Kalek hebû kalî ji îxtiyar ketî, jin û zarokên vî hebû û jiyan jêra bi çetinahî derbas dibû.Kal rojekê rabû çû cem pêximberê xwedê û halê xweyî xirab ji peximber ra got û alîkarî jê xwesit û dewa risq û rizakî kir ku pêximber jî kaxizek nivîsî da wî û got: Ev berata xwedê ye ji tera rabe here nav jin û zarokên xwe.
Kalê kaxeza pêximber da destê xwe û rabû ket rê da û çû û li rê da ket nav fikran û got:Kurru ez çûm cem pêximberê xwedê ji xwe ra rizakî, pêximber jî tu dîna xwe bidê ka çi daye destê min?
Kalê rê da rastî þivanekî hat û hat cem çivîn belkî çaykê yan þîrekê û tiþtekê bixwe. Þivan gava dîna xwe dayê ku kalê berbi wî tê rabû pêlgî kalê çû belkî seyên vî neçin kalê.Þivan kalê hanî hat ser kulêv da rûniþtandin û jêra kulav danî û qurtmancika vî jî hazir bû, qurtmancik hanî hat da orta xwe û kalê, kalê jî him birçî bû û him jî westiyayî bi þivîn va qurtmancikê ba ketin. Þivîn ji kalê pirsî: Apo pirsa da eyib tuneye tu ji ku têyî û tunê kuda herî?.Kalê got: wele ez xelkê filan gundî me û
kalmêrekî ji îxtiyar ketî me û îdara min û jin û zarokên min nabe ez çûm cem pêximberê xwedê ji xwe ra rizakî bînim ku pêximber jî hanî hat kaxezek nikvîsî da min û got:Ev jî ji tera riza, ija ez mame û dibêjim ka axir ev kaxeza yê min ra bibe çi? nizanim axir nane? ave? çiye?ez metel mame.
Þivan navê vî evdile bû.Evdile go: Kanê apo ca mêze kim kanê kaxeza te çawane.Kalê dest havît cêva xwe û kaxez derxist da evdile û evdile çaxê kaxezê nehirî fam kir ku erziþa kaxezê çiqase.Ji kalê ra got:Apo tu vê kaxeza xwe çenda difiroþî?
Kalê fikir kir ku evdile henekîyan vî dike loma got:Xortê qenc serê min nekene, axir kî vê kaxezê ji meriv dikire?
Evdile got:apo ez kaxeza te dikirim deh peza tu didî?
Kalê ku fikir dikir evdiole ew kiriye tirane got:tu xwedê bese desta ji min berde, derdê min ne besî mine tu jî min neke tirrane.
Evdile got:na weleh ez rast dibêjim. Tu eger dixwezî ez keriyê pêz bitev bi ker û sanva bidim te û tu jê kaxezl bidî min.
Kalê dîna xwe dayê ku evdilê hema rast rastî dixweze kaxezê jê bikire loma jî kaxez derxist da evdile û rabû kerî bi san û kerê va da pêşiya xwe û reket û berê xwe da mal.Zarên kalê derketin derva dîna xwe danê wa bavê wan keriyek pez daye ber xwe û tîne, zar revîn ji diya xwe ra gotin.Dê dest xweda fam kir ku kalê çi xetayek mezin kiriye loma got: Lê min xalî serê wî kirî, ez dizanim ku ewî berata ku pêximberê xwedê dabûyê firotiye.
Kalê hat lap nêzîkî malê û jinik pêlgî wî çû, berî ku kalê zimanê xwe ve bike jinkê gotê: Hey min xalî serê te kiro ,te berata xwedê firot?
Kalê got de çi bikim jinik neçar bûm û hatim xapandin.
De em herin cem Evdile kanê evdile çi halî daye û dixweze pê berata ku ji kalê standiye çi bike û kuda here.
Paşayê wê mahalê navê wî silêman beg bû ku dilê qîza silêman begê ketibû kurê wezîr lê nedidanê loma qîzkê û kurik ya xwe kiribûn yek ku destê hev bigirin û ji wî welatî birevin û herin cikî dinê da bi mirazê dilê xwe şa bin. Navê kurê wezîr jî evdile bû.evdile û qiza paşê qirar dabûn hev ku şev birevin herin welatekî dinê, qirar ew bû ku evdile şev here li nav merzela da xwe veşêre ku qiza paşê jî du hespan û xurcên zêr û zîvan va here cem evdile ûher du hespa siyar bin û berê xwe bidin best û beyaran herin.
