|
|
|
104 volqan volkan-yanardað, volcan, Vulkan, volcano Ji gir an çiyayên ku bi derketina magmayê ya rûyê erdê çêbûne re tê gotin. Cihê ku magma derdikeve rûyê erdê lav li ser hev kom dibin. Bi sarbûna van lavan gir an jî çiyayên pir bilind çêdibin. Agirî, çiyayekî volqanî ye û bilindahiyê wî 5165 m. ye. pixêriya volqanê volkan bacasý, cheminée volcanique, Schlot, pipe-chimney Ji rêya ku magmayê digihêjîne zangê (devê volqanê-kraterê) re tê gotin. Lav di vê pixêriyê re tê heta devê volqanê û ji vir dipijiqe hawirdor. zang-krater-devê kraterê krater-yanardað aðzý, cratère, rater, crater rater, crater Cihê ku pixêriya volqanê diqede wek xelekekê ye. Ev der devê volqanê ye ku jê re zang an krater tê gotin. Piþtî ku lav sar dibin zang wek korteke fireh dimîne. Hin ji van zangan bi avê tije dibin û dibin gol. Ji van golan re golên zangî tê gotin. qoniya volqanê-qûça volqanê volkan konisi-yanardað konisi, cône volcanique, Vulkankegel, volcanic cone Li dor pixêriya ku magmayê digihêjîne rûyê erdê lav sar dibin û çiyayekî di þiklê qûçê (qonî) de çê dibe. Ji van çiyayan re tê gotin. Piraya þiklê volqanan wek qûçan in. Lê hemû jî ne wek hev in. Li gor taybetiyên lava ku pijiqiye þiklên volqanan cuda dibin. Volqanên wek Pele yên herî tîk û tûj in.Yên wek Hawaî jî yên herî dahatî ne. qoniya kêlekê-qoniya parazît yan koni, cône adventif, Sekundärer oder parasitärer Vulkankegel, adventive cone-parasitic cone Di hin teqînên volqanan de magma di çend pixêriyan re derdikeve rûyê erdê. Ji van pixêriyan yek jê ya sereke ye yên din ji ya sereke veqetiyane û biçûktir in. Ji qoniyên ku li dor van pixêriyên biçûk çêbûne re tê gotin. Qoniyên parazît li hemû volqanan çênabin. 105 teqîn-teqîna volqanê patlama-volkan patlamasý, exploison, Explosion, explosion Pijiqîna volqanan hin caran gelek bi hêz çêdibe. Pijiqîn ewqas bi hêz çêdibe ku ji pijiqînê wedetir wek teqînê ye. Hin teqînên pir bi hêz qoniya xwe jî bi hewa dixe û ji hole radike. Di sala 1883 an de li Endonezya teqîna volqana Perbuatanê ne tenê qoniya xwe lê hin ji girava ku li ser bû jî bi hewa xisti bû. pijiqîn püskürme, éruption, Vulkanausbruch-Eruption, eruption Ji derketina magmayê ya rûyê erdê re tê gotin. Pijiqîn, ne tenê bûyereke volqanî ye. Li hin deran av, neft (petrol) an herî jî dipijiqe rûyê erdê. 106 çengkirin fýrlatma, projections, Auswürflinge, ejeted material Bi teqîna volqanê re hin madeyên hiþk bi bandora gazên ku ji binê erdê tên ber bi hewa çeng dibin. Ev madeyên ku çeng dibin li gor mezinbûn û hin taybetiyên din beþ dibin: Bombeya volqanê, lapîlî, xweliya volqanê, breþên volqanê û hwd. xweliya volqanê volkan külü, cendres, Schlacken, cinders-dust Ji madeyên hiþk yên herî biçûk (ji 2 mm. ya biçûktir) yên di dema pijiqîna volqanê de tên çeng kirin re tê gotin. kevirê pixtok-kevirê sungerî süngertaþý, pierre ponce, Bimsstein-Bims, pumice Ji kevirê volqanî yên pir sivik bi gelek çavik re tê gotin. tuf tüf, tuf, Tuff, tuff Ji kevirên volqanî yên sivik, nermik û pir bi çavik yên bi çîmentobûna xweliya volqanê re çêbûne re tê gotin. bombeya volqanê volkan bombasý, bombes volcaniques, Vulkanische Bomben, volcanic bombs bn. çengkirin 107 lav taþmasý lava asît asit lav, lave acide, saure Lava, acid lava Magmaya ku bi pijiqînê re derdikeve rûyê erdê sar û hiþk dibe û dibe kevirê volqanî. Ji van keviran re bi tevayî lav tê gotin. Lav, li gor germahiya xwe, gaza ku dihundurîne û madeyên di nav de ne beþ dibe: Hek ji hêla sîlîsê dewlemend be dibe asît û rengê wê vekirî ye. Hek ji hêla sîlîsê feqîr be rengê wê tarî ye û hiþkbûna wê kêm e. Ji van re lava bazîk tê gotin (wek bazaltê). lava bazîk bazik lav, lave basique, basische Lava, basic lava bn. lava asît herikîna lavê lav akýntýsý, coulée de lave, Lavastrom, lava flow Di dema pijiqîna volqanê de lav ji zangê ber bi der ve diherike. Ji vê herikîna lavê re tê gotin. 