Zarok bûnewerên Xwedayî ne;
Berî ku mirov bikevin kirasê bûkelemûnan...
Ew wek xwe ne, loma jî ew çend xweşikok in.
Nanasin zagonan, enînivîsê;
Azadî bitenê ya zarokan e.
Aştî jî ya wan e, hê berberiya hev nekirine;
Netamandine tamsariya jiyanê.
Bîra mirinê nabin, lew nemir in jî.