Xwîşk û birayên min, gelê qedirgiran ê Kurdistanê:
“ Bi dilekî tejî xem, xebera wexera dawiyê ya Se´îdxan Homayun, xwarza û yek ji nêzîktirîn bawirpêkiriyên Pêşewa Qazî Mihemed, ji xelkê bişeref ê Kurdistanê re, radigehînim.
Se´îdxan Homayun yek bû ji wan yadgarên herî dawî ji çaxê Komara Kurdistan ku di nava çînên cur bi curên gelê herêma Mûkriyan û bi taybetî jî di nava xelkê qedirgiran yê Mihabadê de, mirovekî xoştivî bû. Ew çend caran li ser dawxaza gel bû bi serokê şûra (encumena) bajarê Mihabadê. Se´îdxan Homayun endamekî eşîreta navdara Feyzullabegîyên Rojhilatê Kurdistanê bû ku wê eşîreta mezin di tevgera komara Kurdistanê de, rolekî mezin lîstin û piştî têkçûna komara Kurdistan, heşt kes ji endamên wê malbata Kurdperwer bi destê rayedarên dewleta şahê gor bi gorê Îranê hatin şehîd kirin.
Ez bi navê xwe û hemû malbaza Pêşewa Qazî Mihemed, ji endamên malbata Se´îdxan Homayun û hemû gelê Kurd li hemû Kurdistana mezin, sersaxiyê dixwazim.