Gelî birêzan,
ji sala 1998an ve Navenda PENa Kurd xebateke bê westan dike, ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî li Amedê di bin sîwana Navenda PENa Navneteweyî de û bi piştgîriya UNESCO.
Di kongireya 2004an de ya PENa Navneteweyî li Tromso / Nerwêj vê xebata me ber girt û bi navê Navenda PENa Navnetweyî biryar hate standin, ku ji 20 - 25.03.2005an li Amedê konferansek di navbera Navenda PENa Kurd û PENa Tirk de, di bin sîwana PENa Navneteweyî de û bi piştgîriya UNESCO bibe, û komîteyeke taybetî ji aliyê PENa Navneteweyî ve bi serekatiya Prof. Dr. Terry Carlbom, sekretêrê berê yê PENa Navneteweyî ji bo birêvebirina vê konferansê hate bi nav kirin.
PENa Navneteweyî û UNESCO xwe dane ber beşekî ji pereyên ku wê li konferans herin. Ji aliyê me ve şaredariya Amedê bi serekatiya birêz kekê Osman Baydemir xwe daye ber beşê meztir ji pereyên ku wê li konferans herin.
Armanca meye sereke ji vê konferansê bipêşvebirina xebata ji bo pejirandina zimanê kurdî weke zimanekî fermî ye.
Em bi dilxweşî nûnerek, yan du nûnerên rêxistina We vexwendî vê konferansa dîrokî dikin.
Bi rêz û silavên me re
Bi navê Navenda PENa Kurd
Dr. Zerdesht Haco
23.02.2005
Têbînî:
1. Ji ber rewşa aborî mixabin em nikarin xwe bidine ber pereyên beşdariyê, lê hatina We wê xebata hemû rêxistinên me bi giştî ber bi pêş ve bibe.
2. Tika ye, navên nûnerên xwe ji me re li ser navnîshana birêz kekê Mustefa Reshîd "Mustafa Reshîd" binivîsin.
3. Ku Hûn nikaribin beshdarî konferansê bibin, wê silavnameyek yan jî nameyeke pishtgîriyê, ya ku wê di malpera Navenda PENa Kurd de were weshandin, dîse jî cihê We bigire.
4. Ev vexwendname bê sînor ji hemû rêxistinên kurdistanî re ye, yên ku me navnîşanên wan peydenekirin jî vexwendî ne, bila ew vê kêmayiya me li me negirin.
Navenda PENa Kurd, Dresdner Bank, Konto-Nr. 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00
http://www.pen-kurd.org