Min di nivîseke xwe de gotibû : “Divê edebiyata têkoşîna rizgariya Kurdistanê bê pêkanîn. Berhemên edebî yên serîhildanên kurdan, yên li ser şerên çekdarî bên afirandin. Divê serpêhatî, çîrok û romanên şer û berxwedanên kurdan bên nivîsîn.”
Piştê rawestandina şerê çekdarî, îmkan û firsend çêbû ku yên bi xwe bûbûn gerîlla û beşdarê şer û çalakiyên gerîllatiyê bûne, niha dest pê kirine bîranîn û serpêhatiyên xwe, çîrok, helbest û roman dinivîsin.
Ev bû çend pirtûk ji alî gerîllan ve hatine nivîsîn û di nav weşanên “Aram”, “Mezopotamya” û “Jina Serbilind” de derdikevin. Bîranîn, serpêhatî, helbest, çîrok û romanên ku ji alî gerîllan ve hatine nivîsîn, hemû jî di nav kategoriya edebiyata realîst de ne.
Weşandina van berheman şaxê edebiyata realîst a kurdî dewlemend dike. Lê, çi heyf ku ji wan pirtûkan gelekên wan bi tirkî hatine nivîsîn. Hinek jî bi kurdî hatine nivîsîn. Berhemên ku bi tirkî hatine nivîsîn aîdê edebiyata kurdî nînin. Mirov van berheman dikare di nav kategoriya "Berhemên nivîskarên kokkurd yên zimanê tirkî" de bihesibîne.
Ez ê niha pirtûkek bidim danasîn. (Ev nivîseke danasînê ye. Rexne û analîz nîn e.) Navê pirtûkê bi tirkî "Kasirga Tabûru" ye. Bi kurdî mirov dikare bibêje "Tabûra Bahozê yan jî Tabûra Boranê". Pirtûk bi tirkî ye. Pirtûkeke qalind e, 541 rûpel e. Pirtûk ji alî Mehmet Sebatlî ve hatiye amadekirin û di nav weşanên "Mezopotamya" de hatiye weşandin. Hinek nivîs berê ji alî Huseyîn Kaytan ve hatine nivîsîn. Lê, nivîsên wî nîvco mane. Mehmet Sebatlî nivîsan temam kiriye û şiklekî nû daye pirtûkê.
Di vê pirtûkê de çalakî -eylem- û serpêhatiyên gelek çekdaran hene. Bûyer ji devê gerîllayên ku di nav bûyeran de jiyane hatiye wergirtin û hemû jî rast in. Mehmet Sebatlî ji devê gelek gerîllan, lê bi şêweya romanê nivîsiye. Wî bi xwe hinek tasawurên xeyalî lê zêde kiriye.
Hasan Kundakcî navê generalekî tirk e. Niha teqawid -pensioner- bûye. Ew gelek caran derdiket televizyonên tirkan û li ser rewşa rojhilata navîn û başurê Kurdistanê diaxifî, şîrove dikir. Ev general di sala 1995an de bi hêzeke mezin êrişê axa Kurdistana başur kir, li dijê gerîllan şer kir. Di wê salê de şerêkî giran di navbera hêzên dagirkerên tirk û çekdarên kurd de pêk hat. Ew şer bê rawestandin 28 roj dom kir. Di vê pirtûka "Kasirga tabûru - tabûra bahozê" de behsa wî şerî jî tê kirin.
"Tabûra Bahozê" tabûra gerîllan a xisûsî ye. Ev tabûra aktîf a bi tevger ji alî hêza çekdar ve bi taybetî hatiye damezrandin. Çekdarên ku di nav vê tabûra aktîf de cih girtine, hemû jî gerîllayên xwedî tecrube ne, zana ne, pisporên şerê gerîllatiyê ne û hemû jî mêrxas in.
Di destpêka pirtûkê de taswîra çiyayên Zaxrog gelek xweş tê kirin. Çiyayê Barzan, Cilo, Adilbeg, Çarçela, gundên eşîra Mîroz, ji Xakukê heta çiyayê govendê, deşt û newalên wir, dar û daristan, kendal û zinar, wisa tên taswîrkirin ku, ji bo mirov taswîra wan weha bi vê şêweyê bike, divê mirov wan deran bi çavên serê xwe bibîne. Ji bo ku nivîskarê pirtûkê demek gerîlla bûye û wan deran dîtiye, loma jî ewqas xweş taswîra wir kiriye. Beşa yekem a romanê bi temamî taswîra xwezayê -naturê- ye.
Ji beşa duyem pê ve êdî çalakî û aktîfîtetên gerîllan dest pê dike. Di şeveke tarî de, mifreza gerîllan li nêzîkê qereqola askerên tirkan in. Tabûra ordiya tirk li wir bi cih bûne. Çend gerîlla li pêş in, derketine keşfê. Ew bi dûrbînên şevê li derûdorê dinêrin. Mewzîyeke askeran dibînin. Gerîlla diçin davêjin ser mewziyê, lê mewzî vala ye.
