MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Ziman
  • Ferheng: soranî - kurmancî: Nn -2-

  • Ferheng: soranî - kurmancî
    Daner: Husein Muhammed: [email protected]


    Nn (ن)

    Na...

     ne ne, na (nîşana ne-erêniyê / negasyonê), dw belê, erê, e, a, be, ba

    ne- ne- (pêşbendikek e wateya negatîv dide lêkeran): nehat, nedeçû nediçû, nemdezanî min nedizanî

    neba neku, ne wa be ku

    nebada bn neba

    neberd 1) rd çeleng, fêris, egîd, wêrek, gernas, biste, bisteh, xweşmêr 2) nd pevçûn, lêkketin, lêkdan, pevketin

    neberdî çelengî, fêrisî, egîdî, wêrekî, gernasî, bistehî, xweşmêrî

    nebez nebez, kesa/ê yan tiştê ti kes nikariyê

    nabir ko, kuh, nebirr, deviknexweş

    nebûnî 1) nebûnî 2) nebûnî hejarî, belengazî, feqîrî

    nedar nedar, hejar, perîşan, feqîr, belengaz

    nedîw 1) nedîtî 2) nediyar, nexwiya, neberçav

    nedû kêmbêj, kêmsuhbet, kesa/ê pirr kêm diaxive

    nefam nefam, bêfam, nefehm, bêfêm, negihiştî, kesa/ê tê nagihe, kesa/ê fam nake (t zarrok)

    negenîw negihiştî, kerrik, fêkiyê hê negihaye wê heyama peresîna xwe ku kêrî xwarinê bêt

    negîraw negirtî

    negor neguherr, neguhorr, tişta/ê naguherre

    neguncaw kêrnehatî, bêkêr, nekêrhatî

    nehat 1) nehat, hatina xwe bi cih neanî 2) bela, bûyerek xirab / hêvînekirî

    nehatî 1) nehatî, ya ku nehat; tu nehatî 2) mixabin, çi heyf e ku

    nehêl nehêl, tişta/ê ku rê nade tiştek dî, dij-: topî firokenehêl topa dij-firoke

    nehêlan nehêlan, nehêştin, nehiştin, nehêliştin, rê nedan, rê li ber girtin, destûr nedan, asteng kirin

    nefel nefel (giyayek e)

    nefir borû, lûlî, lûle (alavek muzîkê ye)

    nefrîn nifrîn, kerb, kîn, nalet, xezeb

    negbet bextreş, bêsiûd

    negbetî bextreşî, bêsiûdî

    negrîs rezîl, riswa; çill, çepell, çirûk

    negrîsî rezîlî, riswayî; çillî, çepellî, çirûkî

    neheng neheng, hût, cûnê mezintirîn candarên deryayî

    nejad nijad, ejdad, binyat, rêgez, nifş, tov, tuxm, serekanî, serçav

    nejadî 1) nijadî, ejdadî, binyatî, rêgezî, nifşî, tovî, tuxmî 2) resen, heqîqî, orijînal, serekî

    nejadperest nijadperest, rêgezperest, rasîst

    nejadperestî nijadperestî, rêgezperestî, rasîzm

    nejnew kerr, nebihîz, kesa/ê (baş) guh li dengan nabe

    nejnewa neguhdar, kesa/ê bi gotina / fermana / şîreta kesek dî nake

    nejnewayî neguhdarî

    nek ne, ne ku, nek: Min awim dewê, nek nan Min av divê, ne nan

    nekeroz hên, hênik, hîn, hûnik, tişta/ê ne zêde sar û ne jî zêde germ

    nekute! nemînî! qeda li te bikeve! Xwedê te nehêle!

