MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Zarok

Rojhat Rostanî: Ronahî
Charles Perrault: Xwelîser


Ronahî

Rojhat Rostanî

Stranekê bo delalê bêje,
ronahiyê li dilî birêje.

Êvaran bi vê çîrrokê
bibe nav gulistanê zarrokê.

Demsal êdî bihar e,
hewa germ e, ne sar e.

Bide hevalan destek gulan,
dilşad bike hezar û yek dilan.

Hê dema lîstikan e,
şahî û cejna zarrokan e.
Stêr li wan geş in,
şev û roj bi wan xweş in.

Derî veke li tavê,
derdan ji dilî bavê.

Bilîze, her bilîze
lê hawara hevalan jî bibîze.

Ronahiya herdu çavan
bo dayik û bavan.

Çend bi rêk û rêz e,
Yezdan, wê biparêze.

Hewa germ e, havîn e,
sahî ye, esman şîn e,
ax, rûyê te çend şirîn e!

Keçikek pirr şirîn e,
zivistan di dilî nîne,
hemû payiz lê biyanî ne,
dil gul e, her rengîn e.

Roj be yan şev,
dest bidin hev,
da nemîne tirs û rev.

Zarrok dilîzin li bin daran,
hêviyê geş dikin li derdoran.

Rojên ewrîn dikarin bibin tav,
esman şîn bibe, ronahiyê bide çav.

Gul diçilmisin. Roj sar dibin. Bihar û havîn diçin. Berf û baran cihê wan digirin. Lê çavên te her geş in.

Nadim te gulan yên zû biçilmisin. Maçekê didim te ya her bo me herduyan bimîne.

Bila jiyana te wek ya çivîkan be dema bihar li wan tê.

Hevalên min hemû gul in, gulên geş yên naçilmisin.

Wek kulîlkekê yî, geş î li ber tavê û xunavê.

Ji morîkên rengareng hatiye vehûnandin jiyan. Bila mircanên geş be, kulîlkên xweş be jiyana te.

Bila firrîşte ji esmanan bên, gulan raberî te bikin. Bila dotmîr ji çîrrokan bên stranan diyarî te bikin.

Bo te hêvî dikim rêyek bêasteng, destek çeleng, jiyanek şeng.

Bila rêya te rêk be wek deryaya bêpêl, bila dilê te pak be, bê lêb û bê fêl.

Gulan diçînim, gulan dişînim, bendewarî te dimînim.

Dilpak be wek hiriya berx û miya,
hêvî dê geş be wek gul û giya.

Bo xwe bike heval
zarrokên pak û delal.

Ji dûr tê ev peyam,
li bendê ez pirr mam.
Nameya te zêrrîn e,
xeman vedirevîne.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1