

    mingeming minmin, peyivîna bi dengek nezelal yê mîna "minemin" dipeyive / diaxive

    minho guharto, versiyon, varyant

    minox sexte, sixte, neresen, neheqîqî, nerast

    minoxî sexteyî, sixtekarî, neresenî, nerastî

    minûtoyî ["ez-û-tu-yî"], cudatî, formalîte (t dema kesek dixwaze ku formalîte di navbera wî û hevalên / hevkarên wî de nemîne): Em minûtoyiye bo çi ye? Ma ev formalîte bo çi ye? Em bira ne! Em heval in!

    miqomiqo birdebird, suhbeta dengnizm di navbera du yan çend kesan de daku kesên din yên li nêzî wan suhbeta wan nebîzin

    mir mir, mirîşk û firrindeyên din yên wek wê

                ~î sere mirîşka kurk

    mir têr, têrtijî, kesa/ê yan heywanê hindî xwestiye xwariye

                ~ man xwe li ber (tiştekî) venan, lê pan, li tiştekî sekinîn yan li benda tiştekî man ta ku bêt û kesê bendewar xwe lê bide yan werbigire

    mirad mirad, daxwaz, hêvî

    mirandin mirrîn, ji ber enirrînê dengê mirre-mirr ji xwe anîn

    mirawî mirawî, sone, qaza / werdeka mê

    mirdar mirar, kelexê / leşê heywanên mirî

                ~ bûnewe mirar bûn, heywanên birîndar yan nesax dibin û ji berî bên serjêkirin bimirin û ji ber hindê bo xwarinê ne helal bin; sekitîn, mirina ne-mirovan

    mirdarbû mirarbûyî; sekitî

    mirdarxor mirarxwer, kesên yan heywanên goştê heywanên mirarbûyî dixwin

    mirdele spîçolkî, zer, zerik, rengavêtî, ji tirsan serûçav spî bûyî

    mirdin [-mir-] mirin, jiyana xwe ji dest dan, jiyana xwe hinda kirin, hatin kuştin

                ~ sûtan kirin û nekirin, xwe kuştin û sotin: Mirdim û sûtam, be qisey min nekird Min kir û nekir, wî bi gotina min nekir / Min xwe kuşt û sot, bi ya min nekir

    mirdok mirok, mirbar, dijw nemir

    mirdû mirî, kesa/ê yan heywanê jiyana xwe ji dest daye

    mireba  reçel, mirebe' (peyvek erebî ye)

    mirekî bi coşî, bi dilek germ, ji dil

    miremir dengê "mirremirr"

    mirîşk mirîşk, firrindeyek kêmfirr ya kedî ye

    mirk bn enîşk

    mirkan bn damirkan

    mirov, mirow mirov, meriv, mere, beşer, însan, benîadem, ademza, ademîzad

    mirovayetî mirovatî, mirovahî, sirişt û taybetmendiyên mirovan; hemû mirov bi hev re

    mirovdost bn mirovperwer

    mirovî 1) mirovî, tiştê ku li gor baweriya / sirişta / taybetmendiya / wijdana mirovan e 2) merdî, camêrî, ciwamêrî, qencî

    mirovperwer mirovperwer, mirovdost, kesa/ê ji mirovan hez dike, kesa/ê yan baweriya nirxek bilind dide mirovan û mirovatiyê

    mirovzanî mirovnasî, zanista li ser mirovan

    mirûrçe I bn mirûle

    mirûrçe:

                ~ kirin 1) hêdîka kelîn; kel hatinê 2) arîn, azirîn, êşîn

    mis mis, sifir, mîs (cûnek kanza / maden e)

                ~ tê kiran mismit bûn, mismitîn, qet nebihîstin tevî ku çend carî bi dengek bilind bêt dubarekirin jî: Elêy giwêt misî tê kirawe! Dibê qey guhê te mismit bûye! (ango: Ma guhê te bi misê helandî hatiye dagirtin!?)

    misger miskar, misger, kesa/ê karê mis / sifir dike

    misgerî miskarî, misgerî, karûbarê kesên miskar

    misk misk, maddeyek bênxweş e (t wek bên-avê tê bikaranîn)

    miskî miskî, tişta ji miskê hatiye çêkirin yan bêna miskê jê tê; bênxweş; bêndar

    misoger misoger, piştrast, bêguman, biste, bisteh

    misqal misqal, pirt, pişkek / parçeyek pirr biçûk; misqal yekîneyek pîvanî ye t bo zêrr û zîv

    mist navd mist, kulm, destê miçandî / şidandî (t daku wek derbe li tiştekî / kesekî bide); rengd mist, kulm, lep, tijî / miştî destekî tiştek

