|
|
|
149 avnasî-hîdrolojî hidroloji, hydrologie, Hydrologie-Gewässerkunde, hydrology Ji zanyariya ku avên li der erdê lêkolîn dike re tê gotin. Tevger, taybetiyên fîzîkî û kîmyayî , bûyerên fîzîkî yên avê babetên vê zanyariyê ne. Dûkelbûn û barîn jî di nav van babetan de ne. çemnasî-potamolojî akarsu bilimi-potamoloji, potamologie, Flusskunde-Potamologie, study of rivers Ji zanyariya ku li ser çeman lêkolînan dike re tê gotin. Bellavbûna çeman ya li rûyê erdê, çavkaniyên çeman, hêz û leza çeman û bûyerên ku çem dibin sedem babetên vê zanyariyê ne. 150 ava baranê yaðmur suyu, eau de pluie, Regenwasser, rainwater Hin ji ava baranê, li rûyê erdê li gor xwêlbûna erdê diherike û þikelî, best an çeman çêdike; hin jî xwe berdide nav erdê, dadikeve binê erdê û dibin avên binê erdê; hin jê jî bi ûkelbûnê re cardin vedigere nav hewayê. Ji van her sê rewþan kîjan pir an hindik pêk tên? Bersîva vê pirsê bi hoyên îklîm û topografyayê ve girêdayî ye. Hek ku germahî pir be wê dûkelbûn; ku xwêlbûna erdê pir be wê herikîn; ku erd ji derbaskirina avê re musaît be wê daketina avê ya nav erdê pirtir be. Çem, gol, avzêl û avê binê erdê bi baranê çê dibin. avên rûerdîn yüzey sularý, eaux superficielles, Oberflächenwasser, surface water bn. ava baranê 151 binerd yeraltý-zeminaltý, sous-sol, Gesteinsuntergrund, underground Ji jêrê rûyê erdê re tê gotin. Lê ev jêrahî bi du awayan tê sînorkirin: Cihê ku kokên giha, dar û beran nagihêjinê; ev cih bi navgînên çandiniyê jî naye ajotin, kûrahiya vî cihî li dor 30-40 cm yî ye. Bêjeya binê erdê bi awayekî hîn fireh jî tê bi kar anîn: Kûrahiya ku avên rûyê erdê xwe digîhêjînê.nederbasokbûn geçirimsizlik, imperméabilité, Undurchlässigkeit, impermeability Hin deverên erdê ava li rû bi hêsanî derbas dikin û hin jî zor derbas dikin an derbas nakin. Ava li rûyê erdê li hin deran zûtir û hêsantir xwe berdide nav erdê û dadikeve jêrê erdê. Ev derbasbûna avê ya ber bi nav erdê bi hoyên girseyên erdê ve girêdayî ye. Wek mînak, qum û qalker (kils) avê zûtir û pirtir derbas dikin, lê gil ku ji avê têr bûbe ne derbasok e. Derbasokbûn an nederbasokbûna erdê ji alî morfolojî û hîdrografyayê grîng e. Lewra rejîma çeman, pirbûn an hindikbûna avê binê erdê û gelek bûyerên din bi vê taybetiyê ve pir têkildar in. qora nederbasok geçirimsiz katman, couche imperméable, wasserundurchlässige Schicht, impermeable bed bn. nederbasokbûn 152 lehî-þikelî sellenme-selinti, ruisselement, Abspülung, rain-wash Ji bûyera ku ava baran an berfê li kaþ û hevrazan bi hêz ber bi jêr diherike re tê gotin. Hin lehî li best an çeman digihêjin ser hev. Li deverên ku hêþînahî lê pir be lehiyên mezin çê nabin. Li deverên ku hêþînahî lê kêm be lehiyên mezin çê dibin û dibin sedemê erozyonê. 