MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Samed Behrengî: Xoxek û hezar xox (wergerandin: Brahîm Ronîzêr)
  • Ehmed Qazî: Rêzimanî Kurdî (alfabeguhastin: Siyamek Rezayî)
  • Mazlum Dogan: Hevpeyivîn li gel hunermendê nîgarkêş Serhad Bapîr
  • Federico Garcia Lorca: Lorîkên Qereçiyan (wergerandin: Ciwan Abdal)
  • Qur'ana Pîroz bi kurdî

  • Hevpeyvîn li gel hunermendê nîgarkêş Serhad Bapîr
    Mazlum Dogan


    Mazlum Dogan ev hevpeyivîn li ser navê kovara Tîroj bi rêya înternetê bi min ra bi Serhad Bapîr re kir. Kovara Tîrojê li Stenbolê bi awayê du mehî dertê. Hevpeyvîn di hejmara 11 an a kovarê da, di dawîya 2004 an da hat weşandin. Dema ku pirs ji min ra hatin şandin, ji min hat xwestin da ku ez bersiva xwe bi 8 hezar karekteran bi sînor bikim. Lê belê dema ku min bersiva xwe nivîsand min dît ku ez ji 8 hezar karekteran gelekî derbasbûme. Min bersiva xwe bi awayekî, hinkî kurttir kir û ji kovarê ra şand. Kovara Tîrojê jî, li gor hewcedarîya teknîkî, beşeke dî jî, ji vê hevpeyvînê derxist û weşand. Li vir ez bersiva xwe ya berfireh a ku min çewa di destpêkê da nivîsandibû diweşînim. Ji alîyê dî va ji bo çêkirina vê hevpeyvînê û hevkarîyê, ez sipasî Kek Mazlûm Doðan û xwedî û berbirsîyarê kovara Tîrojê, kek Bülent Ulus dikim, mala wan ava.
    Serhad Bapîr.

    JIYANNAMEYA SERHAD BAPÎR

    Serhad Bapîr di sala 1964 an da li bakûra Kurdistanê, li bajarê Tetwanê hate dinê.Hê ji dibistana navîn beşdarê têkoşîna rizgarîxwaza netewî a gelê Kurd bû. Jiber beşdarbûna vê têkoşîna polîtîk, di sala 1983 yan da serê wî bi cunta Tirka a wê demê ra kete belayê, lê gerîyan.

    Di sala 1984 an da, wek penaberekî polîtîk, derbasê Yewnanistanê bû. Ji sala 1987 heta 1992 yan beşa Wêne û Hunerên Pratîk a Akademîya Hunerên Sipehî a Zanîngeha Arîstotelîs a Salonîkî xwend. Ji bo xwendina xwe, ji Enstîtuya Kurdî a Parîsê bursa xwendinê sitand. Di beşa wêneya da li atolyên Prof. Vangelîs Dîmîreas û Dîmîtrîs Kondos û di beşa grafîkê da jî li ba Prof. Yîorgîos Mîlîos dersan girt. Ji sala 2001 ê vir va di beşa grafîkê a heman zanîngehê da, li atolîya Prof. Ksenefon Sahînîs da xwendina xwe didomîne.

    Ji sala 1995 a heta 1997 an li Navenda Çandî a Stavrupolîs a Salonîkê wek mamostê resim xebitî. Ji sala 1997 an û vir da di dibistana navîn da kardike. Endamê Komela Hunermendên Nîgarkêşên Bakûra Yewnanistanê û niha jî endamê komîta rêvebirîya vê komelê ye û endamê Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yewnanistanê ye. Heta niha 5 pêşengehên ferdî pêkanîye û beşdarî ji 50 yan zêdetir pêşengehên hevbeş bûye.


    Serhad Bapîr

    Tîroj: Serpêhatîya te û wênesazîyê çawa dest pê kir? Li vê herêma ku wêne wekî karekî şeytanî tê hesibandîin, te çawa xwe li vî karî qelîband? Gelo te bi dizî dest pê vî “karê xwelîser” kir?

