(Agadarî: Mehname ji xwendevanên xwe lêborînê dixwaze ku di hejmara 47 de tîpa Kk bi temamî derneket. Niha em tevaya serpeyvên bi tîpa K dest pê dikin diweşin.)
ka ka, giyayê hişkkirî
kaban kabanî, kevanî, jin, jina bermalî
Kabe Kabe, Ke'be, kevirê reş yê Mekehê yê ku hecî li dor dizivirin
kabîne kabîne, hukumet, civata wezîran
kabra camêr, zelam, mêr, mêrik, peya, kabra
kaç (dar) kaj; qaç
kaçaxbngamêş
kad kad, qad, meydan, gorrepan, com, gom, zom
kadan kadîn, xaniyê ka tê ve têt parastin
kaf navê tîpa "k" di alfabeya kurdî-erebî de
kafarbnnawçe
kafir kafir, gawir, bêîman, bêdîn, kesa/ê baweriya wê bi dînî (t bi îslamê) û Xwedê nîne; zalim, stemkar; bêwijdan
kalan kevlan, şûrdank, kaloxk, alava şûr tê de têt danîn dema mirov wî bi xwe re tîne û dibe daku ziyanan negihîne mirov yan daku pîs nebe
kalat talan, şelandin
kale pêlav, sol
kalek gundor, petêx, talik, kalik
kalemiste lîstikek e kesek herdu destên xwe û tiştikekî dibe pişt xwe û paşî herdu destan miçandî tîne û ji yê dî dipirse ka ew tişt di kîjan destî de ye
kankan, kehn, kanî, kehnî, serekanî, ciyê tiştek lê çêdibe / dizê yan jê tê
-kan -yan: mamostekan wut mamosteyan got
kanaw kanav, ava binerdî
kanga bin, kûratî, kûrahî
-kanim -yên min: birakanim birayên min
-kanit -yên te: birakanit birayên te
kaniyedirozine kaniya havînan hişk dibe
kanî kanî, kehnî, ciyê av jê dizê, cihê av lê ji bin erdê hildibilqe
-kanî -yên: mamostekanî kurdî mamosteyên kurdî; -yên wê / wî: mamostekanî mamosteyên wê / wî
kanîaw kanîav, kehnîav, ava kaniyan / kehniyan
kanîberdîne kanîkevir, (ciyê) ava (lê) ji nav keviran derdikeve
kanîle kanîk, kehnîk, kaniyên / kehniyên biçûk
-kanman -yên me: hawrêkanman hevalên me
-kantan -yên we: hawrêkantan hevalên we
-kanyan -yên wan: hawrêkanyan hevalên wan
kanûn kanûn: ~î yekem kanûna yekê, berfanbar, meha 12 ji salnameya romî; ~î duwem kanûna duyê, rêbendan, meha 1 ji salnameya romî
kanza kanza, maden, metal
kanzayî kanzayî, madenî, metalîk
kapol kulox, ser
kar I kar, şol, îş, şuxl, sin'et; ked; mijûlî; pîşe: Ewan çi kar in? Ew mijûlî çi ne? Pîşeya wan çi ye?; karûbar; bandor, tesîr, karîgerî. Biwêj: Kar le kar tiraza Mesele ji dest derket
kar II kar, karik, kehr, kehrik, bizina hê mezin nebûye
-kar -kar, ya karê wê / yê karê wî tiştek e; -ker, ya / yê tiştekî dike
kara kara, bibandor, tesîrker, giring, fer, karîger
karame jêhatî, bişiyan, karzan
karask karxezal, xezalên hê mezin nebûne
karaşna şareza, karnas, pispor, kesa/ê karekî baş dizane / dinase
karaşnayî şarezatî, karnasî, pisporî
karbedest karbidest, rayedar, desthilatdar, kesên kar (t yên fermî / resmî) di bin fermana / rêveberiya wan de ne
karbedestî karbidestî, rayedarî, desthilatdarî
karbir karbirr, tişta dawiyê li karekî tîne
karbira hevkar, kesên li gel hev karekî dikin
karbirayetî hevkarî, kirina karekî li gel hev
karbîn pispor, şareza, zanaya/ê karekî
kardanewe bertek, bersiv, reaksiyon
kardîtû kardîtî, karkirî, şareza
