ev demek e dirêj e ku "Mehname" misyonek e siyasî daye ser milê xwe. Belê, Mehname ji xeta xwe ya destpêkê derketiye û siyasetek yek alî û tenê li dijî alîkî nivîsa diweshêne. Min gelek caran gotiye ku hunermendên herî Kurd û di rastiyê de hunermend di nava me Kurdan de tenê du kes hene. Yek Hesen Sherîf û yê dî jî Ednan Kerîm e.Sedem: Ew herdû tenê hem di Medya-Tv, hem di KurdSatê û hem jî di Kurdistan-Tv de diderkevin. Helbet tercîheka wan jî ya siyasî heye, lê belê ew bi awayekê netewî dimeshin.
Rast e, tu insan ne bêalîne, lê belê ev nebêalîtî nayê wateye zerar gihandina yekitîya netewî. Pêwist nake ku ez behsa giringaya yekîtiya Kurdan bikim ji ber ku kêm zêde herkes dizane ku sedemê têk chûna me ji neyekitiya me tê.
Hisênê delal, nivîsên di Mehnamê de yê li dijî yekitiya me tên weshandin, min gelekî bêzar dikin. Di vê dema dawî de piraniya (heta em dikarin bêjin hemû) nivîsên sayasî yên di Mehnamê de tên weshandin li dijî KADEK-PKK ne. Rast e, divê mirov ji rexnan re vekirî be, lê sînorê rexnan jî heye. Li bakûrê welêt hêjî bi sed hezaran girse di mitîngên DEHAPê yên ji bo hilbijartinê girêdana xwe ya bi KADEK û serokê wê yê gishtî re tênin zimên.Ev netishteke veshartiye û di dîmenan de bash tê bihîstin.
Ez bawerdikim ew kes heta dawî yê jî bi Kurd bûna xwe gelekî serfiraz in. Ger ev girsa bi milyonan bi dengekî diqîrê xayinbin, ger ev hêza ku di shiyarbûna netewî de (bi teybetî li bakûr) rola herî mezin leyistiye xayin be, ger ev baweriya ku bi hezaran xort ji ber shehîd ketin xayin be, ger bi milyonan kesên zarokên xwe shehîd dane, gundên wan hatine valekirin û shewitandin, ger pîrekên hatine tecawiz kirin, ger kesên ku ji ber eshqa Kurdistan shewitîne xayinbin, wê demê ez jî "xayînek" ji wa me. Kesên ev bîst, sî, chil sal e di cihên xwe de rûnishtine û tenê li dijî kesên tishtekî dixwazin ji bo Kurdayetiyê bikin li hênceta digerin, bila pichekî bifikirin û bêjin ka serokatiya min ji bilî deh belavok û sê pirtûkan pê ve kêrî chi hatiye?. Dema PKK ê dest bi sher kir, wan digot ku hê zû ye û sherê chekdarî karê terorîstane. Heman kes niha dibêjin KADEK xayîne, ji ber ku dev ji sherê chekdarî berdaye. Gelî serokên tenê ji rexnan re jêhatî: Kurdistan fereh e, delfetê chûnê hene, kerem bikin, madem PKK xayin ket, de kerem bikin û hûn wî sherê chekdarî bimeshênin. Lê belê zirav û ziman ji hev dûr e.
Ha, ger niha pirtûk û rojnamê hevalbendê van partî û serok an li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê diderkevin, ew jî bi xêra PKK ê û tekoshîna wê ya. Belê, ger Kurdî qedexebû û niha qûnciknivîsê tirkan yên shoven bi dengekî dibêjin: bila îradeya Kurdan jî li parlemena tirkiyê bê temsîl kirin, ew jî bi xêra PKK ê û nirxên wê ye.
Rexne li ser seran û li ser chavan, êrishkirna wek ya gûran ne tishtek e rast û dûrist e.
Ez nabêjim bila Mehname sedî sed bêalî be, lê belê bila tû layingirên partiyên siyasî yên Kurdan gava Mehname xwendin aciz nebin û di dilê xwe de nebêjin: ha, ev jî ya wan (!) e.
