Programê Serbestîye

Gotinên Pêşin

Welatê Me Kirmanc-Zaza di bin bandrola Tirkan deye. Ziman, kultur û hebûna wan ber wendabûnê û têkçûnê deye. Ji ber vê munasebetê em grûbê Kirmanc-Zaza'an hatin ba hev û me xwest ku em rê û pêşî li ber vê wendabûnê bigrin. Bo vê sedemê me Komela Komê Serbestiya Ma Dımıli-Kırmanc-Zazay ava kir. Esta (Nuha) navê Kome me bi kurtayî Serbestiye'ye.

***

Komê Serbestiya Ma Dımıli-Kırmanc-Zazay ji bo azadî û serbestîya gel û welatê xwe û di bin dest û bandirola gelên bîyanîyande (Xerîbande) derxistin û rizgarkirina gel û welatê xwe kar û xebatê dike, sîstemek demokratîk û pirrheqî dixwaze.

Serbestîye hereketek demokrat, welatperwer û nîştiman perwere. Komela me, azadî, serbestî û demokrasîya gelê xwe re xwedî derdikeve û pêwîste ku bi lez û bez ji bo vê yekê kar û xebatê bike, dinê pê hêşyarke û tiştên nexoşên ku ji gelê wî re diban wan raxîne ber çavên dinê û bi herhawayî ji gelê xwe re xwedî derkeve û derdikeve jî.

Em di kar, bar û xebata xwede ademîmerkezîyetê bingeh digirin. Mirov di çerçewa demokrasîyê de xwestinên xwe dibin Komê re û wan xwestinên xwe jê re dîyar dike. Di vê Komela me de, mirov qerarên ku rast dibîne, tenê wan qeraran bi cîh tîne.

Em di fikir û vîjdande serbestbûn û azadbûnê temînatê bingeha kar û xebatê dibînin. Em hêvî û bawer dikin ku, mirov bêzor û bêemir, bi dilxweşîya dilê xwe, di nav hewldanêde kêm an jêde bixebite.

Di Komela me de yek fikirbûn tuneye. Her mirov di dîtin, fikir û ramanên xwede serbest û azade. Xweşbûna civatê di rastîyê de yek û tek nîne û nabe jî.

Em sîstema rejîma Tirkîyê ya qirêc û bandirola wan ya nuh naxwazin. Em dixwazin ku bi hemû cîranên xwe re, di kêleka hevde, di nav dilxweşî, biratî û tendurustîyê de, di nav demokrasîyê de xweşî, biratî, cîrantî û jîyana xwe bidomînin. Ajotin an jî temînkirina vê xweşî, biratî û cîrantîyê otonomî, konfederasyon an jî bi federasyonê ve mumkun dibe.

Ger cîranên me bi vê yekê qebûl nebin û naxwazin, em di wê wextê ji xwe re îdarekî bi serê xwe datînin.

Serbestîye ji wan hereketan hereketeke ku, şerê serketin, serbestî û azadîya gelê xwe dide, yekbûna gelan, demokrasî, dostanî û biratî dixwaze, yên ku me nasdikin bi wan re hevkarî û kar dike. Li Kurdistan û li Tirkîyê de, yên ku serbestî, azadî û demokrasî dixwazin wan ji xwere dost û hevalbend dibîne.

Li ser axa Anatolî (Anadolîyê), Mezopotamya û Îranê de gelê me, gelê herî kone. Gelê me heta îro gelek felaket, zordarî, zordestî dîne, hatîye qirkirin, qetilkirin, talankirin, wêrankirin, lêbelê hember van hîn nêzî pênc (5) mîlyonî de li ser pîyan, li ser lingên xwe maye. Bavkalên me, mezinên me, pîl û pîrên me, dayik û bavên me ziman, zagon, kultur û hebûna me parastin û heta îro anîn û gihandin destê me.