kareba 1) kareba, kehreba, elektrîk, ceyran 2) zîqok, zîqzîqok, hin pirtikên gewerî yên biriqin in bi cilên jinan / keçan ve tên zeliqandin daku xweşik bin
kareker xidam, xizmetkara jin / keç
karesat bela, karesat, bextreşî
karez coya binerdî, kanala binerdî, ava di bin erdê re diherrike
karezaw karezav, ava di bin erdê re wek coyan / kanalan diherrike
karezken karezçêker, kesa/ê karê çêkirina coyên binerdî baş dizane
karg kivark, hacîlok, kuvark
karge karge, kargeh, cihê kar lê têt kirin
karger sedem, binas, sebeb, ho, faktor
kargêr kargêrr, serkêşa/ê yan birêvebera/ê karekî, kesa/ê serkêşiya karkeran dike
kargêrî kargêrrî, birêveberî, serkêşî
karguzar bikêr, bikêrhatî; xizmetkar, destsivik, kesa/ê dixwaze xizmetan bike
karîte karîte, darê dirêj û qayim yê banên xanî xwe lê digirin
karjole karik, kehrik, kara / kehra sava / nûçêbûyî
karkenar karkinar, zanenşîn, teqawid
karkenarî karkinarî, zanenşînî, teqawidî
karker karker, şolker, îşker, şuxlker, kesa/ê kar / şol / îş / şuxl dike
karkirde şareza, pispor, karzan, karkirde
karname karname, nameya / plana birêvebirina kar; karname, belgenameya ku kesekî filan kar li bêvan demê kiriye daku kesa/ê kar kiriye vê belgenameyê di pêşerojê de wek nîşaneya pisporiya / şarezatiya xwe bi kar bîne
karnasbnkarzan
karniyar karxwaz, karniyar, kesa/ê daxwaz dike ku bikeve ser karekî
karniyarname karniyarname, karxwazname, nameya / forma têt dagirtin dema daxwaza ketina ser karekî têt kirin
kart, karte I karte, name, belgename, kaxez
karte II dirûna cara duyem, berhemrakirina cara duyem ji heman zeviyê
karsaz 1) karsaz, kesa/ê yan şirketa tiştan çêdike 2) çêker, kesa/ê tiştekî çêdike / karekî dike
karûbar karûbar, kar, kar û tiştên dî yên pê re
karûfirmanbnkarûbar
karûs waz, şiroveya dînî
karwan karwan, kerwan, koma mirovan / dewaran ya bi hev re dimeşe
karwançî karwançî, berpirsa/ê karwanekî
karwanî karwanî, endama/ê karwanekî, ya / yê li gel karwanekî
karwanker gerrestêr, planet
karwankuj stêra spêdeyê, karwankuj
karwanqiranbnkarwankuj
karxane karxane, kargeh, cihê kar lê têt kirin; fabrîqe
kaxezdar kaxezdar, kesa/ê karê wê /wî (t li daîreyên hikûmî) tomarkirina kaxezan e
kaye 1) com, gom, meydan, sahe, gorrepan 2) dor ("Dora min e, ne ya te lew ez dê pêşî bikim paşî tu.") 3) rişte, biwar, şax (yê zanistê)
ke I ku; dema (ku), gava (ku), wexta (ku); madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê? Madem wa ye, çima nayê?; daku, da: Hatim ke bitbînim Hatim daku te bibînim; ger, eger, heke, heger, heker, heko: Ne nazanî melêEger nizanî nebêje
ke:II dî ke / dîke ya / yê / yên dî / din
-ke paşbendika diyariya (# nediyariya) yekjimar e (Di kurmancî de bi pirranî nayê wergerandin: Pencereke sor e Pencere sor e. Bi inglîzî li şûna wê pêşpeyvika "the" cî digire: The window is red. Carinan di kurmancî de pêşpeyvika "ya / yê" li şûnê tê bikaranîn: Nawî jinî aşewaneke Zehra bû Navê jina yê aşvan Zehra bû.)