Bila Kurdbûn li pêsh be ne layingirîya partiyên siyasî. Bila Kurdayetî li pêsh be ne berberî û alozkirina ku zehmet aloztir bibe. Bila em ne gihin gotina: li kîderê zirav e bila di wira re biqete.
Ez hêvîdarim, Mehname her meh nameyên ji bo yekitiya netewî bibin alîkar ne yên Kurdan li dijî hev sor bike, birêbike.
Belê kekê Hisên, ev gilî û gazindek e ji dil bû, ger min zêdegavî jî avêtibin li min bibûre.
Min dixwast ez nivîsek e bê alî binivîsim, lê belê min xwest hinek derdor li neynikê meyzînin û pichekî xwe jî di neynikê re bibînin.
Bi hêviya ku di demek e nêzîk de li peytext Kerkûkê hemû partî û serok ên Kurdan, bê ferqa mezin û bichûkbûnê, li hev bicivin û em jî bi awayekê demoqratî bikaribin partiya herî nêzîk ji fikrên xwe bihilbijêrin. Ji nîvê rê jî vegerîn li ser feydebûnê ye. Belê, tishtên kevin newin ji bîrkirin yekîtî jî saz nabe. Bi hêviya ku ji bîrkirina tishtên gemar û bi bîranîna tishtên bash yên hemû partî, sazî, rêxistin û serokên Kurdan...
“Silav Hisênê bira,
ev demek e dirêj e ku "Mehname" misyonek e siyasî daye ser milê xwe. Belê, Mehname ji xeta xwe ya destpêkê derketiye û siyasetek yek alî û tenê li dijî alîkî nivîsa diweşêne. “
MEHNAME DÊ DI GOTÛBÊJ Û MIJARÊN GIRING ÊN CIVAKÎ DE LI DERÎ DERBIRINA BÎREWERIYÊN XWE Û KESÊN TÊ DE DINIVÎSIN NEMÎNE.
MEHNAME NE DIJÎ TI ALIYAN RABÛYE Û NE JÎ DÊ RABIBE TENÊ JI BER KU FILAN AN BÊVAN ALÎ YE LÊ HER ŞAŞÎ Û KÊMASIYA DI KESEKÎ YAN RÊXISTINEKÊ DE BIBÎNE, DÊ BIDE RÛYÊ WAN.
MEHNAME YEKALÎ YE? KA BILA HER KESEK HEBE, KU REXNEYEK DI CÎ DE Û JI DIL LI HÊZ AN RÊXISTINEK KURDÎ KIRIBE Û JI ME RE ŞANDIBE LÊ ME NEWEŞANDIBE, BILA BI HEMÎ WIJDANA XWE DERBIKEVE Û DIYAR BIKE KU ME NEWEŞANDIYE – HINGÊ EZ Ê TIF BIKIM RÛYÊ XWE Û HERKESEK DIN JÎ DIKARE TIF BIKE RÛYÊ MIN. LÊ KU NIVÎSKAR, ÊN KU DIXWAZIN DI MEHNAMEYÊ DE BINIVÎSIN, DIXWAZIN BI TAYBETÎ REXNEYAN LI ALIYEKÎ BIKIN, EV NIVÎSKAR HER YEK BI XWE JI NIVÎSARÊN XWE BERPIRSIYAR E Û DIJ-REXNE TENÊ DIKARIN LI WAN BI XWE BÊN KIRIN. LÊ BI BAWERIYA MIN A HÊ RASTTIR EW E KU BI TAYBETÎ DI VAN DAWIYAN DE HIN ALIYAN JI YÊN DIN ZÊDETIR REXNEYÊN TUND Û TÛJ LI XWE HEQ KIRINE LOMA REXNE LI WAN TÊN KIRIN.
“Min gelek caran gotiye ku hunermendên herî Kurd û di rastiyê de hunermend di nava me Kurdan de tenê du kes hene. Yek Hesen Sherîf û yê dî jî Ednan Kerîm e.Sedem: Ew herdû tenê hem di Medya-Tv, hem di KurdSatê û hem jî di Kurdistan-Tv de diderkevin.”