    nem- min ne-: nemwut min negot, nemkird min nekir, nemxward min nexwar

    nemam şiv, şivik, şitil, dara kêmtemen

    neman neman, hindabûn, mirin, pûçbûn

    neman- me ne-: nemanxwênd me nexwend, nemanbirjand me nebiraşt / nebirijand, nemanparast me neparast

    nemande- me nedi-: nemandexwênd me nedixwend, nemandebirjand me nedibiraşt / nedibirijand, nemandeparast me nediparast

    nemane- bn nemande

    nemaw nemayî, tişta/ê nemaye

    nemaze nemaze, nexasme, bi taybetî

    nemde- min nedi-: nemdewut min nedigot, nemdekird min nedikir, nemdexward min nedixwar

    neme- bn nemde-

    nemir nemir, kesa/ê yan tişta/ê namire (t mecazî)

    ne'na nane, ne'ne', mînt

    nenasraw nenas, kesa/ê yan tiştê nayê nasîn yan zanîn

    nene pîrê (bangkirina li dapîran)

    neng 1) fihêt, fedî, şerm, hetik, eyb 2) kêmasî, kêmûkasî 3) rexne

    nengdar 1) şermîn, şermok, fihêtker, fedîker 2) bikêmasî, netemam

    nengname (wêjeya / hunera) qerf, henek, pêkenî, satîr, îronî

    nenk dapîr, pîr, dayika / diya babê / diya kesekî

    neperûşk pencirrk, pencik, nînok (t yên tûj yên firrindeyan)

    neqar kevirkirr, berbirr, kesa/ê keviran / beran dibirre daku kêrî avahiyan / xaniyan bên

    neqarî kevirbirrî, berbirrî

    ner nêr, dw mê: nereşêr nêreşêr, şêrên nêr

    nerandin nirrîn, dengê nirre-nirr (yên şêran û hin lawirên dî)

    nerd kab, kabik, zar, nerd, tiştikek çaralî ye û li her alî jimarek ji yekê ta şeşê lê hatiye nivîsîn û ev tiştik tê hilavêtin û dema dikeve erdê jimara aliyê serî kîjan be li ber ya hevrikê wî tê ceribandin bo diyar bibe ka yê kê mezintir e ew bi ser ket

    nerde tan, kozik, çeper

    nerdeban pêstirk, pêpelûk, nerdewan, alavek e cihê danîna piyan li ser heye daku mirov pê hilkeve ser banî yan derek dî ya bilind

    nerdên kabanê, zaranê, nerdanê, lîstika / yariya / baziya bi kaban / zaran / nerdan

    nere ne, na, nexê, nexêr, dw erê, belê

    nere, nerener nirre-nirr, dengê şêran û hin lawirên dî

    ne'rete bn narete

    nerît rêç, rêzik, rêbaz, nerît, edet, irf, irf û edet, dab, dab û nerît, şop, kevneşop

    nerîtî rêçî, rêzikî, rêbazî, rêçikî, edetî, nerîtî, kevneşopî

    nerm nerm, dw req

    nermayî bn nermî

    nerme nerme, cihê nerm: nermey ran nermeyê ranî, parçeya nerm ji ranî

    nermenêşk hên, hênik, hewayê nerm

    nermêtî bn nermî

    nermî nermî, nermatî

    nermîle bn nermole

    nermîn nermîn, kesa nerm û narîn

    nermole nermik, nermok

    nerm-û-niyan nerm û narîn

    nerm-û-nol nerm-û-nol, nerm û xweş

    neskene bn zemîle

    nesrîn nesrîn (gulek û navek keçan e)

    nesû req, hişk; dijwar

    neşm şêwaz, stîl, dirûv, darişt, awa, reng

    neşmîle delal, rind, xweşik, berkeftî, jêhatî

    neşter nişter (alava nojdaran ya emeliyatkirinê)

    neşterger, neşterkar cerrah, emeliyatker

    net- te ne-: netwut te negot, netbird te nebir, nethêna te neanî

    netan- we ne-: netangirt we negirt, netanwîst we nexwest, netanjimard we nejimart / nehijmart

    netande- we nedi-: netandegirt we nedigirt, netandewîst we nedixwest, netandejimard we nedijimart / nedihijmart

    netane- bn netande-

    netde- te nedi-: netdewut te nedigot, netdebird te nedibir, netdehêna te nedianî

    nete- bn netde-

    netewe netewe, milet, gel, xelk; nijad, ejdad, binyat

    neteweperist neteweperwer, evîndara/ê neteweya xwe; neteweperest, kesa/ê neteweya xwe ji neteweyên din hêjatir dihesibîne

