Hezîran xinzirî, gîha li mêrga kuzirî, tiþtek nema ji bilî xurnîvkê û mêwa tirî.

  1. ERDNIGARÎ-COXRAFYA Coðrafya, La Geographie, Die Erdkunde, Geography
  2. 1 erdnigarî coðrafya, geographie, erdkunde-geographie, geography Bi Yûnanî mana wê nîgarkirina (teswîr) dinyayê ye. Ji dema Qlasîk ve her tim pêþve çû ye. Gelek beþên wê hene. Bi gelek zanyarîyên fîzîkî û civakî re têkildar e. Hîmên erdnigarîya nûjen di sedsala 19. an de hatiye danîn. Erdnîgarî, zanyarîyeke ku çêbûn û belavbûna bûyerên fîzîkî, civakî û jîndarî lêkolîn dike. Erdnigarî, gava li ser van bûyeran disekine li gor xwe prensîban bi kar tîne. Erdnigarî, li gor cih û babetan beþ dibe. Li gor cih du beþên erdnigarîyê yên esasî hene: Erdnigarîya gelemperî û erdnigarîya herêmî.

    2 erdnigarîya gelemperî genel coðrafya, géographie générale, allgemeine Erdkunde-allgemeine Geographie, systematic geography Erdnigarîya gelemperî, bûyerên fîzîkî, civakî, jîndarî û aborî li ser tevaya dinyayê lêkolîn dike. Lê erdnigarîya herêmî, li cihekî sînorkirî (bej-parzemîn, welat an herêmeke welêt...) van bûyeran lêkolîn dike. Li gor babetan du beþên esasî yên erdnigarîya gelemperî hene: Erdnigarîya fîzîkî û erdnigarîya mirovîn. Ev beþên erdnigarîyê her yek ji wan di nav xwe de jî beþ dibin.

    3 erdnigarîya fîzîkî fiziki coðrafya, géographie physique, physische Erdkunde-physische Geographie, physical geography Beþa erdnigarîya gelemperî ya ku bûyerên fîzîkî û jîndarî lêkolîn dike. Li gor cureyên bûyeran û çêbûna cihê bûyeran beþ dibe: Jeomorfolojî, qlîmatolojî hwd.

    jeomorfolojî-morfolojî jeomorfoloji-morfoloji, géomorphologie-morphologie, Geomorphologie, geomorphology Babeta vê beþê bûyerên li kada kevirîn (lîtosfer) e. Bûyerên hundir û derve: Zelzele, volqan, bûyerên tektonîk, çem, cemed, ba, maþîna pêlan...

    qlîmatolojî klimatoloji, climatologie, Klimatologie-Klimakunde, climatology Yek ji beþên erdnigarîya fîzîkî ye. Babeta wê bûyerên kada hewayê ye: Germahî, ba, barîn û nedawîbûn (kam), sirûþt û herêmên sirûþtê... Hewanasî (meteorolojî) û fîzîk zanyarîyên herî nêzîk in.

    erdnigarîya avê-hîdrografya hidrografya-idrografya, hidrographie, Hidrographie-Gewässerkunde, hydrography Beþeke erdnigarîya fîzîkî ye, li ser bûyerên kada avê (hîdrosfer) disekine: Pêl, hilatin û dahatin (medücezîr), þîp, taybetîyên ava deryayê yên fîzîkî û kîmyayî...Beþa herî alîkar û nêzîk oseanografya ye.

    jînerdnigarî-bîyoerdnigarî biyocoðrafya, biogéographie-géographiebiologique, Biogeographie, biogeography Beþeke erdnigarîya fîzîkî ye. Rawir (heywan), hêþînahî (gîha û dar û ber) li rûyê dinyayê çawa û bi çi sedeman belav bûne? Têkildarîya sirûþtê (îklîm), bi vê belavbûnê re çi ye? Babeta vê beþê lêgerîn û lêkolîna bersîvên van pirsan in. Dibe du beþ: Erdnigarîya rawiran û erdnigarîya hêþînahîyê (gîha û dar û beran).

    erdnigarîya hêþînahiyê / gîha û dar û beran bitki coðrafyasý, géographie botanique-phytogéographie, Pflanzengeographie-Phytogeographie, plant geography bn. jînerdnigarî

    erdnigarîya rawiran hayvan coðrafyasý, géographie zoologique-zoogéographiet, Tiergeographie-Zoogeographie, animal geograohy bn. jînerdnigarî