HEKE TU BI VAN GOTINAN MIN DIJÎ MEDYA TV DERBIXÎNÎ, JI BÎR NEKE KU EZ DU CAR JI ALÎ MEDYATV DE HATIME VEXWENDIN – BERNAMEYA “HEVAL” LI BRUKSELÊ Û “SÎMIRÊ TAVSORKÊ” LI STOCKHOLMÊ – Û HERDU CARAN JÎ MIN BEŞDARÎ DI WAN DE KIRIYE. DI SER HINDÊ RE JÎ, MIN BI BIHAYEK KOLEYANE JI MEDYA TV RE FILM JI ÎNGILÎZÎ WERGERANDINE. LÊ EV NIKARE RASTIYÊ LI BER HINDÊ BIGIRE KU EZ KÊMASIYÊN MEDYA TV Û BI TAYBETÎ JÎ WÊ RÊXISTINÊ, YA MEDYA TV ZIRNEYA DEVÊ WÊ YE, RABIXIM BER ÇAVAN AN RÊ BIDIM KESÊN DIN KU BI RÊYA MEHNAMEYÊ KÊMASIYÊN HEYÎ DESTNÎŞAN BIKIN.
“Helbet tercîheka wan [Hesen Şerîf û Ednan Kerîm] jî ya siyasî heye, lê belê ew bi awayekê netewî dimeşin.”
HEVAL ZEKÎ, BEREVAJÎ TE BI XWE, TERCÎHA HERKESÎ YA SIYASÎ NÎN E. YEK JI WAN EZ BI XWE ME. LI ALIYEKÎ, XERABIYA KESEK/HÊZEK/RÊXISTINEK BIKE, EZ Ê BI PAŞ GUHÊ XWE VE NEAVÊJIM LÊ, LI ALIYÊ DIN, HEKE QENCIYÊN KESEKÎ/RÊXISTINEKÊ JÎ HEBIN, EZ NE HIND HESÛD IM KU WAN MANDEL BIKIM. Û HERWIHA HEKE HEM QENCÎ Û HEM JÎ XERABIYÊN KESEKÎ HEBIN, BILA HERDU BÊN ZIMAN – BEREVAJÎ KU KADEK-PKK TE DIKE.
“Rast e, tu insan ne bêalîne, lê belê ev nebêalîtî nayê wateye zerar gihandina yekitîya netewî. Pêwist nake ku ez behsa giringaya yekîtiya Kurdan bikim”
YA GIRING EW E KU MIROV JI XWE BIPIRSE KA EV “YEKETIYA NETEWEYΔ ÇI YE JI BERÎ KU BIBÊJE KA EW GIRING E YAN NA. HEKE “YEKETIYA NETEWEYΔ BÊ WÊ WATEYÊN KU HIN KES/RÊXISTIN DIKARIN HEMÎ ŞAŞÎ Û NEHEQIYÊN XWE DI BIN VE VEBIŞÊRIN Û BI VÊ “YEKETIYA NETEWEYΔ – KU WAN BI XWE BÊWATE Û NAVEROKXALÎ KIRIYE – ME BIXAPÎNIN, NA, EV “YEKETIYA NETEWEYΔ QET NE GIRING Û DIVÊ QET NE GIRING BE JÎ. EW KES – DI SERÎ DE ABDULLAH ÖCALAN – Ê KU TI NIRX Û BIHAYEKÊ NADE WÎ GELÎ YÊ KU XWEVERIYOKÊN MÎNA WÎ KIRINE NAVDARÊN CÎHANÊ, NE HÊJAYÎ HINDÊ NE KU DI BIN BANÊ “YEKETIYA NETEWEYΔ DE BÊN PARASTIN.
“…ji ber ku kêm zêde herkes dizane ku sedemê têk chûna me ji neyekitiya me tê.”
