Xwedê çiya dibîne, berfê lê dibarîne.

  1. LI ATMOSFERÊ REWA Atmosferde nem, L’humidité atmosphèrique, Die Luftfeuchtigkeit, atmospheric humidity
  2. 132 rewþên avê su çevrimi-su devri, cycle de l’eau, Wasserkreislauf, hydrological cycle Av li bej, derya û atmosferê hin rewþên ji hev cuda distîne: Av, dûkel, berf, baran, cemed...

    133 dûkelbûn buharlaþma, évaporation, Verdunstung, evaporation Ji bûyera ku av dibe dûkel re tê gotin. Berf jî dibe dûkel. Ji dar an gihayê jî dûkel çêdibe. Dûkelbûn, bandoreke mezin li ser îklîm, ava gol, derya û oqyanûsan dike.

    tîrbûn yoðuþma-yoðunlaþma, condensation, Kondensation, condensation Bûyera dijî dûkelbûnê ye. Bi dûkelbûnê re av dibe dûkel, bi tîrbûnê re jî dûkel dibe av. Nisbeta dûkela di nav hewayê de li gor germahiya hewayê tê guhertin. Hewa germ dikare zêdetir dûkelê hilgire. Wek mînak, 1 m3 hewaya ku germahiya wê 200 ye herî pir 30 gram dûkelê kane hilgire, yanî ji dûkelê têr bûye. Lê hek germahiya hewayê dakeve 100 yan wê nikaribe 30 gram dûkelê hilgire û dûkela ku nikare hilgire wê bibin dilopên baranê. Hek ku germahiya hewayê ji 200 yî zêdetir bibe wê hewa kanibe ji 30 gramî pirtir dûkelê hilgire.

    dûkela avê su buharý-su buðusu, vapeur d’eau, Wasserdampt, water vapourt Li atmosferê pir hindik dûkela avê heye. Rewaya hewayê bi qêsa dûkela avê ve girêdayî ye. Ku dûkel pir be rewa jî pir e. Hewa li gor germahiyê pir an hindik dûkelê kane hilgire. Di germahiyeke -200 yî de 1 m3 hewa gramek (1 gram) dûkelê û di hermahiyeke 200 yî de 30 gram dûkelê kane hilgire.

    134 rewaya hewayê havanýn nemlilik-higrometrik-durumu, état hygrométrique de l’air, Luftfeuchtigkeit, water vapour content Hewa pir an hindik bi rewa ye. Rewaya di nav hewayê de li gor nêzîkbûna gol, derya an daristanan pir an hindik dibe. Bi tevayî li der û dorên deryayan rewaya hewayê zêdetir e. Ji deryayan ber bi bejan û serê çiyayan rewa kêmtir dibe. Çol di nav deverên ku rewa wan herî kêm in cih distînin. Qêsa rewaya hewayê bi navgîna ku jê re rewajmêr (hîgrometre) tê gotin tê pîvan.

    nedawîbûn nemlilik-yaþlýk, humidité, Feuchtigkeit, humidity-moisture-damp Ji rewþa hewayê ya bi rewa re nedawîbûn tê gotin. Nedawîbûn an rewaya hewayê bi du awayan tê îfade kirin: Rewaya ferzîne û rewaya nisbî. Hewa heta dereceyekê kane rewayê hilgire. Yanî hilgirtineke bi sînor e. Ev sînor lo gor germahiyê fireh an teng dibe. Germahî vî sînorî firehtir dike. Wek mînak, 1 m3 hewa di germahiyeke 200 de 30 gram rewa kane hilgire, rewaya ser 30 graman wê bibe dilop û bibe barîn. Ji vê rewþa hewayê re têrbûna hewayê tê gotin. Barîn di rewþa hewayê ya têrbûyî de pêk tê. Hek ku hewa germtir bibe wê ji rewþa têrbûyî dûr keve. Jibo cardin barîn çêbibe divê an rewaya di nav hewayê de zêde bibe an jî hewa sar bibe. Lewra hewa çiqas sar bibe ewqas hêza hilgirtina rewayê kêm dibe û nêzîkî barînê dibe.

    rewaya ferzîne mutlak nem, humudité absoule, absolute Feuchtigkeit, absolute humidity Ji rewaya di 1 m3 hewa de re tê gotin. Wek mînak, di 1 m3 hewaya ku germahiya wê 100 ye 8 gram rewa hebe, rewaya ferzîne 8 gram e. Yanî rewaya ku di hewayê de heye, rewaya ferzîne ye.