108 belavbûna gazê gaz yayýlmasý, émanation de gaz, Gasaustritt-Gasaushauchung, emanation of gas-emission of gas Gazên di nav magmayê de an di dema herikînê de an jî rasterast serbest dimînin û belav dibin. Hin volqan hene ku tenê gazê dipijiqînin. Zangên van volqanan kortên wek xelekan in û hin ji van zangan paþê bi avê tije dibin û dibin gol. ewrê agirîn kýzgýn bulut, nuée ardente, Glutwolke, incandescent cloud-pelean cloud Di dema teqîna volqanê de ewrên ku wek êgir germ yên ku ji dûkela avê, xweliya volqanê û hin perçeyên lavê çêdibin ber bi hewa çeng dibin. Ev ewrên wek êgir germ paþê bi lezeke di saniyê de 10-150 metre dadikevin erdê. Ev ewrên agirîn jibo hemû jîndaran xeterên mezin çêdikin. Ewrên agirîn yên Volqana Pele ya li girava Martînîk, di dema pijiqîneke xwe de bajarê giravê yê sereke St. Pierre di demeke pir kin de ji holê rakiribû. lav týkacý 109 strato volkan 109 hawai tipi volkan-kalkan þ v 109 kalkan þekilli volkan 110 volqana çalak etkin volkan, volcan actif, tätiger Vulkan, active volcano Ji volqanên ku ji zanga wan madeyên avî, hiþk an gazîn derdikevin re tê gotin. Piraya van volqanên çalak li dor oqyanusa Pasîfîkê ne. Li dinyayê bi qasî 500 volqanên çalak hene. Li gor dem û dewranên jeolojiyê hejmaran volqanan hatine guhertin. Di hin deman de zêdetir bûne. Ji volqanên ku di nabêna 500 salan de tu çalakî nîþan nedabin re volqanên vemirî tê gotin. Lê hin volqan hene ku piþtî demeke pir dirêj cardin dest bi çalakiyan dikin. Her volqan li gor xwe xwedî þiklekî çalakiyan e. volqana vemirî-volqana pasîf sönmüþ volkan, volcan assoupi-volcan éteint, ruhender Vulkan-erloschener Vulkan, quiescent volcano-passive volcano bn. volqana çalak volqana binê deryayê denizaltý volkaný, volcan sous-marin, untermeerischer Vulkan, submarine volcano Ji volqanên ku zangên wan di binê avê de ne re tê gotin. Hek ku gelek lav derxînin zanga wan bi ser avê dikevin û di nav deryayê de wek giravekê cih distînin. 111 nek-neck-týkaç dayq dayk, dyke, Eruptivgang, dyke Magma di nav tebeqeyên tort de ji jêr ber bi jor ve sar dibe û dibe kevirê hiþkbûyî. Paþê ev tebeqeyên tort bi bandora hêzên derveyî ji ser van kevirên hiþkbûyî radibe û ev kevirên hiþkbûyî derdikevin rûyê erdê. 112 gayzer gayzer, geyser, Geiser-Geysir, geyser Ji kaniyên ku ava germ dipijiqînin re tê gotin. Ev jî çalakiyeke volqanî tê pejirandin. Bi pirayî li deverên volqanî tên dîtin (wek Îslanda û Zelandaya nuh). fumerol fümerol, fumerolles, Fumarolen, fumaroles Ji belavbûna dûkela ava germ ya bi kukurt û hin madeyên din tev li hev re tê gotin. Ev bûyera piþtî pijiqîna volqanê tê dîtin. solfatar solfatar, solfatares, Solfataren, solfataras Ji qelþ an pixêriya volqanê ya ku gaza bi kukurt derdixîne re tê gotin. 113 zelzele-erdhej deprem-yersarsýntýsý, tremblement de terre, Erdbeden-Beben, earth tremor-earthuaqe Gava ku di hundurê qalikê erdê de hilweþînek çêdibe ev cih û hawirdorê wê diheje. Ji vê hejînê re zelzele an erdhejîn tê gotin. Ji cihê hilweþînê re navenda hundur (kana erdhejê) û ji cihê herî nêzîkî vê navendê yê li rûyê erdê re jî navenda derve tê gotin. Hêza zelzelê li gor Mercalli bi 12 dereceyan tê pîvan. Çiqas ku derece bilind bibe hêza zelzelê jî zêdetir dibe. Hejîna erdê ji navenda hundur ber bi ya derve wek pêlan belev dibe û hêz jî kêtir dibe. Ji çixîzên ku deverên hêza erdhejê wek hev in pev girêdidin re çixîzên îzoseîst tê gotin. “Dinya li ser piþta marmasîyekê û marmasîyê li ser halanekî û halanê li ser deryayekî û deryaya li ser bayî, vêca demê marmasî dilive erd diheje”20-52 pêla zelzeleyê- pêla erdhejê deprem dalgasý, onde sismuque, Erdbebenwelle, seismic wave bn. zelzele-erdhej kana zelzeleyê-navenda hundurîn iç merkez-deprem ocaðý, hypocentre, Hypozentrum, hypocentre Cihê ku zelzele lê çêbûye yê di nav qalikê erdê de kana zelzeleyê ye yanî navend e. navende derve dýþ merkez, épicentre, Epizentrum, epicentre Ji devera li rûyê erdê ya herî nêzîkî navenda hundurîn ya erdhejê re tê gotin. zelzelleya binê deryayê denizaltý depremi, séisme sous-marin, Seebeben, seaquake Hin caran navenda hundur ya erdhejê li binê derya an oqyanûsan çê dibe. Bi bandora erdheja ku li binê deryayê çêbûye re li rûyê avê pêlên pir mezin pêk tên. Ji van pêlên ku