    4 erdnigarîya mirovîn beþeri coðrafya, géographie humaine, Anthropogeographie-Geographie des Menschen, human geography Li gor babetan du beþên sereke yên erdnigarîya gelemperî hene: Erdnigarîya fîzîkî û erdnigarîya mirovîn. Babeta vê beþê însan e. Li ser jîyana însên, têkilîyên jîyanê bi der û dora fîzîkî re, cureyên jîyanê, çalakîyên civakî û aborî yên ji teref însanan pêk hatinin disekine.

    erdnigarîya aborî ekonomik coðrafya, géographie économique, Wirtschaftsgeographie, economic geography Beþeke sereke ya erdnigarîya mirovîn e. Her cure çalakîyên aborî yên bi mirovan re têkildar in lêkolîn dike. Hin babetên vê beþê ev in: Her tiþtên hilberîn û bikaranînê, bazirganî, ragîhandin...

    erdnigarîya civakî sosyal coðrafya, géographie social, Sozialgeographie, social geography bn. erdnigarîya mirovîn

    erdnigarîya polîtîk siyasal coðrafya, géographie politique, Politische Geographie, political geography Beþeke ji erdnigarîya mirovîn e. Di nabêna þertên erdnigarî û jîyana dewlet û netewan de çi têkildarî heye? Li bersîva vê pirsê digere.

    erdnigarîya dîrokî tarihi coðrafya, géographie historique, historische Geographie, historical geography Beþa erdnigarîya mirovîn e. Pêþketina erdnigarîyê ya ji sedsala ewil heta îro çawa pêk hatîye? Li ser rewþa erdnigarîya aniha bandora (tesîr) pêþketina dîrokî bi çi awayî çêbûye? Li bersîvên van pirsan digere. Erdnigarîya nûjen, piþtî ku dinya bi tevayî hatîye naskirin û zanyarîyên ji erdnigarîyê re alîkar pêþketinin derketîye holê.

    erdnigarîya bikaranînî /tetbîqî uygulamalý coðrafya, géographie appliquée, angewandte Geographie, applied geography Zanînên erdnigarîya fîzîkî û mirovîn wê di çareserkirina pirs û gelþên însanan yên rojane de çawa bên bikaranîn? Zanînên erdnigarî wê bi çi awayî jîyana însên hêsantir û tekûztir bikin? Bikaranîna erdnigarîyê ya jibo van pirsan babeta vê beþê ye. Çalakîyên li ser zevîyan, hin ceribandinên li laboratûarên erdnigarîyê jibo vê armancê ye.

    5 erdnigarîya herêmî / welatan ülkeler coðrafyasý-yerel coðrafya, géographie régionale, Länderkunde, regional geography Lêkolînên vê beþa erdnigarîyê, li herêmeke sînorkirî ye. Lêkolînên erdnigarîya gelemperî li ser tevaya dinyayê ye, lê lêkolînên erdnigarîya herêmî tenê herêmekê dide ber xwe. Ev herêm dibe parzemînek, welatek, herêmeke welatekî, navçe an gundek be. Lêkolîn, dibe bi gelemperî be û dibe ku di hin babetên erdnigarîyê de be jî. Wek mînak; erdnigarîya fîzîkî ya Kurdîstanê, sirûþta Botan. Di van mînakan de tên dîtin ku him cih ne tevaya dinyayê ye û him jî babet ne hemû babetên erdnigarîyê ne. Hilbijartina cih, babet û metodan li gor nivîskar, lêkolîner û welatan tên guherîn.

  3. GERDÛN Evren, Lunivers, Das Weltall, The Universe
  4. 6 kada asûmanê / ezmên gökküresi, sphère céleste, Himmelskugel, celestial sphere Ji valahîya asûmanê / ezmên û hemû tiþtên di hundirê wê de ne, kada asûmanê tê gotin. Wer tê ramîn (fikirîn) ku dinya di navenda vê kadê de ye.

    tewereya asûmanê gökekseni

    7 cismê asûmanî gökcismi, astre, Gestirn-Himmelskörper, heavenly Navê cismên li kada asûmanê ne. Her cismek, bi navekî tê naskirin. Wek, stêr, roj, heyv... Cismên asûmanî yên wek girseyeke êgir germahî û ronahîyê dipijiqînin, stêr in. Yên din rojgêran, peyk, meteor an tiþtekî din in.

