1- Derewa rast
Piştî ku mitirbekî ji axayê xwe re têr lawik xwendin, axayî gotê:
- Ka ji me re baxive lo!
Mitirb:- Ezbenî min du huqe doşav li serê pahîzê kirrîn û kirin di cerkî de... Êdî me zivistana xwe pê qedand, me îro jî bi şihînê kêşa û derket du huqe û nîv.
Axayî kenî û gotê:
- Kurro, malwêran tu çi dibêjî? Çawa zêde kir? Hema gotinekê bibêje ku mirov ji te bawer bike.
Mitirb:
- Axayê rêzdar, ez bi eniya babê te bikim welê ye, her wek min gotiye. Heke tu bawer ne kî hema xulamekî xwe bişîne bila bibîne û bipîve (bikêşe).
Heke ne rast e, ez sezayê xwe dipejirînim.
Axa:- Derewa ne yêt pînekirin ne bêje! De baş e, lê çawa zêde kir?
Mitirb:- Ezbenî, nanê me garis bû, her kesekî ji me dilê wî çûba doşavê, da nanekî bibe û biçe ser cerkî û bixwe, tibabek jê têde “nav doşavê” weriya. Her bi vî awayî zêde kir…
2- Pîreş Pîrejineke koçer hebû digotinê Pîreş, debara wê keftibû ser firotina pişkilan.. Wextekê koçeran pişkilên xwe ne frotin ji bo buhayekî girantir pê bêt. Wan pê çêbû pişkilên xwe ne froşin û di mal de bihêlin. Lê Pîreşa xwelîneyar kesê xwe ne bû û tiştekî Xwedê jî ne bû rizqê xwe pê peyda kit, divya ji birsan bimira, ji neçarî rabû pişkilên xwe bi erzanî firotin û bi hindê rêza pişkilan xirab kir “bihayê wan kêm kir” û koçer bi hindê newekirî (nerazî) kirin.. Wan jî ji kerban de çend bend pê gotin.
3- Hêrrsbûn
Darbahîvek di şûrhê re bû. Du kes li ser bi cirre çûn. Yekî digot:
- Ev bahîva min e.
Û ê din jî digot:
- Ji min re dikeve.
… Pêk ne hatin, ji lew re doza xwe birin ber destê axayê xwe. Li koçkê rûniştin û axê got:
- Dey ji min re bêjin!
Yekî got:- Ezbenî tu nikarî werî (bihêyî) nêv rezî, hema dê ji te re li vêrê bibêjin ku tu şûrhe yî û darbahîv jî di te re ye, ka ji kê re dikeve?
Axayî pirr bi vê gotinê bêzar bû, tingijî û got:
- Seyê sebab, ez dê rabim devê xwe tijî gû bikim bavêjim nav çavên te.
4- Têla telefonê
Li çolekê têla telefonê hatibû birrîn. Zelamekî gundî dît, hindek jê pêça, li hev çemand û di gel xwe îna bajêr. Cendirman di destan de girt û pê gunehkar kirin.. hingavtin, pirr êşandin, û wek golikê "hevîrê pîrê xwariye" ji lêdanê nehiş kirin û paşê berdan.. Êdî mêrik bi carekê hat guhartin, her wek ne ew bû. Ji qehra dilê xwe mal-mal diçû û digot:
- Hûn çi dikin, bikin... cendirman bikujin… dinyayê wêran kin… lê têla hukmetê ne birin!
5- Han û hawar
Zavayekî li bûka xwe dixist, lêxe, hey lêxe… Mêrekî din ê bêhnfireh li ber dîwarî beramber wan rûniştî bû, li wan temaşa dikir; ne li minê û ne li teyê… Piştî ku bûka pepûk ji lêxistinê hat hincinandin û mêrê wê xwe da paş, ji nû mêrê bêhnfireh ji bin xwe rabû çû nik zavayî û gotê:
- Bes li vê jinkê xe! Bes. Bes e! Ma tu ji Xwedê na tirsî?