EW RAST E. LÊ SEDCARÎ KEMBAXTIR Û MALWÊRANETIR, KEKÊ MIN, EW E KU EM YEKGIRTÎ BIN DI BIN FERMANA CENAWIREK WISAN DE KU BIRHANDIN Û SERJÊKIRIN Û QIRKIRINA ME DIXWAZE.
“Hisênê delal, nivîsên di Mehnamê de yê li dijî yekitiya me tên weşandin, min gelekî bêzar dikin.”
GELO MEHNAME ÇI DIJÎ TE NIVÎSIYE KU TE BÊZAR Û SIL BIKE? YAN HÊ JÎ GIRINGTIR: GELO MEHNAMEYÊ ÇI PEYVEK NERAST Û DEREW BELAV KIRIYE KU TU PÊ XEYIDÎ? YAN JÎ GELO MEHNAMEYÊ TIŞTEK GOTIYE KU DIJÎ BÎREWERIYA TE SIYASÎ YE? HEKE PIRSA DAWÎN BI ERÊNÎ BIBERSIVÎNÎ, MIXABIN MEHNAME NIKARE JI BER HINDÊ HELWESTA XWE YA AZADIYA DERBIRINA BÎR Û BAWERIYAN ASTENG BIKE.
“Di vê dema dawî de piraniya (heta em dikarin bêjin hemû) nivîsên sayasî yên di Mehnamê de tên weşandin li dijî KADEK-PKK ne. Rast e, divê mirov ji rexnan re vekirî be, lê sînorê rexnan jî heye.”
ÇIMA SINORÊ REXNEYAN HEBE? HEKE REXNE BIBINGEH BE Û BI AWAYEK JIDIL Û MAQÛL BÊ PÊŞKÊŞKIRIN, MEHNAME TI SEDEMAN NABÎNE KA ÇIMA “sînorê rexnan jî heye” HEKE REXNE HAT SINORKIRIN, PÊŞKETIN Û BAŞTIRBÛN JÎ PÊ RE MA. REXNE BAŞTIRÎN ŞÎRET Û NESÎHET E BO WAN ÊN REXNE LÊ TÊ KIRIN. LÊ KU GELEK ALÎ – DI NAV WAN DE NE KÊM PKK – TI PÛTE Û GIRINGIYÊ NADIN REXNEYA LI WAN TÊ KIRIN, EW ÊDÎ XWELÎSERIYA WAN BI XWE YE.
“Li bakûrê welêt hêjî bi sed hezaran girse di mitîngên DEHAPê yên ji bo hilbijartinê girêdana xwe ya bi KADEK û serokê wê yê giştî re tênin zimên.Ev netişteke veşartiye û di dîmenan de baş tê bihîstin.”
NIVÎSKARÊ FRANSÎ ANATOLE FRANCE KEREM KIRIYE: “HEKE PÊNCÎ MILYON JÎ PESNA BÊAQILIYÊ BIDIN, EW DÎSAN JÎ BÊAQILÎ YE.”
“Ez bawerdikim ew kes heta dawî yê jî bi Kurd bûna xwe gelekî serfiraz in. Ger ev girsa bi milyonan bi dengekî diqîrê xayinbin, ger ev hêza ku di şiyarbûna netewî de (bi teybetî li bakûr) rola herî mezin leyistiye xayin be, ger ev baweriya ku bi hezaran xort ji ber şehîd ketin xayin be, ger bi milyonan kesên zarokên xwe şehîd dane, gundên wan hatine valekirin û şewitandin, ger pîrekên hatine tecawiz kirin, ger kesên ku ji ber eşqa Kurdistan şewitîne xayinbin, wê demê ez jî "xayînek" ji wa me.”