Evdilê kurê wezîr difikire û dîna xwe didê xêra vê alvêrê tuneye, çimkî eger ew qîza paşa birevîne paşê paşayê lêxe serê dê û bavê vî jê bike loma jî poşman dibe û naçe ser qirarê xwe.
Em bizanbin ka evdilê şivan çi dike? Evdile jî berata xwe ku ji kalê distine tê nav merzelê gun da ew merzelê ku qîza paşê û kurê wezîr ser qirar danibşûn diêwûre û dikeve xewê da.
Qêza paşê karê xwe dike û hespa xwe siyar dibe û xurcên zêr û zîva davêje seer û hespa ji evdile ra jî pey xwe devgem dike û tê ser qirarê xwe û kurê wezîr û gazî dike EVDILE rabe em rêkevin.Evdile çav li xewê da û hajî serê xwe tunîne radibe paşopî li hespê siyar dibe.Qîza paşê heyirî dimîne lê dibêje tişt nake belengazî tirsa xwe şaş kiriye yan jî belkî ji eşqa min xwe wenda kiriye. Her du rê dikevin û heta sibê rê diçin ,sibe wan zelal dibe qîza paşê heyirî dimîne û dîna xwe didê ku ev ne kurê wezîre ,dîna xwe didê yekî wisayî reşî elewate ku xwedê nîşan nede. Keçik xwe ker dike û tiştekî nabêje ,her du êdî ji welatê bavê keçikê dûr ketine û gihiştine welatekî dinê.
Qîza paşê êdî çara wê tuneye û dilê xwe da dibêje çi bikim belkî qedera xwedê û qismetê min ev bûye loma ne ew tiştekî ji evdile dipirse û ne jî evdile ji wê ra dibêje tu kiyî?
Qîzik tîne evdile bicerbîne loma derdixe çend zêrz didê û dibêje here ji şeher ji mera xarinê bistîne û li fikira xwe da dibêje ewî eger çû xarek kirrî da ser milê xulamekî hanî bizanbim yê bibe tiştekî , na ku da ser milê xwe hanî êdî bizanbe ne tu tişte û ezê jî êdî ji vê derê va bizivim mala bavê xwe.Evdile diçe şeher xarekê dikire û dide ser milê xulamekê û tîne.Qîzik dûrva mêze dike êpêcey dilê wê germ dibe û dibêje walle dibê qey başe û xwedê bextekî rind rastî min haniye.her du xarina xwe dixwin û radibin diçin şeher û ji xwe ra odekî kirê dikin û têda dimînin.Qîzik radibe çen zêrên dinê jî dide evdile û dibêje here himamê û xwe bişo û destek kincên baş jê jui xwe ra bikire.Evdile diçe nav şeher himam dike û destek kincê lapî baş jî li xwe dike û dizivirte tê cem hevala xwe.Qîza paşê çaxê çavê wê li evdie û bejin û bala wî dikeve hiş û aqil ji serî diçe û bi dilekî na bi hezar dilî li evdile va tê girêdan û bawer nake ku rastî jî ev zilamê tîtal heman ew şivana ye ku paşopî li hespê siyar bibû.
Keçik ji evdile ra dibeje EVDILE şeriet şermê naxweze, ez qîzim û tu jî mêrî belkî xwedê qismetê min û te hev haniye rabe here mele binare bila mera min û te bibire.Evdile dest û piyên xwe wenda dike û şabûna bawer nake û radibe diçe mele tîne ûmele mera her duyan dibirre û her du digihijin miraz û qismetê xwe.Sibê evdile û jina xwe çaxê derdikevin nav şeher şahê vê derê ji bi wezîr û wekîlên xwe va hatibûne gerê, loma çavê şah ku jina evdile dikeve hiş ji sêrî diçe û dilê wî dikeve wê.paşa zû ji gerrê dizivire û ji wezîrê xwe ra dibêje:Wezîr ji min ra tedbîr ew jinka bûkîn ku li ber filan malê sekinîbû dil ji min bir hun gereku zûka ji min ra çarekê bikin.