Di sedsala 16 an de Dewleta Osmanîyan, Mîr, Axa û Begên Kurdan anîn lîstikê, girtin alî xwe û bi hevre der-dora welatê me girtin û gelê me peyder-pey girtin bin bandirola xwe. Lêbelê gelê me hemver wê zuluma wan zaliman derket û hetan ku sala 1938 an Dêrsim kirin agir û şewitandin berxwe dan.

Dewleta Osmanîyan ku herba cîhanêya yekem wenda kir, gelên ku di bin bandirola wan de bûn yeko-yek serî hildan û doza azadbûna xwe kirin. Ji wan gelan Zaza, Ermenî, Rûm û Kurdan ji bo heqê xweyê dest xistina navnetewî serî hildan û şer kirin.

Tirkan berê, berê xwe da Ermenîyan, ew qirkirin û yên ku man jî ji welatê wan derkirin. Qirkirina Ermenîyan bi lîstikên Osmanîyan ve, ji alî leşkerên Osmanîyan û destê Beg û Axayên Kurdan ve hat çêkirin. Bi hatina lîstik, dep û dolabên Osmanîyan ve, bi hevre Ermenî qetil kirin. Lêbelê çiqas ji destên Kırmanc-Zazay'an hat, ewqas Ermenî girtin nav xwe, hemver wê qatlîamê bêdeng neman û ew hîmaye kirin.

Osmanîyan, gelê Rûm hinek qirkirin û yên ku man jî ji welatê wan der kirin.

Gelê me di sala 1921 an de li Koçgîrê ji bo azadî û serbestîya gelê xwe, hember Kemalîstan serî hildan û xweserbûna xwe xwestin. Koçgîrî ev serîhildan û lêxistin wenda kir. Dewleta Tirk ji bo wê serhildanê gelê me qirkirin û di nav xwînêde gewizandin, Elîşêr û hevalên wî yên wê serhildanê paşde kişîyan û hatin Dêrsimê.

Di sala 1925 an de Şêx Seîd ji bo gelê xwe yê Zaza serîhilda û heqê xwe yê serbestî û azadîyê xwest. Dewleta Tirkan ya Barbar Hêni, Piran, Palu, Çewlıg û Xarpêt kır wêran û gundê me şewitandin. Ji bo wê serhildanê jî gelê me yê bêsûc û bêguneh qirkirin û bi xwînê ve serê wê serhildanê jî girtin. Şêx Seîd û hevalên wî yê wê serhildanê girtin û birin li Dîyarbekirê de li darê îdamê xistin û ew îdam kirin.

Piştî wan serhildan û qetlîaman îcar dor hat Dersimê. Leşkerên Tirkan di sala 1926 an de avêtin li ser şîwarên Dêrsimê, di sala 1930 an de jî hatin ser Pilêmûrê. Gelê me yê qehreman leşkerê Tirkan paşde pişkandin. Çavên leşkerên Tirkan ji xwîn rijandinê têr nebûn. Ew qetilkirin û xwîn rijandinê qîma wan nanî, îcar bi her alî gelê me girtin bin bandirola xwe. Bawerîya xwe anîn ku, nikarin tam bigrin bin bandirola xwe. Li ser vê yekê, dewleta Tirk îcar dest bi fen û fenbazîyan, fît û fîtbazîyan kir, lîstikên xwe yên qirêc amade kirin û kar anîn.

Di sala 1935 an de "Qanûna Tûncelî" yê derxistin, navê Mamekîye guherandin û kirin "Tûncelî". Di sala 1937 an de Artêşên (Ordîyên) Tirkan li çar alî ve hatin ser Dêrsimê. Zarok û mezin, jin û mêr, bican û bêcan, kî û çi ket destên wan lêdan, kuştin, şewitandin û qirkirin. Gundên me, dar û berên me, daristan û birên me, baxçe û bostanên me, zevî û zerzewatên me, qezenc û çandîyên me nehiştin, yên ku talan kirin, yên ku şewitandin (sûtandin) û wêran kirin. Seyîd Riza, mezin û sereşîrên Dêrsimê hemû girtin û birin li Xarpêtê û der-dorên dinan de yên ku şûnêde înfaz kirin, yên ku li darê îdamê xistin û îdam kirin. Nêzî heftê (70) sed hezarî mirov li der-dora Mamekî hate qetilkirin û kuştinê. Qetlîama Dêrsimê di sala 1938 an de, nav xwîne de hiştinê ve tewa kirin, qedandin û serê wê bi xwîna gelê me ve girtin. Gelê me yên wê der-dorê li çar alîyên Tirkîyê ve koçber (sirgûn) kirin. Lêbelê hinek lejkerên berxwedanên Kırmanciyê heta sala 1945 an, li ser çîyan, şikeft û mewzîyan de man.