(1) BI MILYONAN KES BI HITLER Û MEKANÎZMA WÎ YA PROPAGANDAYÊ RE JÎ HEVDENG BÛN LÊ MA KIRINÊN BI DEST Û FERMANÊN HITLER HATIN KIRIN HEMÎ REWA BÛN? BI DEHAN MILYONAN KESAN NAVÊ STALÎN WEK PÎROZTIRÎN PEYV DIZANÎ LÊ ENCAM BERÇAV IN. LI KOREYA BAKUR LI ŞAHÎ Û ŞEHYANÊN BO PARTIYA SERDEST Û SEROKÊ WÊ TÊN KIRIN BINERE Û LI ZAROKÊN JI BER SIYASETA HEMAN PARTÎ Û SEROKÊ WÊ BINERE, DÊ REWŞ JI TE RE “DI DÎMENAN DE BAŞ BÊ BIHÎSTIN”. BERÎ ÇENDEKÊ SEDAM HISÊN 100% DI HILBIJARTINÊN SEROKKOMARÎ DE BI DEST XISTIN LÊ MA EV “BI SED HEZARAN GIRSE” DIKE KU SEDAM CAMÊREK QENC BE.
2) GELO MA EW KES, ÊN PIŞTGIRIYA XWE BI ÖCALAN RE NAÎNIN ZIMAN AN JÎ BI TEMAMÎ DIJÎ WÎ NE, JÎ DI MEDYA TV DE JI WAN RE DERFET Û DELÎVA DERBIRINA HELWESTA XWE HEYE??? MADEM TENÊ ALIYEK “DI DÎMENAN DE BAŞ TÊ BIHÎSTIN”, RASTÎ DÊ ÇAWA BÊ DÎTIN???
“Kesên ev bîst, sî, chil sal e di cihên xwe de rûniştine û tenê li dijî kesên tiştekî dixwazin ji bo Kurdayetiyê bikin li hênceta digerin, bila pichekî bifikirin û bêjin ka serokatiya min ji bilî deh belavok û sê pirtûkan pê ve kêrî chi hatiye?.”
BI RASTÎ MIN NEDIXWEST BERSIVA VAN PIRSÊN TE BIDIM JI BER KU EZ NE DI NAV SIYASETÊ DE ME Û NE JÎ DIXWAZIM DI NAV DE BIM. ERÊ, DIBE KU PIRRANIYA SEROK Û PARTIYÊN KURDAN “JI BILÎ DEH BELAVOK Û SÊ PIRTÛKAN PÊ VE KÊRΔ TI TIŞTEKÎ NEBÛBIN. LÊ PIRS EV E: PKK Û SEROKÊ XWE JI BILÎ HINDÊ KU BÛNE SEDEMA 15 SALAN ŞER, ŞEWITÎNA 4 000 GUNDAN – EW BINGEH ÊN KU TA NIHA ÇANDEYA KURDÎ LÊ DIHAT PARASTIN -, KOÇBERBÛNA ZÊDEYÎ 5 MILYON KURDAN, HATINKUŞTINA BI DEHAN HEZARAN KURDAN, ASTENGKIRINA RÊYA XEBATA RÊXISTINÊN DIN ÊN KURDÎ HEM LI BAKURÊ KURDISTANÊ, PARÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ Û HEM JÎ LI DERVEYÎ WELAT, ÊRIŞKIRINA BERDEWAM LI SER DEWLETEK KURDÎ YA LI BER AVABÛNÊ (BAŞÛRÊ KURDISTANÊ)… JI BILÎ VAN KIRINÊN HER YEK JI YA DIN HOV Û KIRÊTTIR PKK Û SEROKÊ WÊ KÊRÎ ÇI HATINE???!!! PKK BI “GUHERANDINA STATÛYA KURDAN” XWE TIRRBILIND DIKE. RAST E, BI SAYA SERÊ PKK Û SEROKÊ WÊ, STATÛYA KURDAN GUHERIYE: BERÊ KURD LI HERÊMÊN XWE BÛN Û WAN DIKARÎ ÇANDEYA XWE BIPARÊZIN, JI BER ŞERÊ QIRÊJ Ê PKK EW NEÇAR MANE DAQULIPIN METROPOLÊN TIRKAN Û BIREVIN BIYANISTANAN Û BI VÎ AWAYÎ JI KOKA XWE DÛR BIKEVIN. RAST E, BI SAYA SERÊ PKK Û SEROKÊ WÊ, STATÛYA KURDAN GUHERIYE: BERÊ KURDÊ BI TIRKÎ BIPEYIVIYA, XELKÊ HENEKÊN XWE PÊ DIKIRIN; NIHA YÊ BI KURDÎ BIPEYIVE, NEZAN Û PEPÛK E…
“Dema PKK ê dest bi şer kir, wan digot ku hê zû ye û şerê chekdarî karê terorîstane. Heman kes niha dibêjin KADEK xayîne, ji ber ku dev ji şerê chekdarî berdaye. Gelî serokên tenê ji rexnan re jêhatî: Kurdistan fereh e, delfetê chûnê hene, kerem bikin, madem PKK xayin ket, de kerem bikin û hûn wî şerê chekdarî bimeşênin. Lê belê zirav û ziman ji hev dûr e.
