MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Zarok

Rojhat Rostanî: Ronahî
Charles Perrault: Xwelîser


Xwelîser

Charles Perrault (1628 - 1703)

Carekê zelamek hebû yê jina wî mir û keçikek biçûk bo wî hêla. Piştî çend salan wî zelamî, ku dixwest keça wî bibe hevparî hezkirin û sereguhiya dayikane, dîsan bo xwe jinek anî. Ev jina wî bîjin bû û du keçên têrtemen hebûn. Lê ev jin zor û zalim bû û keçên wê jî ji wê bi xwe kembaxtir bûn. Keçika me ya reben di nav van xizmên xwe yên nû de ketibû belayên mezin. Zirrxwişkên wê hesûdî pê dibir çiku keçik pirr spehî û delal bû û zirxwişk kirêt bûn. Çi ji destê wan hatiba, wan dikir daku keçikê xemgîn bikin. Taliyê ji ber hesûdî û çavnebariya wan jiyana keçikê lê bû barek giran. Wan hemû xwarin bi keçikê dan çêkirin û aman pê dan şûştin. Ji ber ku keçik bi şev û roj di nav tenî û xweliyê de bo wan dixebitî, wan navê wê kir Xwelîser.

Paşayê wî welatî tenê kurrek hebû. Bo paşayî pirr giring bû ku kurrê wî bo xwe jinekê bîne lew wî govend û dîlanên mezin li dar xistin û bangî hemû keç û zeriyên welatê xwe bang kirin daku kurrê wî yek bi dilê xwe ji nav bibijêre. Şahiya wan dê pirr xweş ba û dê sê rojan vekêşaya û hemiyan dixwest biçinê ji ber ku wan dizanî ku dê kurrmîr bo xwe dezgirekê ji nav wan bibîne.

Zirrxwişkên Xwelîserê jî hatin vexwendin. Jin hingê pêve wan ji bilî krias û fîstanên xwe bas ti tiştî nedikir çiku her yekê ji wan bi dizîkî hêvî dikir ku kurrê paşayî wê bistîne.

Dema roja mezin taliyê hat, wan hê zû piştî taştê dest pê kir cilên xwe li xwe kirin. Diviya Xwelîser alîkariya wan bike. Hemû rojê wê pirçên wan şe kirin û bo wan ji vir dibezî wir û di xizmeta wan de bû.

Dema Xwelîserê cilên wan yên ciwan dîtin, dilê wê jî çû govendê. Lê dema wê bi şermokî ji xwişkên xwe xwest ku bihêlin ew jî li gel wan biçe, wan henekên xwe bi wê kirin û pê kenîn.

- Tu û govend? xwişk lê qîjîn. - Ca tu dê li dawet û dîlanan çi bikî, perritiyokê, lewitiyokê! Na, na Xwelîserkê, tu vegerre nav tenî û xweliyê - ew xweş cih e bo te û pindiloşkên mîna te.

û paşî zirrdayik û zirrxwişk bi erebeya li dû du hespan ajot keleha paşayî, û Xwelîser li malê hat hêlan. Ew rûnişt ber agirê kuçkî û dest pê kir hêdîka bo halê xwe girî çiku wê hest pê kir ku pirr xemgîn û bêkes e.

Dema ew li wir rûniştî bû û agir li dor wê gurr bû, wê bihîst ku dengek bangî wê dike:

- Xwelîser, Xwelîser!

Keçikê xwe hilavêt daku binere ka kî ye bangî wê dike.

Li ber kuçkî li pêş wê pîrejineka xwe spartî gopalê xwe hebû. Ebayek dirêjî sor li ber bû, cotek pêlavên binbilind li piyan û kumek reş li serî.

Xwelîserê nikarî bizane ka ev jina nenas ji kû ve hatiye, ne bawer e ku di pencereyê yan derî re çiku herdu jî girtî bûn.

Xwelîser ecêbgirtî ma lew dev ji giriyê xwe berda û rik li wê jinikê nerî.

- Çima digirî? pîrejinê jê pirsî.

- Ji ber hindê digirîm ku dayik û xwişkên min çûne dawet û dîlanan û ez li vir hêlame, Xwelîserê got.

