Di edebiyata cîhanê de mîzah ciheke girîng digre. Berhemên mîzahî ji alî xwendevanên ku ji mîzahê hez dikin, bi dilxweşî tên xwendin. Di gelek welatan de, kovarên taybetî yên ku naveroka wan bi temamî mîzah e, tên weşandin.
Di edebiyata kurdî de berhemên mîzahî hindik in. Edebiyata kurdî a devkî ji hêla mîzahî ve gelek dewlemend e. Qelsî, xwe di hêla nivîsê de dide nîşandan. Nivîskarên ku berhemên mîzahî diafirînin çend kes in, loma jî pirtûkên mîzahî hindik tên weşandinê.
Berê, çend kovarên mîzahî ên kurdî hebûn, niha tenê yek kovareke mîzahî a kurdî heye, navê wê "Pîne" ye. Ew jî kovara mehane ye û hêj nû dest bi weşanê kiriye. Di piraniya kovarên kurdan yên ku têne weşandin de beşên mîzahî tune ne. Kovarên partî û rêxistinên siyasî jî, ji bo ku pir ciddî(!) ne, rûpelên xwe ji nivîsên mîzahî re venakin. Di kovarên çandî, edebî de jî beşên mîzahê tune. Bi min, divê kovarên kulturî, lîteraturî de beşê mîzahê hebe.
Karîkatur û mîzah wek xweşk û bira ne. Wek ku dil û kezeba wan bi hevre be, ji hev venaqetîn, hevûdu temam dikin. Piştê salên 1980yî li Swêdê kovara “Zengil” , “Mîrkût” û “Îsot” derketin. Hersê kovar jî mîzahî bûn û di nav rûpeln wan de gelek karîkaturen balkêş hebûn. Niha li Swêdê tu kovareke kurdî ê mîzahî dernakeve. Piştê salên 1990î jî li Stenbolê kovara ”Tewlo” derket. Paşê kovareke mîzahî “Pîne” derket. Piştê weşandina çend hejmaran û guhertina çend navan, ev kovar jî hate girtin. Demeke dirêj, anku çend sal kovarên kurdî ên mîzahî derneketin. Niha kovara “Pîne” dîsa dest bi weşana xwe kiriye.
Kovara ‘Pîne” niha mehane derdikeve. Di kovarê de bi giranî karîkatur û romanên xêzikî hene. Helbet di gel vana gelek nivîsên mîzahî, pêkenok û hwd, hene.
Edebiyat û Hîcîv
Di romana “Don Kîşot” de hîcîv heye. Lê ev hîcîv, hîciveke basît nîn e. Di romanê de kurgu û teknîkek wisan hatiye pêk anîn ku bi afirandina tîpekî Don Kîşotvarî, ev roman hêjayiya xwe hetanî dema me berdewam kiriye.
Hîcîv çi ye? Hîcîv cureyek edebiyatê ye. Hîcîva gelêrî ya devkî heye û ya nivîskî heye. Hîcîv gelek kevn e, kevnbûna wê digihîşe dema Împaratoriya Roma’yê. Hîcîwa bi nivîskî cara pêşîn di Konstantîniyê de, di dema dewleta Bîzans de hatiye nivîsîn. Nivîskarên edebiyata Bîzansê Horatîus, Persîus û Juvenal wek cureyeke edebî Hîcîv nivîsîne. Westayê berhemên hîcîvî yên navûdeng Arîstophanes, Dante û Cervantes in.
Di Rusyayê de jî nivîskarên hîcîvvan yên sereke Puşkîn û Kantemîr e. Li Fransayê jî nivîskarên hîcîvvan xwestine hîcîva dema Bîzansê ji nûh ve jîndar bikin û di vê hêlê de gelek berhem nivîsîne. Serkêşiya Hîcîvvanên Fransayê jî Boîleau kişandiye.
Hîcîv bingeha xwe ji bûyerên civakî distîne. Nivîskarê Hîcîvvan li hember bûyerên civakî hêrsê xwe û xemgînîyên xwe bi metoda hîcîvê tîne zimên. Di berhemên hîcîvî de perwerdekirin jî heye. Bingeha hîcîvê li ser rexneyan ava dibe. Di gelek deman de nivîskarên hîcîvvan bune dengê civakê û li hemberê bêdadiyê, bêhizûriyê derketine. Di hîcîvê de hedef şexs in, kes in, sazuman in.