kebab kebab, pirtên goşt yên bi şifşeyan ve li ser yan ber agir tên biraştin
kebar xumamiya / tarîgewrikiya spêdeyan; dawayên (bi li meha rojîgirtinê remezanê) berspêdeyan ji mizgeftê bi bangek bilind tên xwendin
kebatcûnek lîmonan e
keç (serê) şorr / berjêr
keçe (heywanên / lawirên) şaxbadok, şaxçemiyayî
keçel keçel, hewês [h wek heft]
keçelî keçelî, hewêsî, keçeltî
keçeşaxbnkeçe
keçî lê; tevî ku, herçend e
kedebnnamo
kef I kef (ya sabûnê / pêlên deryayê); bilq (ya şorbê); gilîz (yê ji devî)
~ çandin gilîz (ji devî) hatin
kef II lêb, lêhb, hîle, xap, xîf
~ bûn (xwe) xîfandin, hîleyan xwe jê xilas kirin
~ lê dan (jê) xîfandin, lêb lê kirin, xapandin, bi fêl û hîleyan jê standin
kefalet kefalet, gerew; garantî, misogerî
kefaret filitîn, xilasî, azadî, silametî
~ bûn (ji belayekê / nexweşiyekê) filitîn, xilas bûn
kefaw kefav, ava kefdar
kefîl kefîl, gerewdêr; garantor, misogerker
kefûkol bilq, kefa bi ser tiştekî dikele dikeve
kehlan (hespên) kihêl / kehêl [h wek 7]
kej tat, teht, helan; zinar; rizde; gir
kejawe şixre, darqetkên / darbestên wek baran li hespan / hêstiran tên barkirin
kejelbnkeçel
kejmal kom, gurûb, deste
kel I ker, pirt, par, parçe, qet
kel II gupik, gupîtk, lûtke, cihê herî bilind (yê çiya / darê û hwd)
kel III hût, rût, hilû, keçel
kel nêr (t heywanên mezin)
~ girtin telew bûn, nêr xwestin, (hin lawirên mê dema dixwazin yên nêr li gel wan di nav têkiliya leşî de bin)
kela varê, avarê, dûrî rê / navendê, dûr
kelafebnkilaf
kelak kelex, term, leşê mirî
kelam kelam, kilam, nivîsên pîroz yên hin mezheban (t. kakeyiyan): wekelam bi kelam, bi sond, sond dixwim ku...
kelan serek, serok, mezin
kelanterbnkelan
kelar 1) gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî 2) navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê
kelare kum, kulav, şewqe, şepqe
kelaşbnkilaş
kelb gumtil, gumtilk, komik
kelbe kêlbe, kelbe, didanên tûj, didanên dirrinde (wek yên seyan < kelb (A) = se, kûç)
kele kulox, kele, ser; ser-, sere-: kelepaçe serûpêk (xwarinek e ji ser û piyên heywanan tê çêkirin), keleberaz înato, serhişk, sereberaz, kelegurpe seregamêş, sermezin
kele- nêre-: kelejin nêrejin, jina wek mêran, keleşêr dîk, dîkilê, mirîşkê nêr
-kele, -kele -ve (paşpirtikek e bo diyarkirina hin rengên dişibin rengekî lê ne tam ew reng in): sûrkele sorve, rengek nêzîkî sor lê ne tam sor