bi hêza erdhejê re çêbûne re Japon, tsûnamî dibêjin. Ev tsûnamiyên ku xisarên mezin didin peravan bi pijiqînên volqanî jî çêdibin. tsûnamî tsunami, raz de marée-tsunami, Seebebenwelle, tidal wave Erdhej an jî volqanên li binê derya an oqyanûsan pêk tên li rûyê avê dibin sedemê pêlên pir mezin. Pêl ji binê derya an oqyanûsê ber bi rûyê avê tê û ji vir bi lezeke zêde ber bi peravan belav dibin. KADA HEWAYÎ-ATMOSFER Havaküre-Atmosfer, L’atmosphére, Die Atmosphäre, The atmosphere 114 hewa hava, air, Luft, air Hewa ji tevlihevbûna gelek gazan çêbûye. Nisbeta gazên ku hewayê çêdikin derveyî qarbon dîoqsît û dûkelê hima hima wek xwe ye bê guherîn e. Nisbeta oqsîjenê % 21, ya azotê % 78 e. Ji % 1 jî argon, azot, hin toz, qarbon dîoqsît û hwd. in. Nisbeta dûkela avê li gor cih û demê tê guherîn. Dûkela avê li perav û deverên nizm pir û li nav bej û deverên bilind kêm e. Nisbeta qarbon dîoqsîtê li dor 3/10.000 e. azot azot, azote, Stickstoff, nitrogen Gaza di nav hewayê de ya herî pir e. Nispeta azotê ya di nav hewayê de ji % 78 e. bn. hewa oqsîjen oksijen, oxygène, Sauerstoff, oxygen bn. hewaqarbon dîoksît karbon dioksit, gaz carbonique, Kohlendioxyd, carbon dioxide bn. hewa hîdrojen hidrojen, hydrogene, Wasserstoff, hydrogen bn. hewa 115 atmosfer-kada hewayî atmosfer, atmosphère, Atmosphäre, atmosphere Ji kada hewayî re tê gotin. Bi yûnanî atmos = rewa, dûkel; sphaira = kad e. Atmosfer jibona hemû jîndaran pir pêwîst û girîng e. Bi saya oqsîjena ku di nav atmosferê de ye însan û jîndarên din jîyana xwe didomînin. Atmosfer nahêle ku hemû tîrêjên rojê bigihêje erdê. Bi vî awayî him erdê ji germahiya pir û him jî ji tîrêjên rojê yên ûltrawîyole diparêze. Atmosfer germahiya ku ji erdê ber bi jor vedigere jî disekinîne û bi vî awayî erdê ji sarbûnê diparêze. Ku atmosfer tunebûya cihên ku rojê dibînin wê ronî û pir germ û cihên ku rojê nabînin jî wê tarî û pir sar bûna. Ba, baran, mij û hwd jî çênedibûn. Qalinbûna atmosferê li dor 10 hezar km ye. Tebeqeyên atmosferê ev in: Troposfer, stratosfer, mezosfer, termosfer, egzosfer. Lê nav û sînorên van tebeqeyan li gor çavkanîyan cuda dibin. bn. hewa troposfer troposfer, troposphère, Troposphäre, tropophere Yek ji tebeqeyên atmosferê ye. Tebeqeya herî binî û ya herî nêzîkî erdê ye. Bilindahiya troposferê li ser ekwatorê 12 km û li ser cemseran 6 km ye. Sedema vêya, cudatiya germahiyê ye. Ji ber ku ekwator germ e, hewa sivik dibe û bilind dibe. Hewa ceemseran ya sar giran dibe û ber bi jêr dadikeve. Hemû bûyerên hewayî yên ku tesîrê li erdê dikin (ba, baran hwd.) li troposferê pêk tên. Hemû dûkel di nav troposferê de cih distîne. Ji % 75’ê gazên atmosferê li troposferê ne. Ji ber van sedeman jibo însanan tebeqeya herî girîng troposfer e. Germahiya troposferê ya ji jêr ber bi jor her ji 100 metreyî 0.5 0 C kêm dibe. Ji ekwatorê ber bi cemseran jî germahiya troposferê kêm dibe. Ji 3 kîlometreyên troposferê yên ji erdê ber bi jor re atmosfera erdnigarî tê gotin. Lewra bûyer û tiþtên ji bo jîndaran herî pêwîst li vê qadê ne. Ji qada troposferê ya ji 3 kîlometreyan bilintir re atmosfera serbest tê gotin. Têkildariya vê qadê ya bi rûyê erdê re kêmtir e. Ji nabêna van herdu qadan re peplopoz tê gotin. turbulans sarmal hareket, mouvement tourbillonnaire, Wilbelbewegung, turbulence Tevgereke hewayê ya wek babîsokê ye. Hewa him lo dor xwe zîz dibe û him jî pêþ da diçe. Bi bandora zîzbûnê hêzeke tiþtan dikiþîne hundurê xwe çêdibe. Bi vê hêza xwe ya kiþînê girseyên avê, hin madeyên hiþk, masî, beq û heta daran bi hewa dixe. Pirtirîn li herêmên tropîkal tên dîtin. Bayekî pir bi xeter e û xisarên mezin pêk tîne. tropopoz tropopoz, tropopause, Tropopause, tropopause Ji sînorê troposferê yê jor re tê gotin. Cihê ku troposfer diqede û stratosfer dest pê dike tropopoz e. stratosfer stratosfer, stratosphèreStratosphäre, stratosphere Ji jorê troposferê (tropopoz) dest pê dike û heta 25-30 km yan dom dike. Li jêr û jorê stratosferê germahî nêzîkî hev e, cudatiyeke wek troposferê tune. Germaghiya stratosferê li dor -50 0 C