Sî yê Sermawezê. Hev nasîn
Îro roja ewilî ye. Demjimêr saet donzde, ez û hevalê min Evdilqadir Coger çûn salona şanoya Belediya Amedê. Mijara dudya “Mîtolojî, efsane û wêje ya Kurdî” ye. Em li navbera salonê rûniştin. Di destpêka panelê de arkeolog û turkologê germanî Andreas Schachner, Prof. Dr. Celîlê Celîl û mamoste Îhsan Culemêrgî derketin ser sekoyê. Min Schachner şexsen nasdikir, camêr li Bismilê; li Girê Cano, li Girê Dimsê û li nêzîkê Tepê Berava li Girê Ziyaretê lêkolîn çêdikir. Carekê li wir brîfîngek kurt da, ez jî wek buroqrateki beşdar bûbûm. Lê min Celîlê Celîl û Îhsan Culemêrgî xiyaben nasdikir, şexs û wêneyên wan cara nedîtibû. Birastî naskirina herdûyan jî ji min re pirr pêwîst bû.
Berê Schachner axifî. Ma camêrê ji derheqê mîtolojiya kurdan de çi bibêje? Qala lêkolînên xwe yê arkeolojîk kir û dawiyê hinek tiştên grover gotin.
Celîlê Celîl bi kurmanciyak paqij axifî û ez bi axaftina wî gelekî kêfxweş bûm. Îhsan Culemêrgî pirr tije bû, deftera xwe vekir û dest pêkir, wek helbest xwendinê ket nav mijarê. Peşkeşkirina wî pirr baş bû, lê dema xwe rind eyar nekir û axaftina wî qurçimî, nîfçe ma. Ji min re ne xem bû, çimkî min ew naskir û hertim dikarim lê bibim mêvan.
Temaşevanan gelek pirs kirin. Lê yek pirs balkêş bû. Mamosteyekî ji Celîlê Celîl pirs kir û ji wî bersîv xwest : “Gelo gelê kurd bi hukmê şûr bûye misilman an biaşitî bûye?”
Ev pirsek bi kêmîn bû. Dibe ku Celîl bigota tenê li Diyarbekir bênderên laş û qafa çêbûbû. Lê Celîl pirr şareza bû. Celîl hinekî sekinî ku çi bersîvê bide û paşê bi rûyekî ken got: “Ma hûn ji min rindtir dizanin ku şûrê îslamê tunebû û tuneye, ma şûr dest wan de hebû, na bavo kurd bi aşitî bûne misilman.”
Panel qedya. Min mêzekir li ber sekoyê gelek însan ji derve hatine, yanê mêvanên hêja gihîştine hev, hatin rûyê hev, bihev şabûn. Min tenê Dehamê Evdilfeteh naskir, wekî din kes nasnekir. Ez jî bervî kursiyê çûm, min mêzekir Nedret Bilici xanim wan hemûyan nasdike. Min di heşê xwe de got bira Nedret xanim min û Celîlê Celîl bide naskirin. Ez gihîştim hinda wan û min ji Nedretê re got: “Nedret xanim ji kerema xwe re min û Celîlê Celîl bide naskirin.”
Nedretê got: “Wî, birê min ka were, ne tenê Celîlê Celîl bawo, mêze vaye kekê wî Ordîxan jî li vir e.” Û Nedretê ez him bi Celîlê Celîl re, him jî bi Ordîxan re dam naskirin. Wexta ez bi wan dam naskirin, got: “Kek Eyûb nivîskarê romana Dewrêşê Evdî ye.” Celîlê Celîl got: “Ha çiqas xweş e, kitêba te gihîştiye min.” Min got: “Wele min yek bi xwe re ji bo te anîbû, lê a te heye, vîya ezê bidim kek Ordîxan.” Celîl serê xwe hejand û got: “Bidêyê, lê ez jî dîsa dixwazim.” Min got: “Bila be.”