153 derbasokbûn geçirimlilik, perméabilité, Durchlässigkeit, permeabilityt bn. nederbasokbûn qora derbasok geçirimli katman, couche perméable, wasserdurchlässige Schicht, permeable bed bn. nederbasokbûn154 avên binerdîn yeraltý sularý, eaux souterraines, unterirdische Gewässer, subterranean-underground water Ji avên ku ji rûyê erdê bi tesîra kiþîna erdê jî xwe bera jêr didin re tê gotin. Ev av an di valahî û rehên zinaran de dimîne an jî di terk û qelîþtekan de dadikevin hîn jêr. Avên binerdîn an li cihekî sekinîne an jî diherikin, ji yên diherikin re çemên binerdîn tê gotin. ava binerdîn yeraltý su örtüsü, nappe aquifére, Grundwasser, ground water Ji ava ku di çavikên kevirên bin erdê de ne re tê gotin. Hin cureyên van avan ev in: 1) Avên serbest: Qor an tebeqeya li ser cihên ku av lê kom bûye derbasok e. Ji ber vê yekê jî derketina vê avê ya rûyê erdê hêsan e: Ji xwe ber an bi kolana bîran ev av digihêje rûyê erdê. Ev av ji bîr an kaniyan re çavkanî ye jî. 2) Ava di bin pestê de: Ev av bi qorên nederbasok harine nuxumandin. Lewra jî hatine girtin û derketina jor ne hêsan e. Jibo ku derkevin rûyê erdê bi xwezayî an jî bi alîkariya însanan divê rêyek lê bê vekirin. Gava rê lê vedibe bi pijiqîn derdikeve rûyê erdê. Ji van cihên ku ev av derdikeve rûyê erdê re bîrên arteziyenê tê gotin. 3) Ava ku di nabêna du qorên nederbasok de maye. rûyê ava binerdîn yeraltý su yüzü-seviyesi, niveau hydrostatique, Grundwasserspiegel, ground-water table Ji rûyê ava binerdîn re tê gotin. Ava binerdîn jî wek ava gol û deryayan hin caran bilind dibin û hin caran jî dadikevin. Ev hilatin û dahatin bi germ û barînê re têkildar e. bîr kuyular, puits, Brunnen, well Jibo ku ava binerdîn derkeve, ji rûyê erdê heta heta ava binerdîn tê kolandin. Ji wî cihê ku hatiye kolandin û wek hevêrkeyê re bîr tê gotin. Bîr wek taqekê ye ku ji rûyê erdê dest pê dike û heta rûyê ava binerdîn dom dike. Bi bîran digihêjin ava binerdîn ya serbest. Bilindbûn an nizmbûna ava bîrê bi rewþa ava binerdîn re têkildar e. Hin bîr hene ku tenê bi ava baranan tije dibin, ji van bîran re bîrên baranê tê gotin. qultên ava arteziyen arteziyen sularý, nappe captive, artesisches Wasser, artesian water bn. ava binerdîn arteziyen sularý, nappe captive, artesisches Wasser, artesian water bn. ava binerdîn taban suyu örtüsü, nappe phréatique, phreatisches Wasser, phreatic water bîra arteziyenê arteziyen kuyusu, puits artésien, artesischer Brunnen, artesian well Ava binerdîn ku li ser wê qoreke nederbasok an kêmderbasok hebe bi hêsanî nikane derkeve rûyê erdê, lewra ev qor pestekê li ser çê dike. Gava ev ava di bin pestê de bi awayekî xwezayî rêyekê ji xwe re bibîne an jî ji alî însanan rêyek lê vebe bi hêz bi awayekî pijiqîn derdikeve rûyê erdê. Ji vî cihê ku ev ava di bin pestê de dipijiqe rûyê erdê re bîra arteziyenê tê gotin. Ji kevn de li Fransayê li herêma Artoisê ev bîr tê bi kar anîn. Navê arteziyenê jî ji vî cihî tê. sarinc sarniç “Mîr got: Metirsin ji vê astengê / Emê tev vexun ava vê sarincê / Di sarincan de gelek berf heye / Heta du mehan ew besî me ye” 15 -134 155 kanî-çavkanî-çavî kaynak-pýnar, source, Quelle, spring-source Ji cihê ku ava binerdîn derdikeve rûyê erdê re tê gotin. Hin kanî xwedî aveke coþ in lê hin jî aveke kêm derdixîne. Rejîmên kaniyan ne wek hev in: Hin jê berdewam in pir an hindik herdem ava wan hene. Hin jê jî demsalî ne, di demsalên zuha de dimiçiqin. Pirbûn an hindikbûna ava kaniyan û rejîma wan bi hoyên îklîmê û topografyayê re girêdayî ne. kaniya arteziyenê arteziyen kaynaðý, source artésienne, artesische Quelle, artesian spring Ji kaniyên ku ava wan bi