    7 stêr yýldýz, étoile, Stern, star, Ew cismên ku biþev li asûmanê dibiriqin, stêr in. Hin ji wan bi çavan tên dîtin, hin ji wan jî ancax bi dûrbînan tên dîtin. Hemû cismên li asûmanê ne stêr in, tenê ên ronahî û germahîyê didin stêr in. Hin cismên li ber þewqa stêran dibiriqin hene ew ne stêr in, wek heyv an dinyayê. Stêra herî nêzîkî dinyayê roj e. Tevî dinyayê bi qasî deh rojgêran (gezegen) li dor rojê digerin. Ji sazûmana roj û van rojgêranan re rojbend tê gotin

    Stêra Karwankuj Stêra ku di destpêka meha Tebaxê de tê dîtin, 5-6 mehan xwîya dibe. Ev stêr, berî stêra berbangê, di nîvê þevê de hiltê. Lê wek stêra berbangê ew jî bi þewq e. Jibo ku þewqa wan wek hev in, hin kes wan tevlihev dikin û dixapin. Ev tevlihevî carina dibe sedemên tirajîk jî: Tê gotin ku karwanek, biþev li dereke bê xof û tirs disekine û karwanvan dibêjin, “di vê þevreþê de çûyin xeter (talûke) e, em îþev li vir rawestin û bi berbangê re bi rê kevin.” Piþtî demekê hin ji wan stêreke bi þewq dibînin, dibên qey ev stêra berbangê ye, bangî hevalên xwe dikin û bi rê dikevin. Demeke dirêj diçin lê roj hilnayê, di wê nabênê de eþqîya derdikeve pêþîya wan, malên wan talan dikin û ji wan hinekan jî dikujin. Jibo vê bûyerê jî navê vê stêrê, bûye stêra karwankuj.

    Qurix Di meha havînî ya ewil de Komik û di ya duyem de jî Mêzîn hiltê. Qurix jî di 8’ê Tebaxê de hiltê. “Wek nêrîyê ku çavê wî li Qurixê be.” “Heta Qurix hilnê zebeþ çênabin.”

    8 komstêr takýmyýldýzý, constellation, Sternbild, constellation Stêrên li asûmanê bêhejmar in, hin ji wan nêzîkî hev in û bi þiklekî xweser komekê çêdikin, ji van komên stêran re komstêr tê gotin. Kadiz, yek ji van komstêran e. Ji berê de nav li van komstêran hatine kirin. Ji 1922 an vir de navên latînî tên bikaranîn: Andromed, Antlia, Apus, Aquarius, Aquila hwd. Cihên wan ên di valahîya asûmanê de bi qoordînatên kada asûmanê tên tesbît kirin. Giþa wan 88 kom in.

    Hirçê Mezin Büyükayý, Grande Ourse, Grosser Bär-Grosser Wagen, Great Bear, Komstêra ku bi heft stêrên xwe wek çoçik an cezweyê qahwê ye. Bi alîkarîya vê komstêrê, dîtina stêra bakur hêsan dibe: Dirêjahîya her du stêrên binê cezwe (komstêrê) ku 1 be, 5 qat ji vê dirêjahîyê dûrtir stêrek bi þewq tê dîtin, ji vê stêrê re stêra bakur / cemserê tê gotin. Cihê xwe naguhere û herdem li bakur e. Di nav gel de ji vê komstêrê re Heftbira, Termê Merxê / Maxirê tê gotin. Stêra bakur, yek ji stêrên Hirçê Biçûk e,stêra ewil û ya herî bi þewq e. Hirçê Biçûk jî ji 7 stêran pêk tê.

    Hirçê Biçûk küçükayý, Petite Ourse, Kleiner Bär-Klainer Wagen, Little Bear Li hin deveran jê re Termê Adem / Nehê tê gotin. bn. Hirçê Mezin

    Stêra Cemserê / Bakur kutupyýldýzý, Étoile Polaire, Polarstern, Pole-star bn. Hirçê Mezin

    Kadiz samanyolu, Voie Lactée, Milchstrasse, Milky Way Di þevên sayî û þevereþan de li asûmanê wek rêyeke sipî xwîya dike. Tê gotin ku merivek çûye dizîya kayê, di vegerê de ji ber ku çewalê wî bi qul bûye ka li pê wî rêz bûye û ev rêza kayê bûye komstêr, lewra jê re dibên kadiz.

