MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Lokman Polat: Helbestên dildar (pirtûka Receb Dildar)
Ji Ehmed Aras "Kerr û Kulik"
Helbestên Îbrahîm Xelîl Baran
Ji Lokman Polat 2 pirtûkên nû


"Kewê Canê" ya Receb Dildar

HELBESTÊN DILDAR

Lokman Polat: [email protected]

Min bi hevalekî xwe yê ku li Amedê dimîne re bi telefonê xeber da, wî ji min re hinek behsa guhertin û xweşiya bajêr kir. Min telefon girt, lêbelê hesreta dîtina bajêr û bêrîkirina wê di dil û ruhê min de pêl da. Ji ber bêrîkirinê bêhna min teng bû. Min xwe amade kir ku ez ji malê derkevim, belavkirê postê di derî de nameyan avêt hundir. Min nameyên ku hatibûn ji pey derî girt, di nav wan de zarfek hebû û mohra posta Diyarbekir li ser bû.

Min bi heyecan zarfê vekir, tê de pirtûka helbestvan Receb Dildar ya bi navê "Kewê Canê" hebû. Ev pirtûka wî ji Amedê ji min re hatibû. Ew roj hatina pirtûka Receb Dildar ji bo min diyariyeke herî giranbiha bû.

Min bi meraq pirtûkê vekir û helbestên tê de bi dilxweşî xwend. Gelek helbestên wî li ser bajarê min ê qedîm, li ser Amedê bû. Bi xwendina helbestan, ez bi xeyalî di nav bajarê Amedê de geriyam. Bi helbestên wî re ez ketim nav kuçe û kolanên bajêr, min li beden û baxçeyên bajêr mêze kir, ez bum şirîkê derdê evîndarên wir, dilê min bi zarokên bajêr şewitî.

Piştî ku min pirtûkê xwend, min xwest ez dîtinên xwe yên derbarê pirtûkê bi xwendevanên kurd re parve bikim. Lewre min vê nivîsa danasîna pirtûkê nivîsî. Ez hêvîdarim ku, yê ku vê nivîsa min bixwîne, heger pirtûkê nexwendiye, bila pirtûkê bikire û bixwîne.

Pirtûka Receb Dildar "Kewê Canê" pirtûka helbestan e. Pirtûk di nav weşanên "Gun" di rêzepirtûkên "Hîvron" de hatiye weşandin. Pirtûk 78 rûpel e û tê de 35 helbest hene. Nivîskarê pirtûkê Receb Dildar ji Amedê ye. Ev pirtûka wî ya yekem e ku bi kurdî derdikeve.

Min hinek nivîsên nivîskar di kovar û rojnameyên kurdan de xwendibû. Dema min pirtûka wî dît, gelek keyfa min hat ku wî bi kurdî berhemeke edebî afiranddiye. Ez hêvîdar im ku ew dê ji niha û pêve gelek berhemên edebî yên bi kurdî biafirîne.

Navê pirtûkê hem pir xweşa min çû û hem jî ev nav ji min re pir bi manedar hat. Mirov dema li ser navê kewê bifikire, dikare bi gelek cureyan şîroveya navê kewê bike. Di çanda kurdan û edebiyata kurdî de cihê kewê ciheke taybet e. Ez ne bawerim ku di nav ti neteweyek de bi qasê kurdan li ser kewê ewqas şîrove hatibe kirin. Di kultura kurdan de, di jîyana wan a civakî de kew ciheke xas digre û li ser kewê bi sedan çîrok û nirxandinên curbecur hene.

Hinek kes kurdan dişibînin kewê. Li gorê wan kew dijminê neslê xwe ye û hinek kurd jî dijminê qewmê xwe ne. Ji berê ve hinek kurd nêçîrvaniya -seydvaniya- kewê dikin. Kew di qafesê de dixwîne, bangê kewên din dike, ew jî tên û dikevin dehbika nêçîrvan, anku kew kewê dixe kemînê.

Lê, li gor hinekan jî kew dijminê neslê xwe nîn e. Kew êsîr e, di qafesê de qafeskirî weke kurdan dîl in, hêsîr in û ew bangê kewên din dikin ku ew bêne alîkariya wan û wan ji hêsîrtiyê xilas bikin. Li gor min jî kewa qafeskirî dişibe welat, dişibe gelê kurd. Kewên qafeskirî jî weke kurdan hêsîr in û dixwînin, dizarin, hawar û qêrîn dikin ku ji êsîrbûnê xilas bibin. Ez bi xwe ji navê "Kewê Canê" vê maneyê derdixim ku, nivîskar kewê canê weke evîn û welat rave kiriye. Wî evînê û welat di vî navî de weke sembol pêşkêşê xwendevanan kiriye. Ew dibêje :

Kewê canê
bi çavên kelogirî li min mêze neke
birîna qalikgirtî dîsa li dil teze neke.

Welatê kurdan, welatê bindest, welatê ku di bin lingê dagirkeran de dizare, bi çavên kelogirî ne tenê li nivîskar, li temamê kurdan dinêre û birîna şoreşger û welatparêzên kurd ji nûve teze dike.

Nivîskar di helbestên xwe de, ji hezkirina dil mest û serxweş e, lê ji bo rewşa gel û welat belengaz û nexweş e. Çawa ku kurdekî asîmîlekirî di kûrahîya asîmîlasyonê de bi xwe werqile û di nav wê tarîtiyê de li xwe, li koka xwe bigere û dema kurdbûna xwe û doza xwe ya netewî fêm bike û ev fêmkirin ji bo wî bibe tîrêjên ronahîyê, herweha nivîskar jî hîtabê kewê dike û li tîrêjên çavên wê digere.