    rewaya nisbî-rêlatîf baðýl nem, humidité relative, relative Feuchtigkeit, relative humidity Ji nisbeta ku têkildariya di nabêna rewaya ferzîne û rewaya ku hewa herî pir kane hilgire de nîþan dide re tê gotin. Wek mînak, di hewayê de 4 gram hewa heye û ev hewa herî pir kane 8 gram hewa hilgire, wê gavê rewaya nisbî % 50 ye (100*4/8). Ev jî tê wê maneyê ku hewa ji rewþa têrbûnê yanî ji barînê dûr e. Jibo ku barîn çê bibe divê an rewa qatekî din zêde bibe an jî hewa zêdetir sar bibe.

    zuhayî-bêbaranî kuraklýk-çoraklýk, aridité-sécheresse, Trockenheit, dryness-drought Li deverekê ku barîn kêm be tê gotin ku ew dever zuha ye. Zuhayî wek kêmasiya barînê tê pejirandin. Lê zuhabûn bi germahiyê jî re têkildar e û bi îndîsa zuhabûnê tê nîþan kirin. Ev îndîs, têkildariya barîn û germahiya wê sal an mehê îfade dike. Wek mînak, welatên sar barîna wan kêm e (di salê de 100-250 mm) lê zuha nayên pejirandin. Lê welatên germ yên ku barîna wan ya salane 250-500 mm ye zuha tên pejirandin, lewra li van welatên germ bi dûkelbûnê re rewaya an ava li erdê bi hewa dikeve.

    135 hewaya têr doymuþ hava, air saturé, gesättigte Luft, saturated air bn. nedawîbûn

    niqteya têrbûnê doyma noktasý, point de saturation, Taupunkt, saturation point-dew point Ku hewa ji rewayê têr bûbe û ji ya heye zêdetir nikaribe hilgire ev niqteya têrbûnê ye. Ev niqteya destpêka barînê ye. Di vê niqteyê de hek ku hewa sar an jî rewaya hewayê pirtir bibe wê barîn çê bibe. Hek ku rewa zêde nebe an jî hewa germtir bibe wê hewa jî barînê dûr keve.

    dilopê avê su damlasý, gouttes d’eau, Wassertropfen, water drops Ku hewa tê rewþa têrbûnê dûkela avê tîr dibe û kadên biçûçik çêdibin. Ev kadên biçûk tên ser hev, giran dibin û wek dilopên baranê tên xwar.

    barîn yaðýþ, précipitations, Niederschläge, precipitation Piþtî ku hewa ji rewayê têr dibe dûkela avê ya di nav hewayê de wek baran, terez an berf ê tê xwar. Ji vê bûyerê re barîn tê gotin.

    sayî açýk hava

    136 mij sis, brouillard, Nebel, fog Cureyeke ewran e. Mij ewrê li rûyê erdê ye. Sedema ku mij çêdibe tîrbûna dûkela avê ya di nav hewayê de ye. Dûkela avê rewþeke wer distîne ku tîrbûna wê di nabêna dilopên baranê û dûkelê de ye, ne dilop ne jî dûkel e. Ji mijên sivik û dûrbûna dîtinê ji kîlometreyekê zêdetir re xumam tê gotin. Li deverên ku hewa wan gemarî ye mij ji tendurustiyê re dibe xetereke mezin.

    xumam pus, brume, Dunst, mist-haze bn. mij.

    mija nizm alçak sis, brouillard au sol, Bodennebel, ground fog bn. mij.

    mija bilind yüksek sis, brouillard élevé-d’altitude, Hochnebel, high altitude fog bn. mij.

    137 ewr bulut, nuage, Wolke, cloud Ji girseya ku ji rûyê erdê bilind, li atmosferê cih distîne re tê gotin. Ewr, ji dilopên avê yên pirî biçûk çêdibe. Di nav ewran qrîstalên cemedê jî hene. Ev dilop û qrîstalên cemedê hek ku mezin û giran bibin êdî li hewa nasekinin, wek baran, terez an berfê tên xwar. Li gor þikil, bilindahî û bûyerên ku pêk tînin ewr beþ dibin: Ewrên bilind, ji qrîstalên cemedê yên ziravik çêdibin. Ji ewrên bilind re sîrus jî tê gotin (sîrokumulus û sîrostratus tîpên nabêne ne). Ewrên nîvbilind, qalin û rengê wan ne ewqas vekirî ne -(kumulus). Ewrên nizm, li gor yên bilind tarîtir in (stratus). Ewrên baranê, ji yên din nêzîktirî erdê ne û ji dilopên baranê pêk tên (nîmbus).