Ha, ger niha pirtûk û rojnamê hevalbendê van partî û serok an li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê diderkevin, ew jî bi xêra PKK ê û tekoşîna wê ya. Belê, ger Kurdî qedexebû û niha qûnciknivîsê tirkan yên şoven bi dengekî dibêjin: bila îradeya Kurdan jî li parlemena tirkiyê bê temsîl kirin, ew jî bi xêra PKK ê û nirxên wê ye.“
BI RASTÎ, BIRAYÊ DELAL, EV GOTINÊN TE WISAN TIRRO-VIRRO NE KU EZ QET HEMA PÊDIVÎ Û PÊWÎST NABÎNIM KU BERSIVA WAN BIDIM. LÊ MIN GELEKÏ MEREQ KIR: GELO EV KÎJAN NIRX IN TU BAS DIKÎ KU TIRKIYEYA SERHIŞK, KU TA NIHA BI TI AWAYAN SEREDERÎ SER RÊYA RAST NEDIBÛ, WIHA KIRIYE WELATEK PÊŞKETÎ Û MIROVPERWER? GELO MA TE JI BÎR KIR KU TIŞTÊN TIRKIYE NIHA QAŞO BO BAŞKIRINA REWŞA KURDAN DIKE JI BER HINDÊ NE KU TIRKIYE NEÇAR MAYE PÎVANÊN KOPENHAGENÊ BI CÎ BÎNE? GELO ÇIMA DI DEMA XURTIYA PKKÊ DE TIRKIYE LI BER TI GUHERÎN Û REFORMAN NEHAT LÊ NIHA – KU PKK DI RASTIYÊ DE NEMAYE – TIRKIYE DIVÊ REWŞA KURDAN BAŞ BIKE???
“Rexne li ser seran û li ser chavan, êrişkirna wek ya gûran ne tiştek e rast û dûrist e.”
KEKO, MA MIROV BI QASÎ VAN GOTINÊN TE DIJÎ ARGUMENTÊN XWE BI XWE DIAXIVE!? MADEM TU REXNEYÊN MEHNAMEYÊ NAPEJIRÎNÎ Û JI WAN ACIZ DIBÎ, ÎCAR ÇIMA TU DIBÊJÎ: “Rexne li ser seran û li ser chavan”. GELO TU ÇIMA JI ME RE DIYAR NAKÎ KA ÇAWA MEHNAMEYÊ “WEK GURAN” ÊRIŞ KIRIYE? TE DI HEMÎ NAMEYA XWE DE YEK MÎNAK JÎ NEANIYE BO KU DESTNÎŞAN BIKÎ KU MEHNAMEYÊ REXNEYEK BÊBINGEH AN JI RASTIYÊ DÛR BELAV KIRIYE – ÎCAR EM DÊ ÇAWAN BIKARIN RÊ LI BER “ÊRIŞKIRINA WEK YA GURAN” BIGIRIN HEKE TU JI ME RE DIYAR NEKÎ KA “ÊRIŞKIRINA WEK GURAN” TÊ ÇI WATEYÊ!?
“Ez nabêjim bila Mehname sedî sed bêalî be, lê belê bila tû layingirên partiyên siyasî yên Kurdan gava Mehname xwendin aciz nebin û di dilê xwe de nebêjin: ha, ev jî ya wan (!) e.”
