Çend caran hinek gotin ber çavê min ketibûn û min ji xwe pirsî, gelo, ew çima rast nehatine nivîsîn an jî çima kurdek zimannas serrast nake.
Niha ez dixwazim li ser metodek rastnivîsina beşek zimanê kurdî hinek mînakan bidim.
Mînak – hinek peyvên kurdî
Rojname
Pere
Nasname
Mane
Hinek gotin:
Gotinên Şaş
Rojnameya kurdî
Nasnameya min
Pereyê min
Maneya azadî çi ye
Baxçeyê Gulan
Baxçeyên Gulan
Min divêt, ew EY jê derkeve û li pêşî ew e dibe ê
Gotinên Rast
Rojnama kurdî
Nasnama min
Pera min
Mana azadî çi ye
Baxçê Gulan
Baxçên Gulan
Bi min li vir şaşiyek mezin heye. Gerek dawiya gotinan ne bi “ey” bibe. Li vir sîstemek zimanê kurdî ava bûye. Wexta meriv qise jî dike, meriv ew “ey” bikarnaîne. Çimkî ew ne rast e û devê merivan dirêj dike.
Rastî ev e.
Rojnama kurdî rast e – Li vir meriv gerek “ey” jê derîne. Rojnameyey” xwe neguhertî.
Dîsa mînakek din
Perê min xelas bû. Ev mînak rastûrast e. Lê gotina pereyê min xelas bû, ne rast e. Li vir dîsa “ey” dikeve nav, ev jî zimanê kurdî dilewitîne. Wek hûn dizanin, kurd nabêjin, pereyê min, kurd dibêjin, perê min. Li vir pere dibe perê min, ew “ey” derdikeve. Ew nakeve nav.
Dîsa mînakek din
Nasname
Li vir jî şaşiyek mezin tê kirin. Hinek hene, ew dinivîsînin, “Nasnameya min”, Ew ne rast e. Kurd devê xwe da “ey” bikarnaînin, ew dengek wek “ey” dernaxin. Rastî ev e, Nasnama min.
Ew dibêjin; Nasnama min – Li vir gotina dawî, name dibe nam+a min. Ew “ey” ji zimanê kurdî derdikeve û peyv xwe kurt dike û baştir dibe bo axaftin.
Dîsa metodek heye
Hinek mînak
Ew hatiye
Ew derketiye
Ew avabûye
Ew’ê kirîye
Etc..
Hwd..
Bi min ew mînakên jor jî şaş in.
Rastî ev in:
Ew hatî
Ew derketî
Ew avabû
Ew’ê kirî
Nêrîn & Lêkolîn
Wek min bi hinek mînakan dan ravakirin, ji zimanê me gerek “ey” derkeve. Ew ne lazim e. Meriv gerek li dengdan jî binêre, “ey” zimanê kurdî dirêj dike û ew jî ne baş e.
Zimanê me da sîstemek heye, ew jî dibêje: Li dawiya hinek gotinan tîpek bideng hebe, ew naye ew manê ( ne maneyê ), ku, “ey” dikeve dawî. Kurd bê “ey” binivîsin û biaxifin, ew baştir û rastir e.
Bangek min jî heye bo zimannasên kurdan !
Gelo meriv çawa bike.
Kîjan metod rast e ?
“Ey” bi xwe ne pirtikek ji rêzimanê ye ku wek birêz Ronahî em nêzî wê bibin û wek şaş an zêde rabigihînin.
Di mînakên Ronahî dide de (rojname, mane, baxçe û hwd.) tîpa “E” li dawiyê ye û ev tîp beşek bingehîn e ji peyvê bi xwe û jê nikare bê avêtin yan jî heke bê avêtin, ew peyv êdî wateya (maneya) xwe wenda dike: “nam” êdî nayê wateya “name” lê di hin zarava û devokên kurdî de bi wateya “nav” e. “Man” êdî “mane” (wate) ye lê tê wateya “to stay” a îngilîzî yan “kalmak” a tirkî.
Loma heke em niha “ey” ji wan biavêjin û bibêjin:
“mana wê” êdî mebesta me ew e ku ew li derekê, bajarekî, welatekî dimîne; ne ka maneya wê ango wateya wê çi ye. Bi îngilîzî dibe “her stay”, ne “its meaning”. Loma divê bê gotin:
maneya wê” (its meaning)
Dîsa heke em bibêjin
“namên wan”
nayê wê wateyê ku basa nameyên wan dikin ku wan nivîsîne yan ji wan re hatine şandin lê bi kurdî
“namên wan” ango “navên wan” (“their names”, ne “their letters”)
Rast e ku di zimanê devkî û peyivînê de bi pirranî ev ey tê avêtin û nayê gotin lê divê herdem ew bê nivîsîn.
Gelek kes dibêjin “netewî” (ango “national”, “milli”) lê ew jî çewt e. Ji ber ku “netewî” tê wateya “ya netewiyaye/neçemiyaye, ya nehatiye tewandin/çemandin, ya natewe/naçeme, ya nikare bitewe/biçeme”, bi îngilîzî "undeclined". Ji bo “milli” û “national” di kurdî de “neteweyî” heye. Ya rast neteweyî ye û divê wisan “ey” tê de hebe.
- - -
”hatiye” û “hatî” xwedî erkên cuda ne
Di mînaka xwe ha “hatiye/hatî” de jî birêz Serhat Ronahî dîsan şaşî kiriye. Di kurdî de “hatiye” li ciyê “has come” tê bikaranîn, wek:
Ew ji Kurdistanê hatiye. (He/she/it has come from Kurdistan.)
“Hatî” bi pirranî li pey pirtikên rêzimanî yên mîna “ya/yê/yên/a/ê/ên tê bikaranîn, wek:
Yê hatî ez nas nekirim. (Ango “Ew ê ku hat/hatiye ez nas nekirim. The one who came did not know me.)
Ya bijartî. (Ew a ku hat/hatiye bijartin. The chosen one)
Loma divê bê gotin:
Ew hatiye
Ew çûye
Ew derketiye
Û hwd.