Hîcîv jî wek komedya û parodî, dîrek hîtabê xelkê dike. Di edebiyatê de Hîcîv şêweya herî demokratîk e. Di nav civakê de berhemên hîcîvî berhemên herî populer in. Umberto Eco jî di romana xwe ya “Navê Gulê” de -ku romaneke dîrokî ye- Hîcîvê bi kar tîne. Berhemên edebî yên ku li gor şêweya Hîcîvê hatine afirandin di her demî de desthilatdarên sazumanperestan daye tirsandin.
Li Rusyayê nivîskarê Hîcîvvan Kantemîr di nivîsên xwe yê hîcîwî de reformên civakî parastiye. Rexne li kesên ku tinazên xwe li zanînê kirine, girtiye. Rexne li kesên muhafazakar û ew kesên ku sazûmana kevnare diparastin digre. Têkiliyên edebiyata hîcîvî her tim bi jiyan ve, bi civakê ve hebûye. Nivîskarê navdar yê Rusî Puşkîn berhemek gelek balkêş nivîsiye û weşandiye ku ev berhema wî Hîcîv e. Navê berhema wî “Ji sansurvanekî re nameya vekirî“ ye. Wî bi vê nivîsa xwe serî li hember sansurê rakiriye û li dijê qedexebûnê derketiye. Ji bo Hîcîvê Davîd Perkîns dibêje “Di nav hemû çîrokan de ew ya herî bi êş e. Bi êş e, lewra me dide kenînê.” Nivîskarekî bixwaze dikare bi rengê şanoyê, bi rengê helbestê yan jî bi rengê çîrok û romanê jî hîcîv binîvîse. Ew hendî di destê nivîskar de ye, çawan bixwaze dê weha binivîse.
Di berhemên edebî de nivîskar bi metoda hîcîvê li nakokiyên nav însanan bi çavekî henekî dinêre û rexneyan dike. Hîcîv beşekê edebiyatê ye. Di edebiyata kurdî de berhemên hîcîvî kêm in. Lê edebiyata kurdî ya devkî ji alî hîcîvê ve dewlemend e. Lê çi heyf ku, ji alî nivîskî ve ev dewlemendî xwe nîşan nade.
Di bingeha hîcîvêê de êriş heye, hîcîv bi rexneyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Lê di hîcîvaa Kurdî de êriş û rexne kêm heye. Hîcîv, bi tinazbûnî li Cîhanê nêrîn e. Di nav gelek civakên Cîhanê de mesajên civakî yên herî balkêş bi riya hîcîvên siyasî têne dayîn. Lê, çi heyf di masmediya Kurdî de hîcîvên siyasî tune ye.
Di edebiyata Kurdî ya devkî de hîcîv ciheke girîng digire. Divê hîcîvên gelêrî bêne berhevkirin û weşandin. Di nav nivîskarên kurd de, yê ku herî baş xebat kiriye, pêkenokên gelêrî berhev kiriye û ji nûve nivîsiye û wek pirtûk weşandiye birêz M. Emîn Bozarslan e. Di vê hêlê de gelek pirtûkên wî hatine weşandin.
Nivîskar Mahmûd Lewendî jî gelek nivîsên mîzahî nivîsiye. Di rojnameya “Armanc”ê de kuncika wî ya bi navê “Beroş” hebû. Wî bi navên “Mala Xwedê” û “Kompîtura Ber Dilê Min” du pirtûkên mîzahî weşand. Zinarê Xamo bi navê “Hindik - Rindik” û Dr. Ciwan Batu jî bi navê “Şûjin” pirtûkên mîzahî weşandin.
Ji bo ku nivîskarên ku berhemên mîzahî diafrînin hindik in, pirtûkên mîzahî jî ji çend salan carek derdikevin. Bi raya min, divê nivîskarên ku nivîsên mîzahî dinivîsin û di kovarên curbecur de diweşînin, bila wan nivîsên xwe bicivînin serhev û wek pirtûk amade bikin û biweşînin. Bi weşandina pirtûkên weha, edebiyata kurdî a mîzahî ya nivîskî dewlemend dibe.
Pirtûka Evdile Koçer: Govendistan
Di çend weşanên elektronîk de beşên mîzahî hene. Ez beşên mîzahî yên kovara “Mehname”yê, kovara “Dengê Mezlûma” û rojnameya “Rojname.com” ê bi dilxweşî dixwînim. Di nav nivîskarên ku nivîsên mîzahî dinivîsin de, nivîsên Evdile Koçer yên mîzahî bala min dikşînin û ez bi temamî dixwînim. Ji xwe ez dema di Înternetê de malpera kovarên kurdî vedikim, li naveroka wê û nivîskarên ku nivîsên wî/wê têdene dinêrim. Dema çavên min li navê Evdile Koçer û nivîsa wî dikeve, ez di cîde nivîsê vedikim û dixwînim.
