MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


ji bo Girseyên Gelê Me li Bakurê Welat

Bangewazî

Di van dehsalên dawî de, bi têkoşîna Tevgera Rizgariya Neteweyî ya gelê me hişyarbûna neteweyî û civakî li seranserê Kurdistanê bi lez pêşve çû û DOZA KURD Û KURDISTAN kete rojeva cîhanê. Wisa li bakurê welatê me jî girseyên gel rabûn ser pêyan û xurtbûna tevgera neteweyî gihîşte asteke gelek bilind. Bi xurtbûna tevgera neteweyî re li bakur, DOZA KURD kete rojeva Tirkiyê bi xwe jî û dîtina çareyekê ji vê pirsê re êdî bû yek ji mercên here girîng yên pêşveçûna siyaseta hundirîn, geşbûna rewşa aborî û lidarxistina peywendiyên derve. Bi bizava standina mafê endametiya Yekîtiya Ewropayê, gelek siyasetmedarên Tirkiyê neçar man, ku bêjin “Rêya Ewropa di Amedê re derbas dibe”. Bi rastî jî, bêyî demoratîkbûna Tirkiyê û dîtina çareyekê ji DOZA KURD re, pirsgirêkên Tirkiyê, çi siyasî, çi aborî û çi jî aştiya civakî çareser nabin û Tirkiya nikare mafê endametiya Yekîtiya Ewropayê wergire; demokratîkbûn û pejirandina mafên rewa yên gelê Kurd di vî warî de li ber Tirkiyê bûne mercên bingehîn.

Di havîna vê salê de, ew parlemana ku di sala 1999an de, di bin mercên tûjkirina hestên netewperestiya rastrewî de hatibû hilbijartin û bi hemû dek û dubareyan Kurd li derveyî wê hiştibûn, dîsa jî neçar ma, ji serhişkiya xwe ya dîrokî dakeve û hin gavan pêşve bavêje. Bê guman, ew gavên ku hatin avêtin, bi ti awayî têra çareseriya van pirsgirêkan nakin. Di bin barê pirsgirêkên giran de, koalîsiyona ku ji DSP, MHP û ANAP pêk dihat hilweşiya û serdarên Tirkiyê neçar man, hilbijartinên pêşwext bînin rojevê. Di sala 1999an de, da ku kurdan li derveyî parlemanê bihêlin, her şêweyê zor û pestanê, hemû fêlbazî, dek û dubareyên ku ji dest hatin, pêk anîn. Yek ji wan dek û dubareyan ew bû, ku benda ketina parlemanê ji 5% rakirin 10% û wisa hîngê Partiya HADEP li derve ma. Lê îro ew benda ji 10% li pêşiya piraniya partiyên Tirkiyê, û ji bo ewên ku ew bend danîn bi xwe jî, bûye astengiyeke mezin. Partiya HADEP dikarî vê carê hevpeymanekê bi hin partiyên din re pêk bîne û ji ber bloka demokrat ve, bi navê DEHAP vê carê ew dadikevin hilbijartinan. Bi hişyarbûna girseyên gelê me û avêtina durişmên siyasî yên durist ji aliyê DEHAP ve, hêvî gelek mezin e, ku ew benda ji 10% derbas bike û cihê xwe yê rewa di parlemanê de bistîne.

Di vê têkoşîn û keftelefta siyasî de, ji bona standina mafên rewa yên gelê Kurd û neteweyên din yên bindest li Tirkiyê, mijara standina mafên çandî, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkî, mafê belavkirina weşanên cur be cur û bikaranîna dezgehên ragihandinê wek mercên demokratiyê yên bingehîn bi tundî derketine pêş. Zor û pestana li ser çand û wêjeya kurdî êdî hin bi hin tê şikestin. Qedexe- û bendkirina pirtûkên li ser çand, wêje û dîroka gelê Kurd, êdî ne di çarçewa siyasî de û ne jî di meydana wêjeyî de li hundir û derveyî Tirkiyê, bi taybetî li Ewropa bi ti awayî nayê pejirandin. Nemaze ev mijar û mijara demokratîkkirina jiyana siyasî û aborî li Tirkiyê îro di destê tevgera rizgariyê de çeka here bi bandor û xurt e.

Ji lew re, em nivîskar, rojnamevan, weşangêr û rewşenbîrên Kurdistan divêt ji giştan bêtir li van mafan xwedî derkevin. Daku em dengê xwe û berhemên xwe, hest û ramanên xwe bigihînin gelê xwe, divêt em ji bona standina van mafên rewa û demokratîk, berî her kesî bizavê bikin û têbikoşin. Ev xebat û têkoşîn, di rewş û mercên îro de, dikare bigihîne serkeftinê û encameke erênî jê derkeve, heke girseyên gelê me vîn û îradeya xwe ya siyasî bi kar bînin û rêxistina ku vê vîn û îradeyê dinimîne benda ji 10% derbas bike; ew jî di vê heyamê de bloka demokratîk DEHAP e. Divêt girseyên gelê me ji cîhanê re jî mêlag (îspat) bikin û bidin xuyakirin, ku ew bi tundî li pey mafên xwe ne û bi tu awayî dest jê bernadin.

Li gor vê rewşê û ji bo van sedeman, em nivîskar, rojnamevan, weşangêr û rewşenbîrên Kurdistan bi gelemperî gazî girseyên gelê Kurd li bakurê welat dikin, ku di roja 3. mijdarê 2002an de bi her awayî biçin ser sindoqên hilbijartinê, mafê xwe yê sîvîl û rewa bi kar bînin û dengê xwe bidin bloka demokratîk DEHAPê. Heke organên dewletê – weke caran – zor û pestanê jî bikin, divêt dîsa xwe nedin paş.

Dr. Zerdeşt Haco
Mustefa Reşîd
Hayder Işik
Medenî Ferho
Dr. Mûsa Kaval

------------------------------------------

Em pênc nivîskarên ji Navenda PENa Kurd gazî hemû hevalên nivîskar, rojnamevan, weşangêr û tevaya rewşenbîrên Kurdistan dikin, ku dengê xwe tevî dengê me bikin û piştgiriyê bidin vê banga me. Ewên ku piştgiriyê didin vê banga me, bila ji kerema xwe bersivê li ser vê maila jêrîn bişînin: [email protected]

Li gel rêz û silavên me

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1