pijiqîn derdikevin rûyê erdê re tê gotin. Hek ku cihê ava binerdîn ji yê kaniyê bilintir be av bi pijiqîn derdikeve ser erdê. Hin kanî jî hene ku bi tesîra gazan dipijiqin. Ji van kaniyan re gayser tê gotin. kaniya qarstîn karst kaynaðý, source karstique, Karstquelle, karst spring Ji kaniyên ku li deverên qarstîn re tê gotin. Bi avake coþ in. Ji deverên ku erdê wan pirtirîn kils be qarst tê gotin. Jibo ku kils avê pir derbas dike li van deran ava binerdîn pir e. Li hin deran av ewqas pir e ku av wek çeman diherikin. Heta hin çemên binerdîn hene ku bi sedan km di bin erdê re diherikin. kaniyên mîneralî madensuyu kaynaklarý, source minérale, Mineralquelle, mineral spring Ji kaniyên ku di nav avan wan de madeyên kîmyayî yên radyoaqtîf û gaz heliyane re tê gotin. Cihêtiya wan ya ji germavan sarbûna ava wan e. germav-termal kaplýca-ýlýca, source thermale, Thermalquelle, thermal spring Germav jî cureyeke kaniyan e. Lê ava germavan jibo ku ji kûrahiya binê erdê tê germ e û bi hin madeyên kîmyayî û gazên heliyayî ve tev li hev e. kaplýca-ýlýca, source thermale, Thermalquelle, thermal spring Germav jî cureyeke kaniyan e. Lê ava germavan jibo ku ji kûrahiya binê erdê tê germ e û bi hin madeyên kîmyayî û gazên heliyayî ve tev li hev e. kaniya þor-kaniya xwê tuzlu su kaynaðý-acý su kaynaðý, source salée, Solquelle, salt spring Piraniya kaniyan ava wan zelal û paqij in. Lê hin kanî hene ku ava wan þor, tal an bi kils in. Ev rewþ bi cihê kaniyan re têkildar e. Cihên ku kevirên xwê an kilsê lê pir bin ava kaniyên wan þor an tal e. 156 herikîn akýþ, écoulement, Abfluss, drainage-run off-flowing off Ji tevgera avê ya li rûyê erdê re tê gotin. Herikîna avê an li ser erdê an jî di nav erdê re ye. Hek ava diherike pir be û berdewan be çemên li rû an li binê erdê pêk tên. Gelek herikîn wek þikelî an lehiyan zêde dom nakin. Herikîn li gor demê beþ dibin: Herikînên herdemî, demsalî, guhêrbar û rasthatinî. herêmên bê çem akýþtan-akarsulardan yok bölge, zone aréique, flussloses Gebiet-gewässerloses Gebiet, undrained area Ji herêmên ku çem lê tune re tê gotin. Ji ber ku li çolan baran pir kêm an tune herêmên bê çem li çolan pirtir in. Germa pir jî ji çêbûna çeman re asteng e lewra ev germa pir dibe sedem ku av wek dûkelê ji erdê bifûrike û tev li hewayê bibe. Ava ku bi baranan dikeve, li ber germê tavilê dibe dûkel û bi hewa dikeve an jî jibo ku qum derbasok e av xwe bera bin erdê dide. herêma ku çemên wê nagihêjin deryayê-tejaneya girtî akarsularý denize ulaþamayan bölge-kapalý havza, zone endoréique, abflussloses Gebiet-endorheisches Gebiet, area of inland drainage Hin herêm hene ku xwedî çemên demsalî an herdemî ne lê ev çem nagihêjin derya an oqyanûsekê. Çemên van herêman an digihêjin golekê an jî her ku diçe ava wan kêm dibe û li deverek qûm an avzêl wenda dibin. herêma ku çemên wê digihêjin deryayê-tejaneya vekirî akarsularý denize ulaþan bölge, zone exoréique, exorheisches Gebiet, area of external drainage Ji herêmên ku çemên wê digihêjin ser derya an oqyanûsekê re tê gotin. Li van herêman barîn pir e. 157 best, bestik çay-dere, ruisseau, Bach, brook-stream Ji çemên biçûk an jî ji cihê ku ava wan ne herdemî ne re tê