Derdora tabûra tirk bi têlan hatiye rapêçandin. Li erdê jî têlên raxistî hene. Dema gerîlla nêzîkê têlê dibin, lambayên li ser têlan eliqandî pêdikevin û xar dibin. Gerîlla keşifê xwe dikin, nuqteyên ku mewzî lê hene tespît dikin û vedigerin. Gerîlla ji bo êrişê ser tabûra tirkan bikin, avahiyên qereqolên wan hilweşînin, xwe amade dikin.
Ji gelek deweran mifrezeyên gerîllan tên û li cihek kom dibin. Hejmara gerîllan ji dusedî dibure. Di nav gerîllan de gelek gerîllayên keç û jin jî hene. Serhenga gerîllayên jin, navê wê Berîvan e. Komîta birêvebiriya hêza gerîllan û hemû qumandarên mifrezeyên gerîllan li hev dicivin, bi hevre civîn çêdikin. Berpirsiyarê herêmê jî navê wî Aras e. Ew biryar didin ku bavêjin ser tabûra Kinyanîşê. Kinyanîş navê gund e. Tabûra ordiya tirk li wir bi cih bûye.
Di nav sê rojan de, gerîlla haziriya xwe temam dikin û dikevin hareketê. Di vir de tişteke balkêş ev e ku; gelek gerîlla dixwazin di nav gruba êrişê de cih bigrin. Gruba êrişê tim li pêş e û gelek caran herî pir gerîllayên gruba êrişê têne kuştin. Lê, yên ku herî pir askerên tirk jî dikujin gerîllayên gruba êrişê ne. Gerîllayên ku dixwazin di gruba êrişê de cih bigrin, yan dixwazin zû bên kuştin, şehîd bikevin, yan jî dixwazin bi destê xwe askerên tirk bikujin.
Gruba gerîllan, yên êrişê, yên spartinê û yên ku biçin tepan bigrin, ber bi cihên xwe ve anku ber bi noqteyên hedefan ve diçin. Di şeva tarî de, askerên tirk bi ronahîya projektoran li derûdorê dinêrin û gerîllan dibînin. Ew jî dikevin alarmê û haziriya xwe ya parastinê dikin û ji cerdevanên gundê Kinyanîşê alîkarî dixwazin.
Hemû grubên -mifrezeyên- gerîllan digîşin nêzîkê nuqteyên hedefên xwe. Bêtalihiyek dibe. Ji gruba êrişê gerîlla Harûn û askerekî tirk rastê hev tên û herdu jî bi hevre gule bera hev didin û şer dest pê dike. Dibe humên û gumêna çekan. Di nav gerîllan û askeran de şerekî dijwar dest pê dike.
Gerîlla tepeyan zift dikin û êrişê ser avahiyên qereqolê dikin. Hetanî destê serê sibê, şer didome. Di berbanga sibê de gerîlla xwe paşve dikşînin. Di vî şerî de sê gerîlla şehîd dikevin, heft gerîlla birîndar dibin û gerîllayekî jî wenda dibe. Ji ordiya tirk jî bîstûheft asker têne kuştin.
Di vê pirtûkê de jiyana gerîllan, henekên wan, bi hevûdu re sohbetên wan wisa xweş tê qalkirin ku, wek min berê jî got; ji bo ku mirov vana bi vî şêweyê binivîse, divê di nav gerîllan de bijî. Ji bo ku Mehmet Sebatlî jî berê gerîlla bûye, di nivîsînê de ev avantaja wî heye ku, loma ewqas jîndar û realîst nivîsiye.
Di para beşa duyem a pirtûkê de “Qampa Zivistanê” heye. Li çiyan pênç qampên cuda yên zivistanê têne amadekirin. Gelek mufrezeyên gerîllan tên van qampan. Gerîlla di qampên zivistanê de sê meh perwerda siyasî dibînin û muhaseba pratîka xwe dikin, rewşê dinirxînin. Gerîllayên ku xeta, kêmanî û şaşiyên wan hebûna, têne rexnekirin. Yên ku sucdar in, têne mahkeme kirin û ceza kirin.
Yê ku ji rewşa hêza çekdaran/gerîllan ji nêz ve hayidar e, dizane ku di mehên zivistanê de, di mahkeme kirin û ceza kirina hinek gerîllayan de gelek şaşî hatine kirin û hinek gerîllayên mahsûm ji bîlasebe hatine ceza kirin, hatine kuştin. Helbet, ev tiştên ku ez di vê hevokê de dibêjim, di vê pirtûkê de tune ne. Lê, rastî ev e. Lewra, paşê bîzatihî ji alî hêza çekdaran ve ev rastî hatiye qebûl kirin û wan bi xwe gotine “Me hinekên ku nesucdar bûn bi şaşî kuşt û em niha îadeyê îtîbara wan didin û wan wek şehîd qebûl dikin.” Ev gotin di weşanên wan de jî hatiye weşandinê.
Tabûra Bahozê li qontora çiya wargeh çê dikin. Sê mehê zivistanê dê li wir bin. Gerîlla kom bi kom li cem hev runî dikin û ji xwe re sohbet dikin. Qumandarê gerîllan Aras û Botan ferman didin ku hemû gerîlla bicivin û ew bi wan re biaxifin. Gerîllan di hundirê mixarê de menzelek amade kirine û wir wek salona dibistanê bi kar tînin. Menzelek jî ji bo birîndaran çêkirine. Navê wir jî nexweşxane datînin.