Ez li Ordîxan piçikîm, çimkî wî jî kurê xwe winda kiribû. Hema ji bêrika xwe wêneyê kurê xwe derxist, nîşanî min kir û li dev got: “Ax nodûdudyan de kurê min ê rihmetî jî bi min re bû.” Bi rastî hêsir ketin çavên min, çimkî çelengê min Dr. Berat, bûka min Rojda û nêviya min Hêlînê di balafira li Diyarbekir ketî de jiyana xwe windakiribûn û agir berdabûn kezeba min. Ordîxan jî pirr xemgîn bû. Ez zû li xwe varqilîm û hema min qamera xwe derxist û berê bi Celîlê Celîl re, paşê bi Ordîxan re, bi Îhsan Culemergî re, bi Deham Evdilfeteh re û kî li wir hebû bi hev re kişand. Ez bi tedarek çûbûm, min kamera bi xwe re biribû.

Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Eyûbê Milî

Prof. Dr. Celîlê Celîl û Eyûbê Milî

Eyûbê Milî, Îhsan Culemergî
Li salona Tiyatroyê qîza birêz Talat Înanç Zerî û pismamê wê Baqir Înanç bi ber çavên min ketin, lê ez hinekî meşxûlbûm, wan li min mêzekirin, ez nekarîbûm bervî wan biçûyama, min got ezê paşê vegerim ser wan. Şuhek din şûnda em dikira ji salonê derketana, min çavên xwe li Zerî û Baqir beg gerand, tunebûn, çûbûn. Min telefonî Baqir kir, got ez û Zerî li Restorana Çamlicayê li ser xwarinêne, tu jî were. Min xatir ji Evdilqadirê hevalê xwe xwest û ez çûm cem Baqir wan. Me halê hevûdu pirs kirin. Zerî tesadufen hatibû, lê ku hatina wê li rojên wêjeyê rast hatibû gellekî kêfxweş bûbû. Me li ser nan gellekî şor kirin û li pey nan me xatir ji hev xwest, ez dîsa vegeryam Belediyê. Bi rêve li ber Belediyê min mêzekir, Celîlê Celîl, Ordîxan Celîl, prof. Dr. Zerê(Zara Alî Yûsûpova), Ezîzê Cewo û hevalê min Mazhar Zumrut bi hev re tên. Ez pergî wan çûm. Em li hev varqilîn. Mazhar got : “Kek Eyûb were em tev biçin xwarinê:” Min got: “Min xwariye.” Got. “Tişt nabe, emê bi hev re şoran bikin.” Mazhar pirr henekvan e, şorvan e, yanê tê xwarin. Em tev çûn restorana Aslanê. Ez li kêleka Celîlê Celîl rûniştim, wan xwarin xwestin, min çay xwest. Mamoste Celîl hema ji bêrîka xwe defter û penûs derxist, li ber min danî, got: “Ji min re nifir û duayan binivîse, hema çi hat bîra te.” Min nekarîbû hema red bikira, mecbûr girt. Di nav sohbetê de Celîl got: “Ez dixwazim biçim peşengeha pirtûkxana.” Hew texsiya Mahzar hebû ew jî li garaja Belediyê hîştibû. Min fahmkir û min telefonî lawê xwe Dr. Serhat kir. Serhat berî hatina xwe telefonî lawê xwediyê restoranê kiribû. Lawik hat ji min re rûmetek mezin rê da. Paşê Serhadê min jî hat û min bi mêvanên hêja dan naskirin.”
Ez ji bela nivisandina dûa û nifiran ketibûm tengasiyê. Min neh-dehk dûa û neh-dehk jî nifir nivisîbûn. Serhedê min li hember min rûniştiye û mamoste Celîl ez xistime vî halê. Ez vir de qerqilîm, wê de qerqilîm, Celîl rewşa min dît. Min got: “Mamoste wele ez nuha nekarim binivisînim, ezê li mal binivisînim û paşê bişînim e maila te.” Celîl Got: “Min dît tu ketiye tengasiyê, lê herkes wisa dibê û paşê naşîne. Ka te çi nivisandine bes e baw.” Em hinekî kenyan.
Pey nan re em çûn pêşengeha pertûkan. Celîlê Celîl pertûkên wî li cem kê bûn, vê re mina cina hemû bi cî kirin, çû li pertûkên xwe mêze kir, li standa Avesta, Pêrî û Özge yê, hinekî kêfxweş bû.
Paşê hevalên min Coşkun Bîngöl û Mahmût Şimşek hatin wir, min îcar ew dan naskirin. Coşkun resmê me kişand, roja din di malpera Xançepekê (www.hancepek.com) de bi nûçetî derket.