- Ma tu jî dixwazî biçî govendê? pîrê pirsî.

- Belê, dixwazim lê ti bêmifa ye çiku min ji bilî kincirrên perritî ti cil nînin li xwe bikim, Xwelîsera reben kinkinî.

- De ka negirî, keçikê, pîrejinê ji dil gotê. - Ez perî me, parêzera te me. Ger wek ez dibêjim bikî, belkî bikarî biçî dîlanê. Niha bibeze nav bûstanî û bo min xiyarekî bîne.

Xwelîser bezî nav bûstanî û mezintirîn xiyarê dît anî.

- Niha herre xefika mişkan ji bindavê bîne, parêzerê gotê. Xwelîser beziyê. Şeş mişk ketibûn xefikê. Pîrejinê ew xistin pêşiya xiyarî, koremişk kir ajovan û du margîsok li piştê bi cih kirin û paşî destê xwe li raserî wan anî û bir. Hevdem xiyar bû erebeyek pirr şeng û şirîn, mişk bûn şeş hespên spehî, koremişk bû ajovanek xweşeng û margîsok bûn du xizmetkarên dirêj yên porrê wan dondayî û goreyên wan armûşî bûn.

- De va ye, pîrejinê gotê, - ev e erebe daku pê biçî.

- Ax, Xwelîserê got, - ma ez ê çawan biçim govendê! Min ji bilî van cilên kincirr ti nîne!

- Tenê ew? periyê jê pirsî. Wê destek xwe hejand, û kincirrên Xwelîserê bûn delaltirîn cilên cîhanê ku her cûn zêrr û zîv û zirrzirrok û pirrpirrokên bihagiran pê ve dibiriqîn. Morîk û mircan bi pirça Xwelîserê ve çêbûn, û li piyên wê şeng û şirîntirîn şimikên şûşeyî bûn.

- De niha, pîrikê gotê, - niha dikarî biçî govendê. Lê ji bîr neke, berî saet dozde vegerre çiku ger derengtir bimînî, hemû şengiya te dê berze bibe û cilên te dê bibin kincirrên perritî.

Xwelîserê soz da ku bi şîretên pîrika xwe bike. Paşî ew rûnişt di erebeyên spehî de. Xizmetkarê wê derî girt, ajovan şiva xwe veweşand û hesp berev cihê govendê bi rê ketin.

Li hemû eywan û serayê xelk mat û heyirî ma dema keçik giha wir. Dêmê wisan şirîn û erebeyên wa şeng qet nehatibûn dîtin lew her kes diramî ku divê ev keçik dotmîrek be ji dûristanê hatibe.

Hemû berdestiyan û mêvanan xwe da alî daku rê bidin wê. Dema kurrmîrî ew dît, di cih de dil ketê. Hemû êvarê ew li gel Xwelîserê dansî. Di dilê xelkê de ti guman nema ku kurrmîr dê wê bibijêre daku bibe hevsera wî.

Şîreta pîrikê ji bîra Xwelîserê neçûbû lew wê dozde kêm çarêkekê xatir ji kurrmîrî xwest û bi rê ket.

Ew tam berî saet zengila dozdeyê lê bide giha malê. Hevdem hesp bûn mişk, ajovan koremiş, xizmetkar margîsok û erebe xiyar. Dema xwişkên wê hinekî derengtir gihan malê, Xwelîser di kirasê xwe yê perritî de li nav xwelî û teniyê rûniştî bû.

Dotmîra xerîb ya hatibû dawetê pirr bala xwişkên Xwelîserê yên kirêt kêşabû. Hemû roja din ew li ser wê dipeyivîn bêyî ku wan ti hay jê bibe ku ew zeriya bedew xwişka wan ya kêmqedirkirî Xwelîser e.

Êvarê, dema xwişkên Xwelîserê dîsan çûn govendê, tam wek cara berê perî hat nik wê. Dîsan Xwelîser bi erebeyê çû kelehê, vê carê bi cilên hê xweşiktir. Hemû wê êvarê jî kurrmîr bi wê re reqisî.