    ewrbûn bulutluluk, nébulosite, Bewölkung, cloudiness Ji nisbeta asûmanê ya bi ewran hatiye girtin re tê gotin. Yek ji hêmanên îklîmê ye, pirtirn jî bi barînê re têkildar e. Ewrbûn bi navgîneke ku jê re ewrjmêr (nefometre) dibêjin tê pîvan. Tevaya asûmanê 10 tê qebûl kirin. Ji van 10 perçeyên asûmanê çend bi ewr in, pîvana ewrbûnê li ser vî esasî ye. Taybetiyên pîvana ewrbûnê ev in: Roja sayî (vekirî) : Ewrbûn ji deha 0-2 Roja bi ewr : Ewrbûn ji deha 2-8 Roja girtî : Ewrbûn ji deha 8-10 Rojê sê caran (seet 7, 14 û 21) ewrbûna asûmanê tê pîvan û nîvahiya van pîvanan ewrbûna rojane ye.

    ewravî

    ewrê reþ

    sîrus sirüs, cirrus, Zirrus-Federwolke, cirrust bn. ewr

    stratus stratüs, stratus, Stratus-Schicwolke, stratus bn. ewr

    nîmbus nimbüs, nimbus, Nimbus-Regenwolke, nimbus bn. ewr

    kumulus kümülüs, cumulus, Kumulus-Haufenwolke, cumulus bn. ewr.

    138 sîstema ewran bulut sistemi, système nuageux, Wolkensystem, cloud system Ewr, li gor bilindahiya ku lê ne û li gor taybetiyên hewayê ji hev cuda dibin, gelek þikil û sîstemên ewran hene. bn. ewr.

    taqa asûmanê gök penceresi, éclaircie, Aufheitrung, break in the clouds Hin caran tevî ku asûman bi ewran hatibe girtin jî di nav ewran de valahine hene ku asûman xwiya dike. Ev derên ku bi ewran nehatine girtin wek taq an paceyekê ne, ji vanan re taq an paceya asûmanê tê gotin.

    139 baran yaðmur, pluie, Regen, rain Dûkela avê ya li atmosferê bi tîrbûnê re ji rewþa gazê derbasî ya avê dibe. Hek ku tîrbûn dom bike dûkel wek dilopên avê dibare, ji vê barîna avê re baran tê gotin. Di nav hêmanên îklîmê de yeke herî grîng jî baran e. Ji belavbûna baranê ya di nav salê de rejîma baranê tê gotin. Qêsa baranê ya mehane û salane wek mm, cm û m tê diyar kirin; ya rojane jî wek m2/kg e (bilindahiya 1 kg’ek baranê ya di m2 yekê de 1 mm ye).

    barana orografîk dað yaðmuru-orografik yaðmur, pluie de relief-pluie orographique, Steigungsregen, relief rain-orographic rain Pêkhatina baranê bi gelek awayan cêdibe. Sedemê ku dûkel bi sarbûnê re tîr dibe û wek dilopan dibare yek jê jî çiya ne. Girseyên hewayê yên bi rewa gava ji ser deryayan tên û li çiyayekî diqewimin bilind dibin. Bi bilindbûnê re hewa sar dibe. Gava sar dibe dûkela avê ya di nav hewayê de tîr dibe û wek dilopên baranê dibare. Sedema ku barîna çiyayên li hemberî deryayan pir e jî ev e.

    rehêle-rêjne-rêjnebaran saðanak, averse, Platzregen-Wolkenbruch, cloudburst-rainstorm Ji barana þerpîne û dilopên wê gir re tê gotin. Di demeke pir kin de baraneke zêde dibare. Di seetekê de li dor 15 mm ya baran dikeve. Dema vê baranê bi tevayî li dor 10-15 deqîqeyan e. Lê li dor deryayan û li deverên tropîk bi seetan dom dike. Ev cure baran bihar û havînan pirtir tên dîtin û dilopên vê baranê yên havînan girtir û bi hêztir in. Ev baran hin caran bi terez an berfê re jî dibare. Dibe ku tenê terez jî be. Tereza bi vî awayî ji çandiniya re gelek xeter e.

