MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Eyibê Milî: Qitik li Kurdistanê û di wêjeya kurdî de
  • Husein Muhammed: Haiku bo havînê û demsalên dî
  • Gundê Hirorê - biheşta geştiyariyê li Kurdistanê
  • Bûroya Kurdî ya Brukselê: Xebata 3 mehan

  • Qitik li Kurdistanê û di wêjeya kurdî de
    Eyibê Milî / Amed


    Destpêk

    Sala 1950î payiz bi nîvî bûbû, ez penc salî bûm û rind tê bîra min, li cimhata peyan digotin: “Va ye refê qitikan berjêr diçin.” Li ser gotina wan min jî mêze dikir, refê qitikan mîna ewran derbas dibûn, her refek bihezaran bû, bêjimar bû, wexta ş ewqa rûyê lê dixist, bin baskên wan sipî boz xuya dikirin, dibiriqîn û wexta diçûn, qixi-qixa wan bû, deng bi hev dixistin.

    Payizê li Welêt ava ser erdên çeltûgan serbest diman û xwe berra ser çem û bestan didan. Avên kanîyên mihînî jî der dibûn, diherikîn, çem û bestên bejî tije av dibûn. Qiraxên best û çeman, derên kû av dikamandin giyayê teze lê hiş în dihat. Qitika der ên wer ji xwe re dikirin delav. Gelek bihurên çem û bestan bi navê ‘Delavê qitikan’ dihat nav kirin. Neçîrvanan dahfik li ber wan dadanîn. Her carê yek duduk diketin dahfika. Refê wan li ser delavan vedinîş tin, wexta li ser delavan vedinîş tin mera digot qey govenda dawetê ye; hiltê û datê. Vedinîş tin, qirikên xwe yê bi bazin dirêj dikirin û bi nazikî av vedixwarin, bi meş ek narîn dimeş iyan û li kepira diçêriyan. Mera minêkar bû li wan temaş e bikira. Ew ş ûfa wana xweş , ew meş a wan ji helbestvan, stranbêjan re bû malzeme

    Bi dawîya payizê re serma û seqemê dest pê dikir, ew jî berjêr, bi baş ûr de diçûn. Xilbê sibê û danê êvarê pê esir re refê wan derbas dibûn. Berga refê wan belî bû. Ji zozanan dihatin, nîvrokî li ser delavê ji însanan xalî vedinîş tin. Li palaxê diçêriyan. Ji delava av vedixwarin. Danê êvarî dîsa dest bi firê dikirin û refê wan derbas dibûn, berve germiyanan, berve xêmê binê Berriyê diçûn.

    Peya bi kefkaniya diçûn seyda wan, berga hatin û çûyina wan zanîbûn, xwe li ber refê wan dadanîn, ref hîn nehatibû ser wan, radibûn û bi kefkanî kuçê xwe di nav ref re dikirin, dengê ş erqînî ji kefkaniyê wan dihat, bi têwerkirina kuçê wan re mitleqe qitikek diket, kuçê wan li fûtê nediçû. Her peyayekî neh-deh qitik dianîn malê, goş tê wan ji yê mirîş ka xweş tir bû.

    Min jî pirr hewes dikir ku ez jî herim seyda qitikan. Min xwe radikiş and ji bo li pê wan çûyinê, mezinan nedihîş t ez herim, ez vedigerandim û digotin: “Tu biçuk î, bira tu mezin bibî, paş ê tu yê jî herî seyda qitikan”, ew diçûn, her yekî neh-deh qitik dikuş tin û dianîn davêtin ber min, digotin: “A ji te re qitik.” Min di heş ê xwe de digot ez mezin bibim ez ê jî herim seyda qitika. Lê her ku ez mezin bûm, qitik sal bi sal kêm bûn, wer kêm bûn, bûn tûtya, te digot belkî giş qelihîn. Her ku ez bîrawir bûm, min îcar meraq dikir û digot: “Gelo qitik seba çi qelihîn?” Di dema nêzik de min fam kir ku ekolojiya wan xira bû loma kêm bûn. Ekolojî çawa xira bû ez ê di vê nivîsa xwe de ş irove bikim.