    neteweperistî neteweperwerî; neteweperistî, nasyonalîzm

    netil bn dij

    newa I newa, awaz, melodî, stiran

    newa II neba

    newa III rehet, xweş, tişta/ê li gor dilê mirovî

    newandin nizmandin, daînan, da-anîn, anîn xwarê, nizm kirin

    newaxwên stiranbêj, newaxwîn, awazxwîn

    newazişt nazdarî, xweşkirina dilê kesekî bi gotinên pirr xweş yên ne tam li gor rastiyê

    newe nevî, torin, zarrokên zarrokên kesekî

    newed not (90), nehwêt, nod, newhêt

    newedemîn notem, notemîn, ya / yê / yên notê / notan

    newedhemîn bn newedemîn

    newek, newekû bn 1) nek; 2) neba

    newêr newêr, tirsok, kesa/ê yan lawira/ê newêre

    newî çal, kûrgeh, cihek biçûk yê ji derdorên xwe kûrtir

    newîn 1) daketin, ketin, ketin xwarê, ketin jêr; noqîn, bin-ax yan bin-av bûn 2) dest avêtin (tiştekî), tiştek girtin: Newîm le qulfekey qorîkeke Min dest avêt çembilê çaydankî / Min çembilê çaydankî girt

    newr bn newî

    newroz newroz, nevroz, nûroj, cejna neteweyî ya kurdan û hin gelên dî yên îranî ku li 21ê adara her sala zayînî tê pîrozkirin û pê re salek nû ya newrozî (ango kurdî) dest pê dike

    news nefs, hez, daxwaz, hewes

    newsin nefsmezin, hesûd, kesa/ê pirr tiştan dixwaze

    newş dirûv, nîgar, nexş, wêne, şêwe, awa

    newşe bn honrawe

    newt neft, petrol

    newtî neftî, tişta/ê ji neftê yan bi neftê hatiye çêkirin; neftî, rengê keskî tarî

    newîs necis, pîs, rezîl, riswa

    newîstiraw neviyayî, nehezkirî, tişta/ê jê nayê hezkirin

    newûtraw negotî, tişta/ê nehatiye gotin; nebêjber, tişta/ê nikare bêt gotin

    nexêr na, nexê, nexêr, ne, no, dw belê

    nexo bn neba

    nexoş nesax, nexweş, nisax, xeste

    nexoşewan nexweşvan, nesaxvan, perestyar, hemşîre, kesa/ê çavdêriya nexweşan dike

    nexoşî nexweşî, nesaxî, xesteyî, nisaxî

    nexş nexş, nîgar, dirûv, wêne, şikil

    nexşandinewe nexşandin, dirûvandin, nîgarandin, şikilandin, dirûv / nîgar / nexş / şikil kirin

    nexşaw nexşandî, nîgarkirî, dirûvandî, şikildar

    nexşbend nexşbend, nexşker, kesa/ê nexşan çêdike

    nexşdar nexşdar, binexş, dw sade, yekreng

    nexşe 1) nexşe, xerîte 2) nexşe, plan, bername, program

    nexşîn 1) nexşîn, binexş, nexşandî 2) delal, xweşik, spehî, rind, bedew

    next piçek, kêm, ne gelek

    nexwêndewar nexwendewar, kesa/ê nizane bixwîne

    ney- wê ne-; wî ne-: neygirt wê / wî negirt, neysend wê / wî nestand, neyxwênd wê / wî nexwend

    neyan- wan ne-: neyangirt wan negirt, neyansend wan nestand, neyanxwênd wan nexwend

    neyande- wan nedi-: neyandegirt wan nedigirt, neyandesend wan nedistand, neyandexwênd wan nedixwend

    neyane- bn neyande-

    neyar neyar, dijmin

    neyde- wê nedi-; wî ne-: neydegirt wê / wî nedigirt, neydesend wê / wî nedistand, neydexwênd wê / wî nedixwend

    neye- bn neyde-

    neyî 1) neyî, ya ku nîne 2) ne-erênî, negasyon, negatîv

    nezan nezan, kesa/ê (ti tiştî) nizane

    nezanraw nenas, tişta/ê nayê zanîn / nasîn

    nezle serêş, serêşî

    nezok nezok, stewr, jina zarrokan naîne

     

