Rewşenbîrê nemir E. S. Silo 1951’ê Li Zaxoyê hat cîhanê. Ewî ji zarotiya xwe ji muzîkê hez dikir. Ewî 1971’ê li Bexdadê li gel çend kurdên Badînan komek li Bexdadê bi navê "Metîna" ya ji bo govend, dîlan û semayên kurdî damezrand. Evê komê di gelek aheng û mîhrecanên kurdî û erebî de beşdar bû. Ji bil karên komê yên hunerî, seyda Ehmedî ji koro û dengbêjên dî re tenbûr dijenî, nemaze ji hevalên xwe re yên ermenî û aşûrî. Ewî jî li pey şiyana xwe tenê sê heyranok "neh bend" parastin. Seyda Ehmedî 1991’ê bi sedema lêkdana du otomobîlan canê xwe jidest da.
Hewa: Hicaz
Delalo ez dîn ne bûm te ’z dîn kirim
Qenca’ ez xwestim, xiraba’ ez birim
Wey, sebeb tu yî heke ez mirim
Delalo çiya bilind in te na bînim
Kîskê xwe verêke da j’ te ra binexşînim
Wey, jiyan kurt e û ditirsim bimrim te nebînim
Delalo were, were, were hêre
Min xewneka dîtî îşala xêr e
Wey, li te bimrit jin û li min bimrit mêr e
Delalo kêrî ber kêrî
Şal û şapikên te j’ merezê nêrî
Wey, xwezî b’ wê rojê tu dibî şivan û ez dibim bêrî
Hewa: Ecem
Kurrko dîno min sûnd xwarî b’ serê te, ez ’ê na kim mal û mêra’
Ez ’ê girê na dim rûviya’, l’ şûna şêra’
Eman, eman, ay ay, ay ay, ay ay, ay ay, ta li ser sîngê min
evdala Xudê dibê xirîna tevr û bêra’,
ey hawar dibê xirîna tevr û bêra’
Kurrko dîno ez pîr bûm, min hal ne ma
Dev û didanên min keftin, bûne şema
Eman, eman, ay ay, ay ay, ay ay, ay ay, ev e heft sal temam in
ez l’ hîvya te ma’, ey hawar ez l’ hîvya te ma’
Kurrko dîno ez dê bimrim, were ser min
Heya girkê ziyareta,’ were d’ gel min,
Eman, eman, ay ay, ay ay, ay ay, ay ay, belkû l’ ser xatra te
canê şîrîn vegerite min, ey hawar canê şîrîn vegerite min
Hewa: Beyat
Hey delalê malê şalsoro, şalmerezo
Tu d’ dergehê mala babê min helborî b’ lez û bezo
Heke tu nêçîrvan bî xezal ezo
Hey delalê malê kaniya gundê me b’ lewleb bû
Kew li ser qebqeb bû
Piştî te hey delalê dilî min kes ne bû