MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Belaya Mezin
  • Mezintirîn belaya siriştî ya serdema me
  • Fuad Sîpan: Trajediya dijî mirovatiyê, û bêdengiya kurdan

  • Mezintirîn belaya siriştî ya serdema me
    Kovara Mehname: [email protected]


    Hejmara mirî, birîndar û hindayên zemînlerza li başûrê Asyayê roj bi roj zêdetir dibe. Li gor texmînên nû yên Neteweyên Hevgirtî (NH) di katastrofê de nêzî 150 000 kesî jiyana xwe ji dest daye. Pênc milyon bêmal mane. Herî zêde li Indonezyayê, ya ku navenda zemînlerzê ye, li Srî Lankayê û li Hindistanê mirov bûne gorî vê mezintirîn trajediya mirovatiyê ya serdema me.

    Tirs heye ku hejmara miriyan dê pirr zêdetir bibe ji ber ku bi ihtimalek mezin dê gelek cûn êşên vegir belav bibin ji ber ku pêlan (tsunamiyan) jîngeh ruxandine. Herwiha xelaya xwarin û vexwarinê dê bibe belaya serê milyonan mirovan.

    Rêkxistinên navneteweyî li ber in mezintirîn çalakiya alîkariyê ya hemî deman seferber bikin.

    Peydabûna Belayê

    Mezintirîn belaya siriştî ya serdema me pêk hat dema li binê Okyanosa Hindî li nêzî Girava Sumatraya Indonezyayê li spêdeya 26.12.2004 zemînlerzek xurt ji ber livên tehtên parzemînî berpê bû. Livîna teht û helanên di kûriya 7 kîlometreyan de li binê erdê bû sedema rabûna pêl û sîpelên mezin (tsunamî) yên ku bûn sedema ruxînên bêqam dema li perav û giravan da.

    Bandor û hîkariya vê belayê pirr mezin e ji ber ku ew gihiştiye gelek welatan - ji Başûr-Rojhilata Asyayê ta Rojhilata Efrîqayê. Ji bilî xwecihiyan, gelek geştyar û gerrvanên ewropî û emerîkî jî qurbanî vê katastrofê bûne. Ya bûyerê kembaxtir dike ew e ku bela wek surprîz hat û ti pêşbîniyek wisan zû nehat ku mirovan ji wê bifilitînin.

    Hejmara miriyan

    Em hejmara miriyan li jêr rêz dikin û rêzê li giyanê wan digirin.

    Indonezya 94 000
    Srî Lanka 30 000
    Hindistan 15 000
    Taylenda 5 00
    Rojhilata Efrîqayê 137 (*)
    Maledîv 74
    Malezya 74
    Miyanmar (Burmaya berê) 59
    Bangladesh 2

    * Kenya, Seyçel, Somalya, Tanzanya û Madagaskar.

    Bêdengiya kurdan

    Kovara Mehname ne malperek nûçevanî ye lê ragihandina vê belaya mezin erkek mirovanî dibîne. Herwiha Mehname ecêbgirtî maye û ji malperên din yên kurdî şerm dike ku ta niha hemberî vê bûyera trajîk bi temamî bêdeng mane tevî ku gelek bûyerên din yên kêmtir giring bi sernivîsên gir diweşînin. Ger malperên kurdî yên nûçevanî (bo nimûne azadiyawelat.com, kerkuk-kurdistan.com û amude.de) ne bo agadarkirina kurdan ji her bûyera giring dixebitin, gelo karê wan û pêwîstiya bi wan çi ye yan dimîne çi?

    Em kurd hertim gilî û gazinan dikin ku trajediya me ne xema xelkê ye. Lê ya rast em xwe jixwetêr dibînin û serê xwe ji bilî "kurdîtiyê" bi ti tiştek din ve naêşînin.

    Divê "rojnamevanên" me ji bîr nekin ku ger ew nikarin xwendevanên xwe bi kurdî ji hemî bûyerên giring yên cîhanê jî agadar bikin, xwendevan dê neçar bibin bi zimanek din bixwînin. Bi vî awayî hêdî-hêdî xwendevan dê tiştên bi kurdî heyî jî bi zimanên biyanî bixwînin ji ber ku qîma wan dê bi kurdî neyê.

    Ne bes e ku her malperek bi karê "kurdewarî" rabe. Divê erkê serekî yê malperên me yên nûçevanî ragihandin û agadarkirin be, ne bandorkirin be.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1