|
|
Li nav zeviyekê li rojek havînê kuliyekî xwe ji ser vî giyayî diavêt yê dî, divizî û stiranên dilê xwe digotin.
Mêriyek di ber re borî û barek giran yê giyayî radikişand kuna xwe.

"Were li gel min stiranan bêje, " kulî got mêriyê. "Ca bo çi ye ev ked û koşa te?!"
"Qût û xwirakê bo zivistanê berhev dikim", mêriyê got. "Ya baş ew e ku tu jî xwe bo zivistanê amade bikî."
"Na lo, zivistanê neke xema xwe," kulî got, "niha xwirak mişe ye."
Lê mêrî çû ser rêya xwe û keda xwe domand.
Dema zivistan hat, kulî ti tişt bo xwarinê nebû û li ber bû ji birsan bimire. Lê dît ku mêrî her roj dexlê xwe yê havînê li kuna xwe berhevkirî dixwe.

Hingê kulî zanî: Divê xwe bo roja hewcedariyê amade bikî.
Wergerandin: Husein Muhammed, 4/2004
|
|