Wezîr ser destûra ŞAH pirs pirsyar kir û pê hisya ku ew jina yekî xerîbe ku revandiye û ji tirsa bavê wê ku ew ji paşaye haniye li vî welatî da sitar bûye ,loma jî ji paşê xwe ra got:PAŞA ew jina yekî xerîbe ku revandiye û hatiye qeza te da sitar bûye, ija ne cayize ku tu çavê nebaş lê mêze bikî.Wezîr çiqasî got û negot şah serwext nebû loma wezîr got:Wekî wisane paşayê min tu were em mêrik biceribînin,ger ku cerba me da derda emê bêjin tu maliya xwe gereku pêşkêşî şah bikî lê ger ku bir êdî karê te gereku lê neketibe.şah gotina wezîrê xwe qebûl kir û şandin pey evdile û evdile hat dîvana şah dîna xwe dayê ku wezîr û wekîlên wî hemû rûniştine.Evdile derbasbû û silav da wan û rûnişt û wezîr jêra got :Evdile şah SÊVA HINDÊ û ŞÎRÊ ŞÊR LI ÎYARÊ ŞÊR da dixweze tu gereku peyda bikî, ger ku nikarbî him gerku maliya xwe bidî şah û him jî ji welatê şah derkevî.Evdile neçar ma û qebûl kir û rabû çû ji jina xwe ra şêwirî û ji ber ku berata xwedê li cem hebû melaketên xwedê şev hatin cem û gotin: Evdile tu çi dixwezî û derdê te çiye?.Evdile çi ku orta wî û şah da derbas bibû ji wan ra got û melakê got: Evdile here filan derê DÊWEK heye ku çen salin lingê vî axim girtiye û tijî nêm û kêm bûye û nikare rêva here ,tu here derziyê çaxê ku xewê daye bedena vî ra ke û bireve xwe dûr weşêre,nêm û kêma lingê vî ku kişiya û ew hêsay bû yê gazî te bike û bêje:Ey beşerê xwedê tu kiyî û çi dixwezî?. Tu her çi ku jê bixwezî yê ji te ra hazir bike.
Evdile radibe ser fermana melaketa xwedê diçe û dewsa Dêw peyda dike û xwe wedişêre ta ku Dêw raza û tê derziyê lingê Dêw ra dike û nêm û kêma ku çen sal bûn lingê Dêw da bûn dide der û evdile jî tirsa direve diçe dûr xwe wedişêre.Lingê dêw hêsay dibe û hiş li sêrî da tê û dibêje : Ey beşerê xwedê tu kiyî û çi dixwezî?
Evdile bi tirs hat pêş û got:Ez beşerê xwedê me û karê min ketiye te, tu gereku ji min ra SÊVA HINDÊ û ŞÎRÊ ŞÊR li îyarê şêr da peyda bikî çimkî şahê zalim çav namûsa min û meeniyan digire, her çawa ku bûye tu ji min ra gereku hazir bikî.Dêw orriya û got:Mala te neketo xazila heft salên dinê jî axima lingê min têda bima lê te ev yek ji min nexwesta,lê çi bikim jiber ku navê namûsê û şerefê hat neçarim vî karî bikim. Tu vê derê bisekine û bi hiviya min be ez têm.Dêw çû xeyb bû qasekê şûnda hat,şîrê şêr li îyarê şêr û sêva hindê li dêstî û da destê evdile û got:De here têjikê ADEM û li pişt xwe va jî mêze neke.
Evdile sêva hindê û şîrê şêr hilda û hat ber dîvana şahê zalim û îzn ji dergevana stand û derbasî hundirê dîvanê bû û sêva hindê û şîrê şêr da ber şah belkî şah bixwe û pê bibe xort. Lêberda kurrider buyî.Giregir û cimaeta hazirî hemû heyirî man û lêvên xwe gez kirin û şah jî êdî pêşiya mihanên vî hat girêdan lê zalimî disa jî terk nekir û sibetirê ku jiber xwerina sêva hindê û şîrê şêr bibû mîna xorta dîsa jî dewa jina evdile ji wezîr kir û wezîrê baqil gotê: Paşayê min ha nabe were carek din jî wî bicerbîne, lê vê carê em cerbek mezin û nemumkûn bikin çimkî ewî ji tera qencî kiriye û sêva hindê û şîrê şêr ji tera haniye.