Pey eşa re em vegeryan Otêla Mîroxlî. Mamoste Ordîxan got: “Em derkevin odeya min, baştir e.”
Em çûn odeya wî, qatê sisiya. Li odê sê ciyê razanê hebûn, palkursî têra me nekir, em hinek li ser ciyan rûniştin. Li ser sêpiyê leganek tije fêkî bûn. Me him sohbet kir û him jî fêkî xwarin. Çay vexwar. Mamoste Ordîxan pertûkên xwe yê kurdî ku li Rûsyayê hatine weşandin rê me dan. Berhemên granbuha bûn. Bi hukmê xwe çapkiribûn. Got : “Min va numûnana anîne kû bidim Belediya Diyarbekir, bira li vir çap bikin.” Qeda li dinê ke ve, mamoste pence-şêst sal berê li ser erdê Dewleta Sowyetê di nav kurdên bi zor surgûn bûne û li xeribiyê, li Kazakîstane, li Kirgizîstane û li Ozbekîstanê bi cî bûne, li nav wan geryaye, stran, klam û çîrokên kurdî berevkirine. Emrê xwe daye ser van xebatanan. Bala xwe bidê, berhemên kedê jî bêxwedî ne.
Me gellekî qala rewşa kurdan aborî, civakî û siyasî jî kir. Dawiya dawiyê Celîlekî got û yên din tesdîq kir ku, em kurd hîn û hîn jî ji dewlet damezirandinê re ne amade ne, ku anuha derfetek têkeve dest kurdan ji bo damezirandina dewletê, Kurdîstanê bi gola xwînê be. Lê me rewşa başûr pirr rind û kemilandî dît ku waye damezirandin û avahîkirinek pirr baş di rê de dimeşe.
Şev dereng bû, min û Mezher xatir xwest, Serhatê min hat ez ji otêlê girtim û em vegeryan mal. Serhat vê re qamera ji min girt, wêneyên min kişandibûn derbasê kompîturê kir, me nav re yên rind bijartin û derbasê CD yan kirin.
Ez bi roja ewilî pirr kêfxweşbûm.
Yekê Berfanbarê . Xwestika baqê gulan avêtina ser qebra Dewrêşê Evdî.
Ez berî nîvro ji mal derketim, çûm studyoya wêneyan. Min gorayê kesan hijmara wêneyan belî kiribû û CD da xebatkarê studyoyê. Ez çûm bi qwandî saetekê li peşengeha pertûkan sekinîm, vegeryam stûdyoya wêneyan, min resm û CD cihê- cihê kirin nav sê zervan. Ez çûm Enstitûya Zimanê Kurdî. Bernama Şemzîn Cîhanî û Şêrko Cîhanî hebû, yanê rojhilatiyên me. Wekê din Eta Nehayî û Kambîs Kerîmî nehatibûn. Şemzîn û Şerko xuşk û birayê hev in, ji Mehabada dîrokî û şêrîn hatine. Berê Şemzîn axifî. Mijara pêşkêş kir li ser edebiyata zarokan bû. Şemzîn di pey peşkeşkirina mijara xwe re hinekî li hêviya pirsan varqilî, destûr xwest û çû bernama wêjeya Farisî. Şêrko jî qala olên kurdan ên berî dînên semawî kir û têkiliyan wan û edebiyatê şirove kir.
Şemzîn û Şêrko herdû jî pirr ciwan bûn. Mijarên wan gran bûn. Wexta wan teng bû. Hevalên wan nehatibûn. Paşê ez agahdar bûm ku Şêrko nesaxbuye. Mamoste Malmisanij jî bejdarî bernama wan bûbû. Malmisanij hinekî bêhna xwe teng kir. Malmisanij mafdar bû, lê sûc ne yê Şêrko û Şemzînê bû.