    Cirgî ku ez bi Edebiyata Kurdî re eleqeder dibim ku ji demek nêzik de ye, min mêze kir di helbestan de, di çîrok û romanan de bêje ya qitikê pirr derbas dibe. Berê jî dengbêjan di stranên xwe de digotin û pirr bala min nekiş andibû.

    Îcar bi rastî min ev jî meraq kir, gelo ev hunermendên ciwan ku qitikê ji xwe re dikin sembol, ecebe vê kewa narîn, meş xweş , belengaz, masum nas dikin an nakin? Û dîsa min di heş ê xwe de digot gelo ecebe ciwanên me dizanin qitik çi ye? Ciwanên ku dihatin hinda min, min qise dianî ser qisê û ji wan pirs dikir, tu kesê ku qitik zanîbû tune bû. Min carna bi dev ji wan re qala xweş ikbûna qitika, koça wan, refê wan dikir lê min mêze kir ku ez bi nivîskî çareser bikim wê çêtir be, loma min ev nivîsa amade kir. Bi rastî nifş ên berî me di xwezayiyê de bê hed û hesab qitik didîtin, dema me de nema. Ku hinek tedbîr neyên girtin ev kewên xweş ik wê hew di Edbiyata me de bimîne. Belkî zanyarê li ser fosîlên wê biş uxilin, bibêjin wexteke nêzik de ev heywana ji ber xirabûna ekolojiyê qelihiye û tew li dinê nemaye. Min ev nivîsa ji bo nasandina qitikê û ji bo mihefeze û hemetkirina wê nivisî, eger ber derekê bigire ez ê ş a bibim.

    Min weneyên vê nivîsê ji malperên înternetê stendin. Baweriya min heye ku zanyar û lêkolînerên me wê lê xwedî derkevin û di paş erojê de wê li ser xebatên baş bikin. Wê pêş niyazê xwe ji bo hemetkirinan van çûkên(teyrên) narîn, xweş ik û mazlûm bînin rojevê.

    Di Nava Heywaneta de Ciyê Qitikê

    Nebat û heywan hemû jîndarên dinê yên hatine tesbîtkirin, ji hêla zanyaran de hatine senifandin. Dan senifandin gorayî rêbaza zanyarê Swedî Lineus tê karanîn. Bi vê senifandinê malbatê(famîliya) wê Pteroclididae ye. Di vê famîliyê de du cins(genus) hene: Yek Syrrhaptes, ya din Pterocles e. Cûreyên qitikê li ser cinsê(genusê) Pteroclesê ne. Li jêr malbat, cins û cûrêyên qitikan hatiye nivisandin.

    Pteroclididae (Famîliya: Malbat)
  • Syrrhaptes (genus:cins)
  • paradoxus
  • tibetanus
  • Pterocles(genus:cins) (Cureyên qitikan)
  • orientalis
  • alchata
  • exustus
  • qutturalis
  • coronatus
  • decoratus
  • indicus
  • burchelli
  • personatus
  • Ji van cûreyanan yên li Kurdistanê pirr tên dîtin Pterocles orientalis û P. Alchata ye.

    Dawiya payizê cûreyek din jî heye ku bi navê ‘gaqitik’ê tê nas kirin, lê ez navê wê yê latînî nizanim. Ew hîn biçûktire û ji qitika derengtir koç dikin, bi xwedê tahdê nê, ne xweş ikîye jî mîna qitikan.

    Ekolojîya Qitikê û Jiyana(biyolojî ya) wê.