    S. Bapîr: Ji piçûkatîya xwe va meylekî min li ser resim çêkirinê hebû. Dema ku ez 6 - 7 salî bûm kekê minê mezin, di dibistana xwe ya navîn da carna resimên xweşik çêdikir, min jî bala xwe dida wî. Dema di sala 1970 yan da min jî dest bi dibistanê kir, êdî min jî anagora xwe ji xwe ra resima çêdikir. Ji vê demê heta sala 1981 an ku min lîseyê qedand, min bi gor îmkanên xwe, lê belê bê rêk û pêk ji xwe ra bi boyaxên erzan ku dikete destê min, resiman çêdikir. Di sala 80- 82 yan da dema ku ez li welat di înşaata da wek boyaxcî dixebitîm, carna min li ser kaxidê çîmentoyê, bi boyaxên înşaatê resiman çêdikir. Di salên 1976-77 an da li Tetwanê çend resamên Kurd hebûn. Hin ji wan mamostetîyê dikirin.Wana bi navê “As Reklam” ji xwe ra atolîyekî vekiribûn.Wana li kêleka resim çêkirinê da, tabelayên dikanên welatparêzan jî çêdikirin. Di tirkî da du maneyên “As” ê hebûn, yek “antî sömürgecî” ango “li dijî kolonyalîzmê,” ya dî jî, ji xwe, di maneya “herî baş û xweser” da bû. Wan resamên Kurd tabloyên Yilmaz Guney, gund û gundîyên Kurdan çêdikirin. Cara pêşîn min di camekana atolya “As”ê da wêneyên resaman dît û tablo tesîrekî xwirt li min kirin. Heta wê demê, min tenê çend resimên wênekarên Awrupî, ku di salnameyên banqên Tirkan da dihate weşandin dîtibû. Ji alîyê dî va, bavê min resim çêkirinê wek karekî beredayî dihesiband, her çiqas ez şagirtekî serkeftî û jêhatî bûm jî, wî dixwest ku divê ku ez zêdetir bala xwe bidin dersên xwe. Ne tenê li ba min, her wusa li ba piranîya 11 xwişk û birayên min da jî, qabîlîyeta resim çêkirinê heye. Yekî ji wan ji ber sedemên sîyasî, akademîya hunerên sipehî terk kiriye, xwişkek min jî vê akademîyê qedandîye.

    Bi awakî rêk û pêk û sîstematîk, ji sala 1987 an pê va têkilîyên min bi resim çêkirinê ra çêbû. Dema di navbera 1987 û 1992 yan da min akademîya hunerên sipehî xwend, li wir, li kêleka resim, ez ji bo cara pêşîn hînî hunera grafîkê jî bûm.

    Li Kurdistanê kevneşopîyekî resim çêkirinê tune ye ku hin kes rabin û jê ra bêjin ku ev “karekî şeytanî” ye, an jî navê “xwelîser”îyê li wan bikin. Li bakûrê welatê me da, 50- 60 sal berîya niha dibe ku tu kes resim çênedikir. Ne ên akademîkî û ne jî yên naîf hebûne. Çewa ku tê zanîn, ola Ýslamê çêkirina resiman qedexe kiriye, lê ev qedexe di nav Şîîyan da hinde tune ye. Ýroj li Ýranê, li bajaran da, ji resimên dîktator Xumeynî û hevkarên wî, li ser dîwaran tu cîyên vala nehiştine. Li welat hin kes resim çênedikirin ku , hin kesên din navê “xwelîser”îyê li wan bikin. Feqîrbûn, şerpezebûna resaman, wek kategorî di civata me da tunebûne. Lê ên dengbêjan hebûne. Li civata Awrupayê da, dibe ku li kêleka resamên serkeftî û bi nav û deng, carna meriv leqayê resamên belangaz jî were.


    Bindestî, 1997, boyaxên don, 25.5x25.5cm

    Tîroj: Me got, ev kar wekî karekî rûreş tê hesibandin. Gelo li ba şarîstanîya Kurdan berhem û keleporeke ku bikaribe bibe bingehdarê wênesazîyê ji binî ve tuneye?

    S. Bapîr: Min berê jî got, li Kurdistanê tu kevneşopîyekî resim çêkirinê tune ye, nizanim tu çima dibêjî ku resim çêkirin wek “karekî rûreş” tê hesibandinê. Ez bawer nakim ku di civata me da, dîtinên sereke ên li ser resim bi vî awayî bin. 30 sal berîya niha , dema ku ez zarokekî deh- yanzdeh salî bûm, min wênekaran wek leheng û qehremanan û hunera wan jî, wek qabîlîyetekî sihrî dihesiband û xwezîya xwe bi wan tanî.