Pey bernamê re ez çûm Salona Şanoya Belediya mezin. Bernama helbestvanên zimanê Erebî bû. Dehamê Evdilfeteh û Rezoyê Osê herdû li peşye bi tenê rûniştibûn, ez jî li cem wan rûniştim. Ez erebî nizanim, lê min guhdarî kir, Loqman Dêrikî verdigerand Kurdî. Min dîsa çend dua û nifir li pelekê nivisan û kir nav zerfa Celîl. Di pey bernamê re em tev derketin der. Deham û Rêzo Tengezarê Marînî jî bi min dan naskirin. Ez li xwe mikur hatim ku Eyûbê Milî jî ez im. Tengezar got: “Wa ew Tu ye, ezê ji Selwa Gulî re bibêjim ku min ew dîtiye.” Min got ma Tu jî li Swedê dimînî.” Tengezar got: “Na, lê em hevûdu dibînin, Selwa ji min re dibêje Tu brayê min e.” Me bi rêve hinekî galgal kirin û li ber Otêla Mîroxlî em ji hev qetyan.

Tengezarê Marînî, Eyûbê Milî, Deham Ebdilfeteh, Rêzoyê Osê
Ez çûm Otêla Mîroxlî. Ordîxan û Celîl li odeyên xwe bûn. Min wêneyên wan danê. Me gellekî li odê sohbet kir. Di nav şorê me de Ordîxan qisakek fena di ber min re avet, got: “Ax sibe yekî ez bibirama Wêranşahrê, Serêkaniyê, ez biçûma ser qebra Dewrêşê Evdî û min baqekî gulên sor bavêta ser qebra wî.” Li ser gotina wî helbesta Şahînê Bekirê Soreklî hate bîra min, dawiya helbesta xwe de wiha dibêje:
“Dayêcan!
Xweziya dîsan zarokekî gundî bûma,
Xweziya nezanekî naxirvan bûma,
Xweziya dewrêşekî evîndar bûma,
Yan xweziya li kêleka Dewrêşê Evdî di cengeke bêmiraz de mirîbûma!”
Merû ne zane bigrî, nezane bikene. Li dilpaqijiya mamoste yê hêja û xwestika wî mêze, li rastiya me mêze. Ez vegeryam ser mamoste Ordîxan, min got: “Mamoste, ma ka qebra lêhengê hêja li kuderê ye? Li diyarê girê Edşanê ye. Gund nuha ereb têde rûdinin, qebr nehatiye çêkirin, ciyê mezela nebeliye û merû nekare serbest here ser gir jî.”
Lê di bîra min de ma, ez vegeryam mal şûnde bi telefonê li Hîkmetê Şerqî geryam. Min got hal mesele wisa ye. Hikmet got: “Keko werin, bibin mêvanê me.” Min got: “Eger ew qebûl bikin emê werin.”
Duduyê Berfanbarê. Berf barî.
Wê şevê berf barî, sibehî herder spî bû û min mêzekir ku çûyina Wêranşahrê mumkun nine. Hîkmet telefonî min kir, min got wele Hikmet em nekarin werin, hema tu were, mamosteyên hêja bibîne, pismamên sedsalan bibîne. Hîkmet got: “Keko ez encax roja yekşemiyê karim werim.” Min got : “Temam, baş e, çimkî wê rojê Celîlê Celîl jî ji bo destnîşana pertûkên xwe wê li peşengeha pertûkan be.”
Ez pey nîvro re ji mal dereng derketim, çûm peşengeha pertûkan. Ez û rojnamevan Nevzat Bingöl li peşengeha pertûkan hatin hinda hev û em gellekî li wir sekinîn, paşê me lêxist em çûn salona Şanoya Belediyê. Em hinekî bejdarî bernama edebiyata gelên cîranên me; ermeniyan, suryaniyan û lazan bûn. Min mêzekir Şemzîn jî li salonê rûniştiye. Min ji bo wê kitêbek romana Dewrêşê Evdî anî bû. Min ban wê kir û li salona der diyarî kirê. Gelekî kêfxweş bû, rojik berê ji min re gotibû te yek daye Şêrko, Tu yê bide min jî. Min kitêb daye şûnde jê re got: “Çima Tu li vir e? Gerek Tu niha li konferansê ba.” Şemzînê got: “Heyra ez li otêlê dereng rabûm, kesê ez nebirim û ez nizanim biçim ciyê konferansê.” Min got: “Lê Şêrko kanê?” Wê got: “Ew jî nexweşe, li otêlê razaye.” Ez hinekî xemgîn bûm. Xuşk û bra, yek nesaxe, yek jî ji bîr kirine, nebirine konferansê. Min got: “Ka em te bibin.” Wê got. “Wele xoşe ku hûn min bibin.” Me Şemzîn kir, cîpa Nevzat û bir Belediya Rezan. Li Seyrantepe min qawinên Diyarbekir rê Şemzînê da û got: “Hûn ji van re çi dibêjin.”