    miste mist, kulm, derbe, derbeya / lêdana bi mistê / kulmê

    mişar mişar, birrek, alava pêbirrîna daran yan asin

    mişe mişe, zehf, pirr, gelek

    mişexor berxwer, mişexwer, parasît

    mişext mişext, aware, derbider, sirgûnkirî, koçber

    mişextî mişextî, awareyî, derbiderî, koçberî, sirgûn

    mişk mişk, rawirek biçûk yê kilikdirêj e ku dişibe cirdan / curdan lê ji wan biçûktir e

    mişkgire kolare, qereqûş, xertel, mişkgirk (firrindeyek e)

    mişt mist, kulm, destê miçandî / şidandî (t daku wek derbe li tiştekî / kesekî bide); rengd mist, kulm, lep, tijî / miştî destekî tiştek

    miştax miştax, cihê tirî li ser tê hişkkirin daku bibe mewîj

    miştaxan miştaxan, rezber, heyama / demsala hişkkirina tirî daku bibe mewîj

    mişte mist, kulm, derbe, derbeya bi mistê / kulmê

    miştûmir birdebird, suhbeta dengnizm di navbera du yan çend kesan de daku kesên din yên li nêzî wan suhbeta wan nebîzin

    mişûr sexbêrî, miqateyî, hişyarî, lixwehişyarî

    mit mit, kirr, bêdeng, bêpêjn, bêkipîn

    mitmane mitmane, pêbawerî, xwespartin

    miturbe bn muturbe

    mixabin mixabin, heyf

    miyan bn meyan

    miyaw miyaw, dengê kitikan / pisîkan

    miyawandin miyawîn, miyaw kirin, miyaw-miyaw kirin, dengê kitikan / pisîkan ji xwe anîn

    miyawemiyaw miyaw-miyaw, dengê domdar yê kitikan / pisîkan

    miz miz, meaş, destheq, heq, mehane, pareyê kesek dide kesek din ji ber ku yê pareyan werdigire karek bo yên pareyan dide kiriye yan tiştek dayiyê

    mize mize, destheq (t yê ku ne bi pare tê dan. Bo nimûne: Kesek arê xwe dibe nik aşvan. Aşvan arê wî dihêre. Xwediyê ar ti pare nade aşvan lê hin ji wî arî didiyê. Ev ar "mize"yê aşvan e.)

    mizeber kedkar, pale, mizeber, mizwergir, meaşwergir, mizyar, kesa/ê bi miz / meaş dixebite / dişuxile / kar dike

    mizeberî kedkarî, mizeberî, mizwergirî, meaşwergirî

    mizgewt mizgeft, camî, cam'e, mescid, perestgeha / pîrozgeha / îbadetgeha misilmanan

    mizgênî mizgîn, mizgînî, nûçeya / peyama / xebera xweş / xêr; xelata didin kesa/ê mizgînekê radigihîne

    mizr miz, piçekî tirş

    mizrî mizî, tama piçekî tirş

    mizûr berdestî, berdestk, alîkar, kesa/ê bi pare di karekî de alîkariya kesê pare dike dide

    mizûrî berdestkî, berdestîtî

    mizyar kedkar, pale, mizyar, mizwergir, mizeber, kesa/ê bi miz / meaş dixebite / dişuxile / kar dike

    mizyarî kedkarî, paletî, mizyarî, mizwergirî, mizeberî, palehî

    mîç I (binmîç) ban, serban (t ji alî hindirr / jêr ve)

    mîç II (çig) kap, kab, kaw, çik, hin hestî ne (t yên mihan ku di hin lîstikan / yariyan de tên bikaranîn)

    mîç III şatir, zîrek, şeytan, jêhatî

    mîçên girêçkanê, deqanê, kapanê, lîstika / yariya bi kapan / kaban

    mîd med, mîd, gelek îranî ye ku tê bawerkirin ku bavkalên kurdan in

    mîdî medî, zimanê / çandeya / tiştên medan

    Mîdya Medya, Mîdya, welatê medan / mediyan

    mîl I mîl, mayl (pîvek dirêjahiyê ye, 1 mîl 1609 metre ye)

    mîl II tîrk, mîl, îbre, ew tiştikê zirav yê di demjimêrkan de dizivire û saetan û deqeyan û saniyeyan diyar dike

    mîlî- milî-, hezarêk, yek ji hezarê: mîlîmetir milîmetre, hezarêk metre, 0,001 metre

    mîmber bn rîxole

    mîmk met, xwişka babê kesekî; xalet, xwişka dayika kesekî

    mîmkza kurrmet; kurrxalet; keçmet; keçxalet

    mînek berbedel, zêdek, mînek

    mînekî mînekî, zêdekî, piştmêr, reservîst, kesên ne pişkek in ji leşkeriyê lê ger pêdivî bi wan hebe belkî bên vexwendin