    Di medenîyeta gelerî a Kurdan da, hin berhem hene ku ew hunera gelerî ne. Ev xalî û xalîçê, motîvên kulav û çîtên konên koçeran, motîvên ser têêr, heqîp, goreyên rîs û hin tiştên din nin. Divê meriv behsa hin neqş û Şahmaranê ku jinên Kurdan ku li ser perdeyan çêdikin jî bike. Lê mixabin ev tişt têrê nakin ku meriv wan wek bingeha hunera nîgarkêşîya Kurdan bihesîbîne. Hunermendên Kurd dikarin ji wan berhemên hunera gelerî siûd bistînin, lê belê bi ji nû va avakirin û dubare kirina van motîfan hunera nûjen çênabe. Di nav gelên rojhilatê da hunera mînyatoran hebûye, lê ez bi xwe nizanim, ka gelo li Kurdistanê jî mînyator çêker hebûne an na? Ku hebûne berhemên wan niha li kê derê ne? Li Kurdistanê dagirkeran medenîyeta Kurdan talan û xera kirine, hunera heykeltraşî heta derecekî ji xezaba misilmanan filitî ye û niha di gelek muzexaneyên dewletên dagirker û yên dewletên mezin ên cîhanê da, nimuneyên vê hunerê peyda dibin.

    Di warê resim çêkirin an jî nîgarkêşîyê da, li ber hunermendên Kurd mîrasekî tune ye, ku nivşên nû bidin dû û jê siûd bistînin, ew mecbûrin ku xwe bi xwe, rêya li pêş xwe vekin û bimeşin. Di warê muzîk û edebîyata kurdî da rewş ne wusa ye, ji bo muzîkvan û edebîyatvanên Kurdan dewlemendîya muzîka gelerî û derya bê binî a zargotina kurdî heye. Di vî warî da resamên Kurd hem sêwî ne û hem jî, xwedî parîkî avantajin jî, lewra tu xelekekî, an jî zincîrekî, di piyê wan da tuneye ku wan bi ber hunera kevn va bikşîne. Ew dikarin yekser ji hunera hemdem a cîhanê siûd bistînin û bi nasnameya “hunermendê Kurd” tevbigerin.


    Çend mirov, 2004, pênûsên bi don, 18x13cm

    Tîroj: Wer xuyaye li gorî welatên îslamî yên din, Kurd di warê wênesazîyê da hinekî din bêhnfîrehtir in, gelo ev dikare bihêle da ku Kurd li Rojhilata Navîn, bibin serkêşê hunerên ciwan?

    S. Bapîr: Çend awayên geşbûna hunera nîgarkêşîyê hene: Çewa ku di ola Xrîstîyanan da heye, ol dikare ji xwe ra kevneşopîyeke çêbike, her wusa dîsa dikarin çînên dewlemen ên civatê hunermendan teşwîq bikin û re li pêş hunera ne olî vekin. Di rewşekî wusa da hunermendên hostê û yên naîf digihîjin. Û di dawîyê da jî akademîyên hunerên sipehî dikarin rolekî mezin bileyzin. Li ba me Kurdan bi awakî qels be jî tenê akademî hene. Ango bi sedan hunermendên Kurd di akademîyên dewletên rojavayê û yên dewletên dagirker da gihîştine. Pir kêm be jî ev tiştekî baş e, lê belê dema meriv bi gelên cîranên Kurdistanê ra qîyas bike, hingê meriv dibîne ku Kurd di vî warî da jî, gelek li paş in û nikarin di vî warî da, li herema me da pêşengîyê bikin. Bindest bûna miletê Kurd, kêmbûna hizra netewî, rê nade, da ku hunera kurdî geş bibe. Ji alîyê dî va divê ku em ji bîr nekin ku, li başûrê Kurdistanê ev gelek salin ku akademî û peymangehên hunerên sipehî hene. Li wir bingehekî hunera nîgarkêşî û heykeltraşî êdî heye. Bi demokrasîyê û bi bazara lîberal, dibe ku huner li wir li xwe xe û geş bibe.

    Tîroj: Wateya huner bo te çi ye? Gelo te bersiva vê pirsê daye ango jixwe bersiva vê pirsê ne pêwîst e?