    saðanak "kar ve dolu ile karýþýk", ondée-giboulée, Schauer-Graupelschauer, sudden shower Ji barana bi þerpîn ya bi berf an terezê tev li hev re tê gotin.

    reþêþk-xunavî çisenti-çise, bruine-crachin, Nieselregen-Sprühregen, scotch mist-drizlle Ji barana ku dilopên wê hûr û kêm hêz re tê gotin. Eþkêla van dilopan li dor 0.1-0.5 mm yan in. Lê dilopên barana normal li dor 0.5-4 mm yan in.

    peþk dilopên baranê yên destpêkê û hûr “peþkên baranê hatin / avêtin”

    140 boran boran-oraj, orage, Gewitter, thunderstorm Ba, girgira ewran, birûsk û baran hemû bi hev re vê bûyerê pêk tînin. Di destpêka vê bûyerê de girseyên hewayê ji ber germahiyê bi lez bilind dibin, li jorê atmosferê bi derbekê sar dibe û baraneke þerpîn çê dibe ku þikelî û lehiyçn mezin çêdibin. Boran pirtirîn li herêmên germ çêdibin. Girseyên hewayê yên ku germahiyan ne wek hev ku li hev biqewimin jî boran çêdibe. Ji van boranan borana eniyê tê gotin. Boran ne bûyereke dem dirêj e, bi tevayî 10-15 deqîqeyan tajo û piþtî boranê dinya vedibe hewa sayî dibe. “Di nav gurmîna ewran, þîrqîna birûskan û gujîna baraneke xurt da” O. Sebrî, 11-470

    bahoz

    babîsoka avê su hortumu, trombe d’eau, Wasserhose, waterspout Babisok, zîzbûna hewayê la li reþahiyê ye. Hek babîsok li ser deryayê pêk bê ava deryayê bi xwe re radike, diherikîne û dûre wek þikeliyan berdide jêr.

    birûsk þimþek, éclaire, Blitzstrahl, lightning Di nabêna du girseyên ewran de an jî di nabêna girseyeke ewr û erdê de bûyereke elektrîkê çê dibe. Ev bûyer brûsk e. Girgira ewran û bûyera elektrîkê li pê hev tên. Lê ji ber ku leza elektrîkê pirtir e berê brûsk yanî elektrîk tê dîtin û li pê wê jî dengê gurmîna ewran tê. Gurmîn ji lihevqewimandina ewran çêdibe. Avahî û darên bilind brûskan ber bi xwe dikþînin. Jibo ku avahiyên bilind ji brûskan bê parastin brûskparêz tên bi kar anîn. bn. boran

    birq yýldýrým yýldýrým

    141 berf-befr kar, neige, Schnee, snow Cureyeke barênê ye. Qrîstalên bûzê yên wek stêran li ser hev kom dibin û wek berfê dibarin. Dûkela avê ku sar bibe tîr dibe û barînê çêdike. Hek germahî di nabêna -40 û -200 yan de be barîn wek berfê çêdibe. Hek berf þil be an bi baranê ve tev li hev be jê re þilope tê gotin.

    þilope þilope berfa bi baran. bn. berf

    terez-zîpik-teyrok dolu, grêle, Hagel, hail Cureyê barînê yê wek perçeyên cemedê ne. Giraniya perçeyên cemedê yên girover di nabêna 0.2-200 graman de ne. Mezinahiya terezê wek hebên garis, nok an gûzan in. Yên wek hêkên mirîþkan jî hatine dîtin. Terez di demsala biharê de pirtir tê dîtin. “Rez ne tu rez bû, tew terezê jî lêxist”

    zîpik bn terez

    teyrok

    terez

    teyrok teyrok bn terez

    xunav-avî çiy, rosée, Tau, dew Di hewayên sayî de biþev germahî kêm dibe lewra dûkela avê ya nêzîkî rûyê erdê tîr dibe û wek dilopên baranê rûyê erdê þil dike. Pirtirîn li ser gîha, pelên daran û alavên li der ve ne çêdibe. Hek sarbûn pirtir be (germahî li dor 00 ye) dukela avê dicemide û wek qrîstalên cemedê li rûyê erdê belav dibe. Ji vêya jî re xwîsik an xûsik tê gotin. “Ji ber xunavê gul sernixûnin / Li çimê daran bilbil dixûnin” 15-47

    avî bn xunav avî bn xunav

    xwîsik-xûsik kýraðý-kýrç, givre-gelée blanche, Reif, hoarfrost-rime bn. xunav

    xilorîg-xilorîk tereza hebên wê hûr

    qir bn xwîsik bn xwîsik

    142 rejîma barînê yaðýþ rejimi, régime pluviométrique, jahreszeitliche Verteilung der Niederschläge-Jahresgang der Niederschläge, anual distribution of rain-rainfall régime Ji belavbûna barînê ya li gor meh an demsalan re tê gotin. Jibo îklîm û jîndaran qêsa barînê çiqas grîng be rejîma barînê jî ewqas grîng e.

