-n 1) ne (forma dema niho ji lêkera "bûn" bo kesên duyem û sêyem yên pirrjimar dema peyva ji berî wê bi tîpek dengdar bi dawî bêt): Êwe mamosten Hûn mamoste ne; Ewan frensîn Ew frensî ne 2) paşbendika dema nihoyî bo kesên duyem û sêyem yên pirrjimar ger rayê lêkerê bi tîpek dengdar bi dawî bêt: Êwe eken Hûn dikin, 'Elî û 'Arif nalên Elî û Arif nabêjin
na na, ne, no, nexê, nexêr, dijw belê, erê, be, e, a, ba
na- 1) na- (pirtikek e di dema nihoyî de dikeve destpêka lêkeran û wateya ne-erênî didiyê): nabim nabim, nakey nakî, naxwa naxwe, naçîn (em) naçin, nakirin nakirrin 2) ne- (pirtikek e dikeve destpêka hin rengdêran û hin navdêrên ji rengdêran çêkirî û dijwateya wan ji wan çêdike): naşîrîn neşirîn, tal; napak nepak, nepaqij, nebijûn, pîs, kirêt; narastî nerastî; namirovî nemirovî (Agadarî: Tenê hin peyvên wiha hatine çêkirin di vê ferhengê de hatine rêzkirin ji ber ku di têgihiştina pirraniya peyvên wiha de kurmancîaxiv dê ti zoriyê nekêşin.) 3) kêm caran dikeve pêşiya hin navdêrên ne ji rengdêran çêkirî û wateya "bê" didiyê: naumêd bêhêvî, bêçare, bêumêd.
naba neku, ne ku: Naba neyet Neku neyê
nabedil nebidil, nexwaz, dilnexwaz
nabût nebût, topavêtî, îflaskirî, ji alî aborî ve ketin rewşek kembax / xirab
nafek navik, kuna / qula li zikê mirovan
~ birîn navik birrîn, benê dirêj yê bi navika zarrokan ve piştî welidîna wan birrîn
~ kewtin navik ketin, zik êşîn ji ber westîna / tehibîna bi taybetî ji ber hilgirtina / rakirina tiştên qurs / giran
nahiye E nahiye, bajarok
Nahî bn Nahîde
Nahîde Nahîde, Venûs (planet)
-nak -nak, -dar, bi- (paşpirtikek e dikeve dawiya hin navdêran û rendêran jê çêdike): tirsnak, xeternak, samnak
nal nal, pêlava / sola / hespan, asinê dixwin binpiyên hespan daku birêveçûna wan ne jandar be
nalandin nalîn, axîn û oxîn kişandin, ofîn, ji ber janan / xeman dengên nexweş ji xwe anîn
nalbend nalbend, nalkar, kesa/ê karê wê / wî nalandina / nalkirina hespan e
nalbendî nalbendî, nalkarî, karê / pîşeya nalandina / nalkirina hespan
nalbeng bn nalbend
nalçe nalçe, bizmarên nalan
naldar naldar, nalkirî, binal
nale, nalenal nale-nal, nalîn, dengên nalînê
nalîn bn nalandin
nam I bn yan, ya
nam II (F: nav): Be name Xwa! Bi Xwedê! Bo Xwedê! Bi navê Xwedê!: Be name Xwa zor zîrek e! Bi Xwedê pirr zîrek e!