    nezr bn nizir

    nêçîr nêçîr, rav, seyd, şikar, rahêlan / dandû û girtina / kuştina lawirên kûvî

    nêçîrewan nêxçîrvan, ravkar, şikarvan, seydvan

    -nêj- rayê demên nihoyî ji lêkera naştin

    nêjran binax bûn, defin bûn, bb naştin

    nêjraw binaxbûyî, definbûyî; binaxkirî, definkirî

    le, nêlenêl bn nêrg

    nêr nêr, maskûlîn, dw mê; mêr, wêrek, biste, egîd, gernas; rz zayendnêr

    nêrane mêrane, bi mêranî

    nêrbaz nêrbaz, mêrgayî, nêrgayî zelamê têkiliyên cinsî bi zelaman re hene; sodomît

    nêrbazî nêrbazî, mêrgan, nêrgan, sodomî

    nêrdiraw şandî, hinartî, nartî, ya / yê ku hatiye hinartin; nûçegihîn, peyamnêr, ragihîner

    nêreker nêreker, kerê nêr, dw maker

    nêrekew nêrekew, kewê nêr, dw mêkew

    nêremûk nêremûk, bîseksuel, kesa/ê têkiliyên cinsî hem bi jinan û hem jî bi zelaman re hene yan dixwaze hebin

    nêremûkî nêremûkî, bîseksuelî

    nêrer şîner, nêrer, hinêrer, birêker, virêker, kesa/ê yan aliyê tiştekî dişîne / dihinêre

    nêrewan nêrevan, zêrevan, çavdêr, sehker

    nêrg gurr, geş

    nêrge karîte, kêran, max, garîte, darên serban xwe li ser digire

    nêrgele qelûna avê

    nêrgis bn nêrgiz

    nêrgiz nêrgiz, nêrgis (cûnek gulan e, bot Amaryllidaceae, Narcissus poeticus)

    nêrgizcar nêrgizistan, dera nêrgiz lê şên dibin / bûne

    nêrî 1) nêrî, nêrîtî, maskûlînî 2) nêrî, bizinên nêr

    nêrîne 1) nêrîne, maskûlîn 2) sereke, serekî: nêrîney aw rûbarê sereke (yê çemekî), xeta serekî ya avê

    nêrraw bn nêrdiraw

    nêske meşa hespan, gavên / birêveçûna hespan

    nêw nav, nêv, navber

    nêwan navber: le nêwan ême û êwe da di navbera me û we de

    nêwanneteweyî bn nêwneteweyî

    nêwdewlletî, nêwneteweyî navneteweyî, enternasyonal, karûbarê têkiliya ji yekî zêdetir neteweyan / gelan pê heye; navdewletî

    nêwko navkom, lobî

    nêwkogir navkomkar, lobîker, lobîst

    nêwkoyî navkomî, têkiliyên navbera koman

    nêze bn rim

    nifş bn newş

    nift, niftûniwê nipînû, pirr nû, aniha-derketî

    nige bêrî, hêvî, daxwaz

    nihêm zever, şiyan, taqet, hêz; zor, tade

    nihêmbexş tdaeyî, bizor

    nihên raz, nihên, sirr, surr, tişta/ê nediyar / nexwiya yan nayê zanîn

    nihênbir razbirr, nihênbirr, sirrbêj, kesa/ê razan / sirran diyar dike, nepêbawer

    nihênbîn razbîn, nihênbîn, sirrbîn, kesa/ê bi hinêra xwe ya der-siriştî dikare razan diyar / xwiya bike

    nihênbînî razbînî, nihênbînî, sirrbînî, hinêra xwiyakirina / diyarkirina sirran

    nihêngir razgir, nihêngir, sirrgir, razparêz, kesa/ê razan / nihênan diparêze ango nahêle diyar bibin

    nihênî razber, nihênî, veşartî, nediyar, nexwiya

    nihênpoş razpoş, nihênpoş, sirrpoş, kesa/ê yan tişta/ê dikare razan veşartî / nediyar bihêle / biparêze

    nihênyar razyar, kesa/ê ji parastina razan / nihênan hez dike yan / û wan diparêze

    nihom qat, tebeq, çîn

    nij nij, noj, nişter, alava pêbirrîna leşî ji alî doktoran ve

    nijar kelek [k-ya nerm wek kêm / kes], dîwarê bêserban yê ji keviran / beran hatiye çêkirin (t li dor zeviyekê yan ava coyekê)