Bûkê bi çavê errnê lê nêrrî û got:
- Zû ji ber çavê min biqeşite. Hezar caran mala te û ya wî ne li xana Xwedê be. Min ji te ne minet e. “Maşalla”, pa tu pirr zû li hana min hatî!
6- Behr û biratî
Zelamekî gundî mir, du kurr hebûn. Birayê biçûktir daxwaza cudabûnê kir. Birayê mezintir gotê:
- Baş e keko, xem na kê. "Ma dem li te xweş e, li min bîst û şeş e" û em dîsan birayê hev in ha...
Ihha, ya Xwedê
Ha keko, bila ev mesînê sifrê sor ê ku babê me yê rehmetî pê destnivêj dişûşt ji te re be keko… û ev xanîkê kevin ê nîvherriftî ji min re be keko…
Bigre keko, bila ev axlewîka ku dayka me ya rehmetî hêrûn (hêkerûn) têde çê dikir ji te re be keko, û bila ew rezê têrmişk- û mar ji min re be keko…
Keko, bigre keko, bila ev şemilka rengîn jî ya dayka me ya rehmetî her roj li ser nivêj dikir ji te re be keko, û bila ew hêstira pîr a qerqode ji min re be keko...
Têbînî
Ev çîrok di kovara We’î Al-‘Ummal"ê/Govarî Kirêkaran de, hijmar: 753’ê 1986’ê çap bû. Lê babê min guhartinek têde kir, ew jî (bo min) kir (ji min re) û (bit) kir (be).
Kurtenameya Sebrî Botanî ji Kovara We’î Al-‘Ummal’ê/ Govarî Kirêkaran re ye.
Her car û bi her hal ez daneyekê ji kovara we peyda dikim û tiştên sûdbexş têde dixwînim… Gazinda me ji we kêmatiya babetên kurdî ye. Ca lew dibêjim eger bibûya şeş rûpel dê têra babetên kurdî bikiran û sûdbexştir bûya. Êdî “berew pêş bo xizmeta kirêkaranî welat”. Û va ye ez vê kurteserhatiya kurdî bi diyarî ji kovara we re dişînim, hîvîdar im sûdbexş bît.
7- Du feqe Du feqe di mezeloka xwe ve li mizgeftê birçî bûbûn. Yekî got:
- Xwezî Xwedê nuho ev mezelka me heta di ber girşan re ji eprax û kutilkan dagirtiba!
Yê dî gotê:
- Xwezîîî! Lê heke Xwedê ev daxwaza te pêk anî, em dê çawa bikarin biçin ratiba xwe bînin?
8- Banek û du ba
Dibêjin ku pîrejinekê kurrek û keçek hebûn; keç dabû şû û jinek bo kurrê xwe anîbû. Hemî vêkre li mala pîrê bûn.
Şevekê pîrê çû serbanî, dît ku kurrê wê û jina xwe di xeweke şîrîn de dest li stuyê hev weranîn. Qehrê dilê pîrê girt, milê bûka xwe girt û hejand, gotê:
- Keça min piçekê ji kurrkî dûrkeve. Dinya germ e, te fetisand!
Her du ji xew hişyar bûn û ji şerman de jêk çûn paş.. Ew hêlan û çû cihê nivistina keça xwe û mêrê wê. Dît ku piştlihev in, nivistî ne. Dîsan qehirî, dest da milê keça xwe û gotê:
- Dayê gorî, xwe wergerrînin, dest li stuyê hev werînin, dinya hûnik e.
Ev gotina pîrê ber guhê kurrê wê ket, serê xwe rakir û got:
- Dayê, her tişt di dinayê de diqewimin, lê me ne dîtiye û ne bihîstiye ku deşt û zozan li ser banekî bin.
9- Xwezî
Xortekî koçer ji jineke koçer hez dikir, mêrê wê pirr pîr bû... Rojekê karwanê wan çol çol diçû, gehişt cihekî nizim, axsor - pakij û terr. Xortê koçer rawesta, li jinkê temaşa kir û gotê:
- Ce tu Xwedê, ne mixabin e ku ev teqna pakij û delal wesan herwe bimînê? Xwezî vê gavê mêrê te bimra da min têr xwe di nêv de bigewlanda (bigevasta).