gotin. Di meh an demsalên bi barîn de ava bestan pir dibe û di demên zuha de av kêm dibe an jî qe namîne. çem-rûbar ýrmak-nehir-akarsu, rivière, Fluss-Nebenfluss, river-stream-tributary river Ji deverên ku demeke dirêj (demsalek an demek hîn dirêj) av tê de diherike re tê gotin. Li gor çavkaniyên ku çem avê jê distîne ava çeman pir an hindik e. Li deverên barîn lê pir çem pirtir û ava wan jî zêdetir in. Li herêmên wek çolan barîn kêm e, ava ku bi barînê çê dibe jî an ji ber germa pir dibe dûkel û bi hewa dikeve an jî di nav qûmê de xwe bera binê erdê dide. Ji ber van sedeman li çolan çem an tune an jî pir kêm e. Li herêmên ku îklîma wan nîvzuha ne, ava çeman di demsalên zuha de pir kêm dibe heta hin ji wa bi tevayî zuha dibin, lê di demsalên bi barîn de ava çeman zêde dibe. Amazon, Mississippi, Nîl û Qongo çemên herî dirêj in, dirêjahiya wan ji 5 hezar km yî zêdetir in. 158 kol-tabi, affluent, Nebenfluss-Zufluss, tributary-affluente ikinci derecede kol kavþak-akarsu kavþaðý sîstema çem akarsu aðý, réseau hydrographique, Gewässernetz, river system-drainage pattern Çem û hemû þaxên wê bi hev re sîstema çem pêk tînin. 159 tejaneya çem akarsu havzasý-teknesi, bassin fluviatile, Einzugsgebiet-Stromgebiet, river basin-drainage area Çem ji derekê dest pê dike û li derekê jî diqede. Lê cihê destpêkê bi tevayî ne yek tenê ye, li ser rê gelek avên din jî teva çem dibin. Ji van hemû cihên ku çem tê de derbas dibe û ava xwe jê distîn e re tejaneya çem tê gotin. xeta jihevveqetandina avê su bölümü çizgisi, ligne de partage des eaux, Wasserscheide, watershed-water parting Ji sînorê ku du tejaneyê çeman ji hev vediqetîne re tê gotin. Ev sînor ne wek xeteke dûz e, xwaromaro ye û hin caran cih jî diguherin. 160 akýþ katsayýsý, coefficient d’écoulement, Abflusskoeffizient, coefficient of run-off Ji nisbeta di nabêna barîna ku ketiya tejaneya çem û herikîna ku di tejaneyê de pêk hatiye re tê gotin. Formula wê ev e: c = q/p (q nîþana herikînê û p jî ta barînê ye). debi-akým, débit, Wasserführung, flow-volume Ji qêsa avê ya di saniyeyekêde di devereke çem re derbas dibe re tê gotin. Ev qêsa avê wek m3/s tê diyar kirin. Ev qêsa jibo meh, demsal û salê tê pîvan. Pirbûn an hindikbûna vê qêsê bi van sedeman ve girêdayî ne: 1) Barîna li tejaneya çem. 2) Derbasok an nederbasokbûna cihê ku çem tê de derbas dibe. 3) Berf an cemedên herdemî yên li tejaneya çem. 4) Hejmara çavkaniyên ku tên ser çem. 5) Qêsa dûkelbûnê ya li cihên ku çem tê de derbas dibe. 161 kiþîna çem-nizmbûna çem çekiksu-çekilme, étiage-basses eaux, Niedrigwasserstand, low water Di nav salê de demek heye ku ava çem herî kêm û demek jî heye ku herî zêde ye. Ji dema kêmbûna avê re tê gotin. Ji dema pirbûna avê re jî rabûna çem tê gotin. Di dema rabûna çem de av ji ser cihê ku herdem tê de derbas dibe re duqulupe û gelek deveran di bin avê de dihêle. Rabûna çem kabarýk su -kabarma, crue, Steigen des wasserspiegels-flut, rising of water level-flood bn. kiþîna çem 162 madeyên hiþk yên ku bi çem re diherikin akarsuyun taþýdýðý katý maddeler, charge solide “d’un fleuve”, Schuttlast “eines Stromes”, load-charge “of a river” Ji madeyên wek qûm, þujik û keviran yên bi ava