    mîr mîr, prens, fermandar, kesê emr / ferman di dest de, serok, serokê herêmekê yê ku serokatiya xwe ji bavkalên xwe girtiye; bernavek rêzgirtinê ye: Mîrim Mîrêm, Mîrê min

    mîr- mîr-, ser-, ya/yê serekî / mezin

    mîralay mîralay, serekek leşkerî ye

    mîran heftem meha ji salnameya kurdî (21.9 ta 20.10 ji salnameya julyanî)

    mîrane mîrane, mîna / wek mîran

    mîranî 1) mîranî, cûnek govend û dîlana kurdî ye 2) cûnek tirî ye

    mîraş mîraş, aşvanê mezin / serekî

    mîraşpez mîraşpêj, xwarinçêkerê mezin / serekî yê dîwanekê

    mîrat mîrat, mîras, pêmayî, kelepûr, bermayî

    mîratgir mîratgir, kesa/ê dê bibe xwediya/ê maliyetekê dema xwediya/ê wî maliyetî nemîne

    mîratî 1) mîratî, tişta wek mîrat hatiye wergirtin 2) mîratî, nifrînkirî, xezebkirî, lanetkirî

    mîratxor mîratxwer, kesa/ê bûye xwediyê mîratekî yan hin mîratan, kesa/ê bi mîratekî yan mîratan jiyara xwe dike

    mîraw mîrav, ava serekî / mezin

    mîraxur mîraxur, mîrseyîs, xulamê mezin / serekî yê hespên mîr

    mîrayetî bn mîrnişîn

    mîre- mezine-, mîre-

    mîredê mezinegund, gundê mezin

    mîrêtî mîrîtî, mîrtî, pergala / rêbeveriya mîrane

    mîrî mîrî, hikûmî, dewlî, tiştê mîr yan dewletê, tiştê di dest dewletê de

    mîrkar mîrkar, karmend, memûr, kesa/ê di xizmeta mîr / dewletê de dixebite

    mîrnişîn mîristan, mîrnişîn, herêma ji alî mîrekî ve tê birêvebirin

    mîrşikar nêçîrvanê serekî / mezin

    mîrza 1) mîrza, kesa/ê ji binemalek mîran 2) rêzdar, birêz, mîrza, zêdenavek rêz- û qedirgirtinê ye

    mîrzayî mîrzayî, cûnek goreyên hiriyê yên ta çokan dirêj

    mît bn mûş

    mîtên bn mûşên

    mîtke zîlik, gîlik, klîtorîs, parçeyek hesas e ji endamê zayendî / cinsî yê jinan

    mîwan mêvan, mêhvan, mihvan, misafir

    mîwandar mêvandar, kesa/ê mêvan hene, kesa/ê pirr mêvan tên mala wan; mazûvan, malovan, kesa/ê mêvanan vedixwîne yan xwedî dike; mêvanperwer

    mîwandarî mêvandarî, mazûvanî, malovanî, vexwendina / xwedîkirina mêvanan

    mîwange mêvangeh, cihê mêvanan

    mîwanperwer mêvanperwer, mêvanhez, kesa/ê pirr ji mêvanên xwe hez dike û texsîr nake daku mêvan kêfxweş bin

    mîwanperwerî mêvanperwerî, mêvanhezî, mêvandostî, hezkirina ji mêvanan

    mîwanxane mêvanxane, xaniyê mêvanan; odeya mêvanan

    mîwe fêkî, fêqî (pirteqal, sêv, xox û hwd)

    mîwefiroş fêkîfiroş, kesa/ê fêkî difiroşe

    mîwegenan bn xermanan

    mîz mîz, destava zirav, ava di endamên cinsî yên mirov û heywanan re ji bedena wan derdikeve

                ~ gîran mîz çikîn, mîz nehatin

    mîzan mîstin, mîzîn, mîz kirin, destava zirav kirin / berdan

    mîzeldan bn mîzildan

    mîzgîran mîzçikî, êşa) mîznehatin(ê), anurya, anuresîs

    mîzilan bn mîzildan

    mîzildan 1) mîzdank, ew beş ji leş yê ku mîz tê de ye 2) pifdank, balon

    mîzin xwevemîz, xwe-ve-mîz, kesa/ê bi xwe ve dimîze, kesa/ê nikare mîza xwe kontrol bike

    moç bn maç

    mol 1) pirr, gelek, zêde, zaf 2) kom, civiyayî (t mihên serê xwe dane hev)

    moleke mat, hêbet, ecêb, heyr

                kewtine ~ mat man, ecêbgirtî man, hêbitîn, heyirîn

                xistine ~ mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin, heyirandin

    moleq (çavên / awirên) zîq, ziq, biloq, bel, boq, awirên / çavên rikerast li tiştekî dinerin bêyî ku bilivin