ye. Berevajiya troposferê li vir germahiya li ser cemseran (-50 0 C ) ji ya li ser ekwatorê (-80 0 C ) zêdetir e. îyonosfer iyonosfer, ionosphère, Ionosphäre, ionosphere Yek ji tebeqeyeke atmosferê ye. Li îyonosferê molekulên gazan pir kêm in. þikestina tîrêjê ýþýn kýrýlmasý, réfraction de la lumière, Strahlenbrechung-Refraktion, refraction of light Tîrêjên rojê gava ku di atmosferê re derbas dibe hin caran berê wan bi alîkî din vedibin. Ji vê bûyerê re þikestina tîrêjê tê gotin. roniya bakur kuzey kýzýllýðý-kuzey ýþýðý, aurore boréale, Nordlicht-Polarlicht, aurora borealis-northern lights Ji ronahiya ku li tebeqeyên atmosferê yên jorîn tê dîtin re tê gotin. Bi yatbetî li asûmanên cemseran tê dîtin. Roniya bakur wek ronkahiya þefeq an hingurê ye. revrevk-revrevik -leylan serap, mirage, Luftspiegelung, mirage Ji bûyerên ne rastîn yên xapînok ku li cihê asûman û erd dibe yek tê dîtin re tê gotin. Pirtirîn li çolan wek av, gol, goltik an daran tên dîtin. Lê di rastiyê de ev tiþt tune. 116 sar-seqem soðuk, froid, Kälte, cold Ji germahiya kêm re tê gotin. Lê sînor an dereceya vê kêmbûnê ne ewqas dîyar e. Pirtirîn dereceya cemedê wek sînorê destpêka sarbûnê tê pejirandin. Ji deverên li dor cemseran re herêmên sar tê gotin. Lê di jiyana rojane de sarbûn ne tenê dema cemedê ye. neguhêrbariya rojê güneþ deðiþmezi-güneþlenme, constante solaire, Solarkonstante, solar constant Li tebeqeyên atmosferê yên jorîn enerjiya ku roj dide cm2 yekê 1.94 qalorî ye. Ji vê yekê re neguhêrbariya rojê tê gotin. Qêsa vê qaloriyê her ku berjêr ber bi erdê dadikeve kêmtir dibe. ýsý ýsý yansýmasý, réflexion de la chaleur, Wärmereflexion, reflection of heat Bej û derya germahiya ku biroj distînin biþev bi þûnve didin û sar dibin. Ji vê bûyerê re tê gotin. Sedema ku jêrê atmosferê germtir e jî ev e. Ji ber ku jêrê atmosferê germahiya xwe him ji rojê distîne û him jî ji germahiya ku ji erdê vedigere distîne. 117 pêla germê sýcak dalgasý, vague de chaleur, Hitzewelle, heat wave bn. enî pêla sar soðuk dalgasý, vague de froid, Kältewelle, cold wave bn. enî nîvahî ortalama, moyenne, Durchschnitt, average Di qlîmatolojî de nîvahiya barîn û germê grîng e. Wek mînak, germahiyên sê seetên ji hev cuda yên di rojekê de wisa ne: 60 , 180 , 90 . Nîvahiya germahiyê= (6+18+9)/3 = 110 . Ji vêya re germahiya rojane tê gotin. Bi vî awayî nîvahiya germa mehane û ya salane jî tê hesibandin. 118 nîvahiya germa rojane günlük ortalama sýcaklýk, température moyenne journalière, mittlere Tagestemperatur, mean daily temperature bn. nîvahî nîvahiya germa mehane aylýk ortalama sýcaklýk, température moyenne mensuelle, Monatsmittel der Temperatur, mean monthly temperature bn. nîvahî nîvahiya germa salane yýllýk ortalama sýcaklýk, température moyenne annuelle, durchschnittliche Jahrestemperatur, mean annual temperature bn. nîvahî 119 cihêtiya germa rojane günlük sýcaklýk farký, amplitude diurne, Tagesamplitudetägliche-Temperaturschwangung, diurnal variation-diurnal range Di rojê de germahî kêm û zêde dibe. Ji cihêtiya germê ya di nabêna germa herî kêm û herî zêde de dimîne re tê gotin. Wek mînak, di rojekê de germa herî kêm 60 û ya herî zêde jî 180 be, cihêtiya germa vê rojê 120 ye (18-3=6). serobinbûna germê sýcaklýk terselmesi, inversion de température, Temperaturinversion, inversion of temperature Germahiya di atmosferê de ji jêr ber bi jor kêm dibe. Lê li hin deverên atmosferê ev rêzik tê guhertin û ji dêvla ku kêm bibe zêde dibe, qederekî zêdebûna germê dom dike û dûre cardin kêm dibe. Ji vê bûyerê re germê tê gotin. îzoterm izotermler-eþ sýcaklýklar, isotermes, Isothermen, isotherms Ji nexþeyên ku belavbûna germê ya welat, herêm an parzemînekê nîþan didin re nexþeyên îzotermê tê gotin. Di van nexþeyan de deverên ku germa wan wek hev in bi xêzikê ve pev tên girêdan, germa hemû cihên ku xêzikek tê de derbas dibe wek hev in. Her xêzikek germeke din nîþan dide. Ji van xêzikan re jî xêzikên germê yanî xêzikên germên wekhev tê gotin. cihêtiya nîvahiya germa salane yýllýk ortalama sýcaklýk farký, amplitude moyenne annuelle, mittlere Jahresamplitude, mean annual range or variation Ji cihêtiya nîvahiya germê ya di nabêna meha herî sar û ya herî germ de dimîne re tê gotin. Wek mînak, nîvahiya germê ya meha herî sar -40 û ya meha herî germ jî 160 bin, cihêtiya germê ya salane 200 ye. Ev cihêtî li deverên bejî zêde û li deverên deryayî jî kêm e. cemsera sar soðuk kutbu, pôle du froid, Kältepol, cold pole Ji devera dinyayê ya ku germa herî kêm lê hatiye pîvan re tê gotin. Ev cih li dor cemsera baþûr e û lê germa -92.7 derece hatiye pîvan. 