    S. Bapîr: Bê guman divê ku meriv hewl bide da ku bersiva vê pirsê bide. Huner ne tenê şirovekirina jîyana maddî ye, ew her weha şirovekirina hîs, raman û ruhê merive jî. Ew ji yek ji wan tiştan e ku mane û team dide naveroka jîyanê, alîkarîya me dike da ku em baştir ji xwe û ji jîyanê fêhm bikin. Huner tiştekî wusa ye ku bawermendên olî, wan xusîsîyetên wê didin xwedayan.

    Tîroj: Kula te çî ye? Xewn û xeyala te ya mezin çî ye?

    S. Bapîr: xewn û xeyalên min jî, wek ên wan Kurdên welatparêz, li ser serbestîya siberoja gelê me yê bindest û şikestî ye. Siberoja zimanê kurdî min pir bala min dikşîne û min diêşîne. Wek hunermend ez jî, di nav şiverêyên hunera cîhanê da dimeşim. Wek resam û grafîkçêkerek Kurd ez dixwazim bi hunera xwe mil bidim daxwazên rewa ên gelê me.

    Daxwaza min ew e ku li Kurdistanê hunerên sipehî pêşkeve, bi sedan bi hezaran hunermendên serkeftî û jêhatî bigihîjin, em jî wek milet bibin xwedî muzaxane û gallerîyên huneren nûjen, em jî bi rêya hunerên xwe, gelê xwe bi gelên cîhanê ra bidin naskirin û serê me bi hunermendên me bilind bibe.


    Jin, 1991, boyaxên pastel, 60x50cm

    Tîroj: Ekol û tevgera ku tu xwe lê digirî kîjan e ango gelek in?

    S. Bapîr: Di dawîya sedsalîya bîstî û di despêka a bîstûyekan da, gelo meriv çewa dikare tenê ekolekî bişopîne? Hemu tevger û ekolên sedsalîya 19 û 20 î li ber çavên her hunermendê serwext in. Ez mane nabînim ku meriv bide li ser şopa ekolekê û wê şopê dubare bike. Ez hunermendekî realîst nînim, lê belê realîzma xerab a Kurdistanê, hunermendan ber bi realîzmê û sembolîzmê va dikşîne.Ez bi xwe, ji hemû ekolên hunerî siûd distînim û ya xwe diafirînim. Be guman rexnegirên hunerê dikarin, têkilîyên berhemên meriv ên demekê, bi ekolên hunerê ra nîşan bikin.

    Tîroj: Tema û mijarên te?

    S. Bapîr: Ez ji alîkî va li ser fîgurên mirovan dixebitim, mirovên Kurd ên bi cil û bergên kurdî bala min dikşînin. Her wusa erdnîgarîya Kurdistanê, mîmarîya gundên Kurdan jî bala min dikşînin. Ji alîyên din va berhemên min yên abstrek û sembolîk jî hene.

    Tîroj: Wer xuyaye sermijara berhemên te jin in? Çima?

    S. Bapîr: Di grafîkên minên demekî da, jin xwedî cîyekî mezin digirtin. Gelek sedemên vî tiştî hebûn. Bi salan min qedirekî mezin dida jinên Kurd. Jina Kurd lokomotifa ziman û çanda kurdî bû. Mixabin ev, ne ji zanebûna jina, lê belê ji rewşa ku jin di têda bûn dihat. Jiber ku ew bi tirkî nizanibûn, ji mecbûrîyê zarûkên xwe hînî zimanê ku dizanibûn (kurdî) dikirin. Di edebîyata kurdî a nûjen da gelek caran dê (jin) bi welat hatîye nasandin û navkirin an jî welat bi dê. Ji alîyê dî va motîva jina Kurd, ji boy min gelek eşkeretir motîva mirovê Kurd dida nîşandan. Dibe ku ji tesîra van tiştan be ku min li kêleka fîgurên mêran, rêzekî mezin grafîk û wêneyên xwe li ser jinên Kurd çêkirîye.

    Jinên Kurd mixabin ew rola lokomotîfê ku li jorê min behs kir, niha êdî terk dikin. Beşek mezin jinên Kurd, wek mêrên Kurd, zarûkên xwe bi zimanê dagirkeran mezin dikin. Ew jî wekî mêrên Kurda ketine govenda wendakirina ziman û çanda kurdî. Naveroka “ zimanê zikmakî”, bi xêra jin û mêrên me yên bê xîret, bere bere, pûç û betal dibe.