Got: “Em dibêjin kal.”
Min got: “Em ji yên nebûyî re dibên kal.”
Em gihîştin Belediya Rezan, derketin qatê konferansê. Du xanimên xebatkarên Belediyê li Şemzînê mêzekirin, pê şabûn, li kirasê wê yê sorê bi qilçik, li çav û brûyên wê yê reş mêzedikirin, dikeniyan û pê şadibûn, kurd bûn û bi kurdî nezanîbûn ku bi Şemzînê re biaxifin, bi tirkî digotin: “Şu gözlere, şu kirpiklere bak.” Yanê li van çav û brûyên reş mêzeke.”
Çay ji me re anîn, me vexwar û li ber pencerê min Qerjedax nîşanê Şemzînê kir. Berf barî bû, Qerejdax som spî xuya dikir.
Min ji karmend re got: “Şemzînê bibe hundur.”
Şemzîn çû salona konferansê, em jî vegeryan bajêr.
Ez û Nevzat disa vegeryan peşengeha pertûkan. Paşê ez ji wir çûm Otêla Mîroglî.
Li lobiya otêlê min mêzekir, yekê bi berçavkek tarî, esmer, porkurîşk li quncikekî rûniştiye, min pirskir ku ew kiye, gotin Dr. Çerkezê Reş e. Ez çûm cem, me hevûdu naskir, ez li hindê rûniştim û me gellekî sohbet kir. Min kitêba romana Dewrêşê Evdî destnîşan kir û diyarî wî kir. Çerkez got: “Egîdê Cimo ev kitêba da min, du roj şûnde ji min girt. Wexta min teng bû min nexwendibû.” Çerkez ji min re spasî kir.
Dû re, Çerkezê Reş ji min sewalek kir, got: “Bi te bûyera Dewrêşê Evdî di çi tarîxê de bûye?”
Min got: “Keko gorayê min di navbera salên 1785-1790 an de bûye.”
Çerkez got: “Rast e, lê salek xeta te heye.” Hinekî kêfa min hat, lê Çerkez ji ku zanîbû, çi çavkanî dest de hebû, min meraq kir.
Çerkez dewam kir, got: “Li Wenezyayê kilîsa ermeniyên Mixitarîst heye, kilîse kompleksek e, di nav de pertûkxanakek mezin jî heye. Cirgî ku ev kilîsa hatiye damezirandin, bûyernivîsên ermeniyan, li Ermenîstanê û derdora Ermenîstanê çi bûyer bûne, nivisandine. Gorayê nivisandina wan ew şerê di nav Milan û Şemeran de derbasbûye û Dewrêşê Evdî şehît bûye di mêjûyê 1784an de qewimiye.”
Çiqas xweş. Xeta min tuneye, min bi texmînî tesbît kiribû, tu belge dest min de tune bû. Ez gelekî kêfxweş bûm. Çerkez ez ceribandibûm.
Çerkez got: “Em jî şerqîne û em ji Wêranşahrê hatine.”
Min got: “Kekê tişt nabe, min telefonê neviyê Dewrêşê Evdî kiriyê, dê yekşemiyê were û ezê we pismamên hevên sedsalan bînim hinda hev.”
Min bi telefonê ban Nevzat Bingöl kir, hat em tev derketin odeya Ordîxan. Em ketin hundur û min dan naskirin. Nevzat wexta xwe da naskirin got: “Ez neviyê Mele Selîmê Bîlîsî me.” Mamoste Ordîxan hema li dev got: “Wey, tu neviyê Mele Selîmî, min stranek li ser Mele Selîm jî nivisandiye, sala 1970yî ez çûmê Kazaxistanê û Kirgizîstanê, kurdên ji Naxçîvanê surgunê wê derê bûbûn, min ji şofêrê kamyonekê ew stran girt û derbasê vê kitêbê kiriyê.” Mamoste li meselê sor bûbû, hinekî ji germa gomlekê xwe ji xwe danîbû, tena atlêt bû. Nevzat qamera amade kir û dest bi kişandinê kir. Mamoste Celîl haydar bû, hema got: “Kuro çê nabe, nabe.” Mamoste Ordîxan li xwe varqilî ku tahzîye, hema holê ser xwe bû, kitêb danî, gomlekê xwe li xwe kir, kitêb girt, rûnişt û dîsa dest bi xwendinê kir.