120 herêma cemserê kutup bölgesi, zone polaire, Polarzone-kalte Zone, polar zone Li gor rewþa dinyayê ya li hember tîrêjên rojê sê herêmên germê hene: 1) Herêma germ: Di nabêna herdu tropîkan kar û kevjal) de dimîne û di ortê re ekwator derbas dibe. Li vê herêmê her der salê du caran rojê bi eþkêleke 900 dibînin. 2) Herêma nermhewa: Li herdu nîvkadan di nabêna tropîk (230 27’) û hevêrkeyên cemseran (660 33’) de dimînin. 3) Herêma sar: Li herdu nîvkadan di nabêna hevêrkeyên cemseran (660 33’) û cemseran (900) de dimînin. Ev her sê herêmên esasî li gor rejîma barîn û germê her yek di nav xwe de beþ dibin. herêma nermhewa ýlýman bölge, zone tempérée, gemässigte Zone, temperate zone bn. herêma cemserê herêma germ sýcak bölge, zone chaude, tropische Zone-warme Zone, hot zone bn herêma cemserê 121 pesta atmosferê-pesta barometreyî atmosfer basýncý, pression atmosphérique-pression barométrique, Luftdruck, atmospheric pressure-barometric pressure Ji giraniya hewayê re tê gotin. Pîvanka pesta atmosferê mîlîbar e. Pesta 1013 mîlîbar wek pesta normal tê qebûlkirin (li peravê deryayê, di germa 00 de û li paralela 450). Ji pesta ku 1013 mîlîbaran zêdetir re pesta bilind û ji ya jê kêmtir re jî pesta nizm tê gotin.. bilindahîjmêr-altîmetre yükseklýlölçer-altimetre, altimètre, Höhenmesser, altimeter Ji navgîna ku di atmosferê de bilindahiyê dipîve û nîþan dide re tê gotin. gradyana barometreyê gradyan, gradient barométrique, barometrischer Gradient, barometric gradient Pesta atmosferê li gor dûrbûnê tê guhertin. Ji ekwatorê ber bi cemseran di bilindahiya wek hev de jî pesta atmosferê ne wek hev e. Ji guherîna nispeta pesta atmosferê ya li gor dûrbûnê re gradyana barometreyê tê gotin. Wek mînak, gradyana barometreyê cihêtiya pesta ku di nabêna du hêlîlaran (marîdyen) de dimîne ye. 122 pesta bilind yüksek basýnç, hautes pressions, hoher Luftdruck-Hochdruck, high pressure bn. pesta atmosferê, qada pesta bilind qada pesta bilind yüksek basýnç alaný-antisiklon, zone ou aire de hautes pressions, Hochdruckgebiet, belt or zone or area of high pressure Ji herêma ku pesta atmosferê ya li ser wê ji 1013 mîlîbaran zêdetir e re tê gotin. Ji nexþeyên ku belavbûna pestê nîþan didin re nexþeyên îsobarî tê gotin. Di van nexþeyan de deverên ku pestên wan wek hev in bi xêzikan ve pev tên girêdan. Di van nexþeyan de pesta hin deveran bilind û ya hin deveran jî nizm xwiya dikin. Ev dever navendên bayî ne. Ba di nabêna van qadan de çê dibe. Li cihên nêzîkî rûyê erdê ba ji qada pesta bilind ber bi qada pesta nizm diçe. Qadên pesta bilind û nizm hima hima cihên wan nayê guhertin. Lê li gor germbûna dinyayê cihên wan ber bi bakur û baþûr hebekî diþemite. Wek alîze û bayên rojava li qadên ku pesta wan di nav salê de ewqas nayê guhrtin de pêk tên. Hin qadên pestê li gor demsalan tên guhertin. Li nav parzemînan zivistanan pesta bilind û havînan jî pesta nizm çê dibin. Ji ber vê yekê jî bayên ku li van deveran çêdibin li gor demsalan berê xwe diguherin. Hin qadên pestê jî di demeke hin kin de tên guhertin. Evanan an bi devereke din diçin an jî di wexteke kin de ji holê radibin. pesta nizm alçak basýnç, basses pressions, niedriger Luftdruck-Tiefdruck, low pressure bn. qada pesta bilind qada pesta nizm alçak basýnç alaný, zone ou aire de basses pressions, Tiefdruckgebiet, zone of low pressure bn. qada pesta bilind 123 depresyona barometreyê barometre depresyonu, dépression barométrique, Depression-Tiefdruck, depression enî cephe, front, Front, front Ji