Berpirsiyarê herêmê qumandar Aras di axaftina xwe de muhaseba çalakiyên tabûra bahozê dike, şaşî û kêmaniyan tîne zimên. Piştê du rojan, Aras, Botan û komek gerîlla ji wir diçin. Ew ê biçin beşdarê kongra hêza çekdaran bibin. Qumandarekî bi navê Hozan dibe berpirsiyarê kampa tabûra bahozê.
Berpirsiyar Hozan bi gerîllan re civîn çê dike. Ew di axaftina xwe de gazin ji hal û hareketên gundîtiyê dike. Ji hakimîyeta hestên gundîtiyê dizare. Ev tişteke seyre ku, yên gundî li dijê rewşenbîr/ronakbîran in, yên rewşenbîr li dijê gundiyan in. Herwekî ku di nav herduyan de, li hemberê hevûdu têkoşînek tê meşandin. Herdu alî jî nafikirin ku, ev herdu hêl hevudu temam dikin. Yên rewşenbîr zane ne û siyasî ne, yên gundî şerker in û mêrxas in. Şer û siyaset bê hev nabe. Lê, vana hevudu temam dikin. Lê, ew hevûdu temamkirina herdu hêlan li hevûdu naquncînin. Berevajê vê, derdixin hemberê hev.
Di nav hêza gerîllan d, anku di "tabûra bahozê" de gelek gerîllayên keç û jin hene. Lê, li hemberê wan helwesteke feodalî heye. Dema di wargehê de menzelan çê dikin, ji bo keç û jinan menzel çênakin. Keç û jin li derve radizin. Halbukî divê pêşî ji wan re menzel çêbikirana û herî pir qîmet û rûmet bidin gerîllayên keç û jin.
Gerîllayên tabûra bahozê navê wargehê -kampa ku dê zivistanê lê bimînin- datînin "Kampa Şehîd Cesûr". Di pirtûkê de derheqê şehîd Cesûr de agahî heye. Cesûr gerîllayekî çawa bûye, çiqas mêrxas bûye û çawa şehîd ketiye tê qalkirin.
Di kampa gerîllan de disiplîn û rêbaza jiyana leşkerî tê pêkanîn. Hinek gerîllayên ku bi eslê xwe, bi hest û ruhê xwe gundî ne, ji vê disiplîna hişk hez nakin, dizarin. Ew li dijê desthilatdariya kampê mixalefet dikin, li hemberê hinek tiştan derdikevin.
Rewşa gerîllayên keç û jin jî nebaş e. Ew jî bêhelwest in. Di nav gerîllayên keç û jin de bi navê Jiyan keçek heye. Keçikê dev ji Unîversîteyê berdaye û beşdarê nav hêza çekdaran bûye. Çîroka wê, jiyan û serpêhatiyên wê, evîna wê bi serê xwe dibe romanek.
Xwekuştina gerîlla keç ku navê wê Eylem e û di jiyana wê ya sivîl de navê wê ê rastîn Gulîzar bûye, min gelek xemgîn kir. Êşa dilê wê, evîna wê, êş û sancî xist dilê min jî. Bi min, divê hêza çekdaran ji bûyerên weha ders derxe û tedbîran bigre ku bûyerên weha pêk nên. Divê berpirsiyarên wan bizanibin ku; tu hêzek, tu quwetek bi hêz û qudreta evînê re nikare biçe serî.
**
*
Dema min pirtûka tabûra bahozê dixwend û vê nivîsa danasînê dinivîsand, di rojnameyê de hevpeyvînek bi nivîskarê tirk Mehmet Eroglu re hatibû çêkirin. Ji bo ku min hemû romanên romannivîser Mehmet Eroglu xwendibû, min hevpeyvîna pê re jî xwend. Wî di hevpeyvîna xwe de behsa romana xwe ya dawî dikir ku; ev roman li ser şerê panzdeh salan hatibû nivîsîn. Yanê, bûyerên romanê di dema şer de derbas dibe. Mehmet Eroglu di dawiya hevpeyvîna xwe de dibêje : “Ez niha pirtûka ’tabûra bahozê’ dixwînim.”
Gelek keyfa min hat ku nivîskarekî tirk ê pêşverû li ser şerê panzdeh salan berhemek afirandiye û niha pirtûka serpêhatiyên gerîllan -ku ji alî gerîllayekî ve hatiye nivîsîn- dixwîne. Min ji xwe re got : “Mehmet Eroglu nivîskarekî tirk e. Ew hem li ser şer roman dinivîse û hem jî pirtûka ku ji alî gerîllayekî ve hatiye nivîsîn, dixwîne. Gelo nivîskarên kurd vê pirtûka serpêhatiyên gerîllan dixwînin? Belkî hinek vê nivîsa min a danasîna li ser vê pirtûkê bixwînin û meraq bikin û wê pirtûkê bikirin û bixwînin. Loma jî baş bû ku min vê nivîsa danasînê nivîsî.”