    molet E bênvendan, mole, muhlet; rê, rêdan, delîv, derfet

    molge kotan, cihê têveparastina pez / terş û tewal

    mom find, şemal, çira, mûm, şemalk, mom, ronahî; mûm, şema

    momdan şemaldank, finddank, çiradank, mûmdank, tişta findan / şemalan tê de bi cih dikin

    momin kilmûşok, kesa/ê bi berdewamî kilmûş bi kepê / difinê / pozê de tê

    momîn I mûmîn, mişema, qumaşê ji mûm / şema hatine çêkirin

    momîn II bn mêzer

    momîne baranîk, cilek e av tê naçe li baranan mirov li xwe dike daku şil nebe

    momnayî mûmnayî, ozokerît

    momya mûmya

    mor I rengd mor, binefşî (rengek sor û şînê têkil / tevlihev e)

    mor II navd mor, muhr, nîşan, teqme, leke, îmza, îmze

                ~ helkendin mor (lê) kirin, mor (lê) dan

    mor pirçû

                ~ bûnewe / xo lê mor kirdinewe eniya xwe lê şidandin, rûyê xwe lê tal kirin, madê xwe lê tirş kirin

    moran moran, mij û moran, bn tem

    moteke kabûs, xof, tirs (xewnên tirsnak yên mirov nivistî / raketî / razayî dibîne)

    mox mox, mejiyê hestî

    moz I mûz, moz, banana (fêkiyek e)

    moz II zilkêtk, moz (mêşek e)

    moz III mirûz, mad, me'd, rû, xwiyang

    mubarek E bn pîroz

    muhakeme E bn dadpirsî

    muherem miherrem, yekem meha salnameya heyvî ya îslamî

    murk meth, pesn, xwemezinî

                ~ le xo nan xwe mezin kirin, xwe mezin hesibandin, methên xwe kirin

    musulman misilman, kesa/ê baweriya wî bi îslamê tê

    mutala E xwendin, xwendekarî

    muturbe tamandin, patrome, patromandin

    muxabin bn mixabin

    muxtar muxtar, serokê gund

    muxtarî muxtarî, pîşeya yan karûbarên muxtaran

    mû, pûrt, pûrtik, pût, porr, pirç

    mûbeq E metbex, mitfax, xwaringeh, odeya xwarin lê tê çêkirin û xwarin

    mûç bn maçûmûç

    mûçax perûk, mûçax, pirça / porrê sexte / neresen / nerast

    mûçe I mûçe, miz, meaş, destheq, heq 2) par, behr, pişk

    mûçe II cûnek deviyan / terraşan e

    mûçing mûçink, mûkêşk, mûçing, alavek e bo hilkişandina mûyan; mûçink, alavek e bo birrîna nînokan

    mûçirk lerz, recif, lerzik, recifk, teztezînk

                ~ piya hatin teztezînkê lê dan, lerizîn, recifîn, lerzik / recifkê girtin

    mûdar mûdar, têrmû, bimû, mûyî, mûyîn, tiştê yan kesê pirr mû pê ve hene

    mûjank mûjank, bijang, mijûlank, mûyên bi qepaxên çavan ve şên dibin

    mûkêş bn mûçing

    mûr I libin, blokên ji herriyên bo xanîavakirinê hatine çêkirin

    mûr II bn mûredar

    mûr III bn murk

    mûr IV bn mêrûle

    mûr V: Mûrî Mihemed şerîf! Bila Mihemed (= pêxember) li hawara me bê!

    mûredar qurm(ê darê), kok(a darê); parçeyek stûr û kurt yê darî

    mûrege hestiyê piştê

    mûreseng destikê aşê avî pê tê livandin / sekinandin

    rês teşîrêş, mûrês, kesa/ê mûyê bizinan bi teşiyê dirêse

    mûrî bn mêrûle

    mûrû morî, morîk, mircan

    mûş mûş, tebela / mata di lîstika / yariya telebanê / matanê de armanca lêdanê / pêketinê

                ~ dakirdin mûş danîn, mûş bo lêdanê bi cih kirin

                ~ xwardin mûş xwarin, li mûşê dan, bi mûşê ketin

    mûşek mûşek, roket, sarox

    mûşekî mûşekî, balîstîk

    mûşên telebanê, matanê, lîstika bi hin gogên / holên / tepên hûr yên mermerî

    mûwar diyarker, çareder, giring

    mûwawî bn mûdar

    x mûx, rêberê dînî yê zerdeştiyan (hevberî melayê misilmanan, qeşeyê fileyan, malimê cihûyan)

    mûyîn bn mûdar

    mûzer mûzer, kesa/ê mûyên leşî zer in (t bo zelaman tê bikaranîn)

     

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1