cihê ku du girseyên hewayê tên hember an ser hev re tê gotin. Hêleke eniyê hewa germ û hêlek jî hewa sar e. Ji ber ku hewa germ sifiktir e derdikeve ser, ji vî cihê eniyê re eniya germ tê gotin. Hêla eniyê ya jêr jî ji ber ku li binê wê hewa germ heye jê re eniya sar tê gotin. Hewa germ ji hêla dukela avê hîn dewlemend e. Ev dukel ji ber ku di binî de hewa sar heye sar dibe û dibe baran. Ji ber vê yekê cihê ku baran herî pir lê dibare yek jê jî enî ye. Enî ne wek xêzikekê lê wek qadeke mezin e. Cihên ku eniyên germ tê de derbas dibin hewa wan germ û cihên ku eniyên sar tê de derbas dibin hewa wan sar dibin. Eniyên ne guhêrbar ev in: Eniya cemserê; girseyên hewa cemserê û yên tropîkan jihev vediqetîne. Eniya intertropîk jî di nabêna hewaya germ ya tropîk ya bejî û hewa bi dukel ya ekwatorê de cih distîne. Ji bûyera ku girseyeke hewayê yek dinê delk dide û diherîkîne re frontojenez tê gotin. Hek ku du girseyên hewayê tev li hev bibin û germahiya wan wek hev bibin wê gavê enî ji holê radibe. Ji vê bûyerê re jî frontolîz (frotolyse) tê gotin. eniya germ sýcak cephe, front chaud, Warmfront, warm front bn. enî eniya sar soðuk cephe, front froid, Kaltfront, cold front bn. enî 124 pesta nizm ya ekwatorê ekvatoral alçak basýnç, basses pressions équatoriales, äquatiorale Tiefdruckrinne, equatorial low pressures Li herêma ekwatorê tîrêjên rojê salê du caran bi eþkêleke 900 û di demên din jî nêzîkî vê eþkêlê tên erdê. Bi vê sedemê ev herêm tim germ e. Bi germbûnê re hewa sivik û bilind dibe, pesta wê jî nizm dibe. Ev hewa ku ji germbûnê sivik û bilind dibe li jorê ekwatorê ber bi tropîkan diçin û li wan texman ji ber ku giran dibin dadikevin xwar. Jibo ku li tropîkan hewa giran dadikeve jêr li van deran pesta hewayê bilin e. Bi vî awayî li ekwatorê hertim pesta nizm û li tropîkan jî hertim pesta bilind heye. Hewa ku ji tropîkan ber bi ekwatorê diçe bayên alîzeyê û ya ber bi hêlîpanên (paralel) 600 yê diçin jî bayên rojava pêk tînin. Evanan bayên daîmî ne. pesta sûbtropîkal ya bilind subtropikal yüksek basýnç, hautes pressions subtropicales, subtropische Kalmen, subtropical high pressure bn. pesta nizm ya ekwatorê, pesta bilind ya cemserê pesta bilind ya cemserê kutupsal yüksek basýnç, hautes pressions polaires, polares Hoch druckgebiet, polar high pressures Ji ber ku li cemseran hewa sar e pesta hewayê bilind e. Ji vê qada pesta bilind hewa ber bi hêlîpanên 600 yî diçin û bayên cemserê pêk tên. 125 girseya hewayê hava kütlesi, masse d’air, Luftmasse, air mass Ji girseyên hewayê yên ku ji hêla germahî û rewayê wek hev û ji girseyên dora xwe jî bi eniyekê veqetiyayî re tê gotin. Du cureyên girseyên hewayê yên esasî hene: Girseyên hewayê yên tropîk û yên cemserê. Girseyên hewayê li gor cihên ku li ser çêbûnin (bej an derya), germahî û pesta wan jî ji hev beþ dibin. þîpejet jet-jet akýntýsý, courant jet, Jetstrom, jet stream Ji bayên bi hêz yên li jorê troposferê pêk tên re tê gotin. eniya cemserê-eniya cemserî kutupsal cephe-kutbi cephe, front polaire, Polarfront, polar front bn. enî, girseya hewayê sîrkulasyona atmosferê atmosfer dolaþýmý-sirkülasyonu, circulation atmosphérique, atmosphärische Zirkulation, armosphérique circulation Di atmosferê de tevgera hewayê ji jêr ber bi jor, ji jor ber bi jêr an ji hêlekê ber bi hêla din diçin û bayan çêdikin. Bi vî awayî hewa cih diguhere û gelek bûyerên ji hev cuda çêdikin. Ji hemû van tevgerên hewayê re sîrkulasyona hewayî tê gotin. bn. paragrafên 122-124 126 tevgerên hewayê yên tîk düþey yönlü hava hareketleri, mouvement aérien vertical, vertikale Luftbewegung, vertical air movement Tevgera hewayê ya li atmosferê bi du aliya ve ye. Yek jê tîk e, ji jêr ber bi jor an berevajî. Ya din jî asoyî ye. Ya ku tê hiskirin û jê re ba tê gotin ya asoyî ye û li jêrê atmosferê çêdibe (bn. ba). Tevgera hewayê ya tîk li ser qadên sîklon û antîsîklonan (qadên pesta nizm û bilind) çêdibin. Tevgera li ser sîklonan ji jêr ber bi jor, li ser antîsîklonan jî ji jor ber bi jêr e. ba rüzgar, vent, Wind, wind Ji tevgera hewayê ya