    baranjmêr-pluvyometre yaðmurölçer-plüvyometre, pluviomètre, Pluviometer-Niederschlagsmesser, rain gauge Ji navgîna ku qêsa baranê dipîve re tê gotin. Qêsa baranê bi du awayan tê diyar kirin: Bilindahiya ava baranê (mm, cm, m) û giraniya (kg) ava baranê ya di m2 yekê de.

    143 hoyên atmosferê-rewþa atmosferê atmosfer koþullarý, conditions atmosphériques, atmosphärische Bedingungen, atmospheric conditions Ji rewþa bûyerên meteorolojiyê (germahî, pest, rewa, barîn...) re tê gotin. Ev bûyer yeko yeko an bi hev re rewþa hewayê û cureyên hewayê pêk tînin.

    hewa hava, temps, Wetter, weather Ji rewþa bûyerên meteorolojiyê yên guhêzbar re tê gotin. Wek mînak; “îro hewa sayî ye”, “asûman bi ewrên reþ hatiye girtin”, “gurmîna ewran e”, “baraneke þerpîne dibare”. Hewa, rewþa bûyerên meteorolojiyê yên li deverekî jibo demeke kin diyar dike. Îklîm jî rewþa bûyerên meteorolojiyê diyar dike lê jibo demeke dirêj û qêseke nîvahî tê bi kar anîn.

    cureyên hewayê-tîpên hewayê hava tipleri, types de temps, Wettertypen, types of weather bn. hewa

    texmîna hewayê hava tahmini, prévision du temps, Wettervorhersage, weather forceast Îstasyonên meteorolojiyê bi gelek cure navgînan li ser hoyên hewayê lêkolîn û lêgerînan dikin. Bi van navgînan germahî, pest, rewa û hin hoyên hewayê yên din dipîvin. Li gor van pîvan û lêkolînan jibo rewþa hewayê texmîn tên kirin. Ev texmîn jibo dema pêþ e (rojek an çend roj). Ev texmîn gelek caran rast derdikevin. Lê hin texmîn çewt jî derdikevin. Îstasyonên ku navgînên pêþketî û kêrhatî bi kar tînin texmînên wan ji sedî 80 yî zêdetir rast derdikevin.

    143 hewanasî-meteorolojî hava bilimi-meteoroloji, méteorologie, Meteorologie-Wetterkunde, meteorology Beþeke zanyariyê ya li ser hewayê ye. Bi gelek cure navgînan çêbûn û belavbûna bûyerên hewayê (germahî, pest, rewa, ba, baran...) dipîve û taqîp dike. Li gor van pîvanan jibo rewþa hewayê ya dema pêþ texmînan dike. Bi van pîvan û lêkolînan ji zanyariya qlîmatolojî re jî alîkar dibe.

    hewaþînas-meteorolog meteorolog

  3. ÎKLÎM Û HERÊMÊN ÎKLÎMÊ Ýklim ve Ýklim Bölgeleri, Les climats et les zones, Die Klimate und die Klimagebiete, Climates and climatic zones
  4. 144 îklîm-avûhewa iklim, climat, Klima, climate Li deverekî hoy û bûyerên atmosferê herdem ne wek hev in, li gor roj, meh an demsalan tên guhertin. Ev rewþa atmosferê ya demên kin bi bêjeya hewayê tê diyar kirin. Bi salan (10-20 sal) ev hoy û bûyerên atmosferê tên pîvan û nîvahiya wan tên stendin. Ev nîvahîya hoy û bûyerên atmosferê îklîma wê deverê diyar dike. Hewa rewþa dema kin lê îklîm rewþeke nîvahî diyar dike. Hewa guhêzbar e lê îklîm ne guhêzbar e.

    herêmên îklîmê iklim bölgeleri, zones climatiques, Klimazonen, climatic zones Germahî û barîn hêmanên îklîmê yên herî grîng in. Herêmên îklîmê jî li gor barîn û germahiyê ji hev cuda dibin: Herêma germ, herêma sar. Herêma zuha (bê baran), herêma pir bi baran...