çeman re diherikin re tê gotin. Hêza avê bi lez û qêsa wê ve girêdayiye. Leza herikînê û qêsa avê çiqas zêde be madeyê ku av bi xwe re biherikîne jî ewqas zedetir dibe. Çemên li cihên dûz ava wan pir be jî nikarin madeyên gir û giran bi xwe re biherikînin. rejîma çem akarsu rejimi, régime, Flussregime-Flusshaushalt, regime Ji rejîma ava çem ya salane re tê gotin. Qêsa ava çem di nav salê de kêm an zêde dibe. Ev kêmbûn an zêdebûn bi hoyên fîzîkî yên cihê ku çem tê re derbas dibe re girêdayî ye. 163 çemên ku avê ji baranê digrin yaðmurla beslenen akarsular, cours d’eau à alimentation pluviale, Regenwasserfluss, rain-fed river Jibo rejîma çeman hoyên îklîmê pir grîng e. Îklîm jî bi germahî û barînê rejîma çem diguherîne. Baran, berf û cemed jibo ava çeman çavkaniyên sereke ne. Çemên ku ava xwe ji çavkaniyekê tenê distîne pir kêm in. Pirê çeman ji van her sêyan jî îstîfade dikin. Ji yên wisa re çemên ku bi rêyên tev li hev avê digrin tê gotin. çemên ku avê ji berfê digrin karla beslenen akarsular, cours d’eau à alimentation nivale, Schmelzwasserfluss, snow-fed river bn. çemên ku avê ji baranê digrin. çemên ku avê ji cemedê digrin buzulla beslenen akarsular, cours d’eau à alimentation glaciaire, Gletscherrfluss-Gletscherwasser, glacier-fed river bn. çemên ku avê ji baranê digrin. çemên ku bi rêyên tev li hev avê digrin karýþýk yollarla beslenen akarsular, cours d’eau à alýmentatýon complexe, gemýschter Fluss, rýver fed from compleg sources bn. çemên ku avê ji baranê digrin. GOL Göller, Les Lacs, Die Seen, Lakes164 gol göl, lac, See, lake Ji kortên bi avê tije û hawirdorên wan bejî ne re tê gotin. Kortên golnasî-lîmnolojî limnoloji-göl bilimi, limnologie, Seekunde-Limnologie, limnology Zanyariya golan e. Hîdrografya û oseanografya jibo derya û oqyanûsan çibe golnasî jî jibo golan ew e. Hi m ava golan him jî çêbûna korta golan lêkolîn dike. lîç-goltik-kêfte gölcük-gölet Ji golên biçûk re tê gotin. “Jin gol be mêr çem e/ Mêr kanî be jin lîç e” “Gava rêl diqediya çem an goltikek derdiket pêþiya me”11-254 çirav-avzêl- werte bataklýk, marais-marécage, Sumpf-Morast, marsh-bog-morass-swamp Ji deverên bi av û herî re tê gotin. Tîrbûna avê û heriyê li her avzêlê ne wek hev e. Li hin deran av û li hin deran jî herî pirtir e. Li dor çem, gol û deryayan pirtir in. Hêþînahiyên avzêlan tên taybetî hene. “Pêþî û kelmêþên ku ji gol û çiravan radibûn” gomik-gewmik Tahtên ber þiravan bi hêza avê tên verotin û bi avê tije dibin, ji vî tahtê verotî û bi avê tije re gomik an gewmik tê gotin. 165 çeêe ku diherike ser golê göle karýþan akarsu, affluent “d’unlac”, Zufluss, feeder “to a lake” Ji çemên ku diherike ser golekê re tê gotin. Hin çem hene ku ji alîkî diherike ser golê û ji aliyê din ji golê derdikeve û bi alîkî din ve diherike. çemê ku ji golê derdikeve gölden çýkan akarsu-göl ayaðý, émissaire, Abfluss-Ausfluss, outlet “from a lake” Hin gol hene ku ava wan pir in. Ji van golan ava zêdexwe bera ser best an geliyekî dide û çemekî çê dike. 166 gola tektonîk tektonik göl, lac tectonique, tektonischer See, tectonic lake Gol, li gor çêbûna kortên xwe beþ dibin. Hýn kortên golan hene ku bi tevgerên tektonîk çêbûnin, ji van