Dema ez pê hesiyam ku pirtûka Evdile Koçer “Govendistan” derketiye, gelek keyfa min hat. Pirtûka wî li “Xerîbîstan”ê ji min re bû wek derman. Min nivîsên wî yên di pirtûkê de, berê di gelek kovar û rojnameyan de derketibûn û min xwendibû, lê min carek din dîsa bi dilxweşî xwend.
Min Evdile Koçer qet nedîtiye, ez pêre qet neaxifîme, lê ji ber nivîsên wî min jê hez kir. (Min peyva hezkirinê di maneyek din de got, eman, eman paşê henekvanekî nebêje, binêr "dilê Lokman ketiye Evdile Koçer(!)") Şêweya nivîsînên wî, mîzahên wî xweşa min çû. Min nivîsên wî xwend, ez hem keniyam û hem jî ji xwe re fikirîm.
Pirtûka Evdile Koçer, “Govendistan” 138 rûpel e. Têde 36 nivîsên mîzahî hene. Nivîskar şêweya teknîka mîzahê baş pêk anîye. Uslûba nivîsîna wî jî tam mîzahî ye û kes û bûyerên ku pê henekê xwe kiriye û mijarên ku ji bo nivîsîna xwe helbijartiye aktuel in.
Niha ez ê bi kurtahî behsa naveroka nivîsên wî bikim. Helbet di çerçeva vê nivîsê de ne mimkûn e ku ez dûr dirêj û bi berfirehî behsa naveroka nivîsan bikim. Ez ê bi çend gotinan behs bikim û bala xwendevanan bikşînim ser naveroka nivîsên di pirtûkê de ne, dakû xwendevan meraq bikin û pirtûkê bi temamî bixwînin.
Beriya ku ez behsa naveroka nivîsan bikim, ez bala Evdile Koçer bikşînim ser vî tiştî ku, belkî di nivîsên xwe yên pêşerojê de vê rexneya min bigre ber çav û diqet bike.
Evdile Koçer bi vê pirtûka xwe bi me dide nîşandan, ango dibêje ku: “Binêrin xortekî wekî min 20 salî jî dikare pirtûk binivîse. Binêrin çawa haya xortekî wekî min ji edebiyata cîhanê heye. Binêrin, ez hemû edebiyatvanên navdar dinasim û di nivîsên xwe de behsa wan dikim. Binêrin ez çiqas mirovekî entellektuelim ku haya min ji hemû nivîskaran heye û ez hertiştî dizanim."
Ji xwe, Evdile Koçer di pirtûka xwe de bi qasê ku behsa nivîskarên navdar ên navnetevî dike, behsa nivîskarên kurd nake. Tu li navê kîjan nivîskarên navdar ên navnetewî bigerî di pirtûka wî de heye, lê navê pênç nivîskarên kurd di pirtûka wî de tune.
Navên nivîskarên cîhanê, -ez hema ji serî de dest pê bikim- Arsen Lupen, Kafka, Dostoyevskî, Tolstoy, Edwar Saîd, Ezîz Nesîn, Yaşar Kemal, Sartre, Borges, Mayakovskî, Xeyam, Aragon, Jack London, Bacon, Elîot, S. Hîdayet û Becket, di pirtûkê de hene. Lê, gelo çima navên nivîskarên kurd -yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin- tune? (Nivîsekî Evdile Koçer ê mîzahî di kovara “Mehname”yê de derket. Wî di wê nivîsa xwe de behsa nivîskarê vê nivîsê -yanê behsa min -Lokman Polat- kiribû. Lê, wî wê nivîsa xwe negirtiye nav vê pirtûka xwe. Yanê wê nivîsê di vê pirtûkê de neweşandiye. Xuyaye ew nivîs yan ketiye ber xezeba sansora weşanxaneyê yan jî nivîskar bi xwe -otosansur- kiriye û nivîsê di vê pirtûkê de neweşandiye.)
Di govenda kurdan de ewqas nivîskarên biyanî hebin û nivîskarên kurd tunebin, di wê govendê de kêmanî heye. Helbet di gel kêmaniyan gelek serketin hene. E. Koçer bi nivîsên xwe hem civakê dide kenîn û hem jî rexneyên zirav û carna jî rexneyên tûj dike. Ew bi heq e û heqê wî yê rexnekirinê heye. Henek, rexne û tinazên wî xwendevanan dide fikrandin. Henek an qerfên wî di esasê xwe de rexneyên ciddî ne. Ew hem li civakê rexne digre û hem jî li dijê neheqîyên ku li civakê tên kirin derdikeve.
