Nivîskarên kokkurd bi zimanê tirkî berhemên edebî yên baş diafirînin. Di hêla romanê de Yaşar Kemal ji xwe serî dikişîne. Di hêla çîrok, şano û helbestan de jî hinek nivîskarên ku bi eslê xwe kurdin berhemên hêja diafirînin. Helbet berhemên ku ew diafirînin aîdê edebiyata zimanê tirkî ne û di nav edebiyata kurdî de nayên hesibandin.
Ez di gel berhemên edebiyata kurdî, bi meraq berhemên nivîskarên kokkurd jî dixwînim û li ser hinekan dinivîsim, didim danasînê. Min li ser pirtûkên helbestan yên bi kurdî û li ser pirtûkên helbestan yên bi tirkî gelek nivîsên danasîn û nirxandinê nivîsiye û ez ê van hemû nivîsên xwe di pirtûkek ku mijara wê tenê helbest e de bicivînim ser hev û weke pirtûk biweşînim.
Yek ji wan nivîskarên kokkurd jî Îbrahîm Xelîl Baran e. Wî bi navê "Esmer Tenli, Irmak Duşleri" pirtûkeke helbestan afirandiye. Pirtûka wî di nav weşanên "Sî" de, li Îstenbolê derketiye. Î. Xelîl Baran hêj xortekî bîstûdusalî ye û ji Ruhayê -navça Surucê- ye.
Î. Xelîl Baran ji hêla nivîsînê ve mirovekî wisa jîr e ku, ew hêj di dibistana pêûîn, di sinifa 3-ê de -anku hê dehsalî bûye- nivîsa wî a yekem di kovara dibistanê de - navê kovarê "Son Kalem - Pênûsa Dawî" ye- derketiye. Wî di sala 1992-an de -ew dem 12 salî bûye- bi hevalên xwe yên dibistanê ve kovara "Ensar" weşandiye.
Î. Xelîl Baran di hêla nivîsîn û wergeriyê de jîrîya xwe domandiye û di sala 1996-an de bi hinek hevalên xwe ve kovara "Firat" derxistiye. Wî di sala 1997-an de di radyoya "Medya" de program pêkaniye. Di gel jîrîtiya wî ya nivîsînê, hinêra (qabîlîyeta) wî ya şanogeriyê jî heye û wî di şanoya "Akpinar"ê de lîstîkvanî kiriye.
Î. Xelîl Baran niha li Unîversîta Dîjle dixwîne û ew bi komek hevalên xwe yên Unîversîteyê ve kovara "Tîgrîs" derdixin. Kovara Tîgrîs 8 hejmar bi tirkî derket û paşê bi kurdî û tirkî weşana xwe domand.
Pirtûka Î. Xelîl Baran a helbestan 110 rûpel e û tê de 59 helbest hene. Helbestên vî nivîskarê xort li gor temenê wî helbestên ciwan in û gelek baş û xweş in.
Wî helbesta pêşîn a di pirtûkê de li Ameda rengîn nivîsiye. Helbestên wî yên din jî hema hemû jî li Ruhayê, Surucê û Amedê hatine nivîsîn. Helbesta wî ya destpêkê ji bo evînê diyariyekî ye. Hemû helbestên wî bi şêweya serbest û bi herfên biçûk hatine nivîsîn. Di tu helbesteke wî de hevok bi herfên mezin dest pê nake. Hinek helbestvan jî hene, berevajê vê, temamê herfên serî ya rêzên helbestên xwe bi herfên mezin dinivîsin. Bi herfên biçûk yan mezin destpêkirin û bi şêweyên cure nivîsîn, tercîha nivîskar bi xwe ye.
Helbestên pirtûkê li 3 beşan hatine dabeş kirin. Beşa yekê bi sernavê "Evîna te kedera herî mezin e, evîndara min." Beşa du li ser "Xewn û xeyalên wekî rengê Esmerê" ne. Beşa sê jî "Evîn çarenûsekî mirinî" ye.
Naveroka helbestan curbecur in. Ji aforîzmayê bigir, hetanî evîn û mirinê tê de hertişt hene. Hinek helbest gelek kin in, kurt in û hinek jî pir dirêj in. Helbestên bi wezn û pîvan nîn in. Wî bi sernavê "Dotmam" helbesteke dirêj -8 rûpel- nivîsiye. Ji têbiniyê xuya dibe ku wî vê helbesta xwe di nav şeş salan de temam kiriye. Ê, hinek helbestvan weha ne, dema îlham neyê mirov, ew nivco dimînin û ji bo temam bibin li benda salan dimînin. Carna helbestvan ji bo hevokeke helbesta xwe temam bike, bi rojan, bi salan li peyvek digere ku wê peyvê deyne nav hevokê û hevok bibe hevokeke helbestkî.
Di piraniya berhemên nivîskarên cîhanê de behsa keça bahrê tê kirin. Min bi xwe jî di kurteçîrokeke xwe de behsa keça bahrê kiriye. Helbet keçek weha -ku di nav bahrê de dijî û niv masî, nîv însan e- tune. Ew afirandineke xeyalî ye. Edebiyat ji xwe ficktion e, bi xeyalî tê afirandin. Nivîskarê ciwan Î. Xelîl Baran jî di pirtûka xwe ya helbestan de helbesteke ji bo keça bahrê nivîsiye. Ew dibêje :
niha min te dîtî
û
bi destên te girt
ji çavên te bahr vexwar
Hersê helbestên wî yên bi sernavê "Elweda" dil û kezeb li mirov dipiritîne. Wî bi sê hevokên gelek kurt tirsa rêçê wisa daye xuyakirin ku, mirov bi dehan rûpel nivîs li ser vê mijarê binivîse, nikare ewqas xweş rave bike.
Helbesta bi sernavê "Strana ji bo Gulbirînê" bi hizn e, bi keder e, bi êş û elem e. Nivîskarê ciwan Î. Xelîl Baran di xeyalên xwe de rindî û bedewiya Afrodîtê dihebîne, lewre jî ew spehîbûna Venûsê dixwaze. Venûs anku bi navê wê yê grekî -yunanî- Afrodît sembola rindî, xweşikî û evînê ye. Nivîskarê ciwan bi xeyalî lêvên wê maçî dike, dimisîne û jehra evînê vedixwe.
Di gel helbestên Î. Xelîl Baran yên evînî û felsefî, helbestên wî yên welatparêzî jî xîtabê hest û ruhê xwendevanan dikin. Min wek mînak behsa hinek helbestên wî kir. Hemû helbestên wî jî baş û xweş in. Bi hêviya ku ew rojeke helbestên xwe yên xweş bi kurdî jî binivîse û bi berhemên xwe yên kurdî edebiyata kurdî dewlemend bike.