Dilê bi evîn ji ber êşa evînê dişewite, welatê min ê bindest ji ber zordariya dijminên dagirker dişewite. Helbestvan vê şewatê bi şêweyeke alegorîk tîne ziman û kezeba mirov dişewitîne. Çawa ku evîndar ji ber êşa dil neçarin, kurdên bindest jî ji ber zilm û zordariya dijmin bêçare ne. Ev neçarî bi rengeke din di hevokên helbesta kewê de têne zimên.

Helbestên Receb Dildar ji alî naveroka xwe ve gelek dewlemend in. Temaya helbestên wî, evîn û welat, civak û xweza ne. Di helbestên wî de hestên netewî û helwesta însanî hene. Mijarên helbestên wî bala mirov dikşîne û bi xwendina helbestan ruhê mirov şad dibe. Teknîka nivîsê û şêweya li hevûdu hunandina helbestên wî nûjen in. Zimanê wî baş û pak e. Wî helbestên xwe hêsan nivîsiye ku xwendevan ji xwendina helbestan aciz nabe û bi hêsanî mijara wan fêm dike.

Helbesta wî ya bi sernavê "Gula Amedê" helbesteke wisa xweş e ku kîjan xwendevanekî Amedî vê helbestê bixwîne, dê ji dil nivîskar pîroz bike ku wî ewqas xweş taswîra Amedê kiriye û bi gotinên cihêreng û manedar Amedê aniye zimên. Wî di malikeke vê helbestê de bi devê gula Amedê daxwazên gelê kurd pêşkêş kiriye ku ev daxwaz daxwazên kurdan in û ji bo bi cih anîna van daxwazan kurdan gelek bedêl daye û hêj jî têkoşîna xwe didomînin. Ew di hevokeke helbesta xwe de bi devê gula Amedê dibêje :

Aştî ye daxwaza min
wekhevîye gazîya min
biratîye rêya min
ez im gula Amedê

Nivîskar di helbestên xwe de bêhêvîtiyê belav nake, berevajê wê ew hêvîya gelê kurd destnîşan dike û hêvîyê pêşkêş dike. Ew di hevokeke helbesta xwe de weha dibêje :

Barê li ser milê min
agir berda dilê min
naçilmisin pelê min

Li vir neçilmisandina pelan, nebêhêvîbûn e, hêvîbûn e. Helbest bi peyvên hilçinandî û bi mane têne afirandin. Bi sembolan, bi şêweya alegorîk û bi gelek şêweyên curbecur hevokên helbestan têne ravekirin. Mirov ji naveroka hevokeke helbestek dikare gelek mane derbixe û dikare bi gelek hawayan şîrove bike. Ez bi xwe doza netewa kurd weke bareke li ser milê kurdan dibînim. Hetanî ku kurd bigîşin azadîya xwe, ev bar li ser milên wan e. Agir û şewat, zilm û zordarî û hemû şêweyên zehmetiyê divê hêvîya kurdên şoreşger û welatparêz neşkîne, anku hêvîya wan neçilmisîne.

Helbestvan Receb Dildar di gelek helbestên xwe de rengên civakî û rewşa gelêrî datîne ber çavên mirov. Ew neynika xwe li ser civakê digerîne û bi gotinên helbijartî yên manedar rewşa heyî bi me dide nîşandan. Helbesta wî ya "zarokek digirî” bûye zimanê derd, kul û kambaxiya zarokên kurdan. Ew di taswîra rewşa zarokekî Amedî de, rewşa gelemperî ya piranîya zarokên bêkes û belengaz tîne zimên. Di vê helbesta xwe de, nivîskar Receb Dildar ji bo zarokekî ku digirî, hestên xwe weha rave dike :

Zarokek digirî li kolanên Amedê,
ling tazî, çav bişîlog
zik ji ber şeqitî 

Nizanim çima digirî
dîsa kîjan êş di dil de beridî?

Dibe ku stara wî tune be
Dibe ku zikî birçî
Li şîveke germ digere,
an jî jan didin tilî û pêçî
Li bêkesiya xwe dinêre.

Di pêvajoya şerê qirêj de, li Kurdistanê û bajarên metropolên tirkan bi hezaran zarokên kurd yên bêkes li kuçe û kolanan bêxwedî man. Ev helbest derd û kul û rengên zarokên bêxwedî tîne ber çavan. Ji xwe helbestvan rewşa zarokên bêxwedî û belengaz bi hevokên helbestkî, bi şêweyeke hunerî diyar dike. Ew rewşa zarokên kurd bi rewşa welat ve girê dide û şîrove dike. Di hevokeke helbesta xwe de ew weha dibêje :

Dibe ku welatek dane ber xenceran
Dibe ku bav girtî be
li nav çar dîwarên bêhêvî be
an jî xweşk û bira wenda ne
kî dizane li ser kîjan çîya ne.

Weke min berê jî got, helbestvan Receb Dildar bêhêvî nîn e, bi hêvî ye û ew tim li hêvîyan digere û di helbestên xwe de hêvîyê rave dike. Di hêvîyên wî de gul û kulîlk vedikin, tîrêjên azadîyê ronahî dikin, keskesor dibiriqin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1