MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • Maruf Yilmaz: "Gulîzar" ya Lokman Polat

  • PIRTÛKEKA NÛ: GÛLÎZAR
    Maruf Yilmaz


    Malbat bela-wela ne û evîndar ji hevûdu dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe.

    Di Gûlîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike.

    Gûlîzar ji alîyê Weşanxaneya Helwestê ve hat weşandin. Nivîskarê Gûlîzarê Lokman Polat e. Di berga pêşîn de wêneyeke çekdarekî, ku ew tifinga wî li ser milê wî, ew di nav newala kûr ya çiyayê de ber bi çiyê ve diçe. Li milê wî yê rastê wêneya neteweyî ya keçekê heye, wê pişta xwe daye çiyê û cilên neteweyî lê ne.

    Berhema Lokman Polatî ya bi navê “Gûlîzar” ji dozdeh çîrokan pêkhatiye. Ew dîmena jîyana rojane ye. Di vê berhemê de rastîya civaka kurd û siyaseta xirab heye. Malbat bela-wela ne û heta mêr û jin dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe, heta zora siyasetê jî. Tiştê ku mêrên Kurd dixe nava wê helwesta sosretîyê û wan nîgara neçê dike, tarîtîya siyasetê ye. Weke hûn dê bixwînin, Gûlîzar parçeyek ji rastîya jîyana civakî ya Kurdistanê ye. Ji serî ta dawîyê ”Gûlîzar”jîyaneka bêplan li ber çavan radixe. Çîrok rastîya jîyanê didin der. Mêrek nexweş dikeve, li ber taya mirinê ye, naxwaze li welatekî biyanî bimire dixwaze vegere welatê xwe, welatê bav û kalan, li ser axa xwe bimire. Di çîrokê de gava ku qala welatî tê kirin, axîn û oxîn ji dilê wî dide der. Gernasên çîrokê qeraktera kurdî yên neteweyî diparîzin û ji bo wê xwe feda dikin. Qarekterên baş di çîrokan de hene, lehengên jin bi tevayî baş in, dilsoz in. Urf û edetên kurdî diparêzin û digihîjînin tradîsyona nûh. Wekî ziman, rabûn û rûniştandin, hîsên neteweyî, girêdana jinê bi mêrî re li gorî qarekterên kurdan in. Di hêla zimanê pirtûkê de, nivîskar zimanê xwe pêşve birîye, dewlemend kirîye û ne tenê gotinên herêmî, gotinên tevahî yên ku li seranserî Kurdistanê dihên bikarhanîn, di pirtûkê de nivîsîye. Pirtûk di hêla ziman û teknîka nivîsînê de baş e, naveroka wê dewlemend e. Di Gûlîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike. Çîrokên nivîskarî ne wek yên berê ne, wî bi stîleka nûjen, nûh nivîsîye û di warê teknîk û zimanî ve ji yên berê gelek baştir in.

    Bûyerên çîrokan di derûdora salên 1990-1992an de qewimîne û nivîskar di bin hîkarîya rewşa siyasî de maye. Di wan salan de keç û xortên kurd çûbûn çiyayên Kurdistan û bûbûn çekdar û ew ber bi mirinê diçûn û rêya wan mirin bû. Lokman lehengan dide peyvandin û leheng bi xwe ketine ber bayê serhildanên gelêrî yên salên 1990- 1992an û bûne qurban ji bo xatirê Kurdistanê. Keç û xort tevî çekdaran dibin, û bi xwe biryara mirina xwe, bi xwe didin, ber bi mirinê diçin. Bi taybetî keç û xortekî ji hev pir hes dikin. Dema xortekî Kurd biryar dide ku biçe ser çiyayê Kurdistanê û dibe çekdar. Hingê evîndara wî, xemgîn dibe, dixwaze pê re here. Paşê herdu bi hevre biryara ku ew canê xwe feda bikin ji bo xatirê Kurdistanê û berê xwe didin rêya mirinê.

    Navê çîroka yekemîn Xezala Binxetê ye. Ew bi riza xwe û malbata xwe bi kurdekî welatparêz re dizewice. Lê paşê ji hev vediqetin. Gelek sal derbas dibin. Rojekê, rojan, mêrê wê dikeve rewşekê pir xirab, hingê dilê wê pê dişewite, lê nexweşîyeka wî bêdernman e, ew xemgîn dibe. Gava ku mêrê jinikê, dikeve rewşeka xirab, jin dilşikestî, liberxweketî, xembar, dilteng û melûl, xemgîn û matmayî dimîne û dawîya çîrokê te. Çîroka duhemîn “Zewac” li ser jineka welatparêz e, ku ew ji mêrê xwe vediqete û qedera wê bi yekî re dibe, lê gelek dostên wî yên jin hene. Bi ser navê şoreşgêrîyê jî, jina wî her tiştî dipejirîne û stûyê xwe xwar dike. Mijara çîroka 5emîn zarokên bêxwedî, zarokên sêwî yên ber dîwaran, yên ku ew li kuçe û kolan dijîn.

    Bila xwendevanên kurd, keç û xortên evîndar vê pirtûkê bixwînin û ji bûyerên kurteçîrokan siûdê werbigirin.

    Maruf Yilmaz

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1