Niha ez ê bi kurtahî behsa naveroka nivîsan bikim.
Nivîsa pêşîn a destpêkê “Serkeftin”e. Evdile Koçer henekê xwe bi peyva serketinê dike. Ev peyv di nav kurdan de pir tê bikaranîn. Kurd ji bo hertiştî dibêjin serketin, lê di esasê xwe de di tu tiştek de jî bi ser neketine.
Di nivîsa “Berê û Îro” de ferqa berê û îro tê diyarkirin. Di nav xelkê de tê gotin; dibêjin “sal bi sal, xwezî bi par.” E. Koçer vê nivîsa xwe bi zimanê helbestkî, gelek xweşik li hevûdu haniye.
Nivîsa “Partiya Zimanê Kurdî” tam li gor rewş û şêweya civaka Tirkiyê û Kurdistanê hatiye nivîsîn. E. Koçer bi zimanekî mîzahî damezrandina cure cure partiyan dinirxîne û bi awayekî balkêş wek alternatîf pêkanîna “Partiya Zimanê Kurdî” pêşkêş dike. Damezrandina partiyeke weha di cîde ye. Hema ez bi xwe jî amade me ku bibim endamê partieke weha. Ez ê li gor şertê endamtiyê a desturê 99 car bibêjim “Bi xeml û xweş e, şîrîn û xweş e, zimanê kurdî.”
Niha li Tirkiyê û Kurdistanê di nav rewşenbîr/nivîskarên tirk û kurdan de “post-modernîzm” bûye mode. E. Koçer di nivîsa xwe ya “Kurdên Post-modern” de henekên xwe bi “Kurdên Post-modern” dike. Ew, rewş û karektera gelek fîgurên kurdên post-modernîst radixe ber çavan û bi gelek mînakan wan kurdên post-modernîst dinirxîne. Ew bi şêweya mîzahî rastiya wan kurdan derdixe holê.
Wek mînak, ji wan kurdên post-modernîst, yek jê “dîn û îmana wî ji êzeleştirî û pêşniyaran” diçe û di civînên polîtîk de jî xewa wî tê. Yekî din ji bo “Navenda Nexweşiyên Civakê” lêkolînan dike. Di vê nivîsê de gelek mînakên din jî hene. Lê, yek mînekek jî ji nivîskarên kurd ên post-modernîst tune ye. Bi min, kêmaniya vê nivîsê jî ev e. Heger mînakek jî ji nivîskarekî -yên ku helbest, çîrok û roman dinivîsin- hebana, dê gelek baş bana.
Nivîsa “Newrozname” jî mîzaheke ku mirov dide fikrandin. E. Koçer ji bo “Ronesansa kurdan wê çawa pêk bê” pêşniyazên balkêş ên mîzahî pêşkêş dike û xwendevanan dide kenîn û fikrandinê. bi min jî, heger ev pêşniyazên E. Koçer (gelek pêşniyazên balkêş hene. Min behsa naveroka mijara pêşniyazan nekir, bbila xwendevan bixwînin, dê bibînin ku çiqas pêşniyazên di cîde ne.) bên pêkanîn, dê miheqeq ronesansa kurdan pêk bê.
Di nav kurdan de, bi taybetî jî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ji bo hertiştî dibêjin “Ez zanim, min dizanibû.” Kesekî nabêje “Ez vî tiştî nizanim. Rojnamevanan ji serokwezîrekî tiştek pirs kirin, wî jî bersîv da û got “Ez vî tiştî nizanim.” We qet dîtiye serok an sekreterekî partiyeke kurd gotibe “Ez vî tiştî nizanim.” Ew bi hertiştî zanin(!). E. Koçer di nivîsa “min Dizanibû, Min Gotibû” de henekên xwe bi wan kesên ku ji bo hertiştî dibêjin “Min Dizanibî, Min Gotibû” dike.
Di nivîsa “gotinên Şêx û Heciyan” de aforîzma îdyoman a fikrî, ramanî heye. E. Koçer di vê pirtûka xwe de bi hinek îdyom, hevok û peyvên nû, edebiyata kurdî -bi şêweyeke mîzahî- dewlemend kiriye. Bi raya min, peyva wî ya “Rexnekûj” dê di nav rexnegiriya edebî de ciheke girîng bigre. Bi rastî jî, hinek kes li ser navê rexnegiriyê “rexnekûj”î dikin.