asoyî (ne tîk, ser kêlekê) re tê gotin. Leza bayî bi anomometreyê tê pîvan. Lez an hêza bayî di saniyeyê de metre (m/s) an di seetê de kîlometre (km/h) tê îfade kirin. Ber an aliyê bayî bi navgîna ku jê re gula bayî tê gotin tê tesbît kirin. bn. paragrafên 121-131 rüzgar, vent, Wind, wind Ji tevgera hewayê ya asoyî (ne tîk, ser kêlekê) re tê gotin. Leza bayî bi anomometreyê tê pîvan. Lez an hêza bayî di saniyeyê de metre (m/s) an di seetê de kîlometre (km/h) tê îfade kirin. Ber an aliyê bayî bi navgîna ku jê re gula bayî tê gotin tê tesbît kirin. bn. paragrafên 121-131 hêza bayî rüzgar gücü, force du vent, Windstärke, wind-force Beaufort, leza bayî ya di seetêde kîlometre bi 0-12 dereceyan beþ kiriye. Li gor her dereceyê lez û taybetiyên bayî ev in: Derece Lez (km/h) Taybetî 0 -1 Dûxan tîk bilind dibe. 1 1-5 Dûxan hinekî xwêl dibe lê gula bayî ji ciyê xwe nalive. 2 6-11 Ba ji rûyê însên tê hiskirin. 3 12-19 Pel û þaxên daran yên zirav kil dibin. 4 20-28 Ba tiþtên sivik wek toz û kaxizan bi hewa dixe. 5 29-38 Li golan pêl çedibin. 6 39-49 Þaxên daran kil dibin. 7 50-61 Ba meþa peyayekî zor girantir dike. 8 62-74 Ba þaxên daran diþikîne. 9 75-88 Pixêrî xera dibin û ew tiþtên ku li ser xaniyan in ji cihê xwe diqetin. 10 89-102 Dar ji kokê ve duqulipin, xisarên mezin di xaniyan çêdibin. 11 103-117 Bagerên pir bi hêz û xisarên mezin pêk tên. 12 +117 Bagerên herî mezin çêdibin ku tu tiþt li ber wan nasekine. bajmêr-anemometre anemometre, anémometre, Anemometer, anemometer Navgîna ku lez û hêza bayî dipîve anemometre ye. bn. hêza bayî bayê sivik hafif rüzgar, brise-vent faible, Brise-schwacher wind, breeze weak wind bn. hêza bayî bager fýrtýna,tempête, Sturm, storm bn. hêza bayî sir-sur esinti “Sira bê (ba) xwiþîn bi daristanê xist” 18-21 128 bayên planeterî planater rüzgarlar, vents planétaires, planetarische Wind, planetary winds Ji bayên bi hêz yên li peplopozê (bn. troposfer) re tê gotin. bayên berdewam-herdemî sürekli-daimi rüzgarlar, vents costants, ständige Winde, constant winds Ji bayên ku her tim ber bi aliyekî herdem diçin re tê gotin. Ji xwe navendên sîklon û antîsîklonan yên ku van bayan çêdikin jî berdewam in. Girseyên hewayê yên ku ji ser tropîkan radibin ber bi ekwatorê bayên alîze û ber bi hêlîpanên 600 an jî bayên rojava pêk tînin. bn. pesta bilind bayê salane yýllýk rüzgar, vents annuels, ganzjährig wehende Winde, annual winds bn. bayên berdewam, pesta bilind, alîze. alîze alize, alizé, Passat, trade winds Li herdu nîvkadan ji qadên pesta bilind yên li ser tropîkan ber bi qada pesta nizm ya ekwatorê diçin. Bayên alîze berdewam û herdemî ne, lewra jî bayên salane ne. alîzeyên jor-alîzeyên dijalî üst alize-kontralize, contre-alizé, Antipassat, antî-trade wind Li navenda pesta nizm ya ekwatorê hewa ji ber germahiyê bilind dibe. Ev hewa ku herdem bilind dibe li jorê atmosferê ber bi bakur û baþûr (ber bi texma tropîkan) diherikin. Jibo ku aliyê vê hewayê dijaliyê alîzeyên jêr in jê re alîzeyên dijalî an alîzeyên jor tê gotin. Hewa ku bi alîzeyên jor ve ber bi tropîkan diçe li texma tropîkan giran dibin û ber bi erdê tên xwar. Bi vî awayî jî li dor tropîkan dibin sedema pesta bilind. bayên demsalî-nîvsalî yarýyýllýk-mevsimlik rüzgarlar, vents semi-annuels, halbjährig wehende winde, half-yearly winds Ji bayên demsalî mûson, havînî ji deryayê ber bi bejê û zivistanî jî ji bejê ber bi deryayê diçin. Mûson bihar û payizan disekine. bayên dewranî-perîyodîk devirli-periyodik rüzgarlar, vents périodiques, periodische Winde, periodic winds Li ser parzemînan pest li gor demsalan guhêzbar in. Havînan pesta nizm û zivistanan jî pesta bilind çêdibin. Ji ber vê yekê ba jî herdem bi aliyakî ve naçin, ji pesta bilind ber bi ya nizm diçin. Dewrana wek bayê mûsonê demsalek an nivsalek e. Lê hin ba jî hene ku di nav rojekê de aliyê xwe diguherin. Bayên peravan û yên di nabêna çiya û geliyan de pêk tên wisa ne. Dewrana wan nîv roj e. mûson-bayên demsalî muson-mevsim rüzgarlarý, mousson, Monsun, monsoon Di eslê xwe de mûson ji bayê ku li oqyanûsa Hîndê yê ku ji baþûrê rojava tê re tê gotin. Lê di pêvajoyê de wateyeke firehtir stendiye: 1) Bayên oqyanûsa Hîndê yên dewranî (demsalî): Mûsonên havînî (ji oqyanûsê ber bi Asyayê) û yên zivistanî (ji Asyayê ber bi oqyanûsê). 