    145 îklîmên germ sýcak iklimler, climats chauds, warme Klimate, hot climates Ji herêmên ku germahiya wan di nav salê de hertim li dor 200 yî ne re tê gotin. Herêmên ku îklîma wan germ in ev in: Gîne, Oqyanûsya, Sûdan, Hawaî, Bengal, Pencap.

    îklîma ekwatorê-îklîma ekwatorî ekvator iklimi-ekvatoral iklim, climat équatorial, äquatoriales Klima-tropisches Regenwaldklima, equatorial climate Ji îklîma ku li her du aliyên ekwatorê tê dîtin re tê gotin. Tevaya salê germ û bi baran e. Di seranserê salê de germahî li dor 200 yî û baran jî di nabêna 1800-3000 mm yan de ye. Li Gîne, Qongo, Amazon û Borneo ev îklîm heye.

    îklîma sûdanê-îklîma sawanî sudan iklimi-savan iklimi, climat soudanien “savane”, Savannenklima, sudan-type climate “savanna Sûdan welatekî Afrîqayê û savan jî cureyeke hêþînahiyê ye. Cureyeke îklîmê ye, herî têkûz li Sûdanê tê dîtin. Di vê îklîmê de demaleke zuha û yeke bi þilî heye, herdu demsal jî germ e. Hêþînahiya vê îklîmê savan e. Ev îklîma li Afrîqa û Amerîqaya Baþûr tê dîtin.

    îklîma senegalê-îklîma stepî senegal iklimi-istep iklimi, climat sénégalien ou sahelien “steppe”, Steppenklima, tropical semi-desert climate Cureyeke îklîmê ye, pir germ (350 - 400) û demsala barînê kin (2-3 meh) e. Pirtirîn li stepên tropîk tê dîtin. Li rojavayê Afrîqayê ji vê îklîmê re sahel tê gotin.

    îklîma mûsonê muson iklimi, climat de mousson, Monsunklima, monsoon climate Cureyeke îklîmê ye, pirtirîn li baþûr û baþûrê rojhilatê Asyayê tê dîtin. Bayên mûsonê yên sar û zuha û yên germ û bi barîn vê îklîmê pêk tîne. Taybetiyên vê îklîmê jî wek bayên mûsonê ne. Lê li gor cihan hin cihêtî pêk tên û lewra jî hin cureyên îklîma mûsonê çê dibin: Pencab, annam, bengal... Pencab: Cureyeke îklîma mûsonê (germ lê barana wê kêm e) ye. Baran pirtirîn zivistanî dibare. Ev îklîma tenê li rojavayê Pakîstanê tê dîtin. Annam: Baran pir e, tu demsalên zêde zuha tune. Li Annam, Kromandel, Mozambîk, Madagaskar, Brezîlya û Awûstralyayê tê dîtin. Bengal: Du demsalên vê îklîmê henne: Yek zuha û yek jî bi baran lê herdu jî germ e. Bi bager û baranên tornadoyê demsala zuha diqede û ya þilî dest pê dike. Ev cureya mûsonê li peravên baþûrê rojhilatê Asyayê yên ji Îndûsê heta Taylandê dirêj dibin tê dîtin.

    îklîma çolê çöl iklimi-sahra iklimi, climat désertique ou saharien, Wüstenklima, desert climate Cureyeke îklîmê ya pir zuha û pir germ e. Baran pir kêm e û tu demên baranê yên eþkere tune lewra rejîma baranê jî tune.

