Kurteyek li ser rewşa edebîyata Kurdî.
Ya ku hatîye serê gelê kurd, zimanê wî, dîroka wî, çand û kultura wî, hege hatiba serê kevirê seqî jî niha kevir hêrîyabû bibû xwelî û nemabû. Em nikarin rewşa zimanê kurd û edebiyata kurdî ji rewş û çarenivîsa gelê kurd cuda bibînin û bifikirin. Çi zimanek hege evqas sal hatiba qedexekirin dê îro di rewşa kurdîde nebûya? Kîjan edebiyat hege di şert û zirûfên edebîyata kurdîde bûya dê îro ji edebîyata kurdî xurttir û dewlemendtir bûya?
Bi ya min tu zimanek, tu edebîyatek!
Gel û ziman û edebîyatek ku di navbera 3 ziman û 4 dewlet û 3 elfabeyên cuda de hatibe dabeşkirin û di bin nîrê 4 rejîmên nijadperest û dîktatorde ji bo mayînê tê bikoşe, zehmete ku milê xwe li milê edebiyata dunyayê bixe û xwe bi hevdem û hevpayên xwe re bavêje. Ta ku pênûsa kurdî piçek azad û serbest bû edebîyata kurdî bi Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Nalî, Salim, Hecî Qadirê Koyî û yd. ji hempayên xwe kêmtir nebûn, jartir nebûn, lewaztir nebûn.
Edebîyata kurdî ya bi zaravayê soranî, bi taybetî di warê şiir û çîrokê de, ji ya gelên derûdor û cîranên xwe ne kêmtir û ne jî jartir e. Hege pênûsên wek mamoste Şêrko Bêkes, Refîq Sabîr, Evdillah Peşêw îro di astê herî berz û bilindde şiir û pexşan dinivîsin û Mamoste Raûf Bêgerd û Şêrzad Hesen û bi dehan bi sedan pênûsên xurt yên wek wan hebin, eve ji ber hindê ye ku pireke qewîn di navbera edebîyata klasîk û ya modern de hertim hebû. Mamoste Goran şahê modernîzmê bi serê xwe ekolek mezin bû. Mixabin zaravayê kurmancî nebû xwedîyê derfeteke weha.
Şert û zirûfên ku edebiyata bi zaravayê kurmancî têdebû/têdeye bi serê her çi edebîyatekê de hatiba, niha ne ew ziman mabû û ne jî edebîyata wî. Komara Misto Kemal ji bo ku kurd û zimanê wî û edebîyata wî bihelîne û ji holê rake ”şoreş” li ser şoreşê pêk anî, qanûn li ser qanûnê derxist û dara ziman û edebîyata kurdî ji kokê ve birrî. Berî her tiştî bi guherandina elfebayê derfetên ku zaravayên kurdî bikarin ji hevûdu sûd bigrin ji binîve ji holê hat rakirin. Carê wisa bûn ku Bakûrê welatê me 20 sal, 30 sal, 40 sal ji rewşenbîr û rewşenbîrîyê mehrûm û bêpar man. Birra (mesafe, fasile) di navbera ekola Xanî û ekola Hawarê (Mîr Celadet û Mîr Kamîran û yd.) de hinde dûr û dirêj bû ku edebîyata kurdî ket ber sekerat û mirinê. Mezintirîn nivîskarê romana kurdî birêz Yaşar Kemal û bi sedan pênûsên giranbiha û hosta ji neçaarîyê edebîyata kurdî bi ”tirkî” nivîsandin û vê rewşa mirin û sekeratê ta 12 eylula 1980 dom kir. Piştî 12 Eylulê edebîyata kurdî ji nûve mecalê jîyanê dîtibe jî ev mecal teng û bi sînor e. Rewşa ku gelê kurd (li Kurdistanê) têde ye û jîyana sirgûnê bi ser ziman û hûnana edebîyata kurdî de zal e.
Hege em di hilsengandina rewşa edebîyata kurdî ya bi zaravayê kurmancî de van faktoran li pêş çav negrin, dibe ku em li gelek nivîskarên xwe û berhemên wan niheqî bikin. Piştî van gotinan ez dixwazim li ser romana Lokman Polat ”Fîlozof” van têbînîyan pêşkêş bikim:
Romana ”Fîlozof” navê xwe ji Fehmîyê Bîlal digire ku kurdekî zana, têgihîştî û amojgarê nemir Şêx Seîd e. Ev romana sosyal-realîst behsa rewşa gelê kurd ya dema ”Komara Tirk” dike ku serîhildana Şêx Seîd mijara sereke ye. Lokman Polat bala xwendevanan dikşîne ser gelek nav û bûyerên girîng yê wê demê, ku mixabin an pir nehatine bihîztin û naskirin an jî bûne qurbanîyên berçavkên teng yên îdeolojîkî.
Fîlozof Fehmîyê Bîlal piştî têkçûna serîhildanê ku diçe ser heqîya xwe, dibe bihiştî û li bihiştê jî her di xema gelê xwe û rewşa wîde ye. Herçî giregir û biryardêrên çarenivîsa gelê kurd in (ji serok û rêberên kurd yên wek Şêx Seîd, Qazî Muhamed bigrin ta Pêxemberan) bi gelekan re diaxive û carbicar jî dibe ruheke zindî li ser asoyê Kurdistanê digere û çavdêrî dike. Çavdêrî û hilsengandin û têbînîyên Fîlozof Fehmîyê Bîlal ta ”serokatî”ya Evdoyê Cêrgo (Evdillah Ocalan) û girtina wî dom dike.
Fîlozof Fehmîyê Bîlal çavdêrîya rewşa kurd û Kurdistanê di her warî de dike: Rewşa sîyasî, rewşa komelayetî, edebî, ziman, rêxistinî, nakokî û dubendîyên kurdan û ...
Herçî kesayetîyên binavûdeng in, herçî kar û xebat û kirinên wan in li ser hemûyan dîtin, têbînî, rexne û şirove dike ku bi ya min eve hendîkapa herî mezin ya romana Fîlozof e.
Romana Fîlozof çi di warê ziman û hûnanê de û çi jî di warê mijarên cuda cuda û ji hev dûr de, hidûdên romanê dişkêne. Xebata Lokman Polat kurteyeke rewş û çarenivîsa gelê kurd e û bi taybetî ji bo nivşeya ciwan girîng e.
Bi dîtina min Lokman Polat bi navlêkirina romanê xedir li xebata xwe kirîye. Fîlozof ewqas giranî daye ser şirovê ku her şiroveyek rê li mijareke sîyasî/îdeolojîk vedike ku ev jî divê ne mebesta romanê be. Hege mirov Fîlozof wergerînin danîmarkî an swêdî, dê di beşa ”Beretning” (çîvanok – MN) de bête binavkirin. Fîlozof di warê hûnanê de jî ji ziman û hûnana romanê bêhtir li ”Beretning” diçe. Bêguman ev nav ji girîngî û bihayê pirtûkê tu tiştekê kêmtir nake û Fîlozof dê di pirtûkxana kurdî de cîhê xwe bibîne.
Fîlozof 165 rûpel e û ji alî Çanda Nûjen ve hatîye weşandin. Navnîşna xwestinê ev e:
Tensta Alle 43.2tr.
16364 SPÅNGA
Stockholm / Sweden
Roman an ”Beretning” Fîlozof hêjayê xwendinê ye û ez te pîroz dikim kek Lokman.
Destên te sax, serketî bî.
Mesûd Zîlan