    Qitik, zivistanê li germiyana, li berrîstana derbas dikin. Qitik bi rêweka, bi taybetî rêwekên genimokî xwedî dibin. Li germiyanan bi taybetî li Berriyê, pê ş iliyên ewilîn payîzê re giya zîl davêje, her der kesk û hêş in digere, pel û pincar li çolê pirr dibe. Stare pirr in û pûk tune ne, eyam naqerise, qeş a çênabe. Loma zivistanê wek hinek heywanên din ê xwezayî koç dikin. Qitik jî jiyana xwe ya zivistanî li Berriyê dibuhurînin. Biharî di pê newrozê re bi hênikayiyan re hildikiş in jor, bakur. Demek pê çêrê re yekî nêr û yeka mê cot digerin û dereke gorayî xwe diecibînin û ji xwe re dikin milkan û mekana jiyanê. Demek di pê bihevger û çêrê re yê nêr bi a mê de fisa dike û demek ş ûn de ya mê ji xwe re derek bi stare dike hêlîn û hêkên xwe dike. Xilbê hew du hêka dikin, carna jî sê hêkan dikin û paş ê jî li ser qurp dikevin. Qurp ketina wan jî mîna ya mirîş ka ye. Bi qwandî sê hefte ş ûn de ji hêkan çêlik derdikevin. Mak çêlikê xwe bi giya, pel, pincar û tovên genimokan xwedîdikin. Mak li ser delavan di nav pûrta paş stûyê xwe de avê radigire û tine ji çêlikên xwe re ku tîna wan biş kiyê û ihtiyaca ava canê xwe temin bîkin. Çêlik berê bi meş ê dikevin, paş ê pûrt û baskên wan hiş în dibin û êdi bi firê dikevin, dibin fêrîg. Heta serê payizê êdi fêrîg jî mezin dibin. Di dawiya havînê de pûrta wan rind tije dibe û xwe diguhere. Qitikê nezîkî hev xwe disipêrin hev û dibin ref. Êdî bi hev re diçin çêrê û bi hev re diçin ser delavan.

    Payizê seqem û serma zêde dibi ew jî ji bakur de xwe li baş ur digrin. Di demê kevn de ref carna wer mezin dibûn mîna ewrê reş , deng bihevdixistin mîna orkestrakeke xwezayî. Ew li rabirdû ma, edî ref tune ne, li her herêmê yek dudu cot tên dîtin.

    Xirabûna Ekolojiya Qitikan û Sedema Qelihîndina wan

    Sala 1950 î ji qitikan re bû mîlad. Hetanî wê demê tu bandorek xirab a hawîrdor li ser qitikan nebûbû. Salê ew bi milyonan zêde dibûn, însanan bi dahfik û kefkaniyan ancax bi sedan yan jî bi hezaran dikuş tin. Teyrê goş txur jî dixwarin, rovî û wawîkan jî ew dixwarin. Hejmara wan tu kêm nedibû. Lê ji 1950î ş ûn de dinê li qitikan bû dojeh, bû zîndan, qiyamet li qitika rabû. Ekolojî û bi taybetî agroekolojî (1) bi destên însanan pirr hat guherandin û ji qitikan re pirr xirab hat. Ne bi hezaran, bi milyonan qetl bûn. Sedemên vê yekê ez ê li jêr yek bi yek ş irove bikim.

    1. Traktor ketin gundan, erd bi traktoran hatin ajotin, çiqas beyar, kepir, xozan û bûr hebûn hemû bi traktoran hatin ajotin. Li qitikan ciyê çêrê û lê qurpketinê pirr teng bû, tew nema.

    2. Li hember miş kan erdê genim, ceh û nîsk dihatin çandin hemû serûber bi genimê jarkirî hat dermankirin. Jahr strîknîn sulfat, çînkofosfur yan jî siyanur bû. Genim bi van jahr û rûn de dihat kelandin, rengê gênim sor dibû, heb li erdê ji dûr ve xuya dikir. Ew genimê bijahr li ber devê qulên miş kan dihat danîn û nîvê pirr qitikan dixwar. Qitik berê miş kan xwe digihîş tin genimê bi jahr. Bi taybetî jî Çiftlixa Dewleta Tirkiyê li Serêkanîyê. Erda Çiftlixê berê cîh û warê qitik, pûr, keroş k, xezal, bet û kewên gozel bû. Zivistanê li wir dihêwirîn. Çiftlix di sala 1947 an de hat damezirandin. 1950 î de êdî ser û ber nêzika 1.800.000 dekar erd dihat ajotin, çandin û dermankirin.

    3. Erdên çandinî bi ziblên sentetîk hat reş andin. Ziblê sentetîk ş or bû, heywanan dixwar û pê diperçifîn, dimirin. Terş ên mezin jî bêhemd bixwin, ew jî dimirin. Qitikê ku ji dermanê jahrê xelas bûbûn îcar bi ziblê sentetîk telef bûn.

    4. Çekên agirî derketin, neçîrvanan bi van çekên agirî qetlîam çêkirin. Bi cîban bi ser bet, xezal, keroş k û qitikan diketin, her carê bi dehan, bi sedan dikuş tin, bi xwe ve dikirin û resim dikiş andin.