    146 îklîmên nermhewa ýlýman iklimler, climats tempérés, gemässigte Klimate, temperate climates Ev îklîm li herdu nîvkadan di nabêna tropîk û hevêrkeyên cemseran de tê dîtin. Di vê îklîmê de hewa ne pir sar û ne jî pir germ e. Li gor herêmên ekwatorê hênik heta sar û li gor cemseran jî germ ê. Yanî li gor germahiya ekwator û sarbûna cemseran nîvçehal e. Li herêmên hewanerm, girseyên hewayê bi bandora bayên rojava ber bi rojhilat cih diguherin. Her çiqas navê vê îklîmê nermhewa be jî li hin deveran pir sar e, pirtirîn jî li herêmên bakur yên ji deryayan dûr. Ji ber ku herêmên nermhewa ji hêla hoyên atmosfer û topografyayê ne wek hev in di îklîmê de jî gelek cihêtî peyda dibin. Li hin deran havîn pir germ û li hin deran jî hênik derbas dibe. Li hin deran demsala bi baran havîn û li hin deran jî zivistan e. Ji ber van cihêtiyan îklîma nermhewa li gor cih û hoyên atmosferê ji hev vediqete: 1) Îklîmên qiraxên rojava: Tîpên (cureyên) Norveç, Brîtanya, Portekîz, Qalîfornîya, Parîs, Lorren, Tûna. 2) Îklîmên bejî: Tîpên Polonya, Sîbîrya, Ûkranya, Yaqût. 3) Îklîmên qiraxên rojhilat: Çîn, Mîsûrî, Mançûrya, Qanada, Japonya

    îklîma deryaya spî akdeniz iklimi, climat méditerranéen, Mittelmeerklima, mediterranean climate Ev îklîm bi hemî taybetiyên xwe li dor deryaya spî tê dîtin, wekî din li qiraxên rojavayê parzemînan di nabêna hêlîpanên (paralelên) 300 - 400 yî de tê dîtin. Taybetiyên sereke yên vê îklîmê germ û zuhabûna havînan û bi barîn û ne sarbûna (lo dor 90 - 15û) zivistanan in. Sê tîpên vê îklîmê hene: 1) Tîpa Portekîzê: Di bihar û payizê de du barînên herî pir hene, Havîn kin û ne pir germ e. 2) Tîpa Yûnanî: Havîn dirêj, zuha û pir germ e; baranên herî pir di zivistanê de dibarin. 3) Tîpa Qalîforniyayê: Havîn hênik û bi xûmam e lê zuha ye, zivistan ne pir sar (nermhewa) û bi baran e. Ev îklîm li orteya Þîlî û li Fasê jî tê dîtin.

    îklîma çînê çin iklimi, climat chinois, Klima des Chinas, china-type climate Tîpeke îklîmê ya li herêma ortê tê dîtin e. Taybetiya sereke; zivistan hewagerm û pir bi baran, havîn jî wek herêmên tropîk pir germ û bi baran in. Deverên ku lê tê dîtin hin jê ev in: Baþûrê rojhilatê Yekîtiya Dewletên Amerîqayê (YDA), baþûrê rojhilatê Çînê, Japonya, bakurê geliyê Ganjê, baþûrê rojhilatê Awûstralyayê.

    îklîma deryayî-îklîma oqyanûsê denizsel iklim-okyanus iklimi, climat maritime ou océanique, Seeklima-ozeanisches Klima, maritime climate-oceanic climate Di nabêna îklîmên deryayî û bejî de gelek cihêtî hene: Di îklîmên deryayî de qêsa barana salane pirtir û rejîma baranê jî têkûztir e; demsalên pir zuha tune; zivistan ne pir sar û havîn jî ne pir germ in; cudatiya germê ya di nabêna meha herî germ û meha herî sar de ne pir e. Lê li îklîmên bejî ev taybetî hemû berevajî ne.

    îklîma bejî-îklîma parzemînî karasal-kýtasal iklim, climat continental, festländisches Klima-Kontinentales Klima, continental climate bn. îklîma deryayî

    îklîma nabênê geçiþ iklimi-ara iklim, climat de transition, Übergangsklima, transition climate Di nabêna îklîmên deryayî û bejî de sînorekî bi hejmaran naye kiþndin. Wek mînak, îklîma Berlînê li gor ya Holandayê bejî û li gor hin deverên hîn li rojava wek Varþovayê deryayî ye. Ji ber vê yekê jî hin der hene ku îklîma wan ne ji sedî sed bejî û ne jî deryayî in, Ji van îklîman îklîmên nabênê tê gotin. Çiqas ku nêzîkî deryayê be ewqas îklîma wê deryayî û çiqas dûrî deryayê be ewqas jî bejî ye.

    147 îklîmên sar soðuk iklimler, climats foids, kalte Klimate, cold climates Li gor Martonne li îklîmên sar herî kêm nîvahiya germa sê mehan ji 00 yî kêmtir e. Li gor Köppen jî nîvahiya germa hemû mehan ji 100 yî kêmtir e. Li gor Köppen cureyên îklîmên sar ev in: Angara, Gronland, Înlandsîs, Îslanda, Cemser û Spitzberg.