    nijdar nijdar, nojdar, cerrah; pizîşk, bijîşk, doktor, hekîm, luqman

    nikandin kinîn, kinkin ji xwe anîn, kirin kinkin (t dema li ber girînê ye lê nagirî)

    nike, nikehûr, nikenik (dengê) kinkin

    nikûl haşatî

                          ~ kirdin hatî kirin, gotin filan tişt ne rast e yan ne wa ye

    nim çip, dilop, lib (t dilopên baranê yên hûrik)

    nimayişt nimayîş, pêşkêşî, pêşangeh

    nimdar şil, dw ziwa, zuha

    nime bn nim

    nimebaran hûrebaran, baran hûr-hûr dibare

    nimek 1) xwê, xweyê 2) minet

    nimekbeheram bn nimekkwêr

    nimekdan xwêdank, amana xwê tê de tê parastin

    nimekkwêr bêminet, kesa/ê ji qenciya xelkê lê kiriye ne spasdar e

    nimekkwêrî bêminetî

    nimeknas minêkar, spasdar, minetkar, kesa spasiya xelkê dike bo qenciya li wî hatiye kirin

    nimend betenî (nivîn)

    nimendmal betenîçêker

    nimendzîn sercil (cila li hespan / keran tê kirin)

    nimînek bn nimûne

    nimre jimare, nimre, reqem

    nimûne nimûne, mînak, mîsal, modêl, prototîp

    nimûneyî nimûneyî, mînakî, tişta/ê ku mînaka / nimûneya tiştine dî ye yan dikare bibe nimûne bo wan

    niqandin axîn kişandin, kirin "ax"

    niran (passîv ji nan II) hatin danîn / danan / deynan; bi cih bûn, hatin bicihkirin; çêbûn, diristbûn

    nirk, nirke bn nalenal

    nirkandin bn nalandin

    nirkenirk bn nalenal

    nirkûhûr bn nalenal

    nirtûniwê nipînû, pirr nû

    nirx nirx, biha, qîmet, fiyet

    nirxdar nirxdar, bihadar, binirx, biqîmet, bihagiran, nirxbilind

    nisar bn nizar

    nisê bn sîber

    nişêw nişîv, berjêr

    nişîmen, nişînge jîngeh, nişîngeh, war, lêmangeh, cihê jiyana kesekî yan tiştekî

    nişk nişk, zû, tavil, di cih de, bn kutupir

    niştecê niştecî, niştevan

    nişustî F şkest, têkçûn, derbe, dw serketin, serkeftin

    niwale gurz, qeft, destik (t çilû yan pel yên bi hev ve hatine girêdan)

    niwandin bn nivandin, razandin, wa kirin ku kesek binive / raze

    niwê nû, nuh; taze, terr, teze dw kevn

    niwêj nivêj, nimêj, lava, dua

    niwêjen nûjen, modern, hevçerx, hevdem

    niwêjga nivêjgeh, mizgeft, nimêjgeh, xaniyê / odeya bi taybetî bo nivêjan hatiye bijartin

    niwêjî binivêj, binimêj, kesa/ê leşê wê / wî paqij e û kêrî nivêjkirinê tê

    niwêjker nivêjker, nimêjker, kesa/ê misilman ya / yê pênc nivêjên xwe yên ferz rojane dike

    niwêkar nûkar, piyoner; modernîst; reformîst

    niwên nivîn (doşek, lihêf, betenî, balguh û hwd yên mirov li ser yan li bin dinive / radize, bi xwe dadide yan datîne bin serê xwe)

    niwêner bn nuwêner

    niwêroj newroz, nûroj, nevroz, (roja / cejna) sersala kurdan û hin gelên din yên îranî