keleget bejndirêj, dirêj
kelek I 1) kelek, darên bi hev re girêdayî yên pê mirov di ser avê re derbas dibin 2) kom 3) gidîş, koma giyayê li hev civandî
~e kirdin kom kirin, danîn ser hev, kirin gidîş
kelek II lêb, fêl, hîle, xap, fen, lêhb
kelekbaz lêbo, hîlebaz, xapînok, hîleker
kelekçî I kelekvan, kesa/ê rêveberiya kelekekê dike
kelekçîbnkelekbaz
kelekuç perasû, parsû
kelela seqet, bêdest yan bêpî, birîndar, kirêtkirî
kelem kelemî, kelem
kelepçe kelemçe, kelepçe
keleper şeq, tîk, tiştê ji hin deran ji hev vebûye û kunek dirêj ketiyê
kenargir terkemirov, kesa/ê zû-zû nayê nav civatan lê bi tena serê xwe dimîne
kenargirî terkemirovî
kend kend, çal, xendek, newal, nihal
~ û kosp kend û kosp, astengî, dijwarî
kendal kendal, cihê av yan ax tê de datêt
kendaw kendav, xelîc, cihê ava deryayekê lê dike navber du bejayiyan (Agadarî: Ger av li van bejayiyan bisekine, jê re 'kendav' (ing. 'gulf') tê gotin. Ger di wê navbeyna du bejayiyan re bibore û dîsan bigihe ser avek berfire, jê re 'tengav' (ing. 'straits') tê gotin
kenîlê 1) keçik, qîzik, keça / qîza biçûk 2) zerî, canik, bernavê rêzgirtinê bo keçan (li şûna 'camêr' bo zelaman û 'xanim' bo jinan)
kenîsebnkilêse
kenîşkbnken II
kentor kentor [di kurmancî de k-ya nerm wek 'kêm'], dolaba cilan
kenzek 1) yar, hevala keç, destgirtî 2) xidam, bermalî, keçika karûbarên navmalî yên malbatek biyanî dike
kepçebneskiwê
kepek sivî. bnsos
kepenek kepen, kepene, kepenek, qapûtek / saqoyek / çakêtek dirêj e (t şivan şivan bi ser milê xwe de dikin)
kepirbnkepr
kepiranbnkepran
kepkebnlûtke
kepr kepir, banek e ji çeq û çilû ye ku li ser çar stûnan yan jî du stûnan û aliyek dîwarê xanî hatiye danîn û daku hîn û sîber be û bo lêrûniştina yan lênivistina heyamên germ e
kepran kepiran, heyama / demsala mirov li bin kepiran dijî / dinive
kestek guloka berfê / befrê, goga / hola / topa / tepika ji berê çêkirî
keş I seqa, avûhewa, siqa, rewşa tevayî ya avûhewa
keş IIbnkeşûfiş
keşakeş derd, kul, keder, keser, eger, elem, êş, jan
keşe werz, demsal; car, dem, gav, kêlîk, bîsk
keşeng kincirr, perritî, dirryayî, çirryayî
keşîdebnkeşye
keşîş keşîş (di filetiyê de hevberê "feqe" yê misilmanan)
keşk keşk, mastê / şîrê / penîrê hişkkirî
keşke xwezî, xwezîka, xweziya, xozî, hêvî dikim ku..., baştir e / bû ger...