golan re golên tektonîk tê gotin. gola zangê-gola qraterê krater gölü, lac de cratère, Kratersee, crater lake Zangên hin volqanên vemirî bi avê tije dibin û dibin gol. Gola Nemrûdê ya di zanga volqana Nemrûdê de çêbûye goleke wisa ye. gola cemedê buzul-glasye gölü, lac glaciaire, Gletschersee, glacial lake Sê cure golên cemedê hene: 1) Di dema çarem ya jeolojiyê de dinya pir sar bûye û gelek dever cemed girtiye. Li hin deran cemedê erd verotiye û kortên mezin çêkirine. Piþtî ku dema cemedê derbas dibe û dinya germ dibe ev kortên ku cemedê çêkiribûn bi avê tije dibin û dibin gol. Hin ji van golan pir kûr in. 2) Cemed li hin deran þujik û keviran li ber çemekî dicivîne ser hev û pêþiya ava çem dike wek bendekê. Ev benda dibe sedem ku li ber ava çem gol çêbibe. Ji van golan re gola bendî jî tê gotin. 3) Li ser hin çiyayên bilind berfên herdemî (yên ku bi tevayî nahelin) hene. Ev berf di nabêna berf û cemedê de ye. Ava ku ji van berfan diherike li jêr di kortekê de kom dibe û dibe gol. Ji van golan re golên sîrkî tê gotin. Hin ji van golan pir biçûk in. gola sîrkî sirk gölü, lac de cirque, Karsee, cirque lake-corrie lake “tarn” bn. gola cemedê gola gelîyî vadi gölü, lac de vallée, Talsee, valley lake Sê hêlên geliyan girtî û hêlek jî vekirî ye. Hek ev hêla vekirî jî bi bendekê bê girtin wê korteke çêbibe ku dibe ku bibe gol. gola qarstî karst gölü, lac karstique, Karstsee, karst lake Di nav erdê qarstî (qalker, kils) de kort û newal pir in. Ev kort ku bi avê tije bibin golên qarstî pêk tên. gola bendî-bendav baraj gölü-set gölü, lac de barrage, Abdämmungssee-Stausee, dammed lake Ji golên li ber bendan çêbûnin re tê gotin. Hin bend ji xwe ber (bn. gola geliyî) û hin jî ji teref însanan hatine çêkirin. Pirê bendan li ser çeman tên avakirin. Ev bend ava çem digre û li ber vî bendî gol çêdibe. Hin golên bendî hene ku ji golên xwezayî mezintir in. Gola Kebanê yek ji van golan e. gola peravê kýyý gölü, lac littoralZ Stradsee-Küstensee, lagoon Ji golên ku li peravên derya an oqyanûsan çêbûne re tê gotin. Pirtirîn li delav û devên çeman çêdibin. 167 gola avþêrîn tatlýsu gölü, lac d’eau diuce, Süsswassersee, fresh water lake Gol, li gor kortên xwe û li gor þêrîn an þorbûna ava xwe beþ dibin. Li gor avê du beþên golan hene: Gola avþêrîn û ya þor. Bi tevayî golên ku ava wan ber bi derve diherikin avþêrîn in. Golên li deverên germ û kêmbaran bi pirayî þor in. gola þor tuzlu göl, lac salé, Salzsee, salt water lake bn. gola avþêrîn. gola bermayî-gola gilîse artýk göl, lac résiduel, Restsee, residual lake Di dema çarem ya jeolojiyê de dinya sartir û bi barîntir bû. Lewra gelek dever bi avê tije bûn. Ev deverên bi avê tije yên wek golên pir mezin, piþtî germbûnê ava wan zuha bûn. Lê li hin deran cihên wan yên herî kûr wek golan heta aniha jî mane. Ji golên wisa yên ji ber av an golên mezin mane re tê gotin. dagirtin-tijebûn dolma, comblement, Verlandung, filling up Kort û newalên gol an deryayan bi aluvyonan tije dibin. Li hin deveran aluvyon ewqas zêde golan dadigre ku gol ji holê radibe û berî an deþteke ji aluvyonan çêdibe. BANDORÊN ATMOSFERÊ Atmosferin etkileri, Les actions météorique, Die Verwitterung, Weathering |