    9 nebûla nebûla-bulutsu, nébuleuse, Nebelfleck, nebûla Komeke ji gaz û tozê pêkhatî ye, di valahîya asûmanê de li dor tewereya xwe hêdîka digere. Li gor teorîyê rojgêran jî di destpêkê de wek nebûlayê bûne. Gelek þiklên nebûlayan hene. Nebûlaya herî nêzîkî dinyayê Andromed e, dûrbûna wê ya ji dinyayê teqrîben 800.000 saletîrêjê ye. bn. saletîrêj

    dûvstêr kuyrukluyýldýz, comète, Komet, comet Wek nebûlayan ew jî ji gazê çêbûye. Li asûmanê di gerîngeheke kivþe de digere. Hin dûvstêr, bi rojbendê ve girêdayî ne û li dor rojê dizîvirin. Di vê zîvirînê de nêzîkî dinyayê jî dibin, bi qasî çend hefteyan ji dinyayê tên dîtin. Ji van dûvstêran ya herî nas, Halley e. Halley, gera xwe di 77 salan de diqedîne, gera wê ya dawîn ya ji dinyayê ve hate dîtin di 1994 an de bû. Du perçên wê hene: Serî û terî (dûv). Serî biçûk e, lê terî pir dirêj e û herdem berevajîyê rojê dirêj dibe.

    stêra rijyar-stêrerij akanyýldýz-meteor-göktaþý, météore, Meteor, meteor Hin cismên biçûk yên tevî rojbendê ne. Hin ji wan qasî tozekê biçûk in, lê pir hiþk in. Tu rêyeke wan ya kivþe tune, bi her alî û bi lezeke pir digerin. Gava dikevin sînorê atmosferê jibo ku leza wan pir in diþewitin û dibin wek alavîya êgir û ji hev belav dibin. Carinan hin perçên wan dikevin erdê û ji wan re meteorit (kevirê asûmanê) tê gotin.

    xuricîn yýldýz kaymasý bn. stêrerij

    10 rojbend güneþ sistemi système solaire, Sonensystem, solar system Roj, stêra herî nêzîkî dinyayê e. Navenda 9 rojgêran û hin cismên din e. Rojgêran û ev cismên din, bi dûrahî û gerîngeheke kivþe li dora rojê dizîvirin. Ji vê sazûmanê re rojbend tê gotin. Li gor teorîya Kant-Laplace, rojbend, di destpêkê de wek nebûlayên îro li asûmanê tên dîtin bûye.

    Roj Güneþ, Soleil, Sonne, Sun Stêra ku navenda rojbendê ye. Roj, wek girseyeke agirîn ronahî û germahîyê dipijiqîne.Germahî û pesta (basinç) wê ber bi navendê zêdetir dibe. Li rûyê wê germahî 6000 derece ye, dûrbûna wê ya ji dinyayê 150 milyon km. ye. Tîrêjên wê di 8 deqîqe û 16 sanîyeyan de digihêje dinyayê. Nîveþkêla wê, ji ya dinyayê 109 qatî mezintir e (qasî 695.000 km.). Zîvirîna li dor tewereya xwe di 25 rojan de diqedîne. Güneþ, Soleil, Sonne, Sun Stêra ku navenda rojbendê ye. Roj, wek girseyeke agirîn ronahî û germahîyê dipijiqîne.Germahî û pesta (basinç) wê ber bi navendê zêdetir dibe. Li rûyê wê germahî 6000 derece ye, dûrbûna wê ya ji dinyayê 150 milyon km. ye. Tîrêjên wê di 8 deqîqe û 16 sanîyeyan de digihêje dinyayê. Nîveþkêla wê, ji ya dinyayê 109 qatî mezintir e (qasî 695.000 km.). Zîvirîna li dor tewereya xwe di 25 rojan de diqedîne.

    11 rojgêran gezegen, planète, Planet, planet Du tevgerên rojgêranan hene: Li dor tewereya xwe û li dor stêrê. Rojgêran, ronahî û germahîyê nadin, ronahîya stêra nêzîkî xwe wek mirêkekê dibiriqînin. Dinya, ji van rojgêranan yek e.

    Merkur merkür, Mercure, Merkur, Mercury Ji rojgêranên rojbendê ya herî biçûk û nêzîkî rojê ye. Gerîngeha wê ji ya dinyayê daketîtir û kivþtir e. Ji ber vê rewþa wê, dûrbûna wê ji Rojê di nabêna 46-70 milyon km. de ye. Zîvirîna wê ya li dor tewere û gerîngeha wê wek hev e, 88 roj.

