Tirkiyeyê biryarek derxistiye ku dê rê bide dêbavan ku navên kurdî li zarrokên xwe bikin.
Lê divê di wan navan de tîpên di zimanê tirkî de nebin neyên bikaranîn yan jî ew tîp "sadekirî" bên nivîsîn. Di pratîkê de biryara Wezareta Karûbarên Hindirrîn ya Tirkiyeyê nahêle di navan de "ê, î, q, û, w" hebin yan jî divê ew bi van tîpan bên guhastin: "e, i, k, u, v".
Armanca vê biryarê - ku roja 24.09.03 ji rayedaran re hat şandin - rakirina hin ji qedexeyên li ser çandeyên gelên ne-tirk e.
Qanûna par ji alî perlemana Tirkiyeyê ve hatî danîn qedexeya li ser navên kurdî rakiriye. Lê hin karbidest hê jî rê nadin qeydkirina navên kurdî.
Ev qanûn û biryar beşek e ji wan xwenûkirinan yên Tirkiye dixwaze xwe di çavên Yeketiya Ewropayê de nûjenxwaz bide diyarkirin. Ya rast, ne xwiya ye ku dê tehemila tirkan bo bikaranîna navên kurdî hebe.