Emê ji niha û pê de li Nisêbînê kovareke bi navê NÛBÎN a edebî, hunerî
û
ramanî, ku wê ji her du mehan carekê biweşe, derxin. Wekî hûn dizanin,
yekem
car kovareke xwerû kurdî, ku navenda wê Nisêbîn e, dê dest bi weşanê
bike. Li
gor vê hûnê jî têderxin di van mercên îroyîn de derçûna kovareke wiha
çendî
dijwar e. Lê bi alîkariya we jî emê destûrê nedin ku heta niha qedera
hatî
serê hemû kovarên kurdî, bê serê NÛBÎN jî! Yanî mebesta me ew e ku ev
kovar
birêkûpêk derbiçe û çi ji Bakur, çi ji Başûrê Biçûk, çi ji Başûrê
Mezin, çi
ji Rojhilat û çi ji Ewropa hemû nivîskar, şair û hunermendên kurd li
hev
bicivîne.
Ev kovar dê nebe ya filankes û bêvankesî! Ev kovar a wan kesan e ku bi
kurdî
dinivîsin û xema edeb û hunereke serkeftî dixwin. Digel vê ya wan kesan
e ku
ramanên xwe di platformeke azad û netewî de rave dikin. Deriyê Nûbînê
ji
hemû xemxwerên edeb, huner û ramana kurdî û kurd re vekirî ye.
Bi vê boneyê em li benda berhem û alîkariyên we ne...
KOVARA NÛBÎN [email protected] Şerefxan Cizirî
Osman Mehmed
Abdurrahim Semavi Tlf: 0 482 - 416 13 25