Eve buhareka dî hat
Pekê xwelî ser…
Hêşta serê min negirtî!
Eve kovaneka dî jî hat û
Ew biryara mîna pîrekiçek alûztir kir.
Ez di nalînê da…
Di berze bûnê da…
Di gazîyên te yên bê guh da...
Hestê bi hîvîyên te dikim,
Hestê bi rondikên bûka befrê dikim...
Dema li ber agirê heza te disojît,
Ez hest dikim...
ku tu ya bûyî kotirkeka damayî;
Her xwezîyeka vedixwî...
Sîngê min pê dikelêşî.
Hey hêjaya ji hemî hêjaya hêjatir;
Ha eve ez dê hêm,
Da xwe bidime ber dîwarê nîv-heriftî;
Dê hêm serê xwe, bêy xwe,
Bi hizrên biyabanê û
Serborên ji me çêtir û
Yezdanê pir pesin…
Tezînimeve.
Evê carê ..
Çavên xwe..
Bi bêdengîyê dê kil dim.
Bizane...
Ger ji ber evan hîvîyên zuha neba,
Ewên di nêvbera min û nebûne da
Bûyine pejan.
Ger ji ber ewan çar şemala neba,
Ewên sînahîyê didine çavên min;
Min berê karwanî newerdigêra û
Berçavkên koran min nedievandin!
Ha eve niha ez da hêm,
Lê şemendefirê xwe li min ne girt,
Dem û gelek şev jî di gel xwe birin;
Lewra ez tev yê terr bûyim,
Her çipkeka avê..
Dadgeheka dûrandî
Di yadgarên min da bilind dike!
Her maçeka vê ravê...
Bi bihnvedaneka şêlî karwanî gîro dike.
Ez nizanim ,
Bi te bikenim...
Bi xwe bikenim...
Yan jî desta ji kenînê berdim û
Xwe bikim derwêşekî ji duhîya xwe bi tirs?!
Ne... ne derwêşî û ez...
Du çeper în,
Li berambir hev in.
Bila tiliyên xwe
Dirêj bikine serûsîmayên min,
Ew di duhîya min da nejîne û
Ez jî çi xêvzanka nanasim,
Lê dizanim,
Stêr di êk bilindahî da nîne û
Aşop bê per jî difirrin!