Em hetanî dereng li oda Ordîxan man. Celîl hinekî qala diroka wê demê kir. Şêx Şehabedîn û Mele Selîm ji ber xwînxurên osmanî xwe davejin konsolosa Ûris. Leşker dikevin konsolosê û wan ji wir derdixin, dibin dara xeniqandinê. Ben sê cara diqete. Gorayê erf û edetan ku carekê biqete divê ji îdamê ef bibin. Lê mêrika bi biryarin, ilim wan dixeniqînin. Me xatir xwest û em çûm mal.
Sisiyê Berfanbarê
Îrojî dereng derketim, çûm peşengeha pertûkan. Li peşengeha pertûkan min û rojnamevan Nevzat Bingöl hevûdu dît, me hinekî sohbet kir û min jê re qala hevalên ji Sûriyê hatine kir. Min dixwest Nevzat wan nasbike, çimkî mijara kitêba wî ya dûyem “Surýye’nin Kimliksizleri: KÜRTLER” ji wan re balkêş bû.
Saet şeşê evarî de em herdu tev çûn Otêl Demirê. Rêzoyê Osê û Tengezarê Marînî li lobiyê rûniştibûn. Em çûn cem wan, min Nevzat û ew dan naskirin û paşê jî hal-malê hevûdu pirskirin. Nevzat kitêba xwe derxist û xwest diyarî wan bike. Rêzo got: “Wele ez nekarim bibim, li derî çawa bi min re bîbînin wê min bigrin.” Em hinekî xemgîn bûn. Tengezar got: “Ez a xwe digrim, çimkî ez naçim Sûriyê, ezê ta Nisêbînê biçim û ji wir vegerim Germanyayê.”
Rêzo gelekî li kitêbê mêzekir, li albuma paş pertûkê mêze kir û ji Nevzat re got: “Hinek şaşî hene.”
Wexta em rûniştibûn ji hevalên Kurdistana Azad yekî got: “Eyup Kiran kiye?” Deng hate min. Ên pirs vergirtin bersîv dan û ez nîşanê wî kirim got: “Aha waye.”
Wî hevalî ciwan navê xwe ji min re negot û ji min re got: “Mamoste, Dr. Selah Hirorî bi min re ji te re kitêbek şandiye, ez herim ji jor, ji oda xwe bînim.” Min got: “Baş e.”
Çû anî û da min. Min vekir, mêzekir ku kiteba li ser Milan e, navê wê bi îngilîzî ye: “Milli Kurds and Brahim Pahsa.” Nivîskarê wê Dr. Ahmed Osman e û kitêb erebiye. Birêz Selah nameyek jî xistiye nav, min xwend û ez gellekî pê kêfxweşbûm. Çimkî demekê ez bi pê vê kitêbê ketibûm û bi dest min neketibû.
Paşê me xatir ji wan xwest û em hatin Otêla Mîroxlî. Nevzat jî xatir ji min xwest û çû. Ez derketim qatê dudyan, min mêzekir parêzerê çeleng Cîhan û yekê din li quncikekî rûniştine. Min Cîhan zûda nedîbû, ez çûm cem. Cîhan ez û mêvan da naskirin. Mêvan Bêhrûz Şûcaî bû. Rûyekî li ken û zahravekî xweşik li ser Bêhruz bû. Me gellekî sohbet kir. Cîhan çaxa çûbû Swedê qursa zimên Bêhrûz jê re mamostetî kiribû. Bêhrûz li Zanîngeha Uppsalayê mamosteyê zimên e. Xwîna min kelya ser û min got: “Mamoste li hinda we milî tunene?” Çimkî min famkir ku herema ew jê li hember Özalpê ye. Bêhrûz kenya û got: “Wele ez milî me.” Me gellekî şor kirin. Bêhrûz got: “Beyî me li Xorosanê jî milan hene.” Navê wî çawa dihat nivisandin min nezanîbû. Min jê re got: “Nav û edresa e meyla xwe ji min re binivisîne.” Min dît li ser kaxezikê berê bi tîpên erebî navê xwe nivisand. Li ser zû nivisandina wî kenê min hat û min jê re qala meselekek kevn kir: “Wextekê çiqas peya û jinên gund hebûne, cendirman giş bi hevre girêdane û birine qereqolê. Şev ketiye ser wan, cendirman bi hevre tirkî galgal û qise kirine. Kurdê mena ecêbmayî mane ku çawa bi şev jî karin bi Tirkî qisebikin. Û yekî gotiye kuro vana vê şevreşê çawa mîna bulbulan bi tirkî diaxifin?.” Bêhrûz û Cîhan kenyan. Bêhrûz nivisandina edresa xwe qedand, îcar wî meselekek got: “Rojekê peyê me diçin gundê ecema. Mêzedikin çûk-mezin hemû bi tirkî diaxifin, yek dibêje kuro zaroyên wan jî bi tirkî mîna bulbulan qise dikin, ev ji ku dielimin.”