    Tîroj: Bi bîr û bawerîya te, danûstandina huner û sîyasetê divê çawa be? Û dî vî warî de tu serpêhatîya Kurdan çawa dinirxinî?

    S. Bapîr: Li ba me Kurda, dema behsa têkilîyên huner û sîyasetê tê kirin, pirî caran mebest têkilîyên huner û sîyaseta bi îdeolojîya çepgir e. Xeletî û nezantîya me Kurdan jî, ji xwe di vir da ye. Sîyaseta kurdî a çepgir, bi qalibên îdeolojîya beton a Marksîzmê, ku ev 150 salin ku hatine danîn, dixweste danûsitandina hûner û sîyasetê şirovê bike. Ango hunerê bike koleyê sîyasetê. Wan qet ne dît û ji xwe ne pirsî; gelo çima di welatên sosyalîst da huner pêş neket? Gelo çima hunerên “sipehî” û mîmarîya ên dema Stalîn, dişibe huner û mîmarîya Ýtalya û Almanya ya dema Mussolînî û Hîtler? Bê guman mesele dizivire û tê li ser serbestîya bîr û bawerîyê. Dema ku wun mirovan têxin nav qaliban û bîr û bawerîya, ji a yek partîyekî cuda li wan qedexe bikin, êdî wun ruhê hunerê jî dikujin. Li cîyên ku pirrengîya bîr û bawerîyan lê tuneye, ne sîyaset, ne edebîyat û ne jî huner pêşve diçe. Li bakûrê Kurdistanê civata sîyasîya Kurdan, kopyakî xirab a sosyalîzma dîktator Stalîn bû. Ji hunermendan jî, mirîdbûna vê sîyasetê dihate xwestin: Hin teslîm bûn, hinên din nebûn û li ser pîyên xwe man.

    Li bakûrê Kurdistanê her tiştê ku bi Kurdbûnê va girêdayî ye, mixabin bi sîyasetê va jî hatîye girêdan. Tu Kurdekî ku ne xwedî zanebûna Kurdayetî ye, ranabe ji nasekî xwe ra, bi kurdî nameyek an jî e-maîl’ek nanivîse. Dema ku rewş wusa be û her tiştê Kurdbûnê di bin zulmê da be, yek rabe û beje ku ez resam an jî helbestvanekî Kurdim, hingê, bivê nevê sîyasetê jî dike. Bi dîtina min, divê huner ji qeyd û bendên îdeolojî, ol û sîyasî bifilite, divê ku serbest be da ku li xwexe û geş bibe.


    Du jin, 1993, hibrpastel, 38x14cm

    Tîroj: Her wekî diyar e grafîksazî li ba Kurdan zêde xurt nebûye, ji te pê ve di vî warî de kesine din hene?

    S. Bapîr: Belê rast e, çêkirina grafîkan li ba me Kurdan ji resim jî nûtir e. Di çapemenîya kurdî da, ez leqayê grafîkên çend hunermendên din jî hatime.

    Tîroj: Têkiliya te ligel hunermendên kurd yên din heye? Di vî warî da tu rewşa Kurdan çawa dibînî? Divê çi bê kirin?

    S. Bapîr: Jiber ku Yewnanistan dikebe quncikekî Awrupayê, mixabin tu danûsitendinên min ên rasterast bi hunermendên Kurdan ra tune ye. Ez tenê çend kesan ji berhemên wan nas dikim. Li Awrupayê hunermendên Kurd ên jehatî û çalak hene. Ji ber ku yekîtî, akademî û piranîya enstîtuyên Kurdan ne li ser hîmên netewî, lê belê wek şubeyekî partîyan tên avakirin, piranîya hunermendên Kurdan jî, xwe nêzîkê wan sazgehan nakin.

    Ku di navbera hunermendên Kurdan da li ser hîmê serbestîya bîr û bawerîyê platformekî bihata avakirin ê baş bibûya. Ê hingê hunera kurdî baştir bibûya alîgirê dîplomasî û lobîya kurdî.

    Tîroj: Sirgûn çi tesîrê li hunera te dike? Ma tenê dezavantajên sirgûnê hene?