TU NEBÊJÎ JÎ, EZ DIBÊJIM NE TENÊ “BILA” LÊ DIVÊ MEHNAME BÊALÎ BE. EV TÊ WÊ WATEYÊ KU DIVÊ MEHNAME RÊ BIDE HER HELWEST Û NERÎNA HER KESEK DIXWAZE BI KURDÎ TIŞTEK BIBINGEH BIBÊJE. LÊ ZÊDE WISAN JI ME RE NE XEM E KA DÊ “PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURDAN” ACIZ BIBIN AN NA. TIŞTA MEHNAME RAST BIBÎNE Û BIBINGEH BIHESIBÎNE YAN JÎ KESEK DIN Ê BIXWAZE TÊ DE BINIVÎSE BIXWAZE BELAV BIKE, MEHNAME AMADE YE WÊ BELAV BIKE TEVÎ KU EV RASTÎ BIBE SEDEMA NERAZÎBÛNA HIN KESAN/RÊXISTINAN JÎ. JI XWE “PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURDAN” JÎ GELEK TIŞTAN DIKIN KU GELEK KURD PÊ ACIZ DIBIN. GELO HERTIŞTA ÖCALAN DIKE, DIFIKIRE KU BELKÎ HIN KES PÊ ACIZ BIBIN? MADEM NA, ÇIMA MEHNAME RASTIYÊ BINBERRIK BIKE DAKU BIÇMÊ ÖCALAN NEXEYIDÎNE!?
“Bila Kurdbûn li pêş be ne layingirîya partiyên siyasî.”
DÎSA BIRAYÊ MIN, XWEZÎ TE NAMEYA XWE KURTTIR BIKIRA Û HEW DIJÎ ARGUMENTÊN XWE BI XWE BINIVÎSIYA! MADEM DIVÊ KURDBÛN LI PÊŞ BE, TU ÇIMA WIHA BÊZAR BÛYÎ KU DI MEHNAMEYÊ DE REXNEYÊN DI CÎ DE Û BÊGUMAN ÊN BINGEHXURT LI “PARTIYEK SIYASΔ HATINE KIRIN!? ÇIMA BO BAŞKIRINA REWŞA ME Û NEHIŞTINA KÊMASIYÊN DI CIVAKA ME DE ZAF Û MIŞE, REXNE LI WAN SEROK Û RÊBERAN JÎ NEYÊN KIRIN!?
“Bila Kurdayetî li pêş be ne berberî û alozkirina ku zehmet aloztir bibe.”
DIXWIYE KU TU KESÊN XERABIYÊ DIKIN “BERBER” Û HOV NAHESIBÎNÎ LÊ YÊN LI WAN REXNEYAN DIKIN WEK SEDEMÊN “BERBERÎ Û ALOZKIRINÊ” DIHESIBÎNÎ. BAWER BIKE, TA EM BI ÇAVEK WIHA LI REWŞÊ BINERIN, HOVÎTÎ Û WÊRANÎ DÊ HER HEBE.
“Bila em ne gihin gotina: li kîderê zirav e bila di wira re biqete.”
HEKE MIROV DEST NEAVÊJE CIYÊ ZIRAV Û WÊ QAYIM NEKE, JIXWE DÊ BIQEDE, EZBENÎ.
“Ez hêvîdarim, Mehname her meh nameyên ji bo yekitiya netewî bibin alîkar ne yên Kurdan li dijî hev sor bike, birêbike.”
MEHNAMEYÊ NEXWESTIYE KESEKÎ LI KESEKÎ SOR BIKE Û BIŞARÎNE Û BISINCIRÎNE LÊ HER KÊMASIYA DI CIVAKA ME DE HEBE, ÇI SIYASÎ, ÇANDEYÎ, CIVAKÎ Û HWD. MEHNAME DÊ LI SER RABIWESTE Û TÊ BIKOŞE DAKU EW KÊMASÎ BÊ ÇARESERKIRIN. KURD HERTIM TÊK ÇÛNE JI BER KU DI CIVAKA ME DE RÊ NEHATIYE DAN KU KÊMASIYÊN ME BÊN DABAŞ- Û GOTÛBÊJKIRIN. MEHNAME DIXWAZE VÊ TABÛYÊ BIŞKÊNE.