nam- min na-: nambînî min nabînî, namgirê min nagire, namkujin min nakujin
naman- me na-: namanbînî me nabînî, namangirê me nagire, namankujin me nakujin
name 1) name, kaxez, mektûb, rîsale, peyama bo kesekî hatiye şandin / hinartin 2) name: belgename; rojname; pirtûk
nameber nameber, peyamber, postevan
namexane pirtûkxane, cihê pirtûk lê tên xwendin / deynkirin; pirtûfiroşxane, dikana pirtûkan, cihê pirtûk lê tên firotin; rojnamexane, cihê rojname lê tên xwendin yan firotin
namîlke namilke, belavok, pamflet
namo biyan, xerîb, derekî, derveyî
namobar biyanbar, biyanbûyî, biyankirî, jêdûrketî, jêqutbûyî, jêqutkirî
namobarî biyanbarî
namoyî biyanîtî, xerîbî, derekîtî
namûs namûs, rûmet, şeref, qedir, qîmet
nan I nan, non; xwarin, zad
~î beyanî taşt, têşt, xwarina spêdeyê
~î êware şîv, xwarina êvarê
~î nîwero firavîn, xwarina nîvro
~ kirdin nan pehtin
~ pêwe dan nan li tenûrê dan, nan di tenûrê de patin / pehtin
nan II [-nê-] danîn, danan, deynan; bi cih kirin; çêkirin
nander nander, merd, mêvanperwer
nanewa nanpêj, nanvan, nançêker
nanewaxane nanxane, firne, cihê nan bo firotinê lê tê çêkirin
nanewe vedan, bi cih kirin (t dav û xefik)
nangên nandank, amanek e bo parastina nanî tê de
nanker nanpêj, nançêker
nankerî nanpêjî, karûbarên pehtina nanî
nankwêr nankor, neminetdar
nankwêrî nankorî
nanpêweder nanpêj (t kesa/ê nanî di tenûrê de dipêje)
nantal tema, çirûk, nemerd
nar nar, hinar, henar, darek e ku hin berhemên gilover dide ku pişkên wan yên xwerbar lib-lib in û di nav de ne di bin tîvilî / qelpî ve ne; berhemên van daran
nardin [-nêr-] şandin, hinartin, bi rê kirin, rewane kirin, virêkirin, şiyandin, nartin, dan birin
~ be şwên kesêk / şitêk şandin pey / dû kesekî / tiştekî
nardinewe veşandin, venartin, vehinartin, verêkirin, dîsan şandin / hinartin / nartin
narete gazi, bang, hawar, hewar
narinc narinc, pirteqalokên tirş
narincî narincî, rengê wek yê narincan
narincok narincok, rumane, granad, cûnek teqemeniyan e
nas:
~ kirdin nasîn, nas kirin
nasandin nasandin, dan nasîn, wa kirin ku kesek / tiştek bêt nasîn
naser naser, pispor, şareza, bispor, kesa/ê di babetekê / mijarekê de (pirr) zana
naserewe venaser, diyarker, xwiyaker
nasik bn nask
nasîn nasîn, niyasîn, nas kirin, zanîn ka filankes kî ye; nasîn, têkilî li gel kesekî hebûn
nasînewe venasîn, veniyasîn, nasîn, wek tiştek berê nas xwiya bûn
nask nazik, tenik, dijw qayim, qahîm
naskî nazikî, tenikî
naskole nazikok, pirr nazik
nasname nasname, belgeya / delîlên kesek / tiştek pê tê nasîn
nasran hatin nasîn, nas bûn, niyas bûn
nasraw naskirî; navdar
nasyaw nas, niyas, kesa/ê yan tişta/ê tê nasîn
nasyawî nasî, niyasî
naşî naşî, cahil, bêtecrûbe, nezan
naşîrîn kirêt; neşirîn
naşta: le ~ nexwer, kesa/ê yan lawira/ê ti tiştî naxwe (bi mecazî: pirr qels / lawaz)
naştin binax kirin, defin kirin, gorr kirin, spartin axê
nat- te na-: natbînim te nabînim, natgirê te nagire, natkujin te nakujin
natan- we na-: natanbînim we nabînim, natangirê we nagire, natankujin we nakujin
naûmêd bêhêvî, bêumêd
naw I nav; (di rêzimanê de) navdêr, substantîv
~ ziran ziyan gihan navê kesekî, nav(ê kesekî) bi xirabî derçûn
~ zirandin ziyan gihandin navê kesekî
naw II hindirr, hinav, hundurr, tê de; nav
~ be ~ car-car, carûbar, car-bar
nawaze nestêle, nestêleh, bêwêne, bênimûne, tek, yekane, yekta, unîk
nawbang navdarî, navûdeng [> benawbang]
nawbijî navbeynkarî
nawbijîker navbeynkar, kesa/ê diçe navbera du kesên pevçûyî daku aştî û silhê peyda bike
