MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • Çapek nû ji pirtûka "Dersên Zimanê Kurdî"
    (Em hemî pirtûkê diweşînin!)

  • Çapek nû ji pirtûka Kemal Burkay: Dersên Zmanê Kurdî
    A. Înal


    Çapa şeşemîn ya pirtûka Kemal Burkay ya bi navê Dersên Zmanê Kurdî di nav Weşanên DENGê de derket.

    “Kar û xebata ji bo hînbûnê, kar û xebateke hêja ye. Dijminê herî mezin nezaniye.” Usa dibêje brêz Kemal Burkay. Ji ber vê yekê jî ji bo hînbûna zman serê xwe êşandiye û pirtûkek bi navê Dersên Zmanê Kurdî amade kiriye.

    Dersên Zmanê Kurdî ji bo hînbûna zmanê Kurdî berhemek hêja ye. Ev pirtûk berî sala 1980 li welat hatibû hazirkirin û cara pêşîn li der welat di sala 1980 da dest pê kir û di Dengê KOMKAR da bi ser navê “Baran” meh bi meh hat weşandin. Piştî di sala 1988an di nav weşanên Roja Nû da wek pirtûk çap bû. Piştî wê jî li Stenbolê di nav Weşanên Deng da derket û eleqeyek mezin dît û gîha çapa şeşemîn.

    Çapa şeşemîn de, her usa jî bi rizaya nivîskar, guhartineke piçûk çebûye. Heya niha tîpên (i û î) wek ya elîfba Tirkî ango bi şiklê (ý û i) dihatin nivîsandin. Çapa teze de tîpên (i û î) tê bi kar anîn.

    Ji bo pirtûkê brêz Kemal Burkay usa dibêje: “Dibistanên me tunin, divê em wan bi xwe çêkin. Meriv dikare bibe mamosteyê xwe. Meriv bixwaze dikare di zindanan da jî hîn be. Serê hertiştî dilkirin e, cehd e, qîret e.”

    Çapa şeşemîn a pirtûkê ji 24 beşan pêk tê û 178 rûpel e. Kurdên ku xwendin û nivîsandina zmanê xwe qet nizanin, lê bi Tirkî dizanin, dikarin bi alîkarîya vê pirtûkê ve hêdî hêdî zmanê xwe hîn bin.

    Xwendevan dikarin xwe li ser Internetê jî bigihîhin pirtûka Kemal Burkay ya rêziman zimanê kurdî:

    Dersên Zimanê Kurdî

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1