    niwêxwaz nûxwaz, reformîst; nûjenxwaz, modernîst

    niwêxwazî nûxwazî, reformîzm; nûxwazî, modernîzm

    niwêyî nûyî, nuhî, nûyîtî

    nixun sernişîv, serberjêr, tişta/ê serê wê / wî li jêr û binê wê / wî li jor

    niyan jêkvekêş, elastîk, fleksîbel

    niyan cûnek giya ye

    niyar I niyar, fikir, hizir, raman, pûnij

    niyar II şano, dik, sehne, tiyatro

    niyarî I niyarî, fikrî, ramanî

    niyarî II şanogerî, karûbarên şanoyê / tiyatroyê

    niyaz niyaz, niyet, nêt, daxwaz, hêvî

    niyazkar niyazkar, hêvîdar, umêdewar

    niye nîne, tine ye, niye

    niza 1) tika, lava, rica, daxwaz, hêvî 2) nifrîn, nalet, hêviyên xirab

    nizar nizar, betena / aliyê bersîber yê çiyayî / girikî, dw berroj

    nizim bn nizm

    nizir soz, soz û peyman, sond

    nizîk nêz, nêzîk, nêzing, dw dûr

    nizîkan: lem nizîkane (da) / bem nizîkane (da) li van nêzîkan, li van demên herî dawîn, ne ji mêj ve

    nizîke nêzî, nêzîkî, derdorî, hema bêje, teqrîben: nizîkey sed kes nêzî sed kes

    nizîkî nêzîkahî, nêzî, nêzîkî

    nizm nizm, dw bilind

    nizmayî bn nizmî

    nizmî nizmî, nizmatî, dw bilindî, bilindahî

    nizûle bn niza

    nîga:

                   ~ kirdin çav lê gerrandin, berê xwe danê, lê nerîn (bi lez û bez, ne kûr û dirêj)

     

    nîgadar 1) balkêş, mereqdar 2) nêrevan, zêrevan, çavdêr, sehker

    nîgar nîgar, nexş, wêne, resim, fotograf

    nîgarga, nîgarge nîgargeh, galerî

    nîgargir wênegir, fotografer

    nîgarkêş nîgarkêş, wênekêş, resam, resimçêker

    nîgarxane bn nîgarga

    nîgeran bitirs, nearam, bêhedan, biguman (ji ber ku ditirse dê belayek biqewime)

    nîgeranî bêhedan, nearamî, nerehetî, tirs, şik, guman

    Nîl Nîl, Çemê Nîl

    nîl E bn heş

    nîlufer nîlufer, sosina avî

    nîm 1) nîv [1/2, 0,5] 2) nîv-nû, bikarînayî, destê duyê

    nîmçe- 1) nîv-: nîmçedorge nîvgirav, nîmçemela nîvmela, nîvmele 2) qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe, bi qewlê xwe: nîmçeroşinbîr qaşo-ronakbîr, kesa/ê ne ronakbîr lê xwe ronakbîr dihesibîne yan xwe ronakbîr dide nasandin

    nîmdaşt nîv-nû, bikarînayî, destê duyê, kevnenû

    nîmekîşwer nîvkîşwer, nîvparzemîn, parçeyek ji parzemînekê

    nîmrû hêkrûn, hêka di nav donî / rûnî de hatiye qelandin

    nîmten kurtecakêt

    nîn (em) ne, ne ... ne: Ême amade nîn Em ne amade ne

    nînok nînok, neynûk, nênûk, tiştê bi serê tilan ve şên dibe û pişka wan ya zêde bi mûçinkan tê birrîn

    nîre, nîrew co, cok, cihê av tê re diherrike (t bo ser / nav zeviyan)

    nîreng sihir, cadûyî

    nîrû zever, şiyan, hêz, hinêr, taqet, karîn, qiwet

    nîrûdar bizever, bişiyan, bihêz, bihinêr

    nîs nîn, tine, neyî, dw heyî, peyda

    nîsan avrêl, nîsan, çarem meh ji salnameya romî

    nîsanok nîsanok, gulek jîkurt / temenkin e li meha avrêlê / nîsanê peyda dibe û vedimire

    nîsk nîsk (bot Lens culinaris)

    nîşan nîşan, nîşe, not, îşaret, haje, hişyarî, sembol, remz

    nîşane nîşanî, merasîma diyarkirina keç û kurrekî ji hev re berî ku bizewicin

    nîşt bn nîştecê

    nîştecê akincî, rûniştvan, şênî, kesa/ê li cihekî dijî

    nîştecêtî akincîtî, rûniştvanî, şênîtî

    nîştenî bn nîştecê

    nîştiman niştiman, welat, warê bavkalan, welatê bavûbapîran

    nîştimanî niştimanî, neteweyî, welatî

    nîştimanperwer welatperwer, niştimanperwer, welatevîn, welatparêz, kesa/ê dilsoza/ê welatê xwe, kesa/ê ji welatê xwe hez dike

    nîştimanperwerî welatperwerî, niştimanperwerî, welatparêzî, welatevînî, dilsoziya hemberî welatî / niştimanî

    nîştimen niştimen, devera kêrî jiyanê tê, cihê mirov dikare lê bijî

    nîştin bi cih bûn, sekinîn, niştin, rawestîn (t doz / şekira neheliyayî li binê çayê)

