Îro(21/11/2004) çil roj di ser koçkirina dawîn ya buhiştî Seyd Remezanê Berzencî re derbas dibe.
Seyd Remezan yek ji navdarên melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet bû di nav kurdên herêma Cizîrê de.Ew ji mele Ebduqudusê Cemîlê Seyda û Cegerxwînê Hesarî fêrî kurdewariyê bûye,û di bin bandora helbestên Cizîrî û Cegerxwîn de xwe berdaye nav cîhana tore û wêjeya kurdî û daye pey navdarên kurdan û wiha pirtûkek ji 5 cildan amadekiriye bi navê “Jînenîgariya zanyar û oldarên kurdan Kurdistanê û sirgûnê” û yek bi navê “Jînenîgariya helbestvanên kurd”. Di gel ku wî car caran helbest ji xwe re di hûnandin.

Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm bû, bi navê Seyd Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû naskirin, ew ji malbata Berzenciyan e ya ku bi navûdeng e di Kurdistanê.
Ew di sala 1930 î de li gundê Miherkan ,nêzîkî Tirbespiyê çêbûye,xwendina xwe li gundê Xizna ,ber destê Mele Reşîd bi dawî aniye.di sala 1949 an de li gundê Cimayê ,bareşî Qamişlo cîwar bûye,di sala 1965 an de mala xwe barkiriye herêma Kîkan ,gundê Şora Şerqî ,lê bûye mela ta ku çûye ber dilovaniya Xwedê,û di goristana eynê gunde hatiye veşartin...
Rehmetî zanyarekî olî bû,hem jî kurdperwerekî dilsoz,wefadar û wêrek bû,di destpêka damezirandina Partî de li sûriyê ji kesên pêşîn bû ku bûye endam û xebat ji dil û can di ber de kiriye û di nav re gelek caran toşî rêtengî û bersivdanan ji rêjîmê ve bûye...
Ji sala 1992 an de xwe dûrî karê rêxistinî kiribû,dest bi danheva jînenîgarî û serboriya zanyar ,oldar û helbestvanên kurd kiribû...
Ji şîretên wî ji xortên kurdan re:
“Divê mirov nebe hevalê pîsan,heta ji mirov bê,qenciyê bike,û ya herî baş ewe ku,mirov netwa xwe bi parêze û xizmeta gelê xwe bike,razîbûna Xwedê jî têde heye,ji ber ku her kes berpirsyarê dema xwe ye,berpirsyarê mal û malbata xwe ye...”
Silav li te be Seyd Remezanê Berzencî,silav li wî kar û barê te be,silav li bizav û berxwedana te be,silav li kurdewariya te ya resen be.
Min tu wek (Xocakî Xizir) nas kir,dema ku ji nişka ve,tevî wê kalitiya xwe, te li dergehê nivîskar û helbestvanan dida ,da ku tu jînenîgarî û berhemên wan tomar bikî...
Sed rehmet li giyanê te bibare, Buhişt mala te be.
Qamişlo 21/11/2004