“Belê kekê Hisên, ev gilî û gazindek e ji dil bû, ger min zêdegavî jî avêtibin li min bibûre.
Min dixwast ez nivîsek e bê alî binivîsim, lê belê min xwest hinek derdor li neynikê meyzînin û pichekî xwe jî di neynikê re bibînin.”
REXNEYA TE LI SER HERDU ÇAVÊN BIRAKÊ TE HISÊN. HER REXNEYA LI MEHNAMEYÊ – TEVÎ KU TÊ DE GELEK NEHEQÎ JÎ HEBIN – JI ME RE DIBE NEYNIKEK DAKU EM XWE TÊ RE BIBÎNIN. MEHNAME NE TENÊ DENGEK E. JI BER KU GELEK KES DIXWAZIN TÊ DE BINIVÎSIN, HELWEST Û BÎREWERIYÊN JI GELEK RENGAN TÊ DE HENE Û HÊVÎDAR IM KU JI NIHA PIRR ZÊDETIR JÎ TÊ DE HEBIN. KU DI MEHNAMEYÊ DE PIRRTIR REXNE LI ALIYEKÎ HATIBIN KIRIN, NAYÊ WÊ WATEYÊ KU NABE LI YÊN DIN BÊN KIRIN AN JÎ KU MEHNAME FILAN ALÎ DIGIRE Û DIJATIYA BÊVAN ALÎ DIKE. HERWIHA NAYÊ WÊ WATEYÊ KU REXNEYÊN TAM DIJÎ WAN REXNEYAN, ÊN TA NIHA DI MEHNAMEYÊ DE HATINE BELAVKIRIN, NIKARIN BÊN WEŞANDIN. CIYÊ WAN JÎ DI SÎNGÊ FIREH Ê MEHNAMEYÊ DE HEYE Û EW JÎ SER ÇAVÊN ME NE.
“Bi hêviya ku di demek e nêzîk de li peytext Kerkûkê hemû partî û serok ên Kurdan, bê ferqa mezin û bichûkbûnê, li hev bicivin û em jî bi awayekê demoqratî bikaribin partiya herî nêzîk ji fikrên xwe bihilbijêrin. Ji nîvê rê jî vegerîn li ser feydebûnê ye. Belê, tiştên kevin newin ji bîrkirin yekîtî jî saz nabe. Bi hêviya ku ji bîrkirina tiştên gemar û bi bîranîna tiştên baş yên hemû partî, sazî, rêxistin û serokên Kurdan...”
EM HÊVÎDAR IN KU HÊVIYÊN AZADIYA KURDISTANÊ, DEMOKRASIYÊ Û YEKETIYÊ, KU TE LI JOR RÊZ KIRINE, BI CÎ BÊN. LÊ BI BAWERIYA MIN, TA EM LI DÎROKA XWE VENEKOLIN Û NEBÎNIN KA ÇI KÊMASIYÊN ME HENE, EM Ê HER WAN KÊMASIYAN DUBARE BIKE, WEK KU ME TA NIHA JÎ DUBARE KIRINE. DIVÊ EM “TIŞTÊN KEVIN” Û “TIŞTÊN GEMAR” NE JI BÎR BIKIN LÊ EM JI WAN DERSAN BIGIRIN. TA NIHA ME EW JI BÎR KIRINE LOMA EM NEÇAR MANE ŞAŞIYÊN XWE HER DUBARE BIKIN.
“Digel silavên biratî
Zekî Özmen
www.celadet.de
“
GERMTIRÎN SILAVÊN MIN JÎ JI TE RE. HÊVIYA ŞIYAN Û TENDURISTIYEK BAŞ JI TE RE DIKIM. BI HÊVIYA TÊKILIYÊN XURT Û BERDEWAM.