Wexta me sohbet dikir, li quncukekî jinek porspî rûniştibû. Min ji Cîhan û Bêhrûz pirskir, got: “Ew kîye?”
Bêhrûz got: “Ev Joyce Blau ye.”
Çiqas xweş. Min di çavkaniyan de navê wê didît û aniha ew li kêleka me bû. Hema ez rabûm ser xwe, min qamera xwe derxist û ez çûm li ber sekinîm, xwarbûm û min got: “Good evening, can I take your picture?
Min dît, çavên wê keniya û got: “Yes, of course.”
Min wêneyê wê keşand û spasiya wê kir.

Prof. Dr. Joyce Blau (Ya rebî çiqas xweşik e û şêrîn e, Xwedê te hezar salî bike).
Bêhrûz destûr xwest û cem wê. Ez jî li pey wî çûm hinda wan û me bi hev re jî wêneyek keşand.

Eyûbê Milî, Bêhrûz Şucaî, Joyce Blau
Çarê Berfanbarê
Îro ez zû rabûm, çimkî di saet 9.30 an de civîna çapameniya ragihandina encama Konferansa Zimanê Kurdi heye. Saet 8.30 an de ez çûm salona xwirîniya Otêla Miroxlî. Ez li cem Ordîxan û Îzedîn Mûstefa Resûl rûniştim û me hinekî sohbet kir. Mamoste Îzedîn hîn îşev hatibû. Paşê em çûn salona Tiyatroya Belediyê. Ragihandina encamê hat xwendin û ji çapameniyê hêç pirs derneketin. Civîn belavbû. Li salona der me gellekî li ser nigan sohbet kir. Ordîxan, Celîl û Îzedin Mustefa Resûl li salona jêr ciyekî sar rûniştin û hinek şêwr kirin. Kesekî ew nebirin ciyekî germ ku bila neqefilin. Min ji wan re çay şand. Serê çaycî bi mamosteyên kurd re pirr xweş e. Di qedehên cam de bi destê xwe û bi kêf çay bir ji wan re. Her sê mamoste gellekî axifîn, paşê ew birin odeya midûr. Ez û Nevzat li hewşa Belediyê bi hinek mêvanên din re me gellekî sohbet kir. Bixaltiyê Nevzat bihîstibû ku mamoste Ordîxan strana li ser kalikên wî nivisandiye, ew jî hatibû ku mamoste bibîne. Nevzat û mamoste Îzedîn jî hevûdu rind nas dikir.