Dewleta Tirk li her alî ve, li ser wendakirin, helandin û têkbirina gelê me xebitî. Bêdengîyek kûr hate holê, dinê û gelên der-dorê çavên xwe girtin û bêdeng man, hember vê wahşetê. Piştî sala 1960 an, gelê me hêdî-hêdî hat xwe û di nav çepê Tirkan û hereketên Kurdan de cîhê xwe girtin û dest bi xebata sîyasî û serketina gelên bindestan kirin. Lêbelê çepên Tirkan û hereketê Kurdan xwestin ku, wan di nav xwede bihelînin, wan û navê wan wendakin û navên xwe li wan kin.

Piştî sala 1980 ê hinek ronakbîr û zanên me li ser ziman û kulturên me xebitîn û hebûna nasnama xwe anîn ziman.

Komela me Komê Serbestiya Ma Dımıli-Kırmanc-Zazay, ji vê derket holê.

Welatê Kırmanc-Zazay'an ji alî nasnamê (kîmligê) ve gelek rengîn û dewlemende. Gelê me hinek ji xwe re Kırmanc, hinek Zaza, hinek Dimil, hinek jî "Em" dibêjin. Van hemû navên me ne û em ji van hemûyan re xwedî derdikevin.

Gelê me yê der-dora Dêrsimê ji xwe re dibêjin Kırmanc, zimane xwe re dibêjin Kırmancki, welatê xwe re jî dibêjin Kırmanciye. Oldarî (îtîqat) xwe re dibêjin "Oldarîya Kırmanciye". Hinek xwe bi "Elewîtîyê" nav dikin, zimanê xwe re dibêjin "Zonê Ma" (zimanê me), welatê xwe re jî dibêjin "Welatê Ma" (welatê me).

Gelên me yên musulman hinek ji wan, ji xwe re dibêjin Dimilî, hinek jî Zaza, zimanê xwe re dibêjin Dimilkî, Zazakî û welatê xwe re dibêjin "Welatê Ma" (welatê me). Yên ku ji xwe re dibêjin Dimilî, pirê wan xwe bi navê Zazakî yê nav dikin û zimanê Zazakî qebûl dikin.

Mıletên me welatê xwe bi "Welatê Kırmanc-Zazay" nav dike. Ji alî navkirinê ve gelê me xwe bi çi navî ve nav dike bila bike, Serbestiye wan bi wan navan ve qebûl dike. Naxwaze ku van rengên xwe yên xemgînan ji holê rake.

Li welat û li ser erdê me de çiqas zimanê me tê qisekirin, ji alî din de jî Kurmancî û Tirkî jî tê qisekirinê. Demek jî Ermenîtî dihat qisekirinê. Welatê me, yên ku têde dimînin, jîyana xwe têde dimeşînin û hewl didin xwe ku çerçewa demokrasî û biratîyê de bijîn, welatê wan hemûyane. Li em anîn dana û cîh dîyîna penahindeyî qebulnakin.

Li welatê me, hinek gelê me ji bo kar û xebatê, ji bo nerehetîyê, bo qebûl nekirina bindestîyê revîyan û çûn welatên dûr û xerîbîyê (bîyanîyê), hinek bi darê zorê hatin koçberkirin, hinek ji bo munasebeta şerê qirêc û yê neheq welat cîh hiştin û revîyan deverên din.