    5. Dewlet û cotkarên dewlemend li nav erdên çandiniyê li dijî giyayê biyanî, bihuk û wekî din nexweş iyan seran bi ser bi makînan, bi firokan derman dikirin. Pê vî dermanê jahrkirinê re mar, teyr û tilûr hemû dimirin. Gava mar dimirin îcar miş k zêde dibûn, Gava miş k zêde dibûn dermankirin zêde dibû û bi vî awayî ekoloji xirab bû, ahenga xwezayî jî ji bin de xirab bû.

    Dawiya dawiyê ekolojîya qitikan xirab bû û ew qelihîn. Stranbêj û nivîskaran qitik ji xwe re kirin malzeme ku li jêr ez ê çendikan diyarî bikim hema hetanî nuha tu kesî qala derdê wan çûkên, wan kewên, wan teyrên xweş ik nekir.

    Di Edebiyata Kurdî de Teyra (Çûka) Qitik

    Hemû lîteratûra kurdî li ber min tuneye, û destê min nagihîjê hemûyê jî. Bi qwandî ya min ş opandiye û destê min gihîş tê û min destdewrî hev kirin, çavkaniyên qitik tê de hatiye bi kar anîn min tesbît kirin evin:

    1) Keçakurd di ‘Bingehên Gotinê’ de bêjeya delav wiha ş irove dike: Delavê pez yê pez jê avê vedixwe. Delavê qitka, li rexên çeman, cihek weha erda wê nivz be, delav çê dikirin û av ji çem dibirin ser wan delavên ku ne kur bûn, qitik jî li havînê tihn dibin û bi refan têne ser wan delavan yên ku davik di nav de vegirtine.

    2) Di Kovara Lalîş ê de N. Mîro di helbesta xwe ya ‘Xezal’ê beş a dawiyê de weha dibêje:

    Ez ji esta dûr, dûrî her tiş tî dijîm.
    Jiyan, jiyaneke bê tahm, deng û reng.
    Gelo ma ev jî jiyan e?
    Ka ev dergûş a ez hêjandim.
    Ka ew warê zaroktiya min.
    Ka ew ş îr û penêrê mîhan
    Bêhna gul û sosinan
    Ew tahma tolik, guriz
    Axbandir û dobelanan
    Û dengê qitik, kew, ş ahîr û bilbilan
    Vê gavê pepûk û kund
    Dixwînin li warê min
    Pepûk û kund li gundên wêran
    Çar hezar gund
    Çar hezar birîn in
    Li canê min, li tena min.
    Xezala min...xezal
    Xezala vê beriyê
    Ew çavên te mirov jar û stûxwar dikin.
    

    3) Celadet Alî Bedir-Xan di Kovara Hawarê hejmara 25 an de helbesta bi navê ‘Ji giyanê Ş êx Evdirehmanê Garisî re’ li cihekî weha dibêje:

    Pira Bafet belê ev e, kevane
    Kevin bûne kaniyên me ka rejû
    Ji delavê qitikan ve naye deng
    Kew û kevok di ş înê de ne man çeng,

    Celadet, ‘Delavê Qitikan’ jî weha ş irove dike: Navbera Westaniyê û Pira-Bafêt de delavek e. Havîn û Payîzan qitik têne û jê avê vedixwin. Hîngê xelkê Cizîrê li dora wî davan vedidin û qitikan digirin.

    4) Di kovara Qendîlê hejmara donzdan de Xemcivîn (2) di helbesta xwe ya bi navê ‘Çakbînî’ de wiha dibêje:

    Hoy...Hoy!
    Çav ji min dipirsin;
    ş iyar û vekirî bi Stêrikan re diçirisin...
    Deng deng li newalan bela bû,
    bi çiyê ve hildiperikî...!!
    bi bayê re hevrê me, te nabînim, te nabînim.
    bi Qolingê zozên re hêviyan dixwînim;
    tu dibêjî: berovajî buhar tê
    Adar û Tebax bûne du baskên xewnekê !!
    Geriyam li te, ez geriyam.
    Bêrîvanî hatin û hatin
    Meş  rewan Qaz û Qumrî û Qitik hatin
    

    5) Di hevpeyvinek bi Serhan Îsa re pirsek weha jê tê kirin: “Cî, dem û atmosferên ku tu tê de helbestê dinivîsîne ji bo te çi ne, bandora wan li ser te heye?”