Nivîsa “Keçêêê......!?” bi şêweyeke mîzahî rewşa jinan û têkiliyên jin û mêran dinirxîne. Di nivîsa “www. xayin. com” ê de, nivîskar bala xwendevanan dikşîne ser êşeke civakî.
Helbet qalibê pîvanên welatperweriyê tune. Her kurdê ku li zimanê xwe xwedî derkeve, azadiya gel û rizgariya welatê xwe bixwaze, welatparêz e. “Krîterên Welatparêziyê!!!” yên ku E. Koçer rêz kiriye, ew jî baş in. Xweziya hemû kurd li gor van krîteran tevbigerin. Heger kurd bi gotina E. Koçer bikin, dê mala dewleta tirk bişewitînin.
Nexweşiya entellektuelan têt zanîn. Bi qewlê E. Koçer ve “Entel - Nexweşiyên Bargiran” in. E. Koçer di vê nivîsa xwe de behsa nexweşiyên entelan dike. Ew mînak dide ku; hinek entel xwe wekî Celadet Bedirxan û Homeros dibînin. Rast e, hinekên din jî xwe wek Çexov, Dostoyevskî û Toêdtoy dibînin.
Belê; “Govendistan”. Ma Govendîstan bêyî “Tilîlîstan”ê dibe? E. Koçer dibêje : “ heger ku te bivê tu "welatparêziya" xwe bidî nişankirin, îlleh, bîlleh divê tu govendê bigirî.” Yê ku govendê nizanibe, îşî xirab e, dikare bi şik lê bê mêzekirin. Govend girtin, gelek xweş e. Ji xwe divê her kurd -kurdên ku ji welatê Govendîstanê ne- divê miheqq bizanibin govendê bigrin.
Nivîskarê çak, Evdile Koçer di nivîsa xwe ya “Rojava û Rojhilat” de, bi şêweyeke mîzahî cudahiyên nav rojava û rojhilatê şîrove dike. Ew ji devê şivanê gundê xwe gelek gotinên balkêş rave dike. Du cîhanên ji hevûdu cûda rûqalê hevûdu dike. Îdyomên ku di vî nivîsê de hatine gotin, hemû jî ji sedî sed rast in.
Nivîskarê jîr -lewra ew di hemû waran de jîr e- li ser “Fakulteya Susurlukê” lêkolîneke biçûk dike û ji “Komara Televolê” çend dîmenên balkêş dide nîşandan. Di komara televolê de, demokrasî, azadî, wekhevî, mafê mirovan, aşîtî, hiqûq, biratî û girtîgeh çi ne û tên maneya çi? Bi îlmî/zanîstî ya mîzahî hatine şîrovekirin.
Di her demî de û li her derî nêçîrvanên pirtûkan hene. Du cure nêçîrvanên pirtûkan hene; cureyek nêçîrvan polîs in, derdikevin nêçîra pirtûkan û wan dişewitînin, dikujin. Cureyek jî dizên pirtûkan in. Ew jî derdikevin nêçîra pirtûkan û pirtûkan didizin. Di nivîsa “Nêçîra Pirtûkan” de, cureyek din jî nêçîrvanî heye. Ez vê cureyê nabêjin, wê jî hûn bixwînin û fêr bibin, ka di “Fuara Pirtûkan a Stenbolê” de çi bûye, çi qewimîye?
Xwesteke zengînbûniyê -dewlemendbûnê- daxwazaek xwezayî a însanan e. Ma kî naxwaze zengîn bibe? Her însan dixwaze ku zengîn bibe, lê helbet hertişt bi daxwazê nayê cih. Her însanê ku dixwaze zengîn bibe jî, zengîn nabe. Heger hûn dixwazin zengîn bibin, divê hûn nivîsa “formûlên Zengînbûnê” bixwînin. Hûn hûnbin, vê nivîsê qet nerevînin. Hûn ê pênç milyon bidin û pirtûka Evdile Koçerê bazirgan “Govendîstan” ê bikirin, lê hûn ê fêrê formûlên zengînbûnê bibin. Belê, formûlên zengînbûnê bi 5 milyonan tê firotin. Kî/kê dixwaze zengîn bibe, bila pênç milyon ji berika xwe derxe û pirtûka “Govendîstan”ê bikire.