Lê êvara sêyem kêfa Xwelîserê hind xweş bû ku şîreta pîrikê qet nehat bîrê ta wê tavilê bihîst ku zengila saet dozde lê dide. Hat bîrê ku tam wê bîska zengil bi dawî bêt, cilên wê yên ciwan dê bibin kincirr lew wê bi lez û bez ji dîwanê bazda. Kurrmîr li pey bezî daku bigihiyê. Xwelîser ji tirsan wa zift revî ku kitek şimika wê ya biçûk ji piyî ket.

Kurrmîr sekinî daku şimika ketî rake. Xwelîser jê filitî lê jixwe dem bû jî. Tam dema ew ji hewşa kelehê derket, zengilan hew lê da û pê re jî hemû şengûşoxiya wê hinda bû û dîsan kevnekirasê wê li ber ma.

Dema kurrmîr giha nêrdewanên kelehê, êdî dews jî ji dotmîra narîn nemabû. Dergevanan dizanî ti kes derneketiye, ji bilî keçikek xidam ya bi kincên rîçalok. Kurrmîr neçar bi tenê vegerre nav govendê, pê re tenê kitek şimika şûşeyî wek bîranîn ji zeriya zerîesmer ya dilê wî bi neçarî ketibûyê.

Roja din paşayî hemû peyamber û daholqutên xwe şandin daku ragihînin ku kurrê paşayî dê li gel wê keçê bizewice ya ev şimikê kêrî piyê wê bêt. Lê tevî ku hemû jinên wî welatî xwe li şimikê cerriband, ew kêrî wan nedihat - piyên wan pirr mezin bûn!

Taliyê peyamber hatin wî xanî yê Xwelîser lê dijiya. Pêşî zirrxwişka wê ya mezin şimik cerriband lê qet ne gengaz bû biçe piyan çiku pêçiya wê ya mezin zêde gir bû. Hingê diya wê, ya ku bi coşî li cerribandina keça xwe dinerî, kêr da dest wê.

- Tila xwe ya mezin bibirre, wê gotê, - ca çi ye ger seqet bî madem jina kurrê paşayî bî, jixwe dê her bi erebeyan bigerrî.

Xwişka mezin pêçiya xwe birrî lê bêwec bû, şimik bivê-nevê mezin bû lew taliyê wê dest jê berda û raberî xwişka xwe kir.

Lê bextê xwişka din ne ji yê wê spîtir bû. Erê cihê tilên piyê wê tê de hebû lê paşpanî nediçû tê de. Dayikê xwest ew paşpaniyê bibirre.

- Ca bo çi ye? wê gotê. - Dema jina kurrmîrî bî, ne hewceyî piyan î.

Lê dema wê paşpaniya xwe birrî, şimik êdî zêde mezin bû û kêr nehat lew taliyê wê jî şimik hêla.

Xwelîser bi şermokî hat ji pişt derî yê ku wê xwe lê veşartibû û pirsî ka ew dikare şimikê bicerribîne. Zirrdayik û -xwişk pirr lê enirrîn û xwestin bi lêdan û qutan wê ji wir derbixin lê peyamberan rê nedayê.

- Kurrmîr dixwaze her keç û jina welatî şimikê bicerribîne, wan got û ji Xwelîserê xwest ku rûne û bike piyê xwe.

Û şimik tam kêr wê dihat!

Dema hemû li Xwelîserê civîn, wê kita din jî ya şimikê ji berîka xwe deranî û kir piyê din. Hê ew baş negihiştibû wa bike jî ku kevnekirasê wê lê bû taximek cejnane û ew bû ew zeriya spehî ya dilê kurrmirî li govendê ketibûyê.

Kurrmîr ji kêfa ji hal çû dema ew dît. Wan dawet û dîlanên mezin û şahane kirin.

Lê zirrxwişkên wê wa diqehirîn ku hema dê ji kerb û kînan peqîban. Roj bi roj ew kirêttir bûn ta dawiyê ew wa erjeng dixwiyan ku êdî kesî dil nedikir lê binere. Lê Xwelîser her spehîtir dibû û hemû jiyê xwe jiyanek bextiyarane li gel kurrmîrî borand.

Wergerandin: Husein Muhammed, 12/2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1