Kek Kamilî nameyek ji min re şand û pir supasiya min li ser pirtûka Heyranokê-beşa yekê kir, wesan têde çend heyranok jî hebûn. Ez jî pir supasiya wî li ser vê piştevaniyê dikim û wek diyariyeke mezin dijmêrim. Lê cihê mixabinê ye ku ewî ne karî navê wan heyranokbêjan binvîse û aşkera bike, lê belê tenê navê deverên wan nivîsîn. Êdî ez jî nizanim ku awazên van heyranokan çawan in, lê min hewayên wan li pey awayên wan û texmîna xwe nivîsîn.
Hewa: Beyat kurdî ye, yan nehawend e.
Dever: Endîwer
Rezê l’ pişta girî
Min selka xwe hilgirt çûm tirî
Behra lawkê xwe, l’ ser rêka xwe min birî
Lê lawkê min b’ şev hat û min nas ne kir
B’ roj ber min ra borî, min poz pê ne kir
Her wek berê min sozek dayê, feyde ne kir
Hewa: beyat kurdî
Dever: Zaxo
Ez çûme Mûsilê serê çemî
Ser da çem e, di bin da gemî
Ez ‘ê xo kim gorî her pênc til’yêt ser qelemî
Ez çûme mûsilê qesra spî kirîye
Ez çûme rêkê, rêk bi nîvî kirîye
Lawkê min bi hîvî bû, xelkê bê hîvî kirîye
Hewa: Ez texmîn dikim hicaz e "binêre li of û wey".
Dever: Şêxan
Of, navbera min û te dîwar
Pehînê lêxe, bîne xwar
Were tewafa xalêt gerdenê, cotê memika’ ramûsan
helal in, wey l’ te dereng e l’ min êvar
Were mala babê min bi dizîka’
Dergehî veke b’ tilîka’
Gava tu hatî tewafa cot memika’, xalêt gerdenê, wey
heke dêbabihên min bipirsin, ez ‘ê bêjim rûviyek hatî mirîşka’
Hewa: Li pey texmîna min Beyat kurdî ye. Dever: Şengal
Zozanêt me bîst û sê ne
Li ser da mêrg û çîmen in, li ber da kanîkên avê lê ne
Hevîniya xelk û ‘alemê dûrderaz in, belê ya me, ne nêzîk e,
ne dûr e, ez ê bêmo, belê mal bi malê ne
Oy oy …
Hewa: Li pey texmîna min Beyat kurdî ye, yan nehawend e.
Dever: Şengal
Hey delalê malê, rêk nîne û ji dûriya te ez dilbirîn im
De cabekê bişîne, da ku xo j’ bo te bixemlînim
Nê jiyan pir kurt e û ditirsim bimrim te ne bînim
Hewa: Ez texmîn dikim Beyat kurdî ye. Dever: Duhok
Keç:
Hîveron e, çardeşevî
Şewqê, şemalê daye çiyayê Metîna’,
Newala Meşkîna’, daye dar û devî
Bila sed qeza’ li zewaca ne jidil kevî