    Bersîva Serhan Îsa jî weha ye: “Cî û dem ew bi xwe parçek ji gewd, mejî, sawir û hestên min in. Dem zaroktî û tewş lazi ye, cî jî ş ûngevezka du termên ku dibin ş îpeş îpa xûhdan û navkelê diferfitin, çi hêlînên qitik û qumriyan û paş sinorên rojêd me ku ez, kaxez, pênûs, sawîr û hest li hev mikur tên, wê çaxê ez dixwazim ku her tiş t bêdeng bimîne, dixwazim êdî zingil mirina xwe hidêre û dengê mêbûna ş eht û ş epola ji guhên min bête birîn.

    6) Laleş Qaso di romana xwe ya bi navê ‘Xezeba Azadiyê’ de dibêje “Di êvareke nîsana sala 1992 an de gurcîke xezala bi meş a qitikê li Guhera Mexelan çû û hat...”, li ciyekê jî “Dema ku Seyrê bi meş a qitikê ode diterikand....”, li ciyekî din jî dibêje “mîna hêka qitikê li rastê ma.”

    7) Jan Dost di romana xwe ya bi navê ‘Mijabad’ de: “... rûyê Mujdeyê li ser rûpelan resim dibe, weke qitikê di zadê dilê min de diçêre ev keç....”

    8) Di sohbetê de Serkeft Botan mesela qijika belek û qitikê bi devkî ji min re got: “Qijika belek li meş a qitikê mêze kiriye, pirr ecibandiye, dilê wê bijiyayê û gotiye ez jî mîna qitikê bimeş im. Çiqas ceribandiye, kiriye nekiriye nikarîbûye mîna qitikê bi xweş ikî bimeş e, teseliya wê ketiye û dev jê berdaye, îcar meş a xwe ya berê ji bîr kiriye tew nikarîbûye mîna berê jî bimeş e, loma niha bi çutmê dimeş e, xwe li ser herdu nigên xwe hol dike û dimeş e.”

    9) Rênas Jiyan di helbestên xwe de li gelek ciyan qitikê bi kar tîne, Di sohbetê de wî jî got:” Ezbenî li Qoserê di axaftina me de bêjeya qitikê mîna bêjeya nan û avê derbas dibe. Îcar di edebiyat û stranên dengbêjan de qitik sembola evîn û bedewiyê ye.”

    Encam

    Hawîrdor û ekolojiya Kurdistanê hetanî serê sedsala 20 an xira nebûbû. Zirar û xisara koçera ji xwe tune bû. Cotkar û akinciyan jî tu xesar ne dida xwezayê, hinek avdaniya cotkara hebû. Dar û berê iş k dihat ş ewitandin, ji daristanê hinek êzing ji bo ardû dihat birrîn, gunî dihat birrîn, lê xwezayiyê xwe zû nuh ve dikir. Lê belê ji serê sedsala 20 an û vir de dagirkeran welat kir mîna dojehê. Çawkaniyên welêt bi hovîtî gorayî ekonomiya xwe ş ixulandin. Li ser axa welêt sanayiya dewletê ava kirin. Erda welêt hetanî hedê dawiyê hat ajotin, Ji bo sanayiya dewletên xwe gelek bendav ava kirin, gelek bajar û ciyên dirokî di bin avê de ma. Daristan bi hovitî hat ş ewitandin û hat birîn. Ekolojî û agreoekolojiya welêt ser û binî hev bû. Ahenga xwezayî xirab bû. Faûna û flora welêt jî hat guherîn. Ew dimenên xwezayiyê merû lê heyran dima êdî di Edebiyat, stran û xeyalan de ma. Gelê Kurd li ekolojî û xwezayiya xwe xwedî dernekeve wê ji binda hilweş e here. Demek were hemû bedewîyetên welêt wê di rabirdû de bimîne. Weke qitika xweş ik.

    ____________________

    Jêrenot

    1) Agroekolojî: Agro zîraî, yanê erdçandinîye. Gava erdê beyar bên ajotin û avdan, çandinîya rêwekan bê guherandin ekolojî, faûna û flora jî tê guherandin. Ji ber guherandina ziraî ev nav lê dibe.

    Helbestvanekî Kurdistana rojava ye, li Dubai, Imarat dimîne.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1