10- Xortek diçû aşî
Zelamek diçû aşî, ka li nîva rêkê di cuhorê kerê wî de ne ma, teng lê sist bû, îna got:
Xwedêwo tu Xwedayekî pak î
Tu dişêy’ cuhorê kerê min tijî ceh û ka kî
Lê pa te ne kiriye û tu na kî
Kerê wî çû hindavî kendalekî û rawestiya. Bo çi di kendalî de na firrê? Îna ser xwe re nêrrî û got:
Belê Willa tu jo
Tiştê ho
Mêrekî çak î
11- Xwarina kutilkan
Xêlîvan (berbûkî) çûn dezgirtiya kek Hesinî "xortekî koçer bû" veguhaztin û bû şahî. Wê rojê gelek kutilk jî çê kirin û têr xwarin. Lê zavayê malê xwarin ne xwar, paşê di demekî re dilê wî çûyê û got:
- Ka kutilkekê ji min re bînin.
Kutilk ne mabûn. Paşê ku tarî ket erdê, birazavayî rabû rahişt destê wî û gotê:
- Hesino, hilo dereng e. Tu zava yî, were herre ser cihê xwe.
Zava:- Pa bi xwedê pêgavekê na çim, bila babekûnê kutilk xwarin biçe. Çi li min qewimiye biçim?
12- Sûnda melayî
Zelamek hebû bi şîretên melayê gundî ne dikir.. ku rojên wî ji dinyayê hew bûn. Xwedê xelatê xwe jê stand û darbesta wî rakirin birin Zehmanê spartin dilovaniya Xwedê. Mela diyar ne bû, zelamek şandin çû gotê:
- Were telqînê li ser bixwîne. Melê gotê:
- Berî mirina xwe bi şîreta min ne kir, bila piştî mirinê jî pê ne kit. Pa bi Xwedê ew hezar carên din jî bimrê, ez li ser wî na xwînim.
13- Pirrsa bê bersiv
- Tu bi xêr hatî dapîr gorî, herê te Silêmanê min ne dît?
- Silêmanê te kî ye? Û ji kîjan gundî ye?
- Silêmanê min, navê babê wî Mehmûd e, ew jî li Ewropayê ye.
- Na dapîr, ez kesekî bi vî navî na nasim. Û ez ji Amêrîkayê hatim. Kurrê te li kîjan niştê Ewropayê ye?
- Ma çend Ewropa hene? Pêr jî yekî wek te got ku ew ji Sitralayê (Awistiralyayê) hat.
Di hizra Pîr-Fatimê de ku Ewropa jî wek Duhoka wê bajark e. Her kesê ji kîjan niştê Ewropa, Amêrîka û Stiralyayê ve dihat Duhokê, ewê diçû pêsîra wî digirt û jê dipirrsî. Lê bersivên tevan yek bûn…
Rojekê hevsiya wê Binevşa Osmanî (ew jî li gel sê malên dî hemî di hewşekê de bûn) jê re got:
- Dapîra reben, wesan ji te re na çe serî û bi şîreta min bike! Kurdên ku reviyan û li dunyayê bijale bûn, dema dihên Kurdistanê, ew hemî di Zaxoyê re derbaz dibin, çûçikek ji wî serê dunyayê ve bihêt Kurdistanê pêvî ye ku ji Zaxoyê re bihêt. Êdî ya qenc ew e ku tu biçî Zaxoyê û çu reyek dî nîne! Her bi vî awayî tu dê hemiyan bibînî…
Dîtina Binevşê baş dikeve serê Pîr-Fatimê û jidil dipejirîne. Lê îcar Xwedê mala tunebûnê wêran bike. Ax ji destê belengaziyê… Lê Pîr-Fatimê dê biçe mala kê?