[Ev stran, ku wek helbestekê ji aliyê Socin û Prym ve hatiye pejirandin, li Mar Yaqûb hatiye bihîstin û nivisandin, binêre Berhevoka Strana kurdî – 1887 St. Petersburg ]
Çakê (Çayê) Şingarê
şewitî bi mêw e
Vestê (xweş tê) dengê qere
suwara digel qerbûnê rikêb e
Dîtinê xelkê delal xweş bû li
ber meşka dêw e.
Sîbera dara mezin,
Ser û binda xirabe kevne rezin
Sîngê xelkê delal baxçekî gul û rihan
bû, dergevan ez im.
Hespê lawikê malê kulle ye,
Zîn û bergê wî surme ye,
Bajo malê me ye,
Malê me qonaxê te ye.
Hespê lawik filitî,
Komê giran lê xebitî
Me go ezê biçim girêdem
Xelkê çi dostekî dilşewitî.
Hespê lawikê delal dingizê
Gulê palda ser Nêrgizê
Ezê (ez) terkê çavê reşbelek
nakim heta qiyametê qantir bizê.
Kelê Mêrdînê şewitî kelekî
boz e
Beriyê Hamûdê (A’mûdê) xopan bi
toz e
Ramûsana xelkê delal pir vî çaxî
belaş bû,
îsal atibû (hatibû) zêrê
Aldoz e.
Heyva me ya li çarde bû
Ma qusûrik bejna te bû
Ser qapqabê bê gore bû.
Heyva me ya çarde şevî
Şewqê dabû dar û devî
Gewr xeyidye, nexweşiyê
piştî bedlê nîvê şevê
Zendê zêr xişya bû ser balivê.
Heyvê me ya vê bilind e
Şewqê dabû orta gund e
Ezê dikim xelkê delal vê ramûsim
di xafil de
Çi subê de, bakî sar de.
Sibe xwar bû ser Xelatê,
Ecêbê min ew ecêbe ; çawa xewê
jinê ciwan li ber pîrê kal tê.
Avê çemê me şerbet e,
Pelgê dara bû kaxet e,
Dîtinê çava hesret e.
Avê çema bû meşîne
Pêla navî diweşîne
Xelkê delal xwe şîrîn e.
Me go Şênî, te go şekir
Deşt û zozana me qulibî ( [1])
Ser Diyarbekir havînê kalekal e
Berîkê kahrê Xezala li binya
Hamûdê xopan dame kal e.
Dostê mi par vî çaxî li malê babê keç
bû,
Îsal darê dergoşê jêra bû kar û
e’mel e.
Mi dîtibû li ber bedenê
Şee’rê reş e li gerdenê
Malê dostê mi ziyared (ziyaret) bû
mi bibinê.
Mi dîtî bû li hewşê da,
Mêrdînê şewitî bi pale
Ezê daketim kaniyê biçûk, mi yeg
(yek) ne dît wek dosta xwe,
Ezê hatim kanyê mezin seyrê,
çavreşê birû xezal e.
Tav derketî ji aliyê Wanê
Tavê dabû qoçê Diyarbekrê,
Gawir Meydanê
Xwedê muradê min û xelkê delal
bike ser axretê, ser îmanê.
Hersê malê serê rê o
Xwedê bistînit pîra te o
Da lawikê min kîsk û qalûnê xwe
hilgirit, bête ser malê o.
Gazî dikim bi delalî
Dengê min çû taxê vî yalî
Mi tu dixwastî bi h’elalmalî.
Kanîkê gundê me dudu ne, yekî
teh’le yek şîrîn e
Keçê vî dewrî heta ber melayê subê
da dikevine berê xordê (xortê) çarde
salî
Piştî melayê subehî got yadê,
misînê piştê kuçkê da
Em ji kemerê jor da sofîne.
Xanikê me ber bi qulbe ye
Bîst û sê derince ye
Ramûsana keçê vî dewrî malê babê
da xêr e, ne bûne (gune) ye