MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Gelêrî

Sebrî Botanî (berhevkirin): Gundê sofî û derwêşan
Beşîr Botanî: Heyran - heyranok


Heyran - heyranok

Beşîr Botanî: [email protected]

Ji devê Dayka Mecîd Ebdur-Rehmanî (1933-), Şeqlawe

Têbînî:

Kek M. Ebdur-Rehmanî di vê gotara xwe de behsa "lawikan" kir, lê rastiya stirana ku ewî ji dayka xwe fêr bû bixwe heyran bû û her lawik ne bû.

Amadekirin: Mecîd Ebdur-Rehman, Şeqlawe.
Rojname: Birayetî
Hijmar: 210 (Belkû ev hejmar çewt be, bibûrin!)
Rûpel: 7
Roj û rêket: În, 12-01-2001.

Le salanî kon zorbey xelkî ladê be kiç û kur, be jin û piyaw bo mazûçinîn, gêwijkirdin, qezwan, ya rêwas û hemû core giya û gulêk le beyanyan zû le malewe deçûne derewe, xwardinyan le gel xoyan debird û deçûne çiya ta êwareyekî direng ne degeranewe malewe, le rêga da le katî çûn ya geranewe le çend cêgayêk pişûyan deda. Şayî û helperkêyan dekird û le nîwero pişûyan deda û her kese tûrekey xoy derdehêna û xwardinî xoy ke le malewey hênabû dadena, pêkewe destyan be xwardin dekird, zor car wa rêk dekewt xelkî dû ya sê gund têkel debûn, dildarî rûy deda le beynî kurî gundêk û kiçî gundêkî tir û be dirêjayî roj be bezm û seyran xerîk debûn, maweyekîş be mazûkirdin, her yekey le ser darmazûyek goranî û lawikî xoy degot. Eweş yekêke lew lawkey ke le beynî kurêk û kiçêk da gotrawe û yekêk be ser ewîtirî da heldawe.

Mazûçinîn

Kiç:
Le lêre, le lêre le lêrê be mazî
Kure heyran, erên qewle jinê bixwazî
Eger le min ciwantir bî, Rebbî pîroz e û mubarekit bî, eger le minîş ne şîrîntir bî, Rebbî heft saranit lê bibîte şîn, hefta nîşt lê bibîte tazî

Kur:
Le dûm henardî, lo ne hatî?
Gwaret le ser zêrîngirî bûn, kewêt le ser xeyatî
Emin û tu ew sar heft sar e şert û peyman de ger êkdî girtibûn, etu ew sar lo le min be x’eyan derhatî

Kiç:
Le Spîlkan, le Spîlkan, le Spîlkê ser xanê
Tawekî terzê lê dam, çî lê kirdim nim û noyê baranê
Dîsan derêm, kure heyran emin mirdinim pê xoştir bû, ne wek de ger tu, bikewmewe dest lêk berdanê

Kur:
Rendê, be min çend rend î
Mamizê qefer î, sonê derbend î
Emin derêm, kiçe tîm heyran, etu her dû memkê xot firotîne, edî xet û xarê gerdenêt be çendî

Kiç:
Sefîn, Sefîn e
Serî be dar e û binî be mazî ne
Emin derêm kure tîm heyran emin bîne, eger bimhînî şayî ye, eger nemhînî dîsan degerêmewe germeşîne

Kur:
Le derbendan, le derbendan, le derbendî kor’ê
Kirasit kitan e, gazrî be stor’ê
Emin derêm, kiçe tîm heyran,bîne bide min maçekî eçme seferê hat û nehatê, gelek etirsêm heta dêmewe de ger êk dî meylin bi gor’ê

Kiç:
Be xom lêre me, dir im lew dîwî
Memkekim le zêrî ne, êk im le zşwî
Derêm, kure tîm heyran, biro biçîne seferê hat û neahtê, pêkewe xêr û şer in be nîwî

Têbînî:
Ew be serhatem le demî daykim wergirtuwe, ke êsta le jiyan da ye û temenî nizîkey 68 sal e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1