Şah got: Em vê carê çi cerbê jê bikin wezîr?
Wezîr go: Wê carê jêra bêje:Tu gereku li ser behrê ji min ra koşkekê çê bikî,ger ku nikarbî ez şert ji te dibim.Şah go:gelekê başe û sibê şandin pey evdile û şertê şah teze jêra gotin û mecal heta sibê danê ku wê qesrê ew çê bike û evdile jî zaf ber xwe ket û melûl û bê hevsele çû mal û hal û hîkat jina xwe ra got û jink jî ber dilê wî da hat,şev hat û evdile dîsa ket nav fikaran.Jina vî dîsa ber dilê wî da hat û got:evdile xwedê kerîme û berê da gotine:Hoste necar razê mîna xwe her car, xwedê yeke û derge hezar.Nîvê şevê bû, evdile nav fikaran da bû melaketa xwedê dîsa hat û go:Evdile tu dîsa çima ketî nav fikiran?
Evdile got: Vî zalimî vê carê ji min xwestiye ku jêra ser behrê gerku kuşikek wisa çê bikim ku ew bi hemû esker û leşkerên xwe têda cî bin, de ez belengazê xwedê ezê ça bikarbim vî karî bikim, bixwe jî tenê heta sibê wextê min hey.Melaketê got: Tiştek nake evdile ezê serast bikim.Melaketa xwedê perrê xwe lihev xist û herçi melaket bûn komî vê derê bûn.
Gotin: Xûşikê tu çi dixwezî? Em dunyayê xirab kin yan ava bikin?
Xûşika wan got: Ne dunyayê xirab bikin ne jî ava bikin, hûn her yek gereku perrek ji qanatê xwe jê bikin û pê wan liser behrê koşik û qesirek wisa çê bikin ku hezar esker û leşker têda bibn.Xûşkan xebera melaketê kirin û heta berî berbangê qesirek wisa çê kirin ku şewq û şemala wê da der derî û dunya kire sibe.
Şahê zalim ku ji ber şewata nefisê xewa wî nedihat dîna xwe dayê ku bûye sibe loma deng li wezîr û xulam û xizmetkaran kir û got: Kurro rabin bûye sibe lê evdile qesir çê nekiriye, herin vî bînin ku ezê serê wî bidim lêxistin.
Wezîr dîna xwe dayê na hê şeve û virda û wê da mêze kir û dîna xwe dayê ku şemal ji behrê diteyise lom a ji paşa ra got: Paşayê min ev ne şemala royê ye ev şemala wê qesirêye ku evdile çê kiriye.
Şah rabû bi wezîr û wekîl û esker û leşkerên xwe va çû ber behrê dîna xwe dayê raste, Evdile va qesir çê kiriye û hazire. Qesirek wisa delal ku şemala wê dunya kiriye ronahî.
Şah heyirî ma û got evdile: Te ev qesira çawa hindeleyî zû çê kir?
Evdilê delal go: Paşa xweş be, ser fermana te.ca derbasî hundir be ka çawane? Ger ku rind nebû û hemû esker û leşkerê û wezîrê te têda nebû tu dikrî serê min jê bikî.
Şah gote Evdile: Na tu derbas be.
Evdile go: Paşyaê min ferman fermana teye,berê tu bi leşker û eskerên xwe va gereku derbas bî, ger ku hemû têda cî bûn wê çaxê ezê jî werim hundir û xelat û baxişa xwe ji te bistînim.
Şah bi wezîr û wekîl û esker û leşkerên xwe va derbasî hundirê koşkê bûn, melaketa xwedê ferman da xûşkên xwe her yekê perrê xwe hilda û koşik qeyb bû, şahê zalim bi wezîr û wekîl û esker û leşkerê xwe va ketin binê behrê xeniqîn ûevdile jî bû xudanê texit û tacê vî û ew û maliya xwe bi mirazê hev şa bûn.
Berata xwedê evdile gihande şahtî û text û tacê.
Min ji devê Xeca Sido 56-salî li gondê qerecaliya MAKÛ yê girt