nawbijîwan bn nawbijîker
nawbiraw navhatî, navborî, navbirî, kesa/ê yan tişta/ê navê wê / wî li jor hatiye gotin
nawbire navbirr, navbirrk, tiştek ya ku tevaviyekê dike du pişk / parçe
nawçaw navçav, navbera herdu çavan
nawçe navçe, dever, herêm, cih, war; sektor
nawçewan enî, navçav
nawçeyî navçeyî, deverî, herêmî; sektorî
nawçîn: ~ kirdin kusandin, jê birrîn (t pelgên tûtinê)
nawdar navdar, binavûdeng, meşhûr, kesa/ê yan tişta/ê pirr tê nasîn
nawdarî navdarî, navûdeng, meşhûrî, binavûdengî
nawdes, nawdest kef(a destî), lep(a destî)
nawekî 1) navkî, navmalî
nawend 1) navend, merkez 2) navgîn, alav, amûr
nawendî 1) navendî, merkezî 2) serekî 3) navincî, normal
nawendyar navbeynkar, avakera/ê sulhê di navbera du aliyan de
nawendyarî navbeynkarî
nawerast 1) navîn, navî, navendî: Rojhelatî Nawerast Rojhilata Navîn 2) nîv, nîvek: Le nawerastî mangî dû da hat bo laman Li nîveka meha duyê hat nik me
nawere bn nawsik
nawerok naverok, tiştên tê de
nawewe hindirrîn, navîn, hinavîn, hinavî, hindirrî, navxweyî
nawgel navran, navling, navpî
nawincî navincî, (ji sêyan) ne ya yekem û ne jî ya dawîn, ne ya destpêk û jî ya dawî
nawk bn nawuk
nawko gelemper, giştî, ya hemiyan
nawling bn nawgel
nawmişt bn nawdes
nawnîşan navnîşan, adres
nawpare têkirî, têde, di nav de, pêre, pêve
nawpençik navpencik, diyafram
nawpişte ûcax, ejdad, binyat, binemal
nawqed navteng, newq, kemer
nawsik hinav, ûr, 'ûr, rîvî, rîvîk, pişkên leşî yên di zikî de
nawşan navmil, pişka piştê ya dikeve navbera herdu milan
nawtêlane cihêz, ciyazî, rehal, rihêl, qelen, dermalî
nawtiwêl bn nawçewan
nawuk navik; pişka navîn / hindirrîn ya hin tiştan: nawke şûtî navika zebeşî; tov / kakil / berik / tovik (yên hin fêkiyan); hw bn nafek
nawûawaze bn nawbang
nawûnatore navên xirab
~ lê nan navên xirab lê kirin, bi navên xirab bangî kesekî kirin, bi navên xirab basa kesekî kirin
nawûnîşan 1) navnîşan, adres, navûnîşan 2) salox, salix, navnîşan, teswîr
nawxo hindirrîn, hundurrî, navxwe, xwemal, daxil(î): şerî nawxo şerrê hindirrîn, şerrê navxwe, wezaretî karûbarî nawxo wezareta karûbarên hindirrîn
nawxoyî navxweyî; hindirrîn, hundurî
nawzik bn nawsik
nax nav, nêv, hindir, kûrî, daxil, têde: ~ derûn kûriya dil
naxoş nexweş; nesax
naxoşî nexweşî; nesaxî
naxun bn nînok
naxunek kirr, kirrkirr
~ lê dan kirrandin, kirritandin, kirr-kirr xwarin / gezandin
naxunekder kirrîner, kirritîner, ya/yê tiştan dikirrîne
nay 1) ney, bilûr, bilûl (alavek muzîkê ye) 2) silk; rûl, qamîş, çîqik
nay- wê na-; wî nagirim: naybînim wê / wî nabînim, naygirî wê / wî nagirî, naykujin wê / wî nakujin
nayab rind, hêja, berkeftî, jêhatî, nirxdar; kêmpeyda, kêmhe, tiştên ji ber kêmiya hebûna xwe binirx in
nayan- wan na-: nayanbînim wan nabînim, nayangirê wan nagire, nayankujin wan nakujin
nayjen neyvan, neyjen, kesa/ê li alava muzîkê ya ney dide
naz I naz, delal, berdilî, dilber, şirîn
naz II naz, meth, pesn, xwe bi tiştekî mezin kirin
~ pêwe naz kirdin xwe pê mezin kirin, xwe pê mezin hesibandin
nazan nezan
nazaw şil, terr
nazdar nazdar, dilber, berdilî, şirîn; nazdar, kesa/ê bi asanî dikare bixeyide yan bigirî ger her tişt li gor dilê wê / wî nebe
nazdarî nazdarî
nazenîn nazenîn, delal, xweşik, şekir-û-şirîn, xwînşirîn
nazîn xwe mezin kirin, xwe mezin hesibandin
nazker nazker, kesa/ê nazdariyan dike
naznaw naznav, xweşnav, navê bo nazê / pesnê li kesekî hatiye kirin; paşnav, navê malbatê yê ji hemî endamên malê re hevbeş
nazûnûz bn nazdar