    S. Bapîr: Çewa ku tê zanîn sirgûn hesreta meriv zêdetir dike. Hesreta cî û warê ku meriv lê hatîye dinê, ya nas û dostan. Dema ku meriv bê daxwaza xwe, dûrê welatê xwe yê bindest be, hingê meriv her melûl û sitûxwar e. Ku meriv bikaribê bi kêrbîne, alîyên baş ên sirgûnê jî hene: Meriv dikare miletên din jî nas bike, asoya bîr û ramanên xwe firehtir bike, meriv dikare dibistan û zanîngehan da bixweyne, li ser babetekî da bibe pispor. Bi vî awayî meriv dikare hem kêrî xwe û hem jî baştir kêrî miletê xwe were.

    Tîroj: Hunermend, konsantreya bîr û wijdanê gel e, gelo gel çi qas li hunermendên xwe dibe xwedî?

    S. Bapîr: Tu dibêjî ku “hunermend konsantreya bîr û wijdana gel e”, ez wekî te nafikirim. Ez bi xwe, baş nizanim ka “bîr û wijdana” gelê me çewa ye. Ka bala xwe bidinê; Li bakûrê Kurdistanê û Tirkîyê, di navbera 20-25 mîlyon Kurd dijîn. Beşek ji wan Kurdan asîmîle bûne, xwe di nav Tirkan da nependî dikin û Kurdbûna xwe înkar dikin. Di beşek mezin Kurdên din da hizra netewî a Kurdîtîyê tune ye, ew ketine dûvê şêx, axa û partîyên nijadperestên Tirkan. Tu dibînî partîya herî mezin a Kurdan, ji 10-12 mîlyon dengên Kurdan, di hilbijartinan da tenê derdorê 2 mîlyon dengan digre. Û ew bi xwe jî dixwaze bibe partîyekî Tirkîyeyî. Ji alîyê dî va meriv dibîne ku zimanê kurdî ketîye taya mirinê û Kurd (yên “welatparêz” û yên ne welatparêz) du qurişan bi zimanê xwe nadin, bi zimanê dagirkeran axaftinê aciz nabin û ji bo siberoja ziman û miletê xwe tu xeman naxwin. Ma ez wek hunermend, çima bibim “bîr û wijdana” Kurdên wusa? Ku ez bibûma “bîr û wijdana gel”, divîyabû ku min vê hevpeyvînê bi zimanê tirkî bikira, divîya ku min zarûkên xwe bi tirkî mezin bikira. Ez bi hunera xwe dikarim tenê bibim berdevkê bîr, wijdan û berpisîyarîya xwe. Lê belê ez duxwazim bibim piştgir, alîgir û heyranê wan Kurdên ku qedir didin zimanê xwe, yên ku ji welatê xwe hizdikin, yên ku destkeftîyekî Kurdan a li kîjan perçeya Kurdistanê dibe bila bibe, wek serkeftin û destkeftîyê hemû miletê Kurd dihesibînin, yên ku yekîtî, biratî û menfeatên Kurdan li ser hemû îdeolojî, ol û sîyasetê digrin.

    De îca gel çiqas li hunermendên xwe xwedî derdikebe; Baştire ku meriv vê pirsê, ji gel bi xwe bike. Ez dikarim di derbarê wan Kurdên ku xwedîgravî bi Kurdbûna xwe hisîyane, hin tiştan bêjim: Haya piranîya wan ji hunera wênekarîyê tune ye. Herçî li ba dewlemendên Kurd, kulturekî bi vî awayî hê çênebûye ku bibin piştgirên hunera kurdî. Em bêjin ku tenê li Awrupayê bi hezaran Kurdên ku halê wan xweşe hene, heta niha min qet nebihîstîye ku yek ji wana bûye sponsorê pêşengehekî hunermendekî Kurd, jê ra katalogekî çêkiribe an jî li ba yekî ji wan civanbenda ( koleksîyona) berhemen hunermendên Kurd hebe. Di nivîsgeh û malên piranîya wan da, afîşên resamên Awrupî û resimên bê qalîte û yên erzan ên resamên Awrupî hene! Li Awrupaya ku yek mîlyonî zêdetir Kurd lê dijîn da, dema pirtûkeke ku bi zimanê kurdî dertê nikare hezar lib were firotin, dema ku kovar û weşanxanên kurdî ji bê aleqederîyê tê girtin; ma ê rewşa wênekarîya kurdî ê çewa be?

    Serhad Bapîr, 14/10/2004.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1