MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Gelêrî

Beşîr Botanî: Heyran - heyranok
Socin & Prym: Mihemedê Xano


Mihemedê Xano

[Ev stran li gundê Mar Yaqûb hatiye bihîstin û nivisandin - Berhevoka Albert Socin û Eugen Prym - St. Petersbourg 1887]

Tîpguhastin: Cankurd: [email protected]

Ciwanê (ciwaniyê) Mihemedê Xano (sinboze) simboze
Li meydanê rikêb toze
Gavê cuwabê xelkê delal go (giha) Diyarbekrê
Xercê xwe birî cem balyoze
Mihemedê Xano ji mal suwar bû
Ciwaniyê kumêt bin de lal bû
Gavê berê Mihemedê Xano dane Diyarbekirê þewitî 
dilê xulama ji dinyayê sar bû.
Ez û Mihemedê Xano tev rûniþtî,
Xeber digotin, gazin dihîþtî,
Gavê Mihemedê Xano bi rê ket
Hêstirê çavê xelkê delal baþ tê,
Evêna (Ewêna) þewitî li ber xwe þuþtî.

Min dîtibû li ser kulekê
Bejin ziravê, meþ ordekê,
Dilê min û te tev hebû,
Me sê roj dizî (dizîn) ji felekê.
Bejnê zirav dikê biþkê
Emê herin çarþê Diyarbekrê kemerek bînin bidin piþtê,
Wekî mi ji dêy bavê xwe ne fihêt bûya
ezê bi þev û roj biketama ber teniþtê.
Bejna zirav aþilê xwe Kanûn e
Rîþêt serê çarê melûl bûne
Dostê xelkê tevda geþ bû(n), 
	ê me sêfîl e, (bi) Xwedê rinde jin e
Dostê xelkê delal hemî keçin,
	yê min ebdalê Xwedê ji xwe xatûn e. 
Ew kendalê wê bû (li me bû) pale,
Mihemedê Xano li te pêda hatî xware
Medo Kemalê got axa heke mi nedin Mihemedê Xano
	Ezê herim ser dînê musulmana.
Hersê malê li devê rê de
Topek ji esmana lêde
Xwedê qinyatê (yeqîn) herdu dila tev bike, xweþ mirad e.

Çaveçav qiyas kir, 
Ordekê mîra gul xilas (xelas) kir,
Bejnê bilind bi tenê þemet me nas kir,
Dilê me kolaneke req û beqa,
Malê me danî pala eznewîr e
Sîngê xelkê delal mîna bû mertalek xêzeranî
	Dor birîsî, qarûþ kirî, ser bi deq e.
Bejnê zirav lê gotinê,
Xwezî bata (bihata) bi firotinê,
Xelkê pê bida ruhê þîrîn,
	minê pê bida malê dinê.
Herdu malê ber newalê,
Tajî berda kar-xezalê,
Xwezî bejnê bilind, navtengê zirav ya mi sêfîlê
Xwedê bi helal malî.
Çi ewrekî reþ û tarî,
Nexweþ dike ne dibarî,
Ezê bibûma rumekê du topî,
		li milê wî suwarî.
Çi ewrekê ser (li ser) gumbatê,
Baran barî ji qulbatê,
Eskerê mîr alayî giran e, li dûv me tê.

Ezê li ser bana dimeþim,
Ji xelkê we bû, ez nexweþim,
Ez aþiqê çavê reþim.

Bejnê xelkê delal min navê ye (min erê ye)
Li ser u’liyê xewale ye,
Dîtinê çava bê fayde ye.

Ezê tembûrekê çêkim ji hestê mara,
Ezê têla bêximê ji biska diyara,
Ezê dosta xwe birevînim,
Ezê herime deþta Mûþê li ba neyara.
Dibêje Eyþanê li min û li vî dilî,
Eyþê lê cihê me nînin da biçûne gilî,
Lê Eyþanê ramûsanekî ji sîng û berê xwe bide misafirî.

Go bêje bila bi qer (bi deyn) bit, bi qiryar bit,
Gava teresê mêrê te ne li mal bit.
Ez dê sîngî ji te re bikme doþeke,
Ez dê cotê memika li pal kim.
Go were mala me bi þev e,
Cih û balgiya rêxim, berê kulava bidim hafe,
Heke xelkê go eva çiye,
		ez dibêjim derdê evînê eve.

Were mala me bi mêhvanî,
Ez dê ji te re serjêkim berxê di gel beranî,
Heker (heger) dê û babê min got kanê,
		ez dibêjim teresbabê þivanî ji çolê ne anî.

Ji Sêmêlê heta Dilîbê,
Kirasê te þemet kitan e, desmal sê rubê,
Xwezî ji xêra Xwedê ra li cem dosta xwe biyama
		ji nîva þevê heta bedla sibê.