Îro piranîya gelê me li dervayî axa xwe dijî. Li ku dibe bila bibe, em ji gelê xwe re û axa xwe re xwedî derdikevin û wan diparêzin.

Em dixwazin ku gotin, qerar û serxwebûna gelê me di destê gelê me de be û ew xwedî hukum û peymanan bin. Peymanên ku ne gelê me, gelê dervayî me li ser navê me îmze dike, qerarên ku digire, gotinên ku dibêje, ew peyman, qerar û gotin ne ê mene, me girênadin û nikarin tucar me temsîl bikin. Peymanên ku gelê me îmze nekirine û qerarên ku gelê me negirtine, em wan tucar qebûl nakin.

Li welatê me kîjan sinif û gurûb dibin bila bibin, kî ku hember bandira gelên dervayê disekine em bi wan re hevkarî dikin û dixebitin.

Em zor û cebirê qebûl nakin. Em kar û xebata xwe bêzor, bêcebir di nava aşitîyê de dikin. Lê ji nefs û mudafayê jî em narevin. Em di nav gelê xwe de, bi gelê xwe re tev kar û xebatê dikin, bi dizîtî na, bi aşîkar dixebitin.

Em hatina xwe, duhên xwe îroda çêdikin, cîhên ku rijîyane, xirabe û wêran bûne wan nuhva, îrode tamîr dikin û dezgeyên xwe yên navnetewîyan ava dikin.

Em sîstemek parlamenter-Demokratîk û pirrheqi dixwazin. Bingeha sîstema meyê siyasi gerek dadgeri be. Em di oldarîyê de yekbûyîn, îdolojîde yekbûyîn, partîyê de yekbûyîn naxwazin. Ji ber ku tiştên wusa jî nabin. Tiştên wusa; li ser navê kê dibin bila bibin, her babet dîktatorîyê em red dikin. Li welatê me de, îdarekirina welatê me bi rey û îrada gelê me tê, bi rey û îrada gelê me ve jî diçe. Em di îdarekirina welatê xwe de ademîmerkezîyet dixwazin. Li gor xusûsîyetên ziman û kultur di her cîhde pêwîste ku otonom bibêt.

Em civatek laîsîst dixwazin. Îtîqat karê vîjdanê mirovane. Em polîs û artêşên profesyonel naxwazin. Lêbelê ji bo parastina gel û welatê xwe, divêt em jê re rê û çareyek bibînin. Em zimanê resmî naxwazin, yekîtîya zimanan dixwazin. Zimanê me paşde maye, bo ji pêşxistin, rêvebirin û rêxistina wî divê em bixebitin.

Em civatek sosyal dixwazin. Va civata pêwîste ku xwedin û fêrkirin, kar û debara her mirovê xwe bicîh bîne û bigire bin teqezê.

Em garantî kirina beramber bûna jin û mêr û heqê zarokan dixwazin.

Em tebîet û heywanên xwe diparêjin û heqa wan digrin bin temînatê.

Em dixwazin ku civata gelê me, bi xwe bi xwe, xwe xwedîke, ji alî din de jî xwedî nefs û îrada xwe be, dest dirêjayîya heqê yên dinan neke, va ji mere bese.

Senayî û teknolojîyên ku tebîetê xera dikin, tiştên ku zerarê didin tebîeta me, em wan naxwazin.

Gundên piçûkan em diparêjin, bajarên gelek mezin, an jî mezinkirina bajarên biçûkan em naxwazin.

Gotina Dawî

Tiştên ku li jor hatine zimên, dîtin û daxwazên mene. Em piçûk, mezin û hemû gelê Kırmanc-Zaza-Dımıli'an bi vê yekê haydar dikin. Çawa dixwazin wusa jî jîyana xwe bidomînin. Daxwaz, jîyan û qerar dayin ya we ye.

 

 

 

 

 

 


 

 

Hosted by www.Geocities.ws

1