Keşkelan (stêrgela / koma stêran ya) Kakêşan, Rêya Kadizan
~î felek ber perrên esmanan, cihê pirr bilind, ciyê mirov nikare bi asanî bigihiyê
keşmekeşm qerebalix, heytûhot, geremol
keştiyewanbnkeştîwan
keştî keştî, gemî, sefîne, baxîre, vapor
keştîgel keştîgel, koma keştiyan, fîlo, donenme
keştîwan keştîvan, keştîgêrr, kesa/ê karê meşandina keştiyekê dike
keştîwanî keştîvanî, keştîgêrrî
keşûfiş pesno, metho, xwemezinker
keşxe keşxe, xweşik, delal, spehî, bedew, ciwan
keşye keşye, şaşik, cemedanî, dersok (t ya zer ya hecî dikin zerê xwe)
keşzan seqanas, hewanas, kesa/ê bi zanista hewa û seqayê mijûl; seqadêr, hewadêr, kesa/ê di navgînek ragihandinê de (televizyon yan radyo) rewşa seqayê radigihîne
keşzanî seqanasî, hewanasî
ket bermayiyên ar / ard dema tê patin
ketan kitan, ketan, qumaşek e; kitan, caw, ketan
ketane kitane, ketane, cûnek stranên gelêrî yên kurdî ne
ketanî kitanî, ketanî, cûnek behîvan / bahîvan e
ketan-û-kewan kule, ketan-û-kevan. bnkule II
kete gir, milpan, mezin, girs, debdebe, gembolan
ketikbnketk
ketin lêb, xap, lêhb, hîle, fêl, fen, xapandin
ketîre gezo, ava / dewê daran
ketk kitik / ketik [k-ya nerm], hejîrên hişkkirî
ketnbnketin
ketû alavek e bo kolîna coyan / cokan / kanalan
kew I kew, firrindeyê neteweyî yê kurdan
kew II kew, saxkirina birînan
~ kirdin kewandin, kew kirin
kew III moxel, bêjing, alavek e bo bijartina t birinc yan ar ji qirşikên pîs
kew IV (şîn) şîn, rengê şîn
-kew- -kev- (rayê dema nihoyî ji lêkera "kewtin = ketin / keftin")
kewa eba, hin cûn cilên dirêj
kewale kavil, xopan, xerabe, wêran
kewan I kevan, kivan (tîr û kevan)
kewan II (qareman) pelewan, mêrxas, çeleng, fêris, qehreman, egîd, gernas
kewane I 1) (le nûsîn da) kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...) 2) kevane, banê ji alî binî ve mîna kevanê
kewane II (pêlaw) kele, cûnek pêlavên / solên ser berfê yên ji rûlên vehûnayî çêkirî ne daku pî di berfê re kûr daneçin
kewankoşe kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)
kewbar têjkew, kewên sava / temenbiçûk
kewbaz kewgîr, kesa/ê kewan digire û xwedî dike
kewbazî kewgîrî, nêçîra kewan, xwedîkirina kewan
kewbedar kewlidar, ew heyama salê ya kew bi pirranî li ser daran in
kewçik kefçik, kefçî, kevçik, kevçî, alavek pêxwarinê ye
kewçîbnkewçik
kewdaw kewdav, vedana kewekî li ber kewan daku bên nik kewa vedayî daku bên girtin
~ bûn birihîn, qelihîn, qirr bûn, neman; dem lê borîn, kevn bûn, êdî kêr nehatin
~ kirdin birihandin, qelihandin, qirr kirin, nehêlan
kilêse dêr, kilîse, perestgeha îsawiyan
kilêsman seramîk
kilêşe kefş, binkefş; gulte
kilift stûr, qalind; asê
kilîl kilîl, kilît, vekerk, enextar
kilîle I cihê kilîl dikin tê re
kilîle II gulolika berfê, komikek berfê ya hewa bi xwe re dimeşîne
kilîm kilîm, xalîçe, berrik, mehfûr, merş
kilk 1) kilik, kurî, dûv, daw, kurîk, dûvik, dawik, tiştek dirêj e bi derqûna gelek cûn lawiran / ajalan / heywanan ve 2) destik, li alavên pêkarkirinê (wek bivir / das / kêr) cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê bibirre; çembil, li amanan / firaxan cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê rabike 3) (pence) til, tilî, tibl 4) (pênûs) qelem, pênivîsk
