MEHNAME - dengź ēande, wźje ū zimanź kurdī
Serrūpel Hejmar 33, kewēźr 2002

Naverok
Diyarī
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nūēe
Gelźrī
Ziman
Name
Mizgīnī
Pozname

Weşan

Lokman Polat: "Serhildana Eliyź Ūnis" a Salihź Kevirbirī
Lokman Polat: "Źşbazī" ya Yaqob Tilermenī


ŹŞBAZĪ

Lokman Polat: [email protected]

Di edebiyata kurdī de, berhemźn edebī źn kurteēīrokan her diēe zźde dibin. Di vź sala 2002an de ēend pirtūkźn kurteēīrokan hatin weşandin. Girīngīya van pirtūkan yek jź ev e ku; ji alī nivīskarźn kurd yźn li welźt dijīn ve hatine nivīsīn.

Nivīskarźn kurd yźn ku xwerū bi kurdī dinivīsin ū li welźt dijīn, īsal (sala 2002) ēend berhemźn giranbiha weşandin. Berhemźn ku hatin weşandin, pirtūkźn nivīskaran źn yekemīn in. Ēend meh berź pirtūka Dīlawer Zeraq a kurteēīrokan “Kakil”, paşź pirtūka Remezan Alan “Saturn” derket. Min pirtūka Remezan Alan hźj nexwendiye. Gelo roman e yan ēīroka dirźj e? Niha jī pirtūka Yaqob Tīlermanī a ēīrokan “Źşbazī” hate weşandin.

Hetanī niha nivīskarźn ku li Ewropayź -bi taybetī jī yźn li Swźdź- dijīn, gelek berhemźn edebī anku gelek pirtūkźn kurteēīrokan afirandin ū weşandin. Hinek berhemźn ku pźşī li Swźdź hatin weşandin, paşź li Stenbolź jī hatin weşandin ū gihīştin destź xwendevanźn kurd yźn li welźt.

Di nav nivīskarźn kurd yźn li Swźd de, yźn ku berź kurteēīrok nivīsīne, niha dest pź kirine roman dinivīsin. Ji nivīsīna kurteēīrokan derbasź nivīsīna romanan, ji bo wan nivīskarźn ku berź kurteēīrok dinivīsandin, hźsaniyek pźk tīne. Bi min, nivīsīna romanan ji nivīsīna kurteēīrokan hźsantir e. Di romanź de serbestī heye. Nivīskar xwe serbest hīs dike. Kurteēīrok weha nīn e. Nivīsīna kurteēīrokan zor ū zehmet e. Nivīskar divź peyv ū hevokan helbijźre, ēīrokź biniqīne, di nav ēend rūpelan de wisan kirasek lźbike ku tehm ū lezetek edebī bide xwendevanan.

Helbet zehmetīyźn romannivīserīyź jī gelek hene. Di serī de jī, ji romannivīserīyź re sebir ū aramī pźwīst e. Nivīskarźn kurteēīrokan ji helbijartina peyv ū hevokan ber bi sebrź ve biēin, dź di romannivīserīyź de jī biserkevin.

Ez bawerim ku, heger Yaqob Tīlermenī dest bi romannivīserīyź bike, dź romaneke baş binivīse. Di ēīrokźn wī de nexş ū teswīrźn romanź hene. Pirtūka wī ya bi navź “Źşbazī” pirtūka ēīrokan e. Di vź pirtūkź de 12 ēīrok hene. Pirtūk 111 rūpel in ū di nav weşanźn “Sī” de, li Stenbolź derketiye. Ev pirtūka nivīskar ya yekem e.

Nivīskar Yaqob Tīlermanī ēīrokźn xwe ji hevdu taswīr kiriye, wan beş bi beş ji hev veqetandiye. Di beşa yekem de “ēīrokźn bź ziman” hene. Beşa duyem “ēīrokźn bź dergeh”, beşa sźyem “ēīrokźn bź evīn” , beşa ēaran jī, ji “ēīrokźn bź wext” pźk hatine. Naveroka ēīrokan li gorź sernavź beşan hatine afirandin.

Zimanź nivīskar ź pirtūkź zimanź gelźrī ū sivik nīn e. Zimanekī entellektuelī ye ū giran e. Pirtūk herwekī ku ne ji bo gel ū xwendevanźn normal, lź ji bo nivīskar, rewşenbīr anku entellektuelan hatibe nivīsīn. Lewra di pirtūkź de hinek peyv ū hevok hene ku giran in ū zehmetiyź dide xwendevanźn normal. Herwekī; “Hźmayan pźşkźşī me dikin.” “Hźmay ēi ye?” , “Ēav jī, seraqet li ser wź civakź ne.” , “Seraqet ēi ye?” , “Nola Don Kīşot” Ēima “Wekī Don Kīşot yan jī Mīna Don Kīşot na, lź nola Don Kīşot?”

Di nav xelkź de ū di jiyana rojane de, dema ku kurd bi hevre diaxifin, yan peyva “mīna” yan jī peyva “wekī” bi kar tīnin. Lź, nivīskar di şūna van herdu peyvan de, peyva hevmaneya van peyvan, “nola” bi kar anīne. Ev jī heqź wī ye. Di nav peyvźn sīnonīmźn hev de ji xwe re peyva ku ecibandiye bi kar anīye.

Nivīskar Yaqob Tīlermanī di pirtūka xwe de, teknīk, tema, li hevūdu hunandina ēīrokan li gor xwe pźk anīye. Ū bi min baş jī kiriye. Her nivīskar azad e ku ji bo naveroka ēīroka xwe kījan mijar helbijere, dikare helbijere ū kījan teknīk bi kar bīne, dikare kar bīne.

Her nivīskar li gor xwe, şźweya wī ya nivīsīnź heye. Kes nikare qalibeq dayne ber nivīskar ū bibźje li gor vī qalibī binivīse. Receteyźn tema ū mijarźn ēīrok ū romanan jī tune ne. Hinek nivīskar li gor ekolźn edebī yźn navnetewī berhemźn xwe diafirīnin. Hinek jī qet girźdayź ekolźn edebī yźn navnetewī nīn in ū li gor zanistīya xwe berhemźn xwe diafirīnin. Tź bīra min, carek nivīskarekī -ew bi xwe jī ēīrok dinivīse- ji min re got : “ Te di filan ēīroka xwe de behsa filan tiştī kiriye, ev realīst nīn e.” Bi min tu nivīskarekī mecbur nīn e ku realīst be. Hinek ēīrokźn Yaqob Tīlermanī bi şźweya post-modernīzmź hatine nivīsīn. Bi min, heqź kesź tune ku bibźje “Yaqob te ēima ēīrokźn post-modernīst nivīsiye?”

Ēīrokźn di pirtūka Yaqob Tīlermanī de, ēīrokźn modern ū post-modern in. Ev şźwe nivīsīna ēīrokan ji bo edebiyata kurdī dewlemendiyek e. Ez nivīskarź nū ū nūjen Yaqob Tīlermanī pīroz dikim ku berhemek weha edebī afirandiye ū li pirtūkxaneya kurdī zźde kiriye.

Berdest
Hejmara nū
Hemū hejmar
Hemū pirtūk
Hemū nivīskar
Nūdem
Arşīva Cegerxwīn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarī | Gelźrī | Helbest | Mizgīnī | Name | Nirxandin | Nūēeyźn ēandeyī | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herī baş bi INTERNET EXPLORERź tź dītin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Tźkilī: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemū maf parastī ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1