                          ~ mil yek pev çûn, xwe avêtin hev, lêk dan

    nîştinewe dadan, veniştin (firroke li ser erdê bi cih bûn, firrinde li ser çeqê darê rawestîn û hwd)

    nîw nîv (1/2, 0,5)

    nîwawnîw 1) nîv-û-nîv, nîv no kesekî / aliyekî û nîva dî bo kesek / aliyek din 2) nîve, nîvî, nîv-tijî, bernîve, nîv-tijî û nîv-vala

    nîweçil nîvco, nîvûnor, nîvî, netemam

    nîwegiyan nîv-mirî

    nîwego nîvgog, hemîsfer

    nîwekol nîvkeliyayî; nîvkelandî

    nîwero nîvro, nîro, nîvroj, nîva rojê, derdorî demjimêr 12 bi roj

    nîweroxew xewa nîvro, nîvroxew, sîesta

    nîwetîre nîvtîre, radîus

    nîwîşk nîvişk, rûn, qeymax

    nîxandin bên bi ser ketin, pirr westîn û dengê hilma wê / wî bilind bûn

    nîzîk nêz, nêzîk

    no neh (9)

    no- nû-: nobûk nûbûk, bûka nû, bûka taze

    nobend nûbend, gayê nû fêrî / hînî cotkirinê bûye

    nobere nûxwirî, nûxurî, nexrî, nerxî, nixurî, nuxurî, zarrokê (t kurrê) yekem / mezin

    nohem bn noyem

    nohemîn bn noyem

    nok nok, nuhk, nehk, nik

    -nok -ok, -onek: paşbendikek e pê rengdêr ji hin navdêran tên çêkirin: tirsnok tirsok, tirsonek

    noker xulam, berdestî, xizmetkar, berdestk

    nokerî xulamî, berdestkî

    nol bn nerm-û-nol

    noma canî, canîk, ciwanîk (mehîna hê ne temen-temam e)

    nomal nûmal, mala nû (t ya jin û mêrên nû-zewicî)

    nomîne bn noyem

    nore dor, gerr, sira: Norey kê ye? Dora kê ye?

    norehêl bn norerist

    norerist sira, dorerist

    noş noş, nîç, afyet: Noş! (gotinek e tê bikaranîn dema du yan çend kes perdaqên xwe li hev didin û carinan pê re hêviyan dikin) Noşî giyanit bê! Noşî can(ê te) be! (Li te) afyet be!

                          ~ kirdin noşîn, vexwarin; nîç kirin

     

    noşîn noşîn, vexwarin, nîç kirin (t alkol)

    not nîşe, not, nîşan, nivîs

    note I embar, dav, dab, bindav, serdav, cihê lêparastina tiştên neberdest

    note II bn not

    noyem nehem, ya / yê / yên nehê / nehan

    noyemîn bn noyem

    nozde nozde, nozdeh (19)

    nozdehem bn nozdemîn

    nozdemîn nozdem, nozdemîn, ya / yê / yên nozdê / nozdan

    nukte E henek, qerf, pêkenî, tinazî, tirrane, galte

    numre bn nimre

    nuqte bn nuxte

    nustin [-nû-] nivistin, raketin, razan, xew kirin, xewîn, xewtin, xeftin

    nustû nivistî, razayî, raketî, di xew

    nusxe E kopî, nisxe, jibergirtî

    nuştan bn nuştanewe

    nuştandin, nuştandinewe çemandin, tewandin, veçemandin, xwehr kirin

    nuştanewe çemîn, tewîn, veçemîn, çemiyan, tewiyan

    nuştawe, nuştawî çemî, tewî, veçemî, çemiyayî, tewiyayî, veçemiyayî, xwehr, xwar; pêldar