~ kirdin kilik / kurî / dûv qusandin / kurt kirin
kilo gumtil, gumtilk, kom, komik
kiloc bnşêwe
kilol bextreş, bêsiûd
kilolî bextreşî, bêsiûdî
kiloncebnkulonce
kilor xulole, dara jixwe kunek yekderî li qurmê wê heye
kiloş cehê li ber gihiştinê lê yê hê nehatiye dirûn
kilpe qirç, qirçik, çirûsk, çirîsk (yên agirî)
~ lê helsan hilbûn, (agir) berbûnê, vêketin, geş bûn
kilpûhûr gurrmij, agirê pirr gurr
kilt navê giyayekê ye hin cûnên tilyakê jê tên çêkirin
kiltûr kiltûrik, tûrikê alavên kildanê
kin nik, cem, bal, ba, def, deve; rex, tenişt: Malyan le kin malman e Mala wan li rex mala me ye
kingder qûnde, qûnder, kesê qûna xwe dide / difiroşe (herw. mecazî)
kinge- 1) qopik, bermayiya nayêt bikaranîn ya hin tiştan: kingecigere qopikê cigareyê, pirtika nekêşandîmayî ya cigareyê 2) kundiloşk, qut, qutok, kurt, kin: kingeçinoke kundiloşk, quto / qutê, bejnbost 3) biçûk kingeşer pevçûn, lêkdan, lihevxistin
kingir I kereng, kengir, giyayek xwarbar e
kingir III ben, dezî, ta, rîs
kingxilîskê qûndaxwişk, qûndaxwişînk, xwexwişandina jêrve li ser qûnê
kingxişkê qûnxwişk, qûnxwişînk, meşîna li ser qûna (t zarok dema hê nikarin xwe li ser piyan bigirin lew qûna xwe dixwişînin ta ku xwe digihînin tiştekî)
kinîwal pîvazterrk
kinoşebngesk
kip 1) kip, kesa/ê bi demkî kerr, kesa/ê bo demek neberdewam tiştan nabîze 2) mit, ciyê / kesê / tiştê qet ti deng jê nayên; kip, dengek pirr kêm
kipene bêkipên, bêdeng, mit
kipî 1) kipî, kerriya / kerrbûna neberdewam 2) mitî, rewşa tê de ti deng nayên bîstin
kir 1) kirr, mit, kerr, bêdeng, bêpêjn 2) kurk, mirîşk û çengdarên dî dema li ser hêkên xwe rûdinin daku wan bimeriqînin û çûçelokan / çêlikan jê derbixin
~ kewtin kurk bûn
kiras kiras; gumlek, qemûs
kiraw kirî, hatî kirin, (ya / yê) hatiye kirin
kirawe vekirî, dijw. girtî
kirç I qirç, dengê "qirçe-qirç"
kirç II, kirçûkal req (fêkî / keske ji ber ku hê negihaye)
kird kir, dema borî ji lêkera "kirdin" ango "kirin"
kirdar 1) lêker, verb 2) kirar, kiryar, kirin, kir
~î lêkdiraw lêkera hevdudanî
~î têper lêkera gerguhêz, transîtîv verb
~î têneper lêkera gerneguhêz, întransîtîv verb
kirdarî kirarî, pratîkî, jiyanî
kirde kar, xebat: Kirdey min û birdey ewe Ez dikim û ew dixwe
Kirdegar Yezdan, Afirîner, Xwedê
kirdekar rêveber; çêker
kirdewe kirar, kir, kirin; reftar, rabûn-û-rûniştin
KirdgarbnKirdegar
kirdin kirin
kirdinewe vekirin, dijw. daxistin, girtin, girê dan
Ko Perwîn, navê komstêrek heftstêrî ye (bi îngilîzî "Pleiades" e)
kobend kombend, civang, civîn
kobûnewe kombûn, civîn
kocele kas, kasik, tirar, tirark (amanek / firaxek e)
koç koç, (mal)barkirin, ji ciyekî bar kirin cihek dî
~î diwayî koça dawîn, mirin, wefat
koçawkoç koçerî, koçkirina berdewam
koçek 1) koçek, gerrok 2) koçek (hin alim û zanayên êzidiyan in)
koçeke kum, kulav (t cûnek kulavên bo jinan)
koçer koçer, kesên bi berdewamî yan jî li gor demsalan malên xwe bar dikin û ji ciyekî diçin yek dî (t yên zivistanan li deştan û havînan li zozanan diborînin)
koçerêtî koçertî, (awayê) jiyana koçeran
koçerî koçerî, mîna koçeran
koçî koçî, hicrî, salnameya îslamî