    Wenus venüs, Vénus, Venus, Venus Li gor dûrbûna ji Rojê rojgêrana duyem e. Li gor me li asûmanê cismê herî bi þewq, piþtî roj û heyvê Wenus e. Sibehan berî roj hilê li rojhilat, êvaran jî piþtî roj dihare ava li rojava xwîya dibe. Gava nêzîkî dinyayê dibe, biroj jî xwiya dibe. Ji dinyayê piçekî biçûktir e (hecmê dinyayê 1 be yê Wenusê 0.9 e). Di nav gel de, wek stêra berbangê / þefeqê / þivanan tê bi nav kirin.

    Mars Mars, Mars, Mars, Mars Yek ji rojgêranên rojbendê ye. Ji vê rojgêranê re Merîx jî tê gotin. Du peykên vê rojgêranê hene: Deimos, Phobos. Li ser wê hin deq xwîya dibin. Bi telesqopê rûyê wê tê dîtin û lêkolîn li ser çêdibin. Ji xwe ji cismên asûmanê yên herî pir lêkolîn li ser tên kirin yek jê jî Mars e. Bi alîkarîya peykan wêneyên Mars û Wenusê hatine kiþandin. Jîyan, liser heye an tune? Gengeþîyên li ser vê pirsê herî pir jibo Marsê çêdibin.

    Jupîter jüpiter, Jupiter, Jupiter, Jupiter Rojgêrana herî mezin e. Hecma dinyayê 1 be, ya wê 1295 e. 11 peykên wê hene; ji wan 4 heb mezin in, ya herî mezin Ganymed e, du caran ji heyvê mezintir e.

    Saturn Satürn, Saturne, Saturn, Saturn Yek ji rojgêranên rojbendê ye. Taybetîyeke wê xeleka dora wê ye. 9 peyken wê hene.

    Ûranus uranüs, Uranus, Uranus, Uranus Rojgêraneke rojbendê ye.

    Neptun neptün, Neptune, Neptun, Neptune Rojgêraneke rojbendê ye.

    Pluton Plüton, Pluton, Pluto, Pluto Ji rojgêranan ya herî dûrî Rojê ye. 4 milyar km. dûrî rojê ye.

    Dinya Dünya, La Terre, Erde, the Earth Rojgêrana rojbendê ya ku li ser jîyan heye dinya ye. Dûrbûna wê ya ji rojê 149.5 milyon km ye, gera wê ya li dor rojê 365 roj û 6 seet e. 
    Nîveþkêla Ekwatorê ......... 6.378.388 m (a) 
    Nîveþkêla Cemserê .......... 6.356.912 m (b) 
    Daketîbûn ..................... a-b:a=1/ 297 
    Dora Ekwatorê ............... 40.076.594 m 
    Dora Cemseran .............. 40.009.151 m 
    Aqar ............................ 510.101.000 km2  
    Hecm .......................... 1.083.320.000 km

    peyk uydu, satellite, Satellit, satellite Cismên asûmanê yên li dor rojê û rojgêranekê digerin. Heyv, peyka dinyayê ye. Hin rojgêran xwedîyê gelek peyk in, yên Jupîterê 11 ne. Peyk, bi hêza kiþînê ya li ser rojgêrana ku pê ve girêdayî ye dibe sedemê hin bûyeran. Wek mînak, sedema sereke ya bûyera dahatin û hilatina avê (meddücezîr) ya li dinyayê, hêza kiþîna heyvê ye. 

    12 Heyv-Hîv-Hêv-Meh Ay, la Lune, Mond, Moon Peyka dinyayê ye. Ji cismên asûmanê ya herî nêzîkî dinyayê heyv e, dûrbûna wê 384.000 km. ye. Eþkêla wê 3.473 km., hecmê wê jî 1/49 ê dinyayê ye. Li gor lêkolînên heta aniha av û hewa lê tune.