    Îklîma sûbpolar kutpaltý iklimi-subpoler iklim, climat subpolaire, subpolares Klima, subpolar climate Ji îklîma li deverên ku nêzîkî cemseran in tê dîtin re tê gotin. Cureyeke îklîmên sar e. Cihê ku ev îklîm lê tê dîtin yek jê jî Deryaya Cemserê ya Baþûr e: Zivistan pir sar û zuha ye, havîn bi xûmam e lê li gor cemseran germtir e.

    îklîma cemserê kutup iklimi, climat polaire, Polarklima-Schneeklima, polar climate Ji îklîmên sar yên li cemseran tên dîtin re tê gotin. Her meh sar e, Li cemsera bakur germa meha herî germ (tîrmeh) di nabêna 0-10 dereceyan de ye. Sarbûn û zuhabûn taybetiyên vê îklîmê yên sereke ne. Jibo ku ax li vê îklîmê bûye cemed dar þîn nabin. Cemsera baþûr ji ya bakur sartir e. Li cemseran cihên deryayî ji cihên bejî nermhewatir in. Ji ber vê yekê îklîma cemsera bakur ji ya rojhilatê Sîbîryayê nermtir e

    îklîma çiyayî dað iklimi, climat de montagne-climat alpin, Gebirgsklima-alpines Klima, montain climate Her çawa ji ekwatorê ber bi cemseran hoyên îklîmê tên guhertin bi vî awayî ji deryayê ber bi bilindahiyan jî ev guhertina îklîmê heye. Wek mînak, Beriya Ýxdirê û çiyayê Agirî li herêmekê ne lê jibo ku Agirî gelek bilintir e îklîma wê jî ji ya Ýxdirê sartir e. Her ku bilind dibe îklîm jî sartir dibe. Heta hin qotên bilindahiyan bi berf û cemedê sergirtî ne.

    148 alî baký, exposition “topographique”, Exposition “Lage eines Hanges”, aspect Ji rewþa cih an çiyayekî ya li hemberî ba û rojê re tê gotin. Li nîvkada bakur aliyê çiyayekî yê baþûr ji yê bakur germtir e. Aliyê baþûr ji ber ku beroj e yanî li hemberî rojê ye û tîrêjên rojê pirtir û tîktir distîne lewra jî germtir e. Lê aliyê bakur rojê an nabîne an jî pir kêm û xwêl dibîne sartir e, ji vî aliyê çiyayî re nezar tê gotin. Ji aliyê ku li hemberî rojê ye aliyê beroj û ji yê din re jî aliyê nezar tê gotin. Li gor rewþa bilindahiyan ya li hember bayî jî hoyên îklîmê tên guhertin. Aliyê çiyayî yê li hemberî bayên ji ser deryayan tên bi barantir in. Wek mînak, aliyên çiyayên Torosê yên li Deryaya spî (baþûr) dinêre ji aliyê din pirtir baranê distînin.

    beroj-berojk güneþli yamaç-güneþli yan, adret-soulane, Sonnenseite, sunny side bn. alî

    nezar-aliyê bi sî-pala bi sî gölgeli yamaç-gölgeli yan, ubac, Schattenseite, shady side Hêla çîyayê ya ku tavê(rojê) kêm dibîne an qe nabîne, berevajîya berojê ye. “Ev der germ e, pez bibe li nezêr (nezarê) biçêrîne.” bn. alî

    mîqroqlîma mikroklima, microclimat, Mikroklima-Kleinklima, microclimate Ji hoyên îklîmê yên gelemperî yên li herêmekê tên dîtin re maqroqlîma tê gotin. Her çiqas ev herêm xwedî maqroqlîmakê be jî hoyên îklîmê li hemû derên vê herêmê ne wek hev in, hin derên wê sartir, germtir an bi barantir in, ji îklîma van derên vê herêmê re mîqroqlîma tê gotin. Wek mînak, îklîma herêma Behdînan îklîmeke bejî û sar e lê li Duhokê pirtûqal þîntên, ji ber ku Duhok hinekî germtir e. Îklîma ku li Behdînan tê dîtin maqroqlîma û ya li Duhokê tê dîtin mîqroqlîma ye.

    maqroqlîma makroklima, macroclimat, Makroklima-Grossklima, macroclimate bn. mîqroqlîma

geri.gif (187 bytes) yukari.gif (954 bytes) ileri.gif (181 bytes) 

Hosted by www.Geocities.ws

1