MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Se´îdxan Homayun, yadgarekî din yê Komara Mihabadê, wefat kir
    Ragihandin: Kakşar Oremar [email protected]


    Roja 21.05.2004 berê sibê li Mihabadê demjimêr 05.00ê, Se´îdxan Homayun, hevkar û defterdarê Pêşewa Qazî Mihemed di çaxê Komara Kurdistanê de, li mala xwe çû ber dilovaniya Xwedê. Demeke dirêj bû nemir Homayun ji ber nexweşiya kansera xwînê, di nava ciyan de bû.

    Se´îdxan Homayun di sala 1923an de li gundê Yekşewe yê herêma Bokanê ji dayik bû. Ew kurê Ebdulrehmanbegê Homayun û neviyê Feyzullabegê bû ku pêkhêner û serokê êla mezina Feyzullabegîyan bû. Dayika wî jî Xedîce Qazî keça Qazî Elîyê bavê Pêşewa Qazî Mihemed bû. Se´îdxan Homayun xwîndina xwe ya destpêk û bilind(heya dîplomayê) li bajarê Mihabadê bi dawî anî.

    Çaxê damezrandina komara Kurdistan Se´îd lawekî 22 salî bû û di piraniya serdenanên Pêşewa Qazî Mihemed bo Tewrêz, Tehran û herêmên bakurê Rojhilatê Kudistanê (Urmiye, Selmas, Mako, Xoy û…) pêre bû.

    Herwiha Se´îdxan Homayun, bi Rehîm Leşkerî û Rehîm Ciwanmerd Qazî re li defter(biro)ya taybetîya serokkomarê Kurdistanê da, mijûlî kar û xebatê bûn.

    Se´îdxan Homayun bi rêya xwîndina kovara Gelawêj ya ku ji aliyê E´laeddîn Secadî ve ji başûrê Kurdistanê bo Pêşewa Qazî dihat şandin, xwe hînî xwîndin û nivîsandina zimanê Kurdî kir. Bi rêya Pêşewa Qazî Mihemed bîr û ramanên Kurdayetiyê zû di mejiyê Seî´dxan Homayun de bişikivîn.

    Se´îdxan Homayun di sala 1944an de bû endamê Komeley Jiyanewey Kurd (J.K) û navê wî yê nihînî jî (Agir) bû. Piştî têkçûna komara Kurdistan, Se´îdxan Homayun jî hat girtin û piştî du salan bi efûya giştî ku ji aliyê rijîma Îranê ve hatibû îlamkirin, hat berdan.

    Se´îdxan Homayun, sala 1969an di hilbijartinên encumena bajarê Mihabadê de mîna cîgirê serokê encumena bajar hat hilbijartin. Piştre ji sala 1973an heya 1977an bû bi serokê encumena bajarê Mihabadê ku xizmet û keda wî ya wan salan, hê jî ji bîra gelê emekdarê Mihabadê neçûye.

    Sala 1982an ji ber sedemêm siyasî û şerê di navbera Hizbî Dimokratî Kurdistan(KDP.I) û rijîma Îslamîya Îranê de, hejmareke pir zêde ji malbat û kesayetiyên bajarên Mihabad û Bokanê sirgûnî bajarê Damxan li herêma Simnan kirin ku malbata Se´îdxan Homayun jî yek ji wan malbatan bû. Sala 1985an piştî hewldanên berfireh, wan karî ji jiyana sirgûnê vegerin ser milk û malên xwe li Kurdistanê.

    Se´îdxan Homayun, ji mêjdabû ku bîranînên xwe dinivîsandin û berî çend mehan pirtûka bîranînên wî ji weşandinê re amade bûye ku niha di bin çapê deye.

    Pêwîst e bê gotin ku piştî têkçûna komara Kurdistanê hejmareke zêde ji serok û mezinên eşîreta Feyzullabegî ji ber beşdarî û piştigîriya wan ya ji komara Kurdistanê, hatin girtin û î´damkirin. Ji wan: Fermandarê hêza pêşmegre li Bokanê: Elîbegê şêrzad(Yekşewe) ku mamê Se´îdxan Homayun bû, Ehmedxan Faroqî, Ebdullahxan Metîn, Hemexan Danişwer(Her sê bira bûn), Mihemmed Xan Feyzullabegî, Hesen Xan Feyzullabegî, Elîxan Fatîh, û Ehmedxan şecî´î ku ev heşt şehîde bi Elîbegê şîrzad re (ji êla Feyzullabegî) û tev bira û pismam û bi Pêşewa Qazî re jî xizimên nêzîk bûn.

    Têbînî: Hevpeyvîneke dirêj bi Se´îdxan Homayun re hatiye çêkirin ku di demeke nêzîk da yê di nava medya Kurdî de bê weşandin.

    Peyva Elî Qazî li ser wexera Se'îdxan Homayûn

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1