Eyûbê Milî, Prof. Celilê Celîl, Prof. Dr. Îzzedîn Mustefa Resûl
Ez hinekî fikirîm ku mamosteyan ji bo nanxwariniyê bibim ciyekî rind. Min bîrî Restorana Dîcleyê bir, di gelyê Dîcleyê de ye. Min ji Nevzat re got, ket serê wî jî. Ez çûm cem mamosteyan û min ji Ordîxan re got: “Mamoste em biçin, îro masiyan bixwin.” Wî got: “Wele baş e.” Restorana Dîcleyê masiyên deqsor rind çê dikin û ciyê wê jî pirr xweş e. Texsiya Serhadê min bi min re bû. Hersê mamoste, bixaltiyê Nevzat û Nevzat, em bi du wasitan bi rêketin. Wexta me ji jor de xwe bera ser geliyê Dîcleyê da konvoyêk pirr dirêj wan jî xwe ji Zanîngeha Dîcleyê berra jêr da. Min famkir ku civînek dewletê mezin heye. Em li ser pirê nêzîkê hev bûn. Polîsên trafîkê em rawestandin û ew derbasê restoranê bûn. Belkî dused wasita. Em hetanî hundurê restoranê çûn, me got belkî em ciyekî karin ji xwe re bibînin. Me mêzekir ji me re nabe, em şûn de vegeryan. Mamosteyan ji min pirs kir ev çiye. Min jî ji midurekî pirs kir. Bigotina midur, du wezîr, yek ê karê hundur, yek ê çandiniyê, li ser goşt û heywanên bidizî ji hudud derbasdibin çiqas midurê herêma Kurdistana bakur yên çandiniyê û yên tendurustiyê hemû civiyabûn. Mamoste Îzedîn pirs kir got: “Ev kîne, kurdun an na?.” Min got: “Wezîrek ji xwe kurde, Abdulkadýr Aksu, û ji van însananan jî ji sedî heyştê kurdun.”
Em vegeryan bajêr, li Ofîsê em çûn Restorana Îsotê. Me li wir xwarin xwar, bêhna xwe veda, hinekî sohbet kir. Paşê wexta destnîşana pertûkên mamoste Celîl hat. Ez û wî bi nigan çûn peşengeha pertûkan. Bi rêve ji min re got: “Em diçin, hema ez dibêm belkî kesê neyê hinda min.” Min got: “Na mamoste, eynî tuyê biwestî, tiliyên teyê ji destnîşanê biqerime.” Rast jî wisa bû. Wê rojê yên sê kitab, ên çar kitab stendin û anîn ber wî, ji bo îmzê. Yekî kitebek nivîskarekî din kirrîbû û anîbû ber mamoste. Mamoste got: “Ev ne y amin e.” Mêrik got: “Bira qe, tu j imin re îmza ke, bila îmza te li ser vê kitêbê hebe.” Mamoste çarneçar kitêba nivîskarekî xerîb jî îmza kir.
Hetanî dereng em li peşengeha pertûka awiqîn. Mamoste Ordîxan û Nevzat jî hatin wir. Paşê gelek mêvan jî hatin. Em hinekî bêçare man, çimkî mêvan pirr bûn û me nekarîbû eleqe rê hemûyan bida. Dr. Arîf Hîto, Hesen Çemanî, Ahmed Haşîmzade, Emîr Hasanpour û wekî din gellek mêvan hatin, li peşengehê geryan, pertûk stendin, kamera şuxulandin.
Pêncê Berfanbarê
Îro qet dilê min naxwaze ez biçim civîna li ser PENê, çimkî ez pirr jê aciz bûme, hinekî jî hetikîme û tu havil jî me nekiriye. Civîn saet 10.00 an de li Demir Otêlê ye. Çarneçar ez çûm civînê. Nêzika bîst nîviskar bejdarê civînê bûn. Min hewcê nedîta belkî ez neaxifiyama. Lê di pey ne-deh kesan re ez jî axifîm. Gorayê dîtina min Welat çar perçeye, û zagonên her çar perçeyan jî ji hev cûdane. Rexistina nivîskaran komelek demokratîk e, loma divê gorayê zagonên dewletan bê damezirandin. Mumkun nine ku nivîskarên perçekî bi şiklekî fermî bi endamê komela perçeyekî din bin. Di nav dewletan de şax û bask vegirtin jî mumkun nine. Divê û ku têra damezirandinê hejmara nîvîskara hebin li her parçeyekî komelek bi serê xwe li darkeve, formalîtên xwe bînin cî û serî li PENa Navnetewî bidin.
Di dawiya civînê de birêz Mustefa Reşît (em xwe bra dihesibînin) hinek bi henekî hinek bi rastî (wek mînaka ‘dî ez im, nedî dizim’) qerf kirin, got: “Em komelekê li Wêranşarê û yekê li Qoserê jî ava bikin.”
Welhasil civîn bi dilgeşî neqediya û em xemgîn belabûn. Kîjan bi xêr e, Xwedê wiya bike.
Rind bû, rind bû, her tişt rind bû. Hêviya min heye wê hîn rindtir bibe.