Rêzdar Jîr Dilovanê pirr hêja,
Ji dil spas dikim ku te ji camêriya xwe ya bêpayan
dest avêtiye mijarek pirr giring û li ser wê mijarê tu
tê koşiyayî helwest û nerînên xwe bi Kovara MEHNAME re
parve bikî. Tek awa, ku ev kovara we bikare pê roj bi
roj pêşvetir biçe û bikare xizmeta gelê xwe bike, ew e
ku nivîskar û xwendevan bi berdewamî me agadar bikin
ka kovarek çawan dixwazin.
Ez, xizmetkarê we nivîskar û xwendevanên Mehnameyê,
bêdawî spasdar im bo her canik û camêrek mîna te ku di
van demên teng û tarî de ji qenciya xwe destê
alîkariyê dirêjî me kiriye û barê li ser pişta min
sivik kiriye û ez bi tenê nehêlame.
Wek te yê jêhatî jî, çi ji min hatiye, min di
xizmetkirina çande, wêje û zimanê kurdî de texsîrî
nekiriye. Ji dil dibêjim: ev xebata min kiriye pirr
kêm e lê ta niha tenê ev ji min hatiye. Li şûna
gazinan li rewşa kembax bikim, dixwazim bi kurtî wiha
bibêjim: hêvî dikim ku ji niha pêve baştir di xizmeta
gelê xwe de bim.
Birayê ezîz, ger roja îro sondê ti wateyek mabe, sond
dixwim ku Mehname ne dijî ti kesî yan ti rêxistinê ye.
Herwa Mehnameyê ti girêdan li gel ti rêxistinên siyasî
yan ne-siyasî ne hebûne, ne hene û - ta ez berpirsê wê
bim - dê tine bin jî.
Mehname meydanek azad e bo wan kesan yên ku dixwazin
berhemên xwe yên bi kurdî biweşînin bêyî ku hest pê
bikin ku alîgirên rêxistinan bên hesibandin.
Ta niha ji hemî parçeyên Kurdistanê û kesên xwedî bîr
û baweriyên ji hemî şêweyan di Mehnameyê de nivîsîne.
Ev nayê wê wateyê ku ez her peyva wan yan ta ti peyvek
wan jî wek helwesta xwe qebûl bikin. Lê ger ez mafê
azadiya xwederbirinê (xweîfadekirinê) ji xwe re
bixwazim - û bêguman dixwazim - neçar im heman mafî
bidim her kesî.
Azadiya gotinê mafek bingehîn yê mirovan e. Û em
kurdên bêzarkirî pirr baş dizanin ka bêparkirina ji vî
mafî çi zilm û stem e.
Bêguman ger mafê azadiya gotinê bêsinor be, dibe
sedema bêberpirsiyariyan. Gelek kes hene vî mafî bo
heqaretkirina xelkê bi kar diînin. Hêvîdar im ku
bêgotin jî ji te yê ezîz re zelal e ku kêfa min bi
heqaretkirina xelkê nayê û di rastiyê de pirr jê
diêşim.
Herwa inkar nakim ku dibe hin berhemên di Mehnameyê de
hatine weşandin jî bûbin sedema dilêşiya gelek
xwendevanan. Lê ne tenê ya wan, herwa bûne sedema
dilêşiya min bi xwe jî.
Lê bawer dikim ku tu yê hêja jî li gel min hevbîr î ku
civaka rexneyan nepejirîne civakek dilteng û çavtarî
ye. Ger me tehemil tine be ku xelk yan hevalên me me
rexne bikin, gelo em dê çawan bixwazin me maf hebe em
xelkê rexne bikin? Ger em mafê rexnekirina birêzan
Barzanî, Öcalan û Telebanî (bi rêza alfabetîk) nedin
ti kesî, em dê çawan heqê rexnekirina Erdogan, Esed û
Xatemî bidin xwe? Divê em ji bîr nekin ku ka çawan
Barzanî, Öcalan û Telebanî nirxên me ne, tam wisan
Erdogan, Esed û Xatemî (ta Atatürk, Sedam û Xumeynî)
jî nirxên hin kesan yan gelan in.
Tu rast kerem dikî dema dibêjî ku hin kes Mehnameyê
wek amûr bo dijûndan, nefretkirin û xebergotina hin
nirxên kurdan bi kar diînin. Ti şaşî di van gotinên te
de tine ye. Lê ger me dît ku hin kes wiha dikin, bi
baweriya min, ya herî baş ne ew e ku em devê wan
bigirin û mafê wan yê gotinê jê bistînin. Lê divê hin
canik û camêrên dilsoz ji qenciya xwe kerem bikin û bi
rexneyên xwe yên camêrane gotinên şaş yên wan
dijûnbêjan derew derbixin.
Te ji camêriya xwe xebatek berçav bo xemilandina
Mehnameyê kiriye. Ji jimarko û statîstîkên malperê
diyar e ku her nivîsarek te ji alî sedan kesan ve
hatiye xwendin. Ev ne tenê bo te lê bo me hemiyan
serbilindiyek mezin e.
Hêvîdar im ku tu dê bi berdewamî ji Mehnameyê re
binivîsî. Lê ji ber ku Mehnameyê tu - wek ti kes dî jî
- bi kirê negirtiyî yan jî berhemên te - yan yên ti
kes dî - nekirrîne, ti heqê min yan ti kes dî nîne ku
te yê ezîz neçar bike ku dijî daxwaza xwe ji Mehnameyê
re binivîsî. Helwesta min zelal e: tu û berhemên xwe
li ser herdu çavên min bi xêr bên bo Mehnameyê. Lê
biryar di dest te bi xwe de ye. Ger biryar bidî ku di
Mehnameyê de nanivîsî jî, hêvî dikim ku ev biryara te
ti bandorek negatîv li dostaniya me neke.
Li gel germtirîn silav û rêzên dostane vê peyamê ji
kekê xwe yê berdil re dişînim: Biryara te çi be jî,
sîng û hemêza min û Mehnameyê herdem ji te re vekirî
ye.
Birayê te
Husein Muhammed / Fînlenda
[email protected]
http://welcome.to/mehname