    nuşte nivişt, nivişte, niviştî, tilism, tiberrk, tiştek e dua û lava pê ve tên xwendin yan li ser tên nivîsîn û kesên nesax bi xwe re hildigirin daku ta û nesaxiyên dî bela xwe jê vekin

    nutuniwê nipînû, pirr nû, nû-derketî, nû-çêbûyî

    nuw... bn niw

    nuqlane nîşan, delîl (t yên belayan / xirabiyan)

    nuqul şekirok, şirîniyên req

    nuqum noq, niqim, nuqim, bin-avbûyî

                          ~ bûn noqîn, niqimîn, bin-av bûn

                          ~ kirdin noqandin, niqimandin, bin-av kirin

    nuqurç qurrîncîk, qurrincik, quncirik, qurçî, nuquç, şidandina bi nînokan, kişandina (parçeyek ji leşî) bi nînokan / tilan

    nuwandin nîşan dan, pêşkêş kirin, nimandin, raber kirin

    nuwêner nûner, temsîlkar

    nuwênerayetî nûnerî, temsîlkarî

    nuwênraw nîşandayî, nimandî, pêşkêşkirî, raberkirî

    nuxro bn nuxum

    nuxşe nexşe, aqûbet: Nuxşet lê bêt Nexşe li (serê) te be! Aqûbet li te be! Înşellah nesîbê te jî wiha be!

    nuxte nuqte, niqte, xal

    nûç:

                          ~ birdin hilingivîn, likumîn, tehisîn, hilisîn, hilingiftin

    nûçanewe çemîn, tewîn (ser); (çok) dan, vedan (erdê)

    nûjen bn niwêjen

    nûjenî nûjenî, modernîzm, hevçerxî, hevdemî

    nûk serik (yê tûj yê pênivîskan / derziyê / şûjinê / rimê û hwd)

    nûkandin kinîn, kinkinîn, bi dengê kin-kin girîn

    nûke, nûkenûk (dengê giriyê) kinkin

    nûkenûkker kinkinî, kesa/ê bi dengê kin-kin digirî

    nûn I navê tîpa N di alfabeya kurdî-erebî de

    nûn II qusûr, kêmasî, 'êb

    nûqan (çav) neqîn, miçîn, niqîn, ketin ser hev, hatin girtin

    nûqandin neqandin, miçandin, niqandin, girtin

    nûqaw neqî, neqiyayî, çiçî, miçiyayî, girtî

    nûqênraw neqandî, miçandî, niqandî, girtî

    randin nirrîn, (dengê) nirrenirr jê hatin

    -nûs -nivîs: çîroknûs çîrroknivîs, kesa/ê çîrrokan dinivîse, romannûs romannivîs, şanonûs şanonivîs

    nûsan 1) zeliqîn, pêve man, pêve bûn, pêve hatin girêdan 2) (deng) ketin, wa li kesekî hatin ku dengê wî êdî normal dernekeve

    nûsandin zeliqandin, pêve nan, pêve kirin, pêve girêdan

    nûsaw 1) zeliqiyayî, pêvemayî 2) dengî nûsaw dengê ketî

    nûser nivîskar, nivîsevan, kesa/ê karê wê / wî nivîsîn(a pirtûkan) e; nivîser, daner, kesa/ê tiştek nivîsiye

    nûsênraw zeliqandî, pêvekirî, pê re

    nûsge nivîsgeh, daîre, ofîs, cihê karê fermî

    nûsîn nivîsîn, nivêsîn

    nûsînewe venivîsîn, nivîsînve, dîsan nivîsîn, kopî kirin, ji ber girtin, heman berhem bi awayek nû nivîsîn

    nûsînge bn nûsge

    nûstin bn nustin

    nûsraw nivîsî, nivîsandî, tişta/ê hatiye nivîsîn

    nûsyar nivîsar, miqale, babet, tişta/ê hatiye nivîsîn

    nûşte nivişte, niviştî

    nûtek reş, tarî, reş û tarî (t mecazî)

    nûtekî tarîtî, reşatî

    nûwa bn pêş

    nûwandin bn nuwandin

    nûwarîn nerîn, nêrîn, berê xwe dan (tiştekî / derekê), fekirin, hêv kirin, seh kirin, nêrtin, nihêrtin

    nûzandin nizîn, (dengê) nizzz jê hatin

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1