Bihar e, mecalê qewla te,
Piþta malê me dayî ber text e,
Xwezî ji xêra Xwedê ra babê keçê,
Keça xwe dabiya min sê roj û sê þeva bi emanat e.
Go hef (hefd) ga bi çêl e, hef (hefd) ga bi çêl e,
Birî sûqa Mûsilê hemî dane bi kilçivan û kil e,
Têra çavê rastê kil hatiye, çavê çepê mabû bê kil e.

Go nizanim çi bêjim çi ne bêjim,
Ez dê neynikê biþkînim,
	ez dê mîrata kilê birêjînim,
Heke miradê dilê min hasil nebû,
	ez dê biçim gara Pêþabûrê (Fiþxabûrê) xwe bavêjim.

Go Darxanîkê me rêka van cotiyara,
Sîngê kafirbabê mînayî versêd xiyara,
Xwezî subehiyan û navrojê zêde êvara,
Min evdalê Xwedê têr jê bixwara.

Dareg (go lawko her darek) þîn bû ji binê Boxdayê wê va,
Hersal (ji binê) wê digirt barekî þekiran þekira sêva,
Isal e (îsal) qismeta lawkê min narînceg (narîncek) wa pê va.

Her þev (Go here lawko) dinivim xewnek dibînim,
Destê xwe li gerdena zêr wertînim,
Wekî subeha radibim þermzarim zêde direvînim.

Wê (Go here lawko) te çi ji min e,
Xema dilê min rebenê Xwedê besî min e.
Heker ( heger) tu hef (hefd) jina bînî ji xwe çavê te li gerdena min e.

Go keçkê me ji qehran û kovana û derd û xemana,
Mala xwe bar kin, diçin (biçin) gundekî zav di girana,
Em dê bîne muglacî, em dê kevin rêka qeflan û bazirgana.

Go cewabeg (cewabek) vî ji meqlûbê Þêx Adî sotî,
Min çi qewl û qirar di gel kesî ne gotî,
Ezê di gel lawikê delal herim, li ser benahiya cotî.

Go þevê dî þev nexte bû,
Sîng û memik ji qibal te bû,
Kulmal tu ne hatî, sûcê te bû.

Go þevê êdî natebitim,
Li dergahê malê babê te xebitim,
Herê (erê) kulmalê saf sahî bû, ez cemidim.

Go herê holê, sed car holê,
Livig (Livik) meþya bi kita solê,
Kulmal were ser singe zer raze, veke tolê.

Go Basik e, xweþ Basik e,
Cehêd welatê me zer bûn, genim vê dibûne firîke,
Ez dê bi xulam e, 
xilmetkarê cotikê di þebiskavim (biskên þeh kirî),
		ê subehiyan û êvara,
Vê dikevin li ser rûkê di h’orîka.

Go Basika xweþ behzan e,
Ceh vê di zer bûn, genimê bûne dan e,
Dayikê, Xwedê dih’ebînî, bêje min delalê evînê çi derman e?
Bêje min bi kovan e,
Vê li dinyayê gewrikê digerin du qîzê telcuman e (tercuman e)
Go dayîkê, Xwedê, resûl dih’ebînî,
	kur û keç çûne, va pîra di xanî rehmetê dergevan e.

Go belê çar yar min vê di hene
Serê her çara busurman e (musulman e),
Memkê di van hindan e,
Li ser de þekirin, li bin de xurme ne,
Ew çar in eva çarê dîn e,
Ew oldaþê di mala babê min wî da ne.

Min dîd (dît) dostig (dostik) hat wê tevizand,
Wê li desta baqik gul e, yeg (yek) nêrgiz e,
Gava þenge dostê kofiya xwe li min xwar kir,
Þûþa dilê min wê darizand
Gava dostig (dostik) raborî min nas ne kir,
Kofiya xwe xwar kir, heta rasta min kofiya xwe rast ne kir,
Me yeqîn, em ji kurkê di xîzana bûn, lewma silava Xwedê li me ne kir.

Bejna te zirav e wexta biþkê,
Ez kemerek bînim bavêm piþtê (li piþtê),
Ez gavek rûnim cem teniþtê.

Ezê tembûrek çêkim çarde perda(n),
Ezê têla bêximê ji kulanê derda(n) (ji ruh û derdan),
Jinê çê ketine destê xeþîm, natêm kuþtin û (ez) natêm berdan.

Þee’ra serê te giran e,
Lê biska bavê ser milan e,
Þee’ra serê te biçûk e,
Biska bavê ser cenîke,
Xwezî cem dosta xwe raketibûma heta bêt qîjî dengê dîka.

Çemo, çemê Nisêbînê,
Legleg palda (bazda) ser dara vê hêlînê,
Ramûsanê dosta min mînayî melhema ser devê vê birînê.

Xanîkê me ber bi quble ye,
Bîst û sê derince ye,
Ramûsana keçê vî dewrî male babe de ne bûne ye…

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1