E. Koçer di nivîsa “Tîpolojiya Têkçûnê” de karektera hinek kesan bi sernavê “Tîpolojiya Têkçûnê” gelek xweş aniye zimên. Hema ji xwe re li van çend gotinan binêrin, bê çiqas rast in. “Nezan nizane ku nezan e... Tenê bi berçavka xwe li dinyayê dinêre....Mûyekî jî, ji pozê xwe hilnake...Li ser navê gel siyasetê dike, lê nizane seyîstiya hespan bike...”
Ma qey dê her tim tenê partiyên siyasî, siyasetmedar konferansan çêbikin? Waye nivîskar jî konferans çêdikin. Nivîskarên kurd yên li welêt dicivin û li Îzmîrê konferansek amade dikin. Di nivîsa “ Konferansa Nivîskaran” de, behsa vê konferansê tê kirin. Nivîskarê mîzahvan E. Koçer jî li ser navê “êl û eşîra xwe” beşdarê konferansê dibe. Nivîskar di vê konferansê de rastê suprîzên balkêş tên. Baş e, ev suprîz çi ne? Ez nabêjim. Heger ez bibêjim, dê Evdile Koçer ji min bixeydê, dê bibêje “Lokman hertiştên di pirtûkê de behs dike, nahêle ku xwendevan pirtûka min bikirin û ew bi xwe bixwînin. Ma qey Lokman berdevikê xwendevanan e ku hema hertiştî ji wan re behs dike.”
Sartre û Borges’ên kurdan (her kîne?) ew jî beşdarê vê konferansê dibin. Di konferansê de gelek niqaş tê kirin. (Xwendevano! Hema ji bo vê meraqê be jî, divê hûn pirtûka E. Koçer bikirin û bixwînin.) Di dawiya konferansê de (di nav konferansê de çi bûye, çi qewimîye? Ez nabêjim.) biryara weşana kovareke digrin. “Nivîskarên ku nivîsên xwe ji rojname û kovaran re dişînin, wê êdî heqê mîzampaj û çapxanê jî bişînin... Nivîskarên ku qala telîf, melîfan dikin, wê ji 99 gundan bêne qewirandin.” Werhasil, konferans bi vê şêweyê bi “serkeftî” diqede, lê kovar hêj jî nehatiye weşandin.
E. Koçer di nivîsa “Mirov Çawa Vedireşe” de behsa cureyên vereşandinê dike. Helbet, tewir tewir vereşandin hene, lê vereşandina herî balkêş vereşandina ku “civak jî pê dilewite” ye.
Di sernivîsa “Plan û Projeyên Nû” de, E. Koçer ji bo pêşerojê pêşniyazên gelek makul dike. Ji destê min nayê, heger ji destê min bihatana, min dê hinek plan û projeyên ku E. Koçer pêşniyar dike bixistana jiyanê. Lê, hinek kes hene ku dikarin van plan û projeyan pêk bînin. Han ji we re çend mînak : 1 - Bi kurdî 40 milyon rûpel ’Özeleştirî’ya xwe binivîsin û bikevin nav rekorên Guînessê. 2 - Xwe Mesîhê dawî îlan bikin û bibêjin, “Kengê ku kurd giringiya zimên, çand û hunerê fêm bikin, roja haş û mahşerê hingê ye!” 3 - Komeleya tiral û rexnegiran ava bikin û bursê bidin aqilfiroş û rexnekûjan. 4 - Di nav mala xwe de li gorê pîvanê xwe, partiyekê ava bikin û heta heta bibin serokê wê. 5 - Mirîşka Emînê Çolajan bikujin, bikevin girtîgehê û fêrî ziman û çanda kurdî bibin. 6 - Ji xaltîka Medenî Ferho re, pênç cîld romana xaltîka xwe -hinek jî ê gundê xwe- binivîsin û wergerînin pênç zimanên din jî. 7 - Tenê pênç rojan, rojnameyeke bi kurdî ya rojane derxînin û bikevin dîrokê.
Mînakên bi vî rengî pir in, lê ewqas mînak bes in. belkî hinek bikaribin van xalên jorîn pêk bînin. Hinekan pêk anîne, lê heger hinekên din jî karin, bila ew jî mînakên weha pêk bînin.
Nivîs dirêj bû. Êdî bes e. Min ji we re bi kurtahî be jî, behsa naveroka 21 nivîsan kir. Dimîne 15 nivîsên din. Wan nivîsan jî hûn ji xwe re bixwînin. Ma ez mecbûr im ji we re behsa hemû nivîsan bikim.