2) Bayên dewranî yên ji Îndûsê heta Japonyayê. 3) Barînên ku bi mûsonên havînî re tên. 4) Bayên dewranî yên ku li herêmên derveyî Asyayê dimînin. 5) Bayê ekwatorê yê ku li rojavayê Efrîqeyê di demsalên barînê de dewsa alîzeyan distîne. 6) Tîpeke îklîmê. 7) Herêma Asyayê ya ku di bin bandora bayê mûsonê de ye. 129 bayên gelemperî egemen-hakim rüzgarlar, vents dominants, vorherrschende Winde, prevalent winds-prevailing winds Li her deverê ba ne yek tenê ye. Ji gelek aliyan ba tên. Lê hin ba hene ku li wê deverê ji bayên din pirtir tên dîtin. Ji vî bayê ku li herêmekê ji yên din pirtir tê dîtin re bayê gelemperî tê gotin. Wek mînak, li gelek deverên Kurdîstanê bayê kur ji yên din pirtir û bi bandortir tê dîtin. Wê gavê li wan deveran bayê gelemperî bayê kur e. Bayên gelemperî li gor demsalan jî ji hev cuda dibin. Wek mînak, li hin deveran zivistanî bayê kur lê havîn an biharan bayekî din pirtir tên dîtin. bayên rojava batý rüzgarlarý, vents d’ouest, Westwinde, westerlies-west winds Ji bayên herdemî yên ku li herdu nîvkadan ji qadên pesta bilind yên tropîkan ber bi qadên pesta nizm yên sûbpolar (li dor hêlîpanên 600) diçin re tê gotin. Li peravên ku tê de derbas dibin barîneke pir pêk tînin. Sedema baranên pir yên li peravên rojavayê Ewropa ev ba nin. Her çiqas navên wan bayên rojava be jî li hin deveran ji baþûrê rojava tên. bayên guhêrbar deðiþken-düzensiz rüzgarlar, vents variables, wechselnde Winde, variable winds Ji bayên ku di bin bandora pestên guhêrbar pêk tên re tê gotin. Wek alîze an bayên rojava ne herdemî ne. Di demeke kin û ne dîyar de aliyê wan tên guhertin. Him aliyê wan û him jî dema wan bê sîstem in. 130 bayên herêmî yerel-bölgesel rüzgarlar, vents locaux, lokale Winde, local winds Li hin navçe an herêman hin ba hene ku ne ji wan bayên berdewam an dewranî ne. Ev ba ji pestên mezin yên herdemî çênabin. Ji hin pestên navçeyî an herêmî çêdibin. Tenê li devereke biçûk wek navçe an herêmekê pêk tên. Li gor cihê ku ji tên germ an sar in. Li gor navçe an herêman navên wan ji hev cuda ne: Mistral, bora, hamsîn... alçalan-yukaridan aþaðý inen rüzgarlar, vent descendant, Fallwind, katabatic wind Ji bayên ku berên wan ber bi jêr in re tê gotin: 1) Tevgerên hewayê yên li qadên antîsîklonan yên ber bi jêr. 2) Bayên ku ji serê çiyayekî ber bi berî an geliyekî nizm diçin. maþelan-bayê sivik meltem, brise, Wind, breeze-wind Ev nav her çiqas ku wateya wê bayê sivik be jî lê bi tevayî jibo bayên ku perîyoda wan nîvroj in tê bi kar anîn. Havînan jibo ku germbûna derya û bejan ne wek hev in li peravan çêdibin. Biroj pirtirîn jî dema nîvroj hewa li ser bejan ji ser ya deryayê pirtir germ dibe û pesta nizm pêk tê. Jibo ku derya li gor bejê hêniktir e pesta wê jî bilintir e. Bi vê sedemê ji ser deryayê ber bi bejê bayekî sivik çêdibe. Ji vî bayî re maþelana deryayê tê gotin. Biþev rewþa hewa û pestê li gor biroj berevajî ye û lewra ji ser bejê ber bi deryayê ba çêdibe. Ev jî maþelana bejê ye. Ev rewþ an sîstem li nav bejan di nabêna çiya û geliyan jî çêdibe. Biroj ba ji geliyan ber bi serê çiyan û biþev jî ji ser çiyan ber bi geliyan diçe. maþelana bejê kara meltemi, brise de terre, Landwind, land breeze winds bn. maþelan maþelana deryayê deniz meltemi, brise de mer, Seewind, sea breeze bn. maþelan maþelana gelîyî vadi meltemi, brise de vallee, Talwind, valley windt bn. maþelan maþelana çiyayî dað meltemi, brise de montagne, Bergwind, mountain wind bn. maþelan werzeba bayê bakurê rojhilat 1- semûr-sebûn bayekî havînî ye, wer tê bawerkirin ku ev ba hin nexweþîyan bi xwe re tîne 131 tayfûn tayfun, typhon, Taifyn, typhoon Bi Çînî wateya vê bêjeyê bayê mezin e. Pirtirîn li deryayên tropîk pêk tên. Ji ber ku pir bi hêz in xisarên gelek mezin tînin holê. babîsok-xortim hortum, trombe d’air, Windhose-Trombe, whirlwind bn. turbulans |