Dibêjin ku melayê gundekî dûr û veder şîretên ayînî kiribû karê xwe ê şev û roj, nemaze her gav digot:
- Dinyayê ji xwe re ne kin xem, pûç û betal e, zikat û selewat mal e.
Ta piç-piç (bere-bere) dest û dilê wan ji karê dinyayê sar kirin, hemû kirin derwêş û sofî û berdan dinyayê… Feqeyekî ji ber dabû stû, gotê:
- Seyda hosa ji me re na çe serî, ev sê sal in me kedek ji xwe re ne kiriye. Jin û zaro dikin, em mêr dixwin û tu radibî rûdinî dibêjî zikat. Zikat, zikata te çi ye? Ku em ne kin, em dê zikatê ji çi bidin? Hema navê zikatê ji nêv şîretên xwe derxe "bide" rexekî.
Mêrik nezan û kafir kirin û berdanê, ji gundî jî rateqandin. Hemî tevî melayê xwe di çala waswasê de noqî bûn, nemaze sofî Xelîfe navê dengê hayûhûya wî diçû ber felekê. Ji aşopa xwe bawer dikir ku di nêvbera wî û Xwedayê wî de perde ne maye. Rojekê got jina xwe:
- Ev çend şev in, ez Xwedayê xwe di xewna xwe de dibînim, rabe hindek gûz, mêwîj, kakil û bahîvan cuda cuda dagire, da ez herrim dîwana Xwedayê xwe.
Jina wî sivik rabû daxwaza mêrê xwe berdest kir û sofî berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê. Rê girt û kudand… Tibabek rê çû radohek sêbendî lê peyda bû, gotê:
- Te xêr e sofiyê delal? Ji kû diçî kû?
Sofî bê virde-wirde raz û niyaz, xewna xwe û cihê çûna xwe rast û durist got. Mêrkê sêbendî gotê:
- Baş e, pirr baş e, lê ew çi kîskok in ku bi milê te ve dagirtî ne?
Sofî:- Fêkiyê hişk e, min ji Xwedayê xwe fihêt e ku bi destê vala herrim dîwana wî. Ma ne we ye? Tu çi dibêjî birazî?
Radohê sêbendî gotê:
- Tu rast dibêjî, Xwedê daye te, herre tu bi xêr biçî, xwe gîr ne ke û me jî ji bîr ne ke! Daxwazên xêrê ji me re û ji xwe re jî ji Xwedê bike!
Sofî çû, radohê sêbendî wek mamizek sivik çerxek da xwe, zivirrî hat çû ser girkekî li hindav rêka sofî rawesta, kincek spî li serê xwe aland, kurtekê xwe li xwe vajî kir, ser û sîma li xwe guhurî û ma ta hat û gazî kirê:
- Sofî, haaa sofî, sofiyê delal!
Sofî bersiv da:
- Libê (lebê) birayê misilman bêje… Te xêr e?
Radohê sêbendî gotê:
- Ez milyaketê Xwedê me, navê min Xêrxwaz e, Xwedayê te agehî ji te û vî karê te heye û xelat û xebata te pejirand û ez şandim ku bibêjim te vegerre mala xwe.
Sofî bi keyf gotê:
- Baş e, mala te û ya Xwedayê min ava be. Ez pirr supasdarê Xwedayê xwe me, lê ez van xelatokên xwe kûve bibim?
Radohê sêbendî gotê:
- Heke te divêt bispêre min, ez dê bigehînimê, lê heke tu sibe vî demî werî (bihêyî) vî cihî ez dê şûndiyariya Xwedayê te û fermana wî ji te re bînim… Ma te ne bihîstiye ku "Diyarî qesp e, şûndiyarî hesp e"?
Radohê sêbendî bi vê gotina xwe sofiyê sade û dilpak bi carekê serxweşê rehma Xwedê kir û ew hemû xelatokên xweş danê û vegerriya mala xwe. Radoheyê sêbendî jî nêçîra xwe bir çû mala xwe û kolozkek anî kun kun kir û bi doşavê debîş kir û bir da ber devê kuna zilkêt û stêngan ku bêhna debîşê li wan da xwe berdanê û devê kolozkî bi çerm û teqnê girt û bir çû wî cihê diyarkirî, rûnişt ta sofî jî bi kêfa xwe ve hat.
Sêbendî gotê:
- Xwedayê te silavan li te dike û ev kolozkê tu dibînî tijî "qul huwella" ne, ferman kiriye divêt mela û mêrên gundî hemî li hewşa mizgeftê bicivin û agirekî dadin û kolozkê xwe li dorê bigêrrînin û paşê di mizgeftê de vekin. Lê dergeh û pencerokên mizgeftê baş bigrin, paşê devê kolozkî vekin.
Xweşiya vê gotinê ser û dilê sofî girtin û dîntir kir, jin, jîn û selewat ji bîr birin. Hat ne çû malê, yekser çû mizgeftê û silav jî li bîrê ne ma, kolozkê xwe danî ber melê û got:
Çîroka min û vî kolozkê pîroz ev e; dezî bi derziyê ve kir û ji cem xwe jî hind pêve kir, sê-çar werîs berdan ser...
Melê ku ev bihîst dev lê ma beş, ji sofî jî borand, got:
- Gelî misilmanan li vî kolozkî hişyar bin, piştê ne dinê û dest ne kinê ta ez xwe berhev bikim!
Ev got, çû destnivêj girt, çavê xwe kilda, rih û simbêl jî gulav kirin, hat agirek dada, kolozk li dorê gerrand, dergeh û pencerokên mizgeftê daxistin, navê Xwedê anî û devê kolozkê pîroz vekir. Êdî xwe ne dîtin, her yek bi rexekî ve revî, ew stêngên har hartir bûn û hilperkîn ser û çav û guhên wan rêka derî winda kirin... Piştî nîvse'etekê li hev kom bûn, mela ne dîtin. Sofî pirrsî:
- Gelo ka seydayê me? Çima ne diyar e?
Yekî gotê:
- Ez nizanim, lê demê ji mizgeftê derketim seyda bi çargavkê ber bi rûbarî ve çû û hezar "qul huwella" li ser piştê bûn.