    demên heyvê ayýn evreleri, phases de la Lune, Mondphasen, phases of the moon Roj, nîvê heyvê ronî dike û nîvê din tarî dimîne. Xwîyabûna heyvê ya ji dinyayê, her dem ne wek hev e. Roja mehê ya yekem, heyv di nabêna roj û dinyayê de dimîne, ji ber vê rewþê rûyê heyvê yê ronî ji dinyayê xwîya nabe. Ji vê rewþê an demê re ...tê gotin. Piþtî rojekê dudan heyv, ji rojava wek dasekê xwîya dike, ji vê rewþa heyvê re lêvdas-lêvedas-hiþkedar tê gotin. Heyv, di vê rewþa lêvdas de zû dihare ava. Roja 14 an, dinya di nabêna heyv û roj ê de ye. Di vê demê de heyv tam wek hevêrkeyekê xwiya dike, yanî tevaya rûyê wê ronî ye. Ji vê demê re heyva çardeþevî tê gotin. Roja 7 û 14 an , nîvê heyvê ji dinyayê xwîya dibe, ji van deman re jî .... tê goton.

    13 saletîrêj ýþýk yýlý, annèe-lumière, Lichtjahr, light-year Pîvaneke astronomîyê ye, jibo pîvana dûrbûna cismên asûmanê ji dinyayê tê bikaranîn. Leza tîrêjê di saniyê de 300.000 km. tê qebûlkirin. Li gor vêya dûrbûna rojê ya ji dinyayê 8 deqîqe û 16 saniyeyên tîrêjê ye . Dûrbûna Stêra Cemserê ya ji dinyayê, 40 saletîrêj e. Saletîrêj = 365*24*60*60*300.000 km.

    14 gerîngeh-rêgah yörünge, orbite, Bahn, orbit Du gerên rojgêranan hene: 1- Li dor tewereya xwe 2- Li ser gerîngeha xwe. Rêya rojgêranan ya gera duyem wek elîpsê ye, ji vê rêyê re gerîngeh an rêgah tê gotin. Dinya, gera xwe ya li ser gerîngehê di 365 ¼ rojan de diqedîne, ji vê demê re sal tê gotin.

    xelek çember, cercle, Kreis-Reifen, circle çember, cercle, Kreis-Reifen, circle

    hevêrke daire, cercle, Kreis, circle

    tevgera li ser gerîngehê yörünge üzerindeki hareket, rèvolution, Revolution, revolution bn. gerîngeh

    tevgera li dor tewereyê eksen etrafýndaki hareket, rotation, Rotation-Umdrehung, rotation bn. gerîngeh

    15 girtina rojê güneþ tutulmasý, éclipse de Soleil, Sonenfisternis, eclipse of the sun Gava heyv an cismekî asûmanî yê din dikeve nabêna dinya û rojê, roj ji dinyayê xwîya nabe û dinya tarî dibe. Ji vê rewþê re girtina rojê tê gotin.

    girtina heyvê ay tutulmasý, èclipse de lune, Mondfinsternis, eclipse of the moon Gava dinya dikeve nabêna heyv û roj ê, heyv rojê nabîne û di tarîyê de dimîne. Ev rewþa, girtina heyvê ye.

    16 hilatina cismekî asûmanî doðuþ ‘bir gök cisminin’, lever “d’un astre”, Sternaufgang, rising of a celestial bady Gera dinyayê ya li dora tewereya xwe, ji rojava ber bi rojhilat e. Di nabêna vê gerê de roj an cismekî din li ser asoyê xwîya dibe, ev hilatin e. Roj, her sibe ji cihekî derdikeve ser asoyê, yanî hiltê. Cihê ku roj jê hiltê û seeta wê, li gor demsalan û cihê erdnigarî tê guherîn. Roj, êvaran jî li hêla rojava di nav asoyê de wenda dibe, ev jî avabûn e.

    16 avabûna cismekî asûmanî batýþ ‘bir gök cisminin’ bn. hilatina cismekî asûmanî

    16 kulmînasyona cismekî asûmanî külminasyon ‘bir gökcisminin’, culmination “d’un astre”, Kulmination eines Sternes, culmination of a celestial body Di nabêna hilatin û avabûna cismên asûmanî de demek heye ku cism, di asûmanê de herî bilind dibe, ev dema herî bilind kulmînasyon e. Piþtî vê demê cism, cardin nizm dibe, ev nizmbûn heta avabûnê dom dike. Ji hilatinê heta kulmînasyonê cism di asûmanê de bilind dibe û jê pê ve nizm dibe heta avabûnê.

geri.gif (187 bytes) yukari.gif (954 bytes) ileri.gif (181 bytes)

Hosted by www.Geocities.ws

1