koçker koçker, gerrok, geştiyar
kod den, dewlik, bîdon; zerik (amanek e şîrî ji bizinan / mihan didoşinê)
kodebnbac
kofiroş komfiroş, kesa/ê yan şirketa tiştan kom bi kom difiroşe
kofiroşî komfiroşî, firotina tiştan bi kom / li ser hev
koga, koge komgeh, civîngeh, cihê kombûnê / civînê yan komkirinê / civandinê; enstîtu; embar; dikan
kogawan, kogewan komgehvan, civîngehvan, rêvebera/ê yan karmenda/ê komgehekê / civîngehekê
koje pisto, pistok, berstu, berstuk, yax, girîvan
kojo xirab, xopan, kembax
kokirdinewe berhevkirin, komkirin, berhevkarî
kok I kêlî, kêlîk (karê derzî û dirêziyan)
kok II lihev, lihevkirî, pêkhatî
~ bûnewe li hev kirin, pêk hatin, sulh kirin, aşt bûn
~ kirdinewe li hev anîn, pêk anîn, sulh pê kirin, aşt kirin
kok IIIbnkoke
koke kuxik, kux
kokekok kuxekux, kuxîna berdewam
kokêtî lihevkirin, pêkhatin, sulh
kokîn kuxîn, dengê kuxikê jê hatin
kolI 1) pişt (t beşa jorîn ji pişta mirovan) 2) pişto, piştî, barê mirovek dide pişta xwe û hildigire
kol II 1) goc, (kesên) destên (wan) baş naxebitin, destên nikarin tiştan zeft bikin 2) goc, reben, feqare, nejêhatî, nekar, nikar
komar 1. komar, cimhûriyet, cumhûriyet, pergala / sîstema dewletî ya tê de gel (bi hilbijartinên rasterê yan jî bi rêya nûnerên gel) seroka/ê dewletê hildibijêre 2. êl, hoz, eşîr 3. civak; civat
kotan kotan, koz, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî bo têve parastina terş û tewal
kotayî I dawî, ya dawî, dawîn
~yî pê / dan hênan dawî lê anîn, bes kirin, hew kirin
kotayî texsîr, xemsarî, sersarî
kotel Iqirş, qirşik (t zîwan / reşreşk / narîcank / birabirinck û hwd yên di nav dexl yan birinc re şên dibin lê divê yên bên derxistin çiku kêr xwarinê nayên)
kotel II li gor hin edetan spêdeyek şînî û behiyan / taziyan e bo kesek mirî
kotere qurmik, kokik; stûnik; serikê stûnan
kotir kevok, kotir, kotirk, kevot, kevod, kevotk, navê firrindeyekê ye
kovan kovan, kul, xem, derd, keser, keder
kox kol, kolik, kox, koxik, xanîk
koxtebnkox
koxwazî lihevkirin, konsensûs
koz 1) koz, kozik, kotan, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî lê bêban bo têve parastina terş û tewal 2) koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar bnkoze
kozanîn komzanîn, akademî
koze koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar
kozere belim, pûşk, tûşk, çeltûk, qirş, qirşik
koziman saziya / akademiya ziman
kozirbnkozere
kuçkbnberd
kuçûle xefik, dav, tepik
kudele bezarok, têjikên berazan
kuf: ~ kirdin pif kirin (t dema lava û dua tên xwendin)
kufar kafir (t pirrjimar)
-kuj -kuj, paşqertafek e: piyawkuj mirovkuj, ya / yê mirovan dikuje, qatil
kul ko, kuh, koh, devê / devikê (birrekan / kêran yê) xweş nabirre, dijw. tûj, xweş
kul I kel, pirr germ, tişta ku dikele; kel, kela dil
kul II kund, firrindeyên kilikên / dûvikên wan hatine birrîn; qut, lawirên (ker / çêl û hwd yên) kuriyên / kurîkên wan hatine jêkirin yan kurtkirin; qut, kurt, kin, dijw. dirêj
kûr kûr [k-ya nerm], nêriyê xort ku êdî ne gîsk e lê hê nebûye nêriyê temam (Ji yên mê re bi kurmancî "tiştûr / tiştîr / teştîr / tuştîr" û bi soranî "tiştîr / çiştîr" tê gotin.)