Mêriyek çû ber avê daku tîna xwe bişkîne. Lê avê lê da û mêrî bi xwe re bir. Kêm mabû ku mêrî bixeniqe.
Çivîkek li hindavî avê li ser çeqê darekê bû. Wê pelek ji darê werand daku bikeve ber mêriyê û xwe pê xilas bike.
Pel ket avê ber mêriyê, wê xwe hilda ser pelî û pê ve xwe gihand kinara avê.
Piştî demek kurt, çivîkgirek hat û li binê darê sekinî. Wî davên xwe li ber çivîka li ser darê venan.
Mêrî bi fêl û lêbên wî hesî. Çû bi piyên wî veda. Piyê yê çivîkgir pirr êşî lew wî davên xwe avêtin û qîjî.
Çivîkê hay ji wî bû û bo xwe firr da